הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,958
תמונות 106,395
ספרים 19,240
קבצים הקשורים 96,836
Video 1,376
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
SÎSEBANÊ LI NISÊBÎNÊ YE NE LI BOTAN Û ERMENISTANÊ YE
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KONÊ REŞ

KONÊ REŞ
Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/ 1970), ev pirtûka #Ebdulreqîb Yûsif# bi elfabeya #erebî# xwend, navê Newala Sîsebanê bi min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û Sîsebanê yek in û ew dîrokzane û ji xelkên herêmê ye..? Belê ji min bixwe re, ne xerîb bû, çiko ev nav di ser min re derbas bibû. Ji biçûkanî ve li ber guhê min ketibû ku Newala Bûnesra û Newala Sîsebanê yek in. Ji bo teqezekirina vê yekê, min ji çend kalemêran derdora xwe li Qamişlo û gundê xwe Doda pirsî, wan jî bê dudilî ji min re gotin; navê Newala Bûnesra yê kevin Sîsebanê bû. Di sala 2008’an de jî, dema ku ez çûm Nisêbînê, min ji hin kalemêrên eşîra Koçeka û Bûblana ku ev herdu eşîr ji kevintirîn eşîrên derdora Nisêbînê ne pirsî, wan jî eynî bersvê dane min.
Û dem derbas bû.. Min ev mijar jibîr kir, ta ku vê paşiyê di roja 12/4/2019’an de çûm Zankoya Zaxo ji bo imzekirina du pirtûkên xwe di pêşangeha pirtûkan de. Di pêşangehê de çav bi pirtûka (Qewlê Newala Sîsebanê/ 2017), ji amadekirin û tîpguheztina mamoste Ahmed Demir ketim. Piştî ku min ev pirtûka wî xwend, min dît ku ew jî dibêje Newala Sîsebanê li welatê Ermenistanê di herêma Syûnîkê de ye.. Cardî min deng ji xwe nanî.. Belê dema ku min di roja 25/6/2019’an de, di Çandnameyê de li dor pirtûka bi navê (Şerê Sîsebanê/ 2019) ya ku mamoste Zeynelabidin Zinar ji tîpên erebî, guheztiye latînî û di nav Weşanxaneya Pencinar de li Stockholmê hatiye weşandin xwend, min dît ku ew jî dibêje: “Her kes dibêje ”Newala Sîsebanê” lê gelo ev newal li kurê ye? Bi erebî ji newalê re dibêjin ”wadî” Lê Sîseban navê geliyekî şên e ku niha di nêv nexşeya Ermenistana îro de ye û nêzê sînorê Ezerbêcanê ye”.
Piştî ku ez serwextî naveroka van herdu pirtûkan bûm ku, xwediyên wan dibêjin Newala Sîsebanê li Ermenstanê ye, careke din min da ser şopa navê Newala Bûnesra yê kevin û ez bi telefonê bi hin navdarên Nisêbînê re axifîm, ji wan hunermend Qasim Qoç ji eşîra Bûblana û mamoste Kemalê Şêxmûsê Hemo (Aslan) ji eşîra Koçeka, wek ku min gotiye ev herdu eşîr ji kevintirîn eşîrên dora Nisêbînê ne, herwiha min ji hin kalemêrn Omeriyan yên ku li Qamişlo ne, navê Newala Bûnesra yê kevin pirsî, tevan ji min re got; navê Newala Bûnesra yê kevin Sîsebanê ye. Hêjaye gotinê; mamoste Kemal Aslan di rêka hunermendê Kurd Kasim Koç re, du wêneyên newala Bûnesra/ Sîsebanê, ku gundê Şanîşê û Bawernê di wan de xuya ne ji min re şandin, spasiya herduyan dikim.
Newala Bûnesra (Sîsebanê): em dibêjin newal, hin dibêjin dol û dibêjin geliyê Sîsebanê (Bûnesra). Ev newal ji Bakur ber bi Başûr ve, dor 18 km dirêj dibe. Ji serê Kaniya Ava Reş û Spî, ta bi gundê Şanîşê û Bawernê dadikeve û jê pê ve di ber Gir Newas re derbasî Nisêbîn û Qamişlo dibe. Ava herdu kaniyan, bi navê Çem Ceqceq di newalê re diherike. Bareşî newalê Çiyayê Bagokê an Tor Abdîn e û Rojavayî newalê Çiyayê Omerya ye. Newala Sîsebanê newalek bi xêr û bêr e, bi dar û ber û şînahî ye, gelek cûreyên darên fêkî têde têne çandin.. Gelek şikeft û şûnwarên kevin li derdorê hene û kelehek bi navê Kelha Bûnesra li kêlekê ye.
Navê Sîsebanê; Navekî kurdî yê orjînal e. Ji ber ku newal ji Bakur ber bi Başûr ve dirêj dibe, her dem sî li ser banê wê ye; dema ku rok ji Rojhilat ve derdikeve û dema ku rok diçe ava.. Ji ber vê yekê navê Sîsebanê lê hatiye kirin, anku newala ku her dem sî li ser banê wê ye.
Li gor dîroka misilmana, dema ku Omer kurê Xetab, Eyaz Kurê Xenem serleşkerekî misilmana şandiye herêmê û wî bi darê zorê xelkên bajarê Nisêbînê kirine Misilman, wê hingê jî, gelek ji xelkên herêmê (Êzidî, Xirîstiyan û Cihû), yên ku ji hezarê salan ve, nişteciyên Çiyayê Omeriya, Tor Abdîn û Geliyê Sîsebanê bûn, razî nebûne ku bibin Misilman.. Evên ku dîroknivîsên Ereban ji wan re dibêjin (Mecûsî). Wan Mecûsiyan liberxwe dane û di gelek şeran de biserketine û nebûne misilman..
Di baweriya min de, vê paşiyê, di heyamê dewleta Dostekî de salên 402-451ê koçî, dema ku Farqîn paytexta wan bû û misilmantî belav dikirin, melek Elî birayê xwe (Elmelek Elaadil Nesir Eldewle Ebû Nasir: Ehmed bin Merwan bin Dostik) şandiye ser xelkên Newala Sîsebanê ku ji Êzidî, Xirîstiyan û Cihûyan pê dihat û ji wan re digotin Mecûsî, ew şikenandine, gelek ji wan kirine misilman û desthilatiya xwe di geliyê Sîsebanê de belav kirine. Di encam de navê Ebû Nesra li şûna navê Sîsebanê hatibe danîn û bi demê re, ji wê newalê re hatiye gotin Newala Bûnesra, li ser navê Ebû Nasir.. Vê paşiyê jî, Feqeyê Teyran pesnê mêraniya misilmanên dewleta Dostekî di vî şerî de bi navê (Qewlê Newala Sîsebanê) daye.. Ev şerê ku misilmanan di newala Sîsebanê de şerê Mecûsiyên xelkên newalê ji Êzidê, Xiristyan û Cihûyan kiriye.. Hêjaye gotinê ku ta roja îro Çiyayê Tor Abdîn û Omeriya bi navê eşîr û gundên Pîrên Êzidiyan û dêrên Xirîstiyanan dagirtiye û Dêra Mar Yaqûb li Nisêbînê ji kevintirîn dêrên Rojhilata Navîn e.. Herwiha tê gotin ku Êzidiyên herêmê li hember wê dagîrkirina misilmana wiha gotine: “Newala Sîsebanê, Mezra geliyê Pîra, warê bav û bapîra, bi me xweş nayê dengê Mela û Kizîra..”
Xweş e, tevî salên dirêj, xelkên herêmê navê wê yê kevin (Newala Sîsebanê) jibîr nekirine.
Dawî dibêjim; Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, ne li Botan û Newala Benatê ye û ne li Errana Diwînê û Ezerbêcana Ermenistanê ye. Newala Sîsebanê, Newala Bûnesra bixwe ye, bajarê pê ve girêdayî, bajarê Nisêbînê ye û yê ku bawer neke, dikare ji kelemêrên bajarê Nisêbînê bipirse.
Konê Reş[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 633
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
פריטים המקושרים: 4
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-08-2021 (3 שנה)
Publication Type: No specified T4 1434
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חקירה
ספר: ספרותי
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 21-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 21-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 21-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 633
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.15 KB 21-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,958
תמונות 106,395
ספרים 19,240
קבצים הקשורים 96,836
Video 1,376
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1 2!