Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 514,956
Immagini 104,273
Libri 18,883
File correlati 94,729
Video 1,232
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-3
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-3

Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-3
Endama Akademiya Jineolojî û Avakera gundê Jinê Jinwarê Nûjîn Derya avabûn û rêxistinbûna jinan li gundê Jinwarê wiha anî ziman: Dema mirov dibêje Jinwar, jiyana hevpar û hevjiyana azad a civakê tê bala mirovan.

#Qamişlo#- Gundê Jinwar li Rojavayê navçeya #Dirbêsiyê# ya girêdayî Kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê dikeve. Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan tê pênasekirin, yek jî destkeftiyên jinan avakirina gundê Jinwar e ku dibe stargeh ji bo wan. Gundê Jinwarê li ser bingeha jiyana wekhev, çanda civaka dîrokî û zanista jinê hatiye avakirin. Di 10’ê Adara 2017’an de kevirê destpêkê ya warê jinan hat danîn û di 25’ê Mijdara 2018’an di roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de gund deriyê xwe ji jinan re vekir. Di Jinwarê de akademî, nexweşxane, firoşgeh, şîfa jin, werşeyên dirûtinê û dibistanek ji bo fêrkirina zarokan hatiye avakirin. Dema mirov berê xwe dide jinwarê yekem car bi tîpên mezin li ser deriyê gund ‘Jinwar’ tê nivîsandin û nobedariya vê gundê jî ji aliyê jin- dayikan ve tê kirin. Şînahiya ku ji dûr ve xuya dike, dide hîskirin ku ked û hebûna jinan li vî gundê xuya dike. Girêdayî gundê Jinwar û rêxistinbûna wan Endama Akademiya Jineolojî û avakera gundê jinan Jinwarê Nûjîn Derya nêrîna xwe parve kir.

“Li tevahî cîhanê mînaka gundê jinan heye”
Nûjîn Derya di destpêka gotina xwe de qala gundê jinan li cîhanê wiha dike: “Beriya ku ez dest bi nirxandina xwe bikim, ez dikarim bêjim ku ez hem cihê xwe di akademiya Jineolojiyê de digrim, hem jî ez yek ji avakera gundê Jinwarê me û me gelek kar û xebat meşandiye. Li tevahî cîhanê mînaka gundê jinan heye. Mirov meraq bike û bikole gelek mînakên gundên jinan dibîne. Mînak li welatê Kenyayê gundekî jinan heye û navê wê jî Umoja ye. Jinên ku rastî şer û tundiya mêr hatine, gotine bes e û gundê Umoja ji xwe re ava kirine, heta roja îro jî ew gund heye. Li welatê Kolomyayê jî gundekî jinan heye û aboriya xwe bi xwe bi rê ve dibin. Li Misir û Hindîistanê jî gundê jinan heye. Mirov dema li dîrokê jî mêze dike, dibîne ku gelek komîn û dibistanên jinan hene. Di serdema navîn de li Ewropayê jin weke azîze jî hatine li gel hev û wiha jiyane. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mirov dema dinêre dibîne ku gelek gund hene û navê wan bi navê jinan e. Em dikarin bibêjin ku jin di gundan de rolek pir mezin û girîng lîstine ku navê gundan navê jinan e.”

“Avabûna Jinwar pêvajoyek pir pîroz bû”
Nûjîn Derya avabûna Jinwarê wiha tîne ziman: “Beriya ku Jinwar ava bibe, weke xeyalek di serê her mirovek de hebû. Mirov dema ji jinan pirsa xeyalên wan dike, dibîne ku di xeyala her jinê de avakirina gundê jinan heye. Şoreşa Rojava pêk hat û derfetek çêbûn ku gundekî jinan ava bibe. Ji bo ku Jinwar were avakirin sazî û rêxistinên jinan gelek nîqaşên girîng meşandin û xeyala gundê jinan bi cih anîn. Rêxistina jinan piştre ji bo ku gundê Jinwarê ava bikin komîteyek derxistin, biryar hat girtin ku di 25’ê Mijdarê de gund ava bibe. Armanca avakirina gundê Jinwarê di 25’ê Mijdarê de ew e ku em tundî, dagirkerî û hwd. qebûl nakin û jiyana ku weke jin dixwazin em bi hev re ava bikin. Bi vê yekê jinan peyameke pir bi hêz dan. Pêvajoya avakirina gundê Jinwarê di 10’ê Adara 2017’an de kevira destpêkê hat avakirin. Pêvayoja avakirinê du sal ajot û bi sedan û hezaran kesan ve ev gund hat avakirin. Ev pêvajo jî pêvajoyek pir pîroz bû. Gelek mêran digotin jin di gundekî de bi tena serê xwe nikarin bijîn, piştî ku wan mêran dîtin bi rêvebirina jinan ev gund ava dibe, ew jî îqna bûn û dîtin ku jin dikarin bi tena xwe bijîn.”

“Têkoşîna jinên herêmê bû îlham ji bo avakirina gundê Jinwar”
Nûjîn îlhama avakirina Jinwarê wiha dinirxîne: “Îlhama avakirina gundê Jinwarê me ji Rêber Apo girt. Rêber Apo di gelek belge û nêrînên xwe de behsa pergal û avakirina stargeha jinan dikir. Rêber Apo her dem diyar dikir ku ger em dixwazin civakek azad ava bikin divê jin bingeha wê ava bikin. Gelek tecrubeyên jinan ji dîrokê bigre, heta roja îro heye. Rêber Apo bi xwe jî got ku divê jin bi xwe bajarê xwe ava bikin û navê wê jî bikin bajarê Star. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo Jinwar hat avakirin. Tecrubeyên têkoşîna jinên di herêmê de jî bû îlham ku em gundê Jinwarê ava bikin.”

“Jinwar beşek ji şoreşa jinan e”
Nûjîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di Jinwarê de jiyana hevpar heye û wiha domand: “Dema ku mirov dibêje Jinwar, jiyana hevpar û hevjiyana azad a civakê tê bala mirovan. Li vê derê kesên mezin û biçûk bi hev re dijîn. Li Jinwarê mirov jiyan, ked û fikrên xwe dijîn. Mirov li vir, hem cîran, hem derdor, hem herêm, heta bi tevahî cîhanê re têkîlî ava dikin. Jinwar beşek şoreşa jinan e, ev şoreş bandora xwe ji mezinan bigre, heta biçûkan li ser her kesê kiriye. Elbet di şoreşan de divê mirov, gavên radîkal bavêje û bibe îlham û mînak ji tevahî cîhanê re. Jinwar jî jiyana hevpar û afrîner ku tê avakirin e. Jiyana li Jinwarê cihê têkoşînê ji bo azadiyê ye.”

“Jinwar jiyana komînal îfade dike”
Nûjîn pergala Jinwarê wiha parve kir: “Pergala Jinwarê li ser tecrûbeyan hatiye avakirin. Jinwar bi fikra netewa demokratîk hatiye sazkirin. Her wiha civak li vê gundê, xwe bi awayekî azad û zane bi rêxistin dike. Her wiha Jinwar hîn jî temena avabûna xwe didomîne û wê her jî berdewam bike. Li jinwarê kes nikare şexist jiyan bike, ji ber jiyanek komînal e û agahiya herkesî ji hev heye. Her wiha meclîsa gund heye û di gunde civîn tên çêkirin. Hemû jinên ku li gund dijîn, di derbarê gundê de gelek niqaşên dewlemend pêş dixînin. Her wiha di wan civînan de pirskirêk, çareserî, pêşniyar rexne û rexnedayîn tê kirin. Her wiha têkiliya Jinwarê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ji bo pergala netewa demokratîk pêk were perwerde gelek girîng e, loma li Jinwarê akademiya me jî heye. Em bi riya perwerdeyan guhertin û veguhertinên mezin di zihnê mirovan de avadikin. Her wiha dibistana zarokan bi navê dayika Uweyş li gundê Jinwarê heye. Di heman demê de ji bo tenduristî jî şîfa jin li jinwarê heye.”

“Dermanê hemû nexweşiyan, azadî ye”
Nûjîn Derya bal kişand ser şîfa jin a tenduristiyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ger em civakek azad bixwazin biafrînin mijara tenduristiyê gelek girîng e. Dema nexweşî tê gotin, em nikarin weke fizîkî bi dest bigrin. Gelek nexweşî hene ku di aliyê aborî, pergal û fikrê de têkilî hemû nexweşî ne. Gelek nexweşiyên cur be cur di nava civakê de derdikevin holê. Ev nexweşiyên ku me bi nav kirin bi riya dermanan baş nabin. Bingeha tenduristiyê li gundê Jinwarê, em weke tenduristiya civakê bi nav dikin. Di destpêkê de divê em têgeha tenduristî baş binasin. Başbûna mirovan ne tenê fizîkî ye, başbûna mirovan di destpêkê de aliyê fikrî û têkiliyên civakî ye. Divê em di destpêkê de nexweşiya xwe tesbît bikin û jiyana xwe biguherînin. Ger em bixwazin jiyana saxlem ava bikin divê em jiyana bi tendurist û ekolojîk ava bikin. Alterantîfa gundê me jî şîfa jin e. Şîfa jin bi tiba xwezayî kar û xebatê dimeşîne. Jinên ku di karê şîfa jin de xebat dimeşînin, di aliyê zanîstî de dermanan ava dikin. Gelek têkiliyên xwe berfireh kirine û ji jinan agahî girtine, xwe di wî warê de zana kirine. Her wiha perwerde jî dane jinan. Ekîba şîfa jin hem zanîna xwe bi pêş xistiye, hem jî fêm kiriye tenduristî çi ye, di wî warê de xwe kûr kiriye. Felsefeya esasî ya şîfa jin ew e ku dermanê nexweşiyê azadî ye û azadî nexweşiyê baş dike.”

Nûjîn girîngiya ewlekariyê li Jinwarê wiha parve dike: “Ewlekarî mijarek pir girîng e, ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, timî şer heye. Şer ne tenê ji aliyê dijminan ve heye, şerê mêran jî heye. Gelek mêr hene ku heta niha jinan qebûl nakin. Nêzîkatiya Jinwarê ew e ku ewlekarî ne tenê di aliyê leşkerî de ye. Ewlekarî di destpêkê de avakirina têkiliyên baş, hevnaskirin, fêmkirin, avakirina têkiliya bi derdorê û axê re ye. Ev hemû jî şêwazek xweparastinê ye.”

“Pirsgirêkên ku rû didin di bingehê de bi dest digrin”
Nûjîn pirsgirêkên ku li Jinwarê rû didin û çareseriya wan wiha anî ziman: “Jinwar jiyana komînal û hevpar e, elbet li vir jî pirsgirêk rû didin. Derbaskirina pirsgirêkan, bingeha pêşxistina gund e. Gelek caran heye ku jin ji pirsgirêkên xwe direvin ango naxwazin bibînin lê di Jinwarê de divê her tişt li ber çav were dîtin û çareseriya pirsgirêkan were peydakirin. Armanc jî ew e ku pirsgirêkên ku tên jiyîn divê ji bingehîn ve werin fêmkirin. Her wiha gelek pirsgirêkên ku rû didin em di jiyanê de çareser dikin, ji ber ku em dikarin bi riya niqaşê hev fêm bikin. Di cewherê jinan de fêmkirin heye lê gelek caran di nava pergalê de ev yek tê xirabkirin. Di Jinwarê de, hezkirina ji hêza hev li pêş e. Di civîna gund de jî pirsgirêkên ku rû didin li wir tên nîqaşkirin û çareserkirin. Her wiha di hin pirsgirêkan de jî ceribandin tên kirin û li gorî wê yekê tên analîzkirin.”

“Zarokên kur li Jinwarê li ser armanca azadî û demokrasiyê tên mezinkirin”
Nûjîn zarokên kur ên ku li Jinwarê mezin dibin wiha îfade kir: “Zarokên kur ên ku li Jinwarê mezin dibin, ev gund, gundê wan e jî. Zarokên kur jî bi her tiştê xwe beşdarî pergala Jinwarê dibin. Ger biryar bigrin û ji gund jî derkevin ev yek di destên wan de ye. Zarokên kur ên ku li Jinwarê dijîn em hest û fikrên wan diguherînin. Ji bo hevjiyana azad divê ne tenê jin xwe rizgar bikin divê herdu zayend jî xwe rizgar bikin. Zarokên kur ên li Jinwarê mezin dibin bi şêwaza bê tund, demokrat û azad tên mezinkirin. Ev yek jî hêviyek mezin e.”

“Jinwar cihê perwerdekirinê ye”
Nûjîn teqez kir ku Jinwar cihê rêvebirina jinan e û wiha got: “Jinwar cihê rêvebirina jinan e. Bingeha Jinwarê jin e û gelek komîte ava kirine. Gelek malbat hatin vir û gelek mêran jî ziyareta gund kirine. Mêrên ku zirarê bidin jinan, jinwar tu car wan qebûl nake. Jinwar ne tenê cihê jiyanê ye, di heman demê de cihê perwerdekirinê ye. Ji derve gelek mêvan tên û ziyareta Jinwarê dikin û di aliyê zihnî de guhertin çêdikin. Dema kes tên serdana me, jinên Jinwarê şîroveya gundê xwe dikin. Jinwar cihek wisa ye ku akademiyek mezin e û mirov li wir tiştên nû fêr dibe. Jinwar zîhniyeteke azad bi pêş dixe. Jinên li Jinwarê dijîn bi zarokên xwe re bingeha hişmendiya azadî û hevjiyana azad ava kirine. Jiyana azad timî, lêgerîn e. Li vî gundê xwesteka pêşxistina hevjiyana azad esas e.”

“Jiyana zarokan li Jinwarê, rengîn e”
Nûjîn Derya jiyana zarokan a li Jinwarê wiha nirxand: “Zarokên gund gelek ji hev hez dikin. Bi hev re dilîzin. Li vir zarokên Ereb, Kurd û Êzidî hene û bi hev re kar dikin. Her wiha ji bo zarokan dibistana gund jî heye û zarok xwendina xwe didomînin. Her wiha ji bo zarokan ferasetek me heye ku jiyan bi giştî perwerde ye. Zarokên Jinwarê berpirsyariyê jî radikin û civîna zarokan jî heye. Mekanîzmaya rexne û rexnedayînê di nava zarokan de jî heye. Her wiha em rêzgirtinê hînî wan dikin loma hem rêz didin mirovan hem jî didin xwezayê. Her wiha zarok cihê xwe di çand û hunerê de digrin, bi hev re stran dibêjin, li filîman temaşe dikin û karên destan çêdikin. Jiyana zarokan li Jinwarê rengîn e.”

“Jinwar li ser bingeha aboriya komînal xwe bi rê ve dibe”
Nûjin aboriya Jinwarê wiha anî ziman: “Em li ser bingeha aboriya komînal, aboriya xwe bi rê ve dibin. Her wiha ji roja ku Jinwar hatiye avakirin heta niha, armanca me ew e ku gund xwe bi xwe têr bike. Her wiha divê em xwe bi zîraet û çandina daran, genim, ceh û xwedîkirina ajalan bi rêve bibin. Her wiha li gund firin jî heye û dayik nanê xwe bi xwe çêdikin. Bostanê me heye û em şînahiyan li wir diçînin. Aboriya gundê me, aboriyek komînal e û tiştên ku tên firotin dikevin aboriya gund bi giştî. Gelek projeyên me mîna projeya hirî ku jê rîs tE çêkirin hene. Her wiha tiştên destan tên çêkirin. di aliyê aborî de pêşniyar û fikrên cur be cur bi pêş dikevin.”

“Deriyê Jinwarê ji tevahî jinan re vekiriye”
Nûjîn herî dawî diyar kir ku deriyê wan ji tevahî jinan re vekiriye û wiha bi dawî kir: “Jinwar cihekî pir girîng û bi wate ye. Her wiha divê em zanebûna gundê xwe li tevahî cîhanê belav bikin. Jinên ku dixwazin werin li vir, dikarin serlêdan bikin. Jinên ku dixwazin li ser esasê azadiyê bijîn, xwe bi pêş bixin, tiştên nû fêr bibin û fêr bikin, dikarin serlêdana me bikin. Şêwaza avakirina Jinwarê pir girîng e. Ji bo pêşeroja civakek azad û qeyrana global li cîhanê heye, Jinwar ku xwe dispêrê jiyana gund û kevneşopiyên xirab jî derbas dike, dikare bibe alternatîf. Jinwar xwe li ser zanebûna kevin ava dike û zanebûna roja îroyîn ji nû ve şîrove dike. Amûrên ku em li Jinwarê bi kar tînin dibin mînak ji her kesê re. Divê jin zêdetir biherikin Jinwarê û jiyanê zêdetir bi pêş bixin. Wateya Jinwarê li tevahî cîhanê heye, ji ber ku li tevahî cîhanê lêgerînek heye. Di nava tevahî cîhanê de qeyranek heye û modernîteya kapîtalîst pir ketiye tengasiyê. Jinwar di nava vê qeyranê de çareseriyek baş îfade dike. Jinwar di têkoşînê de beşek pir girîng di nava civakê de digre.”[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,101
HashTag
Fonti
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
Articoli collegati: 9
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-05-2022 (2 Anno)
Libro: Donne
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( سارا ک ) su 06-10-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( ئاراس حسۆ ) su 07-10-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئاراس حسۆ ) in: 06-10-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,101
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso ...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Sto...

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 514,956
Immagini 104,273
Libri 18,883
File correlati 94,729
Video 1,232
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso ...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Sto...

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.859 secondo (s)!