Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,026
Immagini 106,624
Libri 19,282
File correlati 97,253
Video 1,392
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
ROJA KOMKUJIYA KURDAN: 15’Ê SIBATÊ
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ROJA KOMKUJIYA KURDAN

ROJA KOMKUJIYA KURDAN
Di têkiliya tirk û kurdan de 15’ê Sibatê piştî 74 salan bû duryanek. Di 15’ê sibata 1925’an û 1999’an çi qewimî, di pişt perdeyê de çi hatin jiyîn, bi destê kê ev komplo hatin pêşxistin, encamê van komployan çi bû, ev komplo ji bo kurdan pêvajoyên çawa derxistin holê, Komara Tirkiyeyê roleke çawa di van komployan de lîst?
Hêzên navneteweyî ji bo dewleta tirk tengav bikin pirsgirêka kurd her dem wekî qoz di herêmê de ji bo ku berjewendiyên xwe bikarbînin çavên xwe qirkirin û êrîşên li ser kurdan tên kirinê re girtin. Ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin her dem nêzîkatiyeke wiha diyar kirin.

NE TENÊ ROJA REŞ E…
“Dîroka destpêkirina qirkirin û komployê ya li hemberî kurdan 15’ê sibata 1925’an e. Hûn dizanin di 15’ê sibata 1925’an de li dijî Şêx Seîd komplo pêş xistin. Di heman demê de 15’ê sibata 1999’an li hemberî min jî komplo hate kirin. Xalîd Begê Cibrî jî ji holê rakirin û paşê di 15’ê sibatê de berê xwe dan Şêx Seîd. Roja darvekirina Şêx Seîd 29’ê Hezîranê ye; roja biryara darvekirina min jî 29’ê Hezîranê ye. Ev ne jixweber in, mekanîzmayek ev qas jixweber naxebite. 15’ê sibata 1925’an destpêka qirkirina kurdan e. Ez 15’ê sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê îlan dikim. 15’ê sibatê, ne tenê ji bo min roja reş e.” (Abdullah Ocalan-24 MIJDAR 2010 )

TIFAQA KURD Û TIRKAN
Di dema şerê rizgarî û salên 1916 û 1925’an de Mustefa Kemal polîtîkayên xwe di nava van 8 salan de li gorî tifaqên ku bi kurdan re diyarkiriye tevgeriya ye. Beriya Kongreya Erziromê Mustafa Kemal çar sal li Kurdistanê digere û Kongreya Erziromê di dawiya van gerên xwe de pêk tîne. Ji aliyê Vîlayetê Şarkî ya Civata Parastin a Dadê (Mudafaa-î Hiqûq Cemiyeti) piştgirî werdigire. Wê demê bi temamî Fermandarê Parartêş a 7’emîn ji kurdan pêk tê. Ev hevkarî di warê siyasî de xwe bi makeqanûna 1921’an a Tirkiyeyê û 10’ê sibata 1922’yan roja ku ji bo kurdan zagona xweseriyê ji aliyê meclisê ve hate pejirandin bi nav dike. Ev axaftina ku Mustafa Kemal di sala 1924’an li Îzmîtê kiriye de tê dîtin. Dîsa hevok û vegotinên wekî, peyama ji bo Fermanderê El-Cezîreyê Tuggeneral Nehat Paşa ji aliyê “Civata Milet a Bilind û Mustefa Kemal” hatiye şandin de tê mohrkirin ku, “ Di Kurdistanê de Kurd” û “polîtîkayên kurd ên hundirîn ji aliyêFermanderê Enî ya El- Cezîreyê ve dê bê diyarkirin” derbas dibin.
Her çiqas di Peymana Lozanê de Îsmet Înonu gotibe ez nûnerê tirk û kurdan im jî paşê ev gotin hatiye redkirin. Dîrok a 20’ê çileya 1921’an qanûna teşkîlat-i esasiye hejmara 85’an xala 1’emîn çekûyeke wisa tê bikaranîn; “serwerî bê qeyd û merc ê miletan e” lê ev kîjan milet e nehatiye diyarkirin. Lê belê 9’ê adara 1924’an makeqanûna 1924’an bi hinceta”dewleta me dewleteke milî ye, ne dewleteke pir miletî ye. Derveyî tirkan dewlet milet nasnake. Li welat di nav xwe de kesên ku girêdayî nijadên din, ji bo wan jî dadê maf û wekhevî heye. Lê belê li gorî misogeriya rewşa nîjada wan maf naskirin an jî gotinên wekî wê bikaranîn ne hewce ye.”

#MUSTAFA KEMAL Û KURD#
Rêber APO vê pirsê dike; Mustafa Kemal bi kurdan re peyman çêkir. Bi Îslamgir û Komunîstan re li hev hat. Piştî ku kadroyên îttîhatger desthilatî xistin bin destê xwe, ji 1925’an û pê ve dest bi tasfiyekirina kurdan kirin. Ma çawa bû ku Mustafa Kemal, ku di 1924’an de digot bila xweserî ji kurdan re were dayîn, piştî 1925’an kurdan tasfiye dike?
Dema Mustafa Kemal Komar damezirand rol û tevlibûna kurdan herî kêm bi qasî rol û tevlibûna tirkan girîng e. Kurd endamên damezrîner ên resen ên komarê ne. Mustafa Kemal jî vê yekê dizanîbû û lewma alîkarî ji kurdan girt; digot ku divê xweseriya herî berfireh ji kurdan re were dayîn. Wekî ku tê xuyakirin yên bûn asteng ne Mustafa Kemal û Kemalîst in. Lê belê bi kadroyên Îttîhatger Mustafa Kemal dorpêç kirin. Mustafa Kemal pir baş dizanibû ku eger kurd nebin, wê Şerê Rizgariyê neyê qezenckirin. Lewma çûbû destê xwe dabû Diyap Axa û wekî wî desteka 60 kesayetên girîng ên kurd girt.” Ji ber sedema neftê Îngilîstan xwest Musil û Kerkûk dervê sînorê Mîsak-î Mîllî bihêle, lê Komara Tirk a ku bi rêbertiya Mustafa Kemal talebên xwe yên di herêmê de naxwazin gav ji paşve biavêjin. Ji bo ku Îngilistan planên xwe yên li ser herêmê pêkbîne bi îtîhatgerên alîgirê îngilîzan xwestin Mustafa Kemal tengav bikin ji bo ku tifaqa ku bi kurdan re çêkiriye dev jê ber de, di milê din de jî bi riya Binbaşî Noel û gelek serbazên îngilîz li Kurdistanê erkdar kirin ji kurdan re jî gotin serhildanek pêşbikeve hûn dikarin bawerî bidin me, hêviyên wiha qels û bê bingeh belav kirin. Çi di dema Hevpeymana Lozan a 1923’yan de sozên ku ji bo kurdan hatibûn dayîn û nepêkanîna wan sozan, çi jî di makeqanûna 1924’an de înkarkirina kurdan di nava xwe de digirt bû sedema ku di herêma Kurdistanê de gelek serhildan pêş bikevin. Ji van serhildanan yek jî serhildana Şex Sêîd bû. Lê beriya vê serhildanê çi qewîmî, ev serhildan çima pêş ket, çi lîstok di wê demê de hebûn? Divê em destpêkê van bizanibin.
Xalîdê Begê Cibrî, Mebûsê Meclisê Yusuf Ziya di gulana 1923’yan de li Erzorimê Rêxistina Azadiyê damezrandin. Damezrînerê Rêxistina Azadiyê ev her du şexsiyet bûn. Di Kurdistanê de ji bo serhildana ku hezîrana sala 1925’an pêş bikeve organîze bikin xebat didan meşandin. Di îlona 1924’an de Mebûsê Meclîsê Yusuf Ziya Beg ji endamên Azadiyê birayê xwe Texmên Arîf Beg re ji bo rewşa dawiyê ya ku li Kurdistanê çi ye name dişîne. Ev name dikeve destê îstîxbarata tirkan, Yusuf Ziya Beg û Albay Xalît Beg têne girtin û dibin Girtîgeha Leşkerî ya Bedlîsê. Li şûna Xalîdê Cibrî Şex Sêîd neçar diminê ku fermandariya giştî bigire ser milê xwe û amadekariyan bike.

RAPERÎN DEST PÊ KIR
Dema mirov şert û mercên Kurdistanê digire dest û tîne li berçavan di demsala sibatê de serhildan destpêkirin ne pêkhatî be, agahiya îngilîz û hêzên dewleta tirk a vê serhildanê de di warê provakasyonê de mîsyonek girîng lîstin e. Şêx Sêîd ji Xinisê derbasî Pîranê dibe, di wir de bi hecata du mehkûm girtine gel xwe û veşartiye, cendirme pênc kes digirin û dixwazin bibin li ber vê çendê pevçûn derdikeve, neçar dimînin ku raperîn bidin destpêkirin û serî hildin. Pêvçûna Licê û Pîranê dibe sedema destpêkirina serhildanê. 14’ê Sibatê dehhezar şervanên ku di bin fermandariya Şêx Sêîd de ne Darahinê bi dest dixînin. Darahinê ji bo demek dibe paytext. 20’ê Sibatê Lice û Xanî tê girtin. Piştre ji milê gelî yê Xanî ber bi Amedê ve hêzên serhildanê pêşve diçin. 29’ê Sibatê Maden serî hildide. 28’ê sibatê Palo dibe biryargeha nêzî 20 hezar hêzên serhildanê. Li gorî hin çavkaniyan heya êrîşa 11’ê adarê ya Amedê duwanzdeh, li gorî hinan jî çardeh wîlayet hatinê bi destxistin. Li gorî texmînan hijmara kurdên ku li tevli têkoşînê bûne nêzî çil hezar kes in. Li gel hemû hewldanan nedestxistina Amedê berê serhildanê diguherîne. Sedemê vê ji ev in; li Amedê hin kesên dewlemend alîgirê dewletê ne. Roj bi roj hêzên hukûmetê îsyatîf, bajar û bajarokên ku di destê şêxan de bûn hemû yeko yek ji dest wan digirin.
Di 15’ê nîsanê de Şêx Sêîd ji ber giliyê burayê xwe yê Serdar Qasim ve li navbera Mûş û Varto ye li ser Pira Evdilrahman Paşa bi gelek rêveberên din û hin jî wan birîndar in, dîl dikevin destê hikûmeta tirk. Kesên hatine girtin hemûyan dişînin Amedê. Di vê navberê de Xalîd Begê Cibrî û Yusuf Ziya dar ve dikin. Roj a 5 Gulana sala 1925’an Şêx Sêîd dibin Amedê. Li Amedê Komîtiya Dadgeha Îstîklalê tê damezirandin di serî de der barê Şêx Sêîd û Seyîd Ebdilqadir û 48 kesan biryara darvekirinê tê girtin û şeva 28’êHezîranê, 29’ê Hezîranê ve dide girêdan tên darvekirin.

ENCAMA SERHILDANÊ
Li heremê bi têkçûna raperînê û piştî wê çek tên komkirin. 14 bajêr, 700 gund, nêzî 9 hezar mal tên wêrankirin. 50 hezar kes tên koçberkirin. Nêzî 7 hezar û 500 kes diavêjin girtîgêhan. 660 kes tên darve kirin. 80 hezar kurd tên kuştin.
Piştî raperîna Şêx Sêîd, 84 salan Komara Tirk li ser kurdan polîtîkaya înkar-îmha xistin dewreyê. Piştî serhildanê Dadgehên Îstîklalê tên erkdarkirin û dişînin herêmê. Kurdî û tiştên ku bi çanda kurdîtiyê ve girêdayî hemû hatin qedexekirin. Qanûna pihêtkirî di 4’ê adara 1925’an derxistin û Takrîr-î Sikunê xistin dewrê… Ev heya 4’ê adara 1929’an di meriyetê de ma.

PLANA ISLAHATA ŞERQÊ
Di 24’ê îlona 1925’an de Plana Islihata Şerqê ket meriyetê. Ev plana çi bû? Hin bendên vê planê wisa ne: Yên raperîn bi rê ve birin û yên nêzî wan, alîgirê wan, sermiyanên eşîretan, ji aliyê hukûmetê ve kesen ku mayîna wan ya rojhilat rewa nehatibe dîtin, malbat û kom ji alî hukûmetê li rojhilat ber bi cihên ku bên nîşandan ve werin şandin. Wîlayetên me yên rojavayê Feratê hin civatên kurd ên ku belav bicihbûne bi kurdî axaftina wan divê bê astêngkirin û divê mektebên keçan bê vekirin û jin tirkî hîn bibin. Wîlayet û navçeyên wekî Meletî, Xarpêt, Çewlîk, Amed, Bedlîs,Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Adilcewaz, Xêlat, Palo, Çarsencex, Çemîşgezek, Pulur, Hisnî Mansûr, Behîsnî Arfa, Hekîmxan, Bîrecîk û Çermîk di eslê xwe de tirk, lê dijî kurdayetî yê binketin destpêkiriye ji alî hukûmet û daîreyên şaredariyê, dîsa ji alî teşkîlat û saziyên din, li van navçeyan dibistan, sûk û bazaran li dervê tirkî zimanekî din bikarbînin dê ji alî hikûmet bên cezakirin.

24’Ê NÎSANÊ û 15’Ê SIBATÊ
Der barê 24’ê Nîsanê û 15’ê Sibatê de Rêber APO wiha dibêje; “Ev mijar her ku diçe ji bo min zelal dibe. Dema ku di 1925’an de li dijî kurdan komplo pêş ketin, serokwezîrê wê demê Fethî Okyar gotiye;”ez destê xwe nakim xwîna kurdan” û xwe vedikişîne. Paşê bi ekîbeke din ev komplo dewam dike. Di 15’ê sibatê de ji yekîneya ku ji Şêx Seîd re tê şandin du leşker didin kuştin û li dijî kurdan komplo tê destpêkirin. Di serê vê ekîbê de pênc general hene. Li dijî Şêx Seîd komplo pêş xistin.” Rêbertî dibêje ku hêj serwextbûn û amedekariyên serhildanê nefesilîne serhildan dest pê kiriye û wiha berdewam dike: “Ev bûyer kengî dest pê dike? 15’ê Sibata 1925’an. Çi balkêş e ne wisa? Roja bi komployeke dîlgirtina min û radestkirina min jî 15’ê Sibata 1999 e… Ev hemû ne rasthatinek e. 15’ê sibata 1925’an dîroka destpêkirina komplo û qirkirina siyasî ya li ser kurdan e. Ev qirkirin piştre li hemû deverên Kurdistanê belavkirin Amedê heta Dêrsimê û heya roja me ya îro hate meşandin. Ji bo Ermeniyan 24’ê Nîsana 1915’ê çi be ji bo kurdan jî 15’ê Sibata 1925’an ew e.”
Roja Reş vale hate derxistin
Komploya di sala 1999’an li hemberî Rêber APO pêşket di nava xwe de çi dihewîne, ev komplo çawa pêş ket, hêzên ku di vê komployê de cih girtin kî bûn, armaca vê komployê çi bû, ev komplo bi kîjan helwestê hate pûçkirin.
Rêber APO dema komployê dinixîne û wiha dibêje: “Pevajoya sala 1925’an dibe ku ji nû ve pêk bê. Kurdan dîsa di nava agirek wisa de dibe ku bişewitînin. Xwestin kurdan bi komploya 15’ê Sibatê biavêjin di nava vê agirî de. Dîsa xwestin ku bi 15’ê Sibata 1925’an bi kurdan bidin jiyandin. Tirkiye, kurd û PKK’ê divê di vî warî de pir hişyar bin. Dixwazin bira bi bira bidin kuştin.”

DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
Komploya li ser Rêber APO a 1998’an di encama hevdîtinên Enqere û Washingtonê, dîsa li ser dewleta Kurdistana Federe bi tifaqek ket dewrê. Li ser Rêber APO hereketek şopandina destrêşk di asta hevkirinek cîhanê hat birêvebirin. Di planlasaziya wî de Îngilistan, di bizaviya sixûrtiyê de Israîl- MOSSAD rol girtin. Fermandarê Artêşa Bejahiya tirk 17’ê Îlonê di asta ultîmatonê de dijî Sûriyeyê axivî û gavek hîn li pêş de avêt. Şerê bi Sûriyeyê re ket rojevê, Rêber APO dibêje rêveberên Sûriyeyê wisa gotine ‘tu çawa dixwazî wiha biçe”
Rêber APO rêwitiya xwe ya Sûriyeyê wisa bi lêv dike “Naveroka wê hîn jî bi her alî ve nehatibe zelalkirin jî, bi vexwendinek fermî min biryara çûyîna Atînayê da. Dîsa derketina çiyayên welat ji bo min îdeal bû. Lê ev dê bibûya sedama bi hezaran kuştinên mirovan, ji ber vê çendê min ev rêwîtî exlaqî nedît û ez ketim di nava xem û min ew rêwîtî taloq kir. Min bextê xwe yê çareseriya di warê siyasî de li Ewropayê ceriband û wê derê hîn lêhatî dît. Ji xwe çavkaniyên ku min jê bawer dikir ên artêşê, di 1997’an de şîfreyên wekî agahî ji alî rêxistina me ya Ewropayê ragihandin bo me, baweriya min hîn zêde bû. Lê belê yên ku li Atîna min pêşwazîkirin ne mirovên dostên rast bûn, yên ku qehremanê navdar ê Troya Hektor xistin di nava şereke nerast ew zilamên ku di mîtolojiyê de ji eniya Xweda Zeus hatibûn afirandin qehbika Athêna bû. Min xist di nav qadek darbeya mirinê ya ku bi her awayî di nav zihniyeta şaristaniya berjewendî û hêzan re bi zorê şerkirin de.”

DÎROKA TIRKIYÊ DÎROKA KOMPLOYAN E
Rêber APO ji bo ku komplo were ronîkirin hertim nirxandinên nû kir. Di 31’ê Adara 2010’an hevdîtina ku bi parêzerên xwe re pêkanî de, pêşveçûna komployê ya dîrokî û di roja me ya îro de komplo xwe li ser kîjan hêzan berdewam dike bi van gotinan anî ziman:“Ez dîroka Tirkiyeyê, bi awayê dîrokeke komployan digirim dest. Ez vê dîroka komplo-Gladîo ya li Tirkiyeyê li çar deman beş dikim. Heta roja me, çar demên komplo-Gladîo pêk hatiye. Di demên destpêka Komarê de li hemberî Kurdan her tim komplo çêkirine û di wê demê de polîtîka meşandine. Ev mijar her ku diçe ji bo min zelal dibe. Dema ku di sala 1925’an de li hemberî kurdan komplo pêş ketin, serokwezîrê wê demê Fethî Okyar gotiye; “ez destê xwe nakim xwîna kurdan” û xwe vedikişîne. Paşê bi ekîbeke din ev komplo dewam kir.
Di 15’ê sibatê de ji yekîneya ku ji Şêx Seîd re tê şandin du leşker didin kuştin û li hemberî Kurdan komplo hate destpêkirin. Wê demê ekîbek, bi taybetî ev komplo pêş xistin û meşandin. Di serê vê ekîbê de pênc general hene. Li hemberî Şêx Seîd komplo pêş xistin. Li Menemenê heman ekîbê komplo çêkirin û li hemberî Komarê provakasyonek pêş xistin. Her wiha di dema ku ji bo Seyîd Riza neyê darvekirin wê bi Mustefa Kemal re hevdîtin bihata çêkirin, heman ekîbê, heman destî, bi lez û bez Seyîd Riza bi dar ve kirin, hevdîtina ku wê bi Mustefa Kemal re çêkiribana, bi vî awayî asteng kirin. Bi vî awayî li hemberî Seyîd Riza jî komplo wiha dan dewamkirin. Ez di pirtûka xwe de bi heman awayî, behsa vê heman ekîba ku ev komplo pêş xistine, Mustefa Kemal bêbandor kirine, tenê hiştine dikim. Fevzî Çakmak û Înonu bi hin cihûyên entelektuel re li hev kirine û komployên Kurdan pêk anîn e. Mustefa Kemal anîne rewşeke bi awayekî di bin çav de girtî, ez vê diyar dikim. Di dema Ozal de jî ev komplo bi awayê cudatir dewam kirin. Wê demê NATO’yê destûr dida înfaz û kuştinên kiryarên wan ne diyar ên li hemberî Kurdan. Sedema ku Dogan Gureş digot; me ji Londrayê sinyala erêkirinê girtiye, ji ber vê yekê ye. Di wê demê de li hemberî fermandarê cendirmeyan û gelek sûbayên din jî sûîqast hate lidarxistin, xemla mirineke normal dan û ji holê rakirin. Tansû Çîler teslîmî Gladîoyê bûye. Gladîoyê Erbakan û Ecevît tasfiye kir. Erdogan jî bi Gladîoyê re li hev kir.”

ARMANCA KOMPLOYÊ
Rêber APO wiha dibêje: “Min berê jî bi dehan caran diyar kiribû, bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin nijadperestî û netewe dewletan derxistina pêş û bi hev re xistina di nav pevçûnê, bi vê jî armanca xwe ya sed salên din jî li Rojhilata Navîn bo serwerbin kirin. Sûriye, Îran û Tirkiye jî di vir de pejkê xwe bigirin. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ya DYA bi komployê dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirina min ji nêz ve girêdayî ye”.
Rêbe APO baldikişîne ser armanca komployê û dibêjê: “Du armancên komloyê hebûn: yek, dema pevajoya dadgeriya min de rayedarê li ser navê serokwezîr ji bo hevdîtinê hatibû li gel min ji wî re jî gotibûm, armanca komployê pevçûnek di nav kurd û tirkan de afirandin bû. Bi helwesta min ev şer hate astengkirin. Min bi hemû hêza xwe vê asteng kir.”
Rêbertî di beramberî radestkirina xwe ya Tirkiyeyê de bê ka DYA ji Tirkiyeyê çi xwest jî wiha rave dike; “ Beramberî radestîkirina min di mijara Kibris, Ege û Başûr de bûyînga kurd tawîz ji Tirkiyeyê standin û çareseriya xwe ji Tirkiyeyê danîna qebûlkirin bû. Aliyê komploya duyem jî aborî ye. Tam di rojên radestkirina min de Qanûna Pihêtkirin derxistin…Li gorî vê qanûnê dema şewşek lihevnekirinek derkeve di vir de dadgehên navneteweyî raydar hatinê kirin. Ev rewş ne tesadûf e, lekolinkirina vê pêwîst e. Li beramberî tasfiyekirina me hesabên her dewletê li gorî xwe hebûn. Xwestekên Ewropayê yên aborî hebûn. Aboriya Tirkiyeyê ji wan re venebû? Niha aboriya tirkiyê sedî 50 nebirin? Hîn ez li wir bûm Rusya di derbarê projeya gaza xwezayî de Herka Şîn mohr kir û min ji wir derxistin. Ji aboriya Tirkiyeyê de pargirtin, ji bo aborî di bin kontrola wan de be pêwistiyên wan bi şer bû.”
Rêbertî lîstikên ku li ser wî dixwazin bilîzîn dibîne, li gorî vê rastiyê helwesta xwe ya piştî esraretê dide diyarkirin. Li Îmraliyê bi parezerê xwe re hevdîtinên ku pêk dianî dîsa paraznameyên xwe yên nivîsandiye de ji bo ku pirsgirêk bi rêya demokratîk û aştiyanê bê çaraserkirin gelek hewl dabe jî, bersiva dewletê komplo bi rêbazên cuda berdawamkirin bû.

DEMÊN KOMPLOYA REŞ
Rêber APO baldikişîne li ser qonaxên komployan û sê qonaxên komloyan yek û yek wisa vedike;“Li hemberî me jî komployên gelek girîng çêbûn; çar qonaxên komployê hene. Ya yekem: dema Komploya Yekemîn a ku bi kuştina Ozal re hate jiyîn: Ozal bi werekî nêzî pirsgirêka kurd bû. Digot; “Ez ê misogerî vê pirsgirêkê çareser bikim, divê ez çareser bikim.” … di vê qonaxê de Ozal dorpêç kirin, di nav artêşê de jî her kesê ku çareserî dixwest tasfiye kirin. Di vê qonaxê de gelek sûbayên mîna Eşref Bitlis, Bahtiyar Aydin ji ber ku wan alîgirê çareseriyê û li pêşiya xwe asteng didîtîn kuştin, tasfiye kirin. Di vê mijarê de agahiyên girîng ên Talabanî jî hene. Talabanî digot; “di mijara çareseriyê de em bi Eşref Bitlis re di heman fikrê de ne.” Talabanî di 93’yan de ev ji min re gotibû. Di wê qonaxê de hin rewşenbîrên wekî Ugur Mumcu jî tasfiye kirin û kuştin.
Dema komploya duyemîn: Di salên 97 û 98’ an de hat jiyîn. Di wê qonaxê de Erbakan ji dil didît, hîn nêzî çareseriyê bû. Erbakan li gorî Kurtulmuşê ku niha li serê Saadetê ye, dirusttir bû. Kurtulmuş jî wekî yên din dibêje; “ Li derveyî Ocalan, em ji her cûre çareseriyê re amade ne” ev gotin nîşan dide ku ew girêdayî kîjan navendê ye, ji xwe belav bûn û çûn, careke din jî bi ser xwe ve nayên.
Di Erbakan de jî wekî Ozal aliyekî paqij û rast hebû. Bi me re jî pêwendî danîbû. Di demê 97-98’an de hem beşa sivîl hem jî beşa leşkerî bi me re pêwendî danîbûn. Lê Gladîo pir bi hêz bû. Min di nivîseke Rojnameya Tarafê de jî xwend. Dipirsî; “ ew ê ku vê pêvajoyê asteng dike kî ye?” pirseke rast e. Wê demê tevî ku derfeta çareseriyê hebû jî komplo xistin dewrê. Dema komploya sêyemîn: Di salên 2003-2004’an de hat ceribandin di vê demê de bi awayê parçekirina kurdan şêwazeke komployê ye nû derxistin holê…”

NAVEND WASHINGTON E
Siyaseta AKP’ê ya ku li ser kurdan dide meşandin yê herî baş bi lêv dike bêguman Rêber APO ye. Rêbertî di qonaxa komploya çarêmîn de rastiya AKP’ê wekî komploya kesk bi nav dike.
Rêber APO baldikişîne li ser komploya ku îro li hemberî kurdan dixwazin bidin meşandin wisa vedike û dibêje: “Em niha jî bi komplo ya çaremîn re rû bi rû ne. Ji bo min rewşa Erdogan zelal nebûye. Ez êdî dikarim hin tiştan bi misogerî bibêjim. Tê gotin ku bûyera Colamêrgê misoger çalekiyeke kontra ye, tu eleqeyekê wê bi rêxistinê re tune ye. Ev jî hin tiştan nîşan dide… Em dikarin demên komployên beriya bê hukûmetê wekî Demên Komploya Reş bi nav bikin. Dema komploya niha tê jiyîn jî Dema Komploya Kesk e. Ev demên komploya reş û dema komploya kesk ji hev cuda ne. Di demên komploya reş de ji bo kontra, jîtem û îtîrafkaran rayeyek bêsînor hatibû dayîn, li serê kolanan û li her deverê rayeya kuştina mirovan hatibû dayîn…”
Di dema komploya niha de bi şêwazên berê kuştin û kuştinên kiryarên wan nediyar wê neyên kirin. Bûyera Colamêrgê hinekî cuda bû… Berê Gladîoyê ev kuştin pêk dianîn. Ji bo ku Gladîo van kuştinan pêk bîne rayayeke tam hatibû dayîn. Lê di vî dema komploya kesk de Gladîo û kontraya bi şêwazê berê tune ye. Di vê demê de wiha bi yek û yek kuştina li kolanan, li vir li wir mirov kuştin nabe.
Êdî her tişt wekî feraset û şêwazêke nû, bi agahiya Erdogan dê pêk bê, bêagahiyawî tu kes nikare kuştinan pêk bîne, tu kes ne xwedî rayeya pêkanîna kuştinan e.

WASHINGTON Û GULEN
Rêbertî, navenda komploya kesk wiha vedibêje ; “Navenda vê komploya kesk Washington e. Bi navenda Washingtonê tê birêvebirin. Ev wiha wekî ku tê texmînkirin, gava ku dibêjim Washington divê Fetullah Gulen neyê fêmkirin. Ji vir rista Fetullah Gulen hêsan e, divê mirov navê wî nebêje û wî pir mezin neke. Yên gelek girîngtirîn jî hene.
Di nûçeyan de jî derket, hinek pîlotên tirk li Efxanîstanê ji bo Talîbanê şer kirine, ev têkilî pir di nav hev de ne û bi aliyên tê zanîn zêdetir, di astê cuda de ne. Ez kurt dibirim. Hanefî Avci di pirtûka xwe de qala meleyan û rêxistinbûna wan dike. Dibêje, di her bîrîmî de meleyên berpirsiyar hene. Di ferqa van rêxistinbûnan de ye, ji ber vê yekê hin daxuyaniyan dide. Ez van hemû rêxistinkirinan wekî Kontraya kesk, komploya kesk bi nav dikim. Van li her deverê jî xwe birêxistin kirine. Mînak ew Usluyê di Rojnama Tarafê de yek ji wan e. Herhal pirtûkeke wî ya nû jî derketiye. Ji nivîsên wî li ser mijaran mirov dikare hin agahiyan bi dest bixe.”

#KOPLO#YA NAVNETEWÎ KARÊ GLADÎO BÛ
“Bi salane ez komploya navnetewî dinirxînim. Ev karê Gladîo bû, Gladîo vê kir. Şêxê Nexşîbendî Şêx Ebdilrehîm Nexşîbendî jî ji bo 15 Sibatê daxuyaniyek daye û dibêje, ‘ berxwedana kudi gelê Ereb de pêş dikeve ji serhiladana kurdan bandor bûye, di serhildana gelê Misrê de jî divê gelê mirov vê bibînin’. Ev tespîteke pir rast e.” (02.18.2011. Rêber APO)
Rêber APO di derbarê Gladîo de jî vê nirxandinê dike: “Mudexeleya NATO’yê ya yekem ji Rojhilata Navîn re sala 1984-85bi 5. Maddeyan destpêkê li hemberî me çêbû. Hin kes vê qebûl nekin jî rastî ev e. Ev bi vekirî na veşartî li hemberî me çêbû. Li gorî vê 5. Maddeyê li hemberî welateke girêdayî NATO’yê êrîşek çêbibe muttefîqên wî wek li hemberî wan çêbûye digirin dest û li gorî vê wî welatê diparêzin. Li hemberî me artêşa NATO’yê şer ê veşartî bi şêwazê gladîo kete dewrê. Wê demê navenda gladîo NATO’yê Elmanya bû. Wê salê (1985) Elmanya me wek rêxistineke teror bi nav kir û li Elmanyayê rêxistina me qedexe kir. Navê gladîo ya NATO’yê ya tirkî JÎTEM’e. Hîn zêdetir avahiyeke xwe dispêre artêş û leşkeriyê. Vê demê JÎTEM xwest me tasfiye bike, bi hezaran kes bêdarizandin hatin qetilkirin. Hemû bêdadî bi pêk anîn, demekî rêbazê hizbilkontra jî pêk anîn. Lê, di van hemû rêbazên xwe yekî de jî bi ser neketin, bi kuştinan jî nikarîn me tune bikin. Dema ku sala 1999’an min bi komployekî anîn Tirkiyê wê demê karê JÎTEM’ê jî xilas bû. Rixmê ewqas kuştinan jî ji ber ku JÎTEM nikarî me tune bike, wek binketî hat destgirtin.” (03.23.2011. Rêber APO)

NIKARÎBÛN BI SER BIKEVIN
Rêbertî, komplo ji sala 1920’an û vir ve ji bo kurdan tê amadekirin. Pêkhatina çareseriyê wê ev hesabên wan xirab bikirana û ew ji ber vê yekê ji çareseriyekê re hê ne amade ne. Navenda vê komploya navneteweyî Parîs, Berlîn, Moskow û gelek cihên din in. Jixwe ev xebat di serî de li Washingtonê tên meşandin dibêje û wisa berdewam dike; “Ji sala 1999’an û vir ve li ser min pîlanên tasfiyeyê amade kirin. Lê belê ez nehatim van lîstokan, nikarîbûn yek ji van planan tasfiye û komployê pêk bînin. Nikarîbûn bi ser kevin, em jî li vir vala nasekinin. Ew dibêjin ku şerê li vir şerekî mezin e. Lê ev belengaziya rewşênbîrên kurd nîşan dide, nikarin fêm bikin. Nikarin vê şerê me û wan fêm bikin û ji hev derxînin.”

“KOMPLO HAT PÛÇKIRIN”
Ez di vir de êdî mîzgîniyekê bidim gelê me. Komplo di 12’emîn salvegera xwe de vala hate derxistin. Ev vekirî hatiye fêmkirin. Ev bi sekna min a vir a sebir û bi hewldana gelê me ya hevpar pêkhatiye. Ez êdî bi vekirî dikarim ji gelê me re bi lêv bikim; me komplo vala derxist. Çawa ku 11 sal min ji bo vê li ber xwe da, ez dê 12’demîn saliya wê de jî dîsa eynî berxwedanê bikim. Li gel hemû hewldan û pêngavên komplo û tasfiyekirinê jî, di encamê de wekî rêxistin û gel em hîn bi hêztir û xurttir ji vê pêvajoyê derketin. (12’ê Sibat a 2010 Abdulah Ocalan)

KOMPLOYA ‘KESK’ LI SER JINÊ ÇAWA PÊŞ DİKEVE
Rêbertî, komploya kesk li hemberî jinê çawa pêşdikeve vêdibêje; “ Ez dixwazim di dema komploya çaremîn an jî di dema komploya kesk de di mijara jinê de van diyar bikim. Aliyê jin yê vê demê heye. Di vê demê de herî zêde parastina cewherî ya jinê girîng e. Ez rasterast bi feraseta namûsê nêz nabim, ez qala parastina xwe ya bedenî, giyanî û mêjî ya jinê dikim. Binê daxuyaniya Erdogan a ‘sê zarokan çêbikin’ ne vala ye. Vaye şaredarê Rîzeyê dibêje ku, keçan ji kurdan bînin. Ev wisa ne gotinek ji rêzê ye. Şaredarê Rîzeyê bi serê xwe vê nabêje, bi agahiya Erdogan diaxive. Tiştên ku Tayîp Erdogan di dema xwe de nekaribûye bibêje, ev şaredar dibêje. Ev parçeya plan û komployeke diyar e.”

#KOMKUJIYA DÊRSIM# A DUYEM
Partiya Azadiya Jin (PAJK) sala 2011’an de kongreya xwe ya 8. pêk anî. Tevgera Jin encama kongreya xwe bi rêya parêzeran ji Rêbertiyê re radigihandin. Pirsa detpêkê Rêbertî ji parêzerên xwe dike ev e; “ Sakîne Cansız jî herhal li wir e.” Piştre wiha berdewam dike, “ Ew di kongreya xwe de pirsgirêka kurd ya ku wek xelek lê hatiye, çareseriya wê jî di azadiya min de girtine dest, dîsa wek tevgera jin ji bo tevlîbûna hemleya 4. amadebûna xwe anîne ziman. Li hemberî avahiya zilamê dagirker li ser piyê xwe dikarin bisekinin, hêza wan têra xweparastina cewherî dike, parastina cewherî bi pêş dixînin? Di warê îdeolojiyê de dibêjin me xwe kûr kiriye.”
Rêber APO, polîtîkayên AKP û cemaeta Gulen li hemberî jinê didît û li gorî vê hişyarî dida Tevgera Azadiya Jinên Kurd. Ji ber ku hêzên navneteweyî, hukûmeta AKP û cemaeta Gulen Tevgera Azadiya Jin xistibûn hedefê xwe de. Rêber APO hemû polîtîkayên wan ên kirêt deşîfre kiribû û wan vala derxistibû. Ew jî vala nedisekinîn û di nava kirêtên cuda de bûn. Vê carê di hedefa wan de jinên azad hebûn. Ew dixwestin bi komployeke cuda derbe li Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurd bidin. Hêzên navnetweyî û dewleta Tirkiyê dest dabûn hevdû û di hedefa wan de pêşenga Tevgera Azadiya Jin û pêşenga PKK Sakîne Cansız hebû.
Di 9. Çileya 2013’an de sê jinên şoresker li Parîsê qetil kirin. Jixwe di dema komploya li ser Rêbertiyê de jî Fransa roleke sereke lîstibû. Di vê komkujiyê de jî wer xuya dike roleke girîng lîstiye. Ger nelîstiba ev bûyer wê zelal bikirana û belgeyên ku di destên wan de ne eşkere bikirabana. Jixwe Rêber APO berê jî navenda Parîsê wek navendeke komployan binav kiribû.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,130
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://pajk.org
Articoli collegati: 13
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-02-2014 (10 Anno)
Libro: Terrorismo
Libro: Politic
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( سارا ک ) su 26-10-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( ئاراس حسۆ ) su 28-10-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئاراس حسۆ ) in: 26-10-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,130
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,026
Immagini 106,624
Libri 19,282
File correlati 97,253
Video 1,392
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.609 secondo (s)!