Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  518,580
Bilder  106,338
PDF-Buch 19,226
verwandte Ordner 96,793
Video 1,357
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muh...
Yekemîn Rojnameya Kurdan; Kurdistan (1898)
Suchen Sie mit einer prägnanten Schreibweise in unserer Suchmaschine, Sie werden bestimmt gute Ergebnisse erhalten!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yekemîn Rojnameya Kurdan

Yekemîn Rojnameya Kurdan
Nivîskar û #rewşenbîrên Kurdan# hertim sûrgûnî derve hatine kirin. Yên ketine ber destên dewletê jî hatine qetilkirin û helandin. Ji ber vê rojnama yekem a Kurdan di 22’yê Nîsana 1898’an li Qahîreyê dest bi weşana xwe kiriye. 5 hejmarên destpêkê yên rojnamê li Qahîrê ji aliyê Mîkdat Mîthad Bedirxan ve hatiye derxistin. Hejmarên 6-19 jî li Cenevre yê, hejmarên 20-23 jî li Londonê, hejmarên 24-29 li Folkstonê, hejmarên 30-31 li Cenevreyê hatiye derxistin. Di 5 weşanên sereke de mohra weşanê ya Mîkdat Mîthad Bedirxan heye.
Mîkdat Mîthad Bedirxan tenê 5 hejmar derxistiye. Sê hejmarên destpêkê li çapxana El Hîlal hatine derxistin. Yên din jî li çapxana xwe derxistiye. Çap bi ebatên biçûk in, hezar heb hatine derxistin.
Rojnameya #Kurdistan#ê heyvê du caran lê bi sazûmanî nehatiye derxistin. Rojname bi giranî li gor zaravayê herêma Botanê bi zimanê Kurmancî weşana xwe kiriye. Di derbarê belavkirin û rêveberiya wê de zêde agahî nayên bidestxistin. Wek mînak; tê zanîn ku hejmarên rojnameya Kurdistan a li Misir Qahîreyê derdikeve, digihêje Anatolî û heya welatên Ewrûpa. Lê em naveroka vê meselê nizanin. Wekî din li ser Sûriyê derbasî van deran dibe û li Sûriyê jî tê belavkirin.
Rojname di destpêkê de bi armanca perwerde û hîndekariyê tê weşandin. Di weşanek rojnamê de bi nivîsa Fransî Mîkdat Mîthad Bedirxan wiha dibêje: “Di roja me de hemû bûyerên cîhanê bi rêya rojnameyan têne ragihandin. Em gelek tiştan ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin em Kurdên ewqasî wêrek, merd, egîd ji van mehrûm in. Ez jî, ji bo we ji agahiyên cîhanê agahdar bikim, rêya zanist û ronakbiriyê nîşan bidim, xwesteka xwendin-nivîsandina Kurdî bi we bidim pêşxistin, vê rojnamê derdixim.”
Weke ji vê daxuyaniyê jî tê fêmkirin, armanca derxistina rojnameya destpêkê, fêrkirina civakê ya zanist û ronakbîriyê ye. Rojname di her 5 weşanên xwe yên destpêkê de xwedî nasnameya polîtîk e. Ji perwerde û ziman re girîngî hatiye dayîn. Gelek nameyên xwendevanan jî hatine weşandin. Ji vê jî fêm dibe ku ev rojname di nava Kurdan de eleqeyeke mezin dîtiye. Di gelek dariştinên Mîtahd Bedirxan de piştgiriya hedîsan jî hatiye kirin, bi miliyetparêziyê jî hatiye dagirkirin. Di wê demê de zanistî, olperestî û miliyetperestî di nava hev de hatiye bikaranîn. Ev rojname di Sûriyê de bi taybet li Şamê di nava gel de gelek bal kişandiye. Li şamê nivîskarekî vê rojnamê di biranîna xwe de wiha nivîsiye: “Min rojekê hejmarek di nava hemalên bajêr de xwend. Hemû karker û karmend gelek bandor bûn û hemû naveroka wê fêmkirin. Piştre dest bi karê nivîsandinê kirin, soz dan ku wê hunera xwe fêrî derdora xwe jî bikin.”
Gelek xwendevanên rojnamê wiha dihizirîn û bi gel re parvedikirin. Dema li asta Kurdan a paşdemayî mêzekirine, bi derketina rojnameyê gelek kêfxweş bûne û xebitîne.
Di hejmarên destpêkê de Mîthad Bedirxanî li ser gelek xalên civakî- aborî -siyasî -karmendî rawestiya ye. Ji ber vê ew ji aliyê padîşah ve weke kesê dijberî Împaratoriyê hatiye bidestgirtin û gelek jê hêrs bûye.
Ji ber tengavî û textên derve nivîskarên rojnameyê yên bi sazûmî nemane. Di van aliyan de gelek valahî çêbûye. Têkîliyên Mîthad Bedirxan bi xwendevanên Kurd yên zankoya Qahîrê re, bi xwendevanên El-Ezher re heye. Cardin bi xwendevanên saziyên perwerdê yên Suleymaniyê û Kerkukê re têkilî daniye. Bi van re tê xwestin ku ev rojname were derxistin. Lê belê tam negihîştiye plansaziyeke demdirêj.
Xwendin, weşandin û belavkirina rojnameyê bi taybet li Amedê tê qedexekirin. Ruxmî vê qedexebûnê jî rojname bi rêyên dizî li gelek deveran hatiye belavkirin û xwendin. Ev rojname ne tenê di coxrafya Kurdistanê de, li Şam, Edene û gelek welatên Ewrûpayê jî hatiye belavkirin. Rêveberiya Osmaniyan ji bo astengî derbixin, gelek tedbîrên hişk girtine. Kesên ev rojname li ba wa hatiye girtin, di bin dexteke giran de mane. Jibo dawîkirina vê xebatê Ebdulhemîd xwestiye ku Mîthad Bedirxan ji Misir bê qewitandin. Jixwe ji Tirkiyê sirgûnî Misirê bibû. Ruxmî vê cardin rojname weşana xwe domandiye. Di rojnama Kurdistanê de cardin girîngiya perwerdê hatiye bidestgirtin û banga xwe perwerdekirinê li gel hatiye kirin.
Di hejmara 3’yemîn a rojnamê de nameya Mîthad Bedrixan ya ji bo Sultan Ebdulhemîd nivîsandiye heye. Name bi zimanê Osmanî hatiye nivîsîn. Di nameyê de rakirina dext li ser rojnameyê tê xwestin, lê belê bersiveke erênî nayê girtin.
Li hemberî van dextan, weşana rojnameyê derbasî Ewrûpayê dibe. Bi vê koçê re dikare behsa weşana rojnamê ya dema Ewrûpayê were kirin. Cihguhartina zêde di weşana rojnameyê de giranî daye çêkirin. Di hejmara 7- 8 de tê nivîsîn ku tevlîbûna Bedirxaniyan jî hatiye çêkirin.
Dema duyem ya rojnameyê çûna wê ya Cenevreyê ye. Ev hejmar ji aliyê birayê Mîkdad Mîthat Bedîrxan, Ebdurehman Bedîrxan ve hatiye derxistin.
Di vê demê de hîn zêdetir gazincên gel ji padîşah hatine ragihandin. Weke berê bi ebat û şêweya xwe weşana xwe berdewam kiriye. Di demeke nêzîk de sazûmaniya wê ya peryodîk xerab bûye, tîraja wê ya firotinê ketiye binya sedî. Piştî wê çend salan desteya nivîsê car caran cih guhertiye. Derbasî London, Folkston, Cenevre û Qahîreyê bûye. Ji ber sixurên padîşah û bêderfetiya madî ya edîtor, ev cihguhartin çêbûne.
Di sala 1902’an de rojname hatiye girtin. Dîroka sazkirina vê rojnameyê roja 22’yê Nîsanê ye ku di nava Kurdan de weke rojna rojnamegeriyê tê pîrozkirin.
Tê îdeakirin ku rojnameya Kurdistan di bin venêrîna Îtîhad û Terakî de bûye, lewma hatiye rexnekirin. Heta hindek rewşenbîrên Kurd wê weke rojnameya Kurdan jî napejirînin. Rojname dema li Ewrûpayê bû, hin hejmarên wê di çapxaneya Osmaniyan de dihate çapkirin. Ev jî bingeha van rexneyan pêktîne.
Ferhad Pîrbal dide xuyakirin ku: “Îtîhad û Terakî bi çend caran dijberî rojnameya Kurdistanê dij-propaganda kiriye. Rojnameya Kurdistanê jî heman dij-propaganda li dijberî Îtîhat û Terakî daye meşandin. Ji endamê desteya nivîskî Îshak Sikûtiyê Îtîhad û Terakî dema dimire, di hejmara rojnama Kurdistanê ya 14’ê Adara sala 1902’an de sersaxî ji bo wî hatiye weşandin.”
Ferhad Pîrbal di derheqê herdû weşanê li heman cihê tên çapkirinê wiha dibêje: “Rojnama Osmaniyan di sala 1897’an heya hejmara duduyan ya 1904’an a meha 11’an li Cenevre, Folkston û Qahîrê hatiye weşandin. Rojnameya Kurdistan jî di sala 1898’an heya 1902’an li Cenevre, Folkston û Qahîrê hatiye weşandin.”
Ev îda bi ti îspatan nayên piştrastkirin, lê belê di navbera herdu xebatan de eleqeyek ji nêz ve heye.
Ali Haydar Koç di derketina rojnameya Osmaniyan de bandorker bûye. Di sala 1898’de ev rojname hatiye weşandin, bûye qada eleqedariyê.
Di sala 1896-1898’an de rojnameya Osmaniyan di bin rêveberiya Dr. Abdulah Cevdet de 108 hejmarên wê hatine derxistin. Abdulah Cevdet piştre ji bo rojnameyên Kurdî nivîsên bi Kurdî nivîsiye. Her wiha ev nêrîn dide fikirandin ku rojnameya Kurdan a bi navê Kurdistan ji rêxistina Îtîhad û Terakî alîkarî wergirtibe. Bi awayeke paralel û bê guman, ev herdu rojname di pêşketina miliyetparêziya Kurd û Tirkan de risteke girîng lîstine.
Rojnama Kurt Teavûn û Teraki (1908)
Cemiyeta Kurd Teavûn û Terakî, weke beşeke weşanê di sala 1908’an dest bi weşanê kiriye. Cemiyeta Teavûn û Terakî di peymana (KTTC) de daye diyarkirin ku wê ev rojane bi zimanê Kurdî û Tirkî, heftane were weşandin. Li gor vê weşana wê ya yekem li Stenbolê çêbûye
.
Xwediyê vê cemiyetê, mudur û nivîskarê wê Tewfîqê ji Silêmaniyê, nivîskarê sereke jî Ehmed Cemîlê Şanoger ê ji Amedê (bavê şanoger Orhan Asena) ye.
Rojnameya KTTG piştî rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan, rojnameya duyem ya di sala 1898’an de hatiye weşandin e. Di rojnameya Kurdistanê de bi zaravayê Kurmancî nivîs hatine nivîsîn. Di vê de cih ji bo zaravayê Soranî jî hatiye dayîn.
Bi vî awayî rojnameya KTTG dibe rojnama yekem ku zaravayê Soranî bikar aniye. Rojnama Kurdistan mehê carekê an jî 15 rojan carê derketiye, rojnama KTTG heftane dihate derxistin. Rojnameya Kurdistanê li Ewrûpa û Misirê hatiye weşandin. Ketina wê ya welat hatiye qedexekirin. KTTG eşkere hatiye weşandin û li Stenbolê hatiye çapkirin. Gelek rehet jî tê belavkirin.
Hejmarên destpêkê yên rojnamê 8 rûpel bûne, lê di hejmarên din de rûpel zêdetir bûne. Di hejmara yekem de piranî cih ji xebatên cemiyetê re hatiye veqetîn. Di vê rojnameyê de mirov rastî hin xebatên weke yên Silêman Nazîf tê. Di nava nivîsên rojnamê de du nivîsên balkêş jî hene. Yek ji van di rûpela duyem de bi navê ‘Kurd û Kurdistan’ e û ya din di rûpela 7’an de ‘İzmîr ne Kurdistan e’ ye. Ev nivîs ji aliyê Silêman Nazîf ve methkirina Kurdan û rexne li dextên li ser Kurdan e. Piştre Nazîf bi taybet di sala 1920’an de derbarê Kurdan de ramanên xwe diguherîne, bi taybet dibe xwedî nêrîneke gelek teng û muhafezekar.
Di vê rojnameyê de bi zêdehî ziman û wêjeya Kurdî hatiye bikaranîn û di gelek nivîsan de pêwîstiya dibistanên bi Kurdî hatiye telebkirin. Cemiyeta Kurd ya Teavûn û Terakî ya rojname biwê ve girêdayî ye, di 25’ê Êlûnê de li Stenbol Wezneciyan de kulûbek vekiriye. Armanca vê kulûbê kesên xwedî heman ramanî komkirina cem hevdû ye. Wekî din vê cemiyetê li Amed, Erzirum, Mûş, Bedlîs û Mûsilê şubeyên xwe vekiriye.
Di hejmara 3’yemîn de Îsmayîl Heqî Babanzade behsa girîngiya perwerdekirina zarokên Kurd dike. Ev dariştinên Babanzade, li kêleka aliyên wî yên polîtîk, ji Kurdan re propagandeyên hemdem jî dike û şîrova pêşxistina ziman dike.
Divê li ser nivîsa Mazharzade Mazharê ji Amedê jî were rawestîn. Nivîsa bi navê ‘Kutûbxane’ di derbarê pirtûkxaneyan de nivîsa yekeme ku em rastî wê tên. Nêrînên Mazharzade derbarê kutubxaneyan de nêrînên li gor demê pêşketî ne. Li gor wî “Bi rêkurtkê û bi şêwazê ewle, xwe gihandina hedefê; bi avakirina kutubxaneyên bi Kurdî û dibistanan dibe. Ji ber xwendekarên Kurd pirtûkên dixwazin nikarin bixwînin û astengiyên derdikevin pêşberî wan, di aliyê xwendinê de bixwe nikarin derbas bikin, lewma jî rêya mezinbûnê jî nikarin bi awayeke lez têperbikin. Ev jî nahêle xwestek û telebên wan yên demî zêde bibe û pêşbikevin. Pêşiya coş û kêfxweşiya wan digre.”
Girîngîdayîna ziman û wêjeya Kurdî di hejmarên din de jî hatiye destnîşankirin. Ji bo Kurd bikaribin bi zimanê xwe fêr bibin, girîngiya dibistanan gelek hatiye ziman. Ev rojname di 25’ê Êlûna 1908’an li Wezneciyan kulub vekiriye. Armanca vê kulûbê ewe ku kesên xwedî heman ramanê bêne cem hev.
Di vê rojnameya ku weke organîzasyoneke Kurd û Tirkan e, nivîs jî bi Kurdî û Tirkî hatine weşandin. Navê hinek nivîskarên rojnameyê wiha ne: wergera nivîsên Tirkî Îsmaîl Heqî Babanzade, Ehmed Cemîlê Amedî, Mazharzade Mazhar, E.A Erzînganî Hamdî Silêman, Xeyrîzade Îbrahîm Efendî, Huseyn Paşazade Silêman, Mehmûd Muîn, Bedriyê Meletî, Said-i Nûrsî, Seyid Abdûlqadir, Sulêman Nazif, Suleymaniyeli Fethi, Suleymaniyelî M. Tewfiq, Suleymaniyeli Seyfulah.
Ji nivîskarê Kurdî Tewfîqê ji Silêmaniyê nivîsên xwe bi zaravayê Soranî, yên din bi Kurmancî nivîsîne. Ruxmî hemû qedexe û zorahiyan jî ev rojname li herêmên Kurdan hatiye belavkirin. Weşana vê rojnamê heya 9 mehan domiya ye. Di sala 1909’an de bûyera 31’ê adarê rûdide. Ji xebatkarên rojnameyê gelek kes têne girtin ku bi navê yekîneya Bekîroglu di girtîgehan de hatine ragirtin.
Rojnameya Şerq û Kurdistan (1908)
Şerq û Kurdistan di sala 1908’an de dest bi weşana xwe kiriye. Li Stenbolê heftê du caran ev rojnameya çarûpelî hatiye derxistin. Bi tîpên Erebî, Kurdî û Tirkî hatiye weşandin, lê nayê zanîn çend hejmar hatine derxistin. Di vê rojnamê de bi giranî rewşa şerqê, di derbarê Kurd û Bosna Hersekê de nivîs hatine weşandin.
Tê zanîn kovar û rojnameyên tên derxistin piranî piştgiriya xwe ji cemiyet, an jî dezgehekê digrin. Lê nayê zanîn ku rojnameya Şerq û Kurdistan bi kîjan cemiyetê re girêdayî bûye. Gîhandina hindek kunyeyên wê hatiye destgirtin. Navên kesên ku weke xwediyê rojnameyê ketine nava sicîlan wiha ne: Ehmed Şerifê Hersekî, Bedriyê Meletiyê û İsmailê Hersekî, berpirsiyarê nivîsê Ehmed Şerifê Hersekî û sernivîskar Bedriyê Meletiyê ye.
Hindek nivîsên di hejmara yekem de cih girtine jî wiha ne;
Kurd û Kurdîstan.
Kesên dixwazin welat parçe bikin- M. Bedrî
Encamên konferansê- Îsmaîl Hersekî
Kurd cardin muhtac in- Seîd-î Nursî
Parastina gel- Topçu Yuzbaşi Alî Wesfî
Bosna Hersek
Bedîrxan, Şerq û Kurdistan
Weşanên li ser katolîkên li Bosna Hersekê yên dibin Misilman
Pirsgirêka Girîtê
Mebûsên Kosovayê
Weke ku ji sernivîsan jî tê fêmkirin rojname agahiyan ji hemû aliyên dewleta Osmanî, ji gelek welatên Balqan û rewşa Kurdan dinirxîne û şîrove dike.
Kurdistan (1908)
Rojnameya Kurdistan piştî meşrutiyeta II, li Stenbolê di sala 1908’an de dest bi weşanê dike. Bi rojnameya yekem a bi navê Kurdistanê re ti eleqeya xwe tine ye. Tenê hevsengiya nav heye. Piştî demekê bi vî navî gelek rojname û kovar hatine derxistin. Li Îran, Beyrûd, Azerbeycan û Tirkiyê bi navê Kurdistan gelek kovar û rojname hatine weşandin. Ji malbata Bedirxanan Sûreya Bedirxan piştî ji girtîgehê derdikeve, dest bi weşana vê rojnameyê dike. Ev weşan heya nêzî salekê didome. Paşê di 13’ê Nîsana sala 1909’an de tê qedexekirin.
Peyman (1909)
Rojnameya Peyman piştî meşrutiyeta II, li Amedê ji aliyê Îtîhad û Terakî ve tê derxistin. Hejmara yekem 15’ê Hezîrana sala 1909’an de hatiye weşandin.
Ev rojnama heftane derketiye û roja şemiyê tê weşandin. Sernivîsarê wê E. Baqî ye. Di çapxaneya Amedê ya Wîlayetê de hatiye çapkirin û rojnama yekem ya taybet e. Peyam xwedî zimaneke pir dewlemend e. Yanî tê de pir ziman hatiye bikaranîn. Nivîs û nûçe bi zimanê Ermenî, Suryanî, Erebî û Kurdî hatine nivîsîn. Car caran bi van zimanan rûpelên taybet jî hatine amadekirin.
Sedema ku ev rojname di kategoriya rojnameya Kurdan de cih girtiye, ji ber di hindek rûpelên wê de nivîsên Kurdî hatiye weşandin. Ev rojname ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hatiye derxistin. Lê bi zimanê Kurdî jî nivîs tê de cih digrin. Ji ber vê dibe rojnameya yekem ya dewletê ya bi zimanê Kurdî.
Hîlmî Ziya Ûlken, di berhemên xwe ya dîroka hemdem a Tirkiyê de dibêje: “Di van rojnameyan de nivîsên Ziya Gokalp, Vedat, Tewfiq, Sedat û Mehmed Mehdî jî hene.” Di hejmara 12’an de nivîsa Ziya Gokalp berî biçe selanîk kongreya Îtîhat û Terakî yê, bi navê ‘Sûretî Nûtûk’ bi Kurdî nivîsiye.
Rojnameya Peyman li çapxana wilayeta Amedê hatiye çapkirin. Bi giştî 12 hejmar hatine weşandin. Piştî hejmara dawî ya 31’ê Tebaxa sala 1909‘an weşana rojnama Peyman bi dawî dibe.
Amîdî Sevda (1909)
Xwediyê vê rojnameyê Mehmed Şukrî Amedî bûye. Di qaba Amîdî Sevda de ev hatiye nivîsîn: “Her 15 rojan carê tê weşandin, rojnama zanistî, civakî, wêjeyî ye.”
Di qaba derve de li bin sernivîsan de îbareyên ‘Diyarbekir- Elcezîre; Mesopotamie’ hene.
Bi navê Amîdî Reş yanî Kara Amîd, kovarek di sala 1909’an de li Stenbolê bi Tirkî weke şeş hejmar hatiye derxistin. Kara Amîd yanî Amîda reş navê Amedê yê kevn e. Di vê rojnameyê de ji bo nivîsên bi Kurdî cih hatiye veqetandin.
Jîn (1918)
Di navbera salên 1918 -1919’an de kovara Jîn bi qasî 25 hejmarî hatiye weşandin. Beriya wê jî bi heman navî weşana kovarê hebûye. Piştî tê girtin bi heman navî rojname tê weşandin. Di gelek çavkaniyan de kovar û rojnameya Jîn cuda nayê bidestgirtin, herduyan jî weke kovar dibînin.
Dîroka weşana wê nayê zanîn. Lê hejmara dawî di 2’yê Cotmeha sala 1919’an de bûye û piştre hatiye girtin.
Weke di jor de jî eşkere dibe di navbera salên 1918-1919’an de kovara Kurdî tê weşandin. Berpirs û rêveberê vê kovarê yê dawî, Memduh Selîm e. Rêveberiya kovara Jîn jî Memduh Selîm daye ser xwe. Tê zanîn ku ev herdû weşan berdewamên hev in. Tê hizirandin ku kesên ji cemiyeta Tealî ya Kurdistan qutbûne ev weşan weke weşana cemiyeta Îçtîmayî Teşkîlat derxistine. Ji ber Memduh Selîm bi vê gurûba ku ji cemiyeta Tealî Kurdistan qutbûye re tevgeriyaye.
Di gelek çavkaniyan de pir zêde behsa vê weşanê nayê kirin. Lê ji aliyê Alî Bîrîncî ve wiha tê diyarkirin ku “Ev weşan ji aliyê Bedirxanzade Ehmed Sûreya Beg ve hatiye derxistin.” Bîrîncî dibêje ku, aliyekê wê weşana bi Kurdî, aliyek Tirkî bûye.
Gazî (1919)
Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de nivîsiye ku “Rojnameya Gazî ji aliyê cemiyeta Kurdistan ve di sala 1919’an de dest bi weşana xwe kiriye. Çend hejmarên destpêkê li Amedê tê weşandin. Lê ji ber cemiyeta ku pêve girêdayî tê girtin, neçar dimîne li çapxaneyeke biçûk rojname bê derxistin. Bi giştî nayê zanîn kengî weşana wê bidawî bûye.”
Rojname ji aliyê nivîskar Hecî Muhemed Efendî, Cemîl Paşazade Cevdet, Pertew Begê Licî, Elî, Mirîkatîbîzade Cemîl Beg, Henîzade Reşad ve dihate amadekirin.
Bangî Kurdistan (1922)
Di sala 1914’an de li bakurê İraqê kovara bi navê ‘Bangî Kurd’ hatiye derxistin. Tê zanîn ku gelek dişibe rojnameya Bangî Kurdistan û gelek aliyên wan weke hev in. Dibe ku jiber vê be di gelek weşanan de cih ji bo vê weşanê nayê dayîn. Lê lêkolînvanan di encam de dîtine ku herdu ne yekin, yek rojname û yek jî kovar e. Ji xwe di heman dîrokê de jî nehatine weşandin. Di 2’yê Tebaxa sala 1922’an de li Silêmaniyê heftane hatiye weşandin. Di vê rojnama ku ji aliyê sernivîser Mîrlîwa Mistefa Paşa Yamolkî ve hatiye derxistin de bi zimanê Kurdî, Tirkî û Farisî weşan hatiyekirin. Editorê wê yê Tirkî; Refik Hilmi, yê Farisî; Elî kemal û M.Nurî bûne. Hejmara 13’an 6 rûpel bûye. Piştî hejmara 14’an weke çar rûpelan tê çapkirin. Xwediyê rojnamê Mîrlîwa Mistefa armanca rojnamê di rûpela sereke de wiha gotiye: “Ev rojname ji bo tevahiya Kurdan e. Ji bo şiyarkirina Kurdên egîd û di derbarê bavikên wan de zanekirin e. Kurd ji her tiştî bêpar in û ji agahiyên cîhanê dûr in. Ev sedema cehaletê ye. Dem ne dema şer û çekan e. Dem dema zanist û ronakbîriyê ye. Ey Kurdno werin guhdarî Bangî Kurdîstan bikin. Bangî Kurdîstan ji bo ronahîkirina welat û ewladên welat e.”
Her çiqas berpirsê giştî weke Mîrlîwa Mistafa bê diyarkirin jî, di rastiya xwe de mesrefên rojnameyê yên kirtasiyê ji aliyê Cemiyeta Kurdistanê ve hatiye pêşwazîkirin.
Di derbarê naveroka rojnamê de ev dikarin werin gotin: Di hejmara yekem ya rojnamê de cejna qurbanê ya hemû Kurdan tê pîroz kirin û hemû Kurd bi armanca pîrozkirina cejnê li mala Hecî Mistafa Paşa re tên vexwendin. Ev bang balê dikişîne.
Di rojnamê de nivîsa Refîk Hîlmî ya bi navê ‘sedemên paşdemayîna li Kurdîstanê’ xwendevanên rojnamê ji hemû şik û fikaran dûr, ber bi hizirandin û lêkolînê ve dine. Bi vê re jî eşkere kiriye ku Kurd di zanîn û ronakbîriyê de li pey gelên din de maye. Sedema vê jî weke ezmûna lêkolînê dide pêş û di encam de dide eşkerekirin ku ev jî encax bi perwerdeyê were derbaskirin. “Belê îro ji ber dewletên faşîst, serdest û zihniheta kor, gelek gel paşde mane. Gelê Kurd jî di hin aliyan de paşde maye. Ji ber vê divê li ser perwerdê were rawestîn.”
Di rojnameyê de nivîseke din ku bal dikişîne ji bo rewşenbîrên rêzdar yên derve ye. Li vir behsa mesrefên rojnamê tê kirin. Ev mesref heya radeyekê ji aliyê Cemiyeta Kurdîstan ve dikare were pêşwazîkirin, lê ji bo berdewamiya vê rojnamê pêwîstiya alîkariyê hatiye destnîşankirin. Wiha nivîsandine; “Em vê hewildanê ji kesên biyanî naxwazin. Em gotinên xwe ji Kurdên xwedî sozên Kurdane û ji bo sozê xwe bi egîdî têkoşîn dikin re dikin.”
Ev nivîs jî, tengaviyên aborî yên rojnamê didin nîşandan. Di rojnamê de wekî din nivîsên derbarê dîroka Kurd û Îslamê jî hene. Ev rojname nayê zanîn bi giştî çend hejmar weşiyaye, lê heya sala 1926’an berdewam kiriye.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,906 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
Verlinkte Artikel: 25
Artikel
Geschichte und Ereignisse
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-08-2012 (12 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Report
Inhaltskategorie: Künstlerisch
Inhaltskategorie: Kultur
Inhaltskategorie: Literarische
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( سارا ک ) am 26-10-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( ئاراس حسۆ ) auf 28-10-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ئاراس حسۆ ) am 26-10-2022 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,906 mal angesehen
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.150 KB 26-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Leyla Îmret
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Sebahat Tuncel
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“

Actual
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  518,580
Bilder  106,338
PDF-Buch 19,226
verwandte Ordner 96,793
Video 1,357
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Leyla Îmret
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Sebahat Tuncel
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.453 Sekunde(n)!