图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,429
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ismail Beşikci: Islam, Kurd û Darbe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe1
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İslam, Kürd û Darbe

İslam, Kürd û Darbe
Mamoste Dr. Î. Beşikçi di derbarê darbe, kurdan û îslamê da nirxandinek kirîye. Min xwest, bi xetên qalind be jî, vê nirxandina berêz Beşikçi yê hêja pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim.
Ew dibêje ku piştî 15yê temûzê, babeta ku herî zêde li ser hatîye xeberdan û nivîsîn; Fethullah Gülen çawa hewqas di nav dewletê da, ordîyê da, dadgerîyê da, emnîyetê û îstîxbaratê da karibûye hunandineke (rêxistin) xurt çêke. Bi paralelê wê hêzên dînî, îslamî çawa karîbûne di brokrasiya dewletê, eskerîyê û jîyana tirk da bibe qeweteke mezin.
”Bi qeneeta min, semedê sereke yê wê pirsê (şolê), pirsa kurd û #Kurdistan#ê ye. Û ev pirs bi F. Gülen jî dest pênekirîye. Damezrandina Partiya Karker a Tirkîyê (Türkiye İşçi Partisi- TİP- 1961) û di nav wê da çêkirina Gruba Rojhilat (Doğu Grubu); avakirina PDK (#Kürdistan Demokrat Partisi#, 11yê temûzê1965 illegal); Xwepêşandanên Rojhilat (Doğu Miitingleri,1967); çêkirina Komelên Kultûrî yên Şoreşger yên Rojhilat (Devrimci Doğu Kültür Ocakları – DDKO-,1969-1970); hîsên kurdîtîyê xurt kirîye.
Dewleta Tirk, ji van pêşveçûnên li nav kurdan aciz dibe û jibo rawestandina wan dikeve nav hewildanên cuda. Loma dewletê xwestîye ku herêmên ku kurd lê dijîn, hin tiştan çêkin ku kurdan bi wan ve bidin mijulkirin û meşkûlkirin. Jibo dewletê giring bû ku di nav kurdan da dezgahên dînî çêkin û kurdan jibo tiştên dînî bidin meşkûlkirinê. Mîsal, zêdekirina Qursên Qur`anê, Mektebên Îmam- Xatibê, bernameyên radyoyê di derbarê musulmantîyê da, dezgah û weşanxaneyên dînî were teşwîqkirin. Tişteke esas bû ku van hewildan û bernameyên dewletê, bi dizî dihat meşandin.
Partiya Nîzamê ya Millî (Milli Nizam Partisi-MNP), di 26.01.1970yî da çêbû ku partiyeka xîtabê hestên dînî dikir û serokê wê Prof. Dr. Necmettin Erbakan bû. Dema şola kurdî dihat rojevê, Erbakan timî behsa ”ummeta Îslamê” dikir û digot ku îslamê, qewmîyet û milliyetê qedexe kirîye.
Dema rejima 12yê adarê, di 20ê gulana 1971ê da digel TÎPê MNP, ji alîyê Dadgeya Destûrê (Anayasa Mahkemesi) ve hatin girtin û qedexekirin; Erbakan revîya Swisrê. Di 11.10.1972an da dema Partiya Millî Selametê (Milli Selamet Partisi- MSP) çêbû; tê gotin ku dewletê şandîye pey Erbakan û wî ji Swisrê anîye Tirkîyê jibo serokatîya partîyê bike.
Di wê demê da MSP, jibo ku boşnakên li Bosnayê, tirkên li Asya Navîn û erebên li Filistinê bigihîjin mafên xwe yên demokratik û neteweyî, xebatên piralî meşandine û ketine nav gelek hewildanan. Lê dema mafên netewî yên kurdan hatine rojevê, heman parti, her tim ji ummeta islamê, ji biratîya ummetê, ji biratîya îslamê tiştna gotîye û hest û fikrên kurdan serûbino kiriye. (İsmail Beşikci, Cumhuriyet Halk Fırkası’nın Tüzüğü (1927) ve Kürt Sorunu, Yeni baskı, Nisan 2013, İBV, s. 193-221)
MSP, di rejima 12yê îlonê 1980yî da digel partiyên siyasi ji alîyê cuntayê ve hat girtin. Di 19yê temûzê 1983an da Partiya Refahê (Refah Partisi- PR) hat çêkirin. Di 1987an da qedexeyên siyasi li ser siyasetmedaran rabû û Erbakan bû serokê PR.
PR, ji alîyê Dadgeha Destûrê ve di 16.01.1998an da hat girtin. Pariya Faziletê (Fazilet Partisi- PF) di 16.12.1997an da wek partiyeke cîgir hatibû damezrandin û ew jî di 22yê hezirana 2001ê da hat girtin. Partiya Saadetê (Saadet Partisi -PS) wek partiyeka cîgir di 17.12.1997an da hatibû damezrandin û ew jî di 22 hezîrana 2001ê da hat girtin. Paşê jî AKP hat avakirin (14ê tebaxê 2001) û ji 2002yan virve AKP bi tena serê xwe li ser hukm e û di nav van 17 salan da propaganda dînî, komel û rêxistinên dînî û wakfên dînî zêde bûne û xebatên xwe domandine.
Şerê çekdarî ku di 15yê tebaxa 1984an da despêkir; jibo ku xortên kurd neçin nav sefên çekdaran, dewlet careke dî ket nav hewildanan ku pêşî li wan bigre.
Fikri Sağlar, di 20.11.1991 – 22.07.1994an da di Hukumeta Serokwezîr Süleyman Demirel da wezîrê kultûrê bû. Hasan Uysal, di 18.02.1995an da di rojnama Siyah Beyaz (Reş Sipî) da bi sernivîsara ”Min Piştgirîya MGK jibo Şerîetvanan Rawestand” haydarîyên Fikri Sağlar nivîsî ku ew gelek balkêş bû. Di haydarîyên xwe da Sağlar behsa civîna MGK dike ku di 1985an da çêbûye û di encamê civînê da Fermannameyek (talîmatek) derketîye. Di fermannameyê da; ”Jibo hevwelatîyên ku li Rojhilatêbaşur û li Ewrupa dijîn, divê pêkanîna propaganda dînî were karanîn û wakif û komelên dînî werin avakirin” hatîye nivîsîn. Wê demê Serokcumhur Kenan Evren, Serokwezîr Turgut Özal û Serokê Genelkurmay jî Necdet Uruğ bûne. Li ser wê biryara MGK, jibo Wezareta Kultûrê 350 milyon dolar hatîye veqetandin û tarîxên 17yê adara 1989 û 23yê hezîrana 1991an da Wezîrê Kultûrê Namık Kemal Zeybek bûye û wî jibo karanîna wê fermanê gelek xebitîye. Di encamên wan xebatan da damezroxê Hizbullah û rêvebirên wê ketine bin kontrola kargêrîya TSKyê (Türk Silahlı Kuvvetleri- Hêzên Ordîya Tirk).
F. Sağlar eşkera dike ku wî li hemberî pêşnîyara MGK, projeyek çêkirîye da ku Avayîyên Kultûrê û Navendên Kultûrê yên tirk werin avakirin; lê ji nîvê butçeya xebatên dînî hindiktir butçeyek dane wan ku ew gelek hindik bûye.
F. Sağlar, di hukumeta Tansu Çillrê da jî dîsa bûye Wezîrê Kultûrê ku ev rastê demên 30.10.1995- 06.03.1996 tê. Jibo wê dema xwe ya nû F. Sağlar careke dî haydarîyan dide û ew dîsa di bin îmza Hasan Uysal da, di ”Siyah Beyaz” da di 8ê sibata 1996an da tê weşandin. Di wê nûçeyê da li ser navê sernivîsara ”Belgeya ku wezîr nedîtîye” hatîye ragihandin ku Sağlar, li Belgeya MGK ya derbarê dezgahên dînî da bûye, gerîyaye lê wê nedîtîye. (İsmail Beşikci, ‘Hayali Kürdistan’ın Dirilişi, İBV yayınları, Mayıs 2013 s.78-81)
Li Tirkîyê propaganda dînî, komelên ku bi giranî li ser dîn dixebitin, weqfên dînî, weha çêbûne û xurt bûne. Ev di brokrasiya dewletê ya asta herî jor da, bi biryar û fermanên qedemeyên fermandarîyê çêbûne. Cemaata F. Gülen jî di ordîyê, di emnîyeta polês, di organên dadgehê, di dezgahên îstîxbaratê da weha hatine hunandin (bi rêxistinkirin) û xurt û geş bûne. Dîtina esasî ku rê li ber wê vekirîye; ”em bi hevra di van rîyan da meşîyan”, ”çi xwestin ku me neda” ew dîtin e. Di derbarê mijara kurdî da jî cemaatan, di bin pêşevatîya dewletê da vatinî û berpirsîyarîyên xwe zêdetir pêkanîne. Lê her cemaat, li dervayê vî karê xwe dibe ku ajandayên wan yên dî jî hebin ku bi eşkerakirina wan digel dewletê, derdikevin meydanê.
Lê cudayîyeke giring di navbera Cemaata Gülen û cemaatên dî da heye. Cemaata F. Gülen, cemaateke tirkevînîyê ye. Berîya ku ew cemaateke dînî be, ew tirkperwer e. Ew bi rîya avakirina mektebên xwe li çaralîyê dinyayê, tirkperestîyê xurt dike, pêşta dibe. ”Olimpiyatên Tirkî” pêştabirineke gelek girîng e. Ew cemaateke li dijî kurdî û Kurdistanî ye. Nifirên F. Gülen yên 2007an jibo kurdan, hê jî di bîra kurdan da ye.
Di salên 2000î da, dema hin kesên di çapemenîyê û brokrasiya dewletê da di derbarê F. Gülen da hin rexne kirin û nivîsîn; Serokwezîr Bülent Ecevit, li hemberî wan rexneyan rawestîya. Ji ber ku B. Ecevit piştgirîya fikir û hewildanên F. Gülên ên dijî kurdan û Olimpiyatên Tirkîtîyê û mektebên jibo tirkperestîyê dikir.
Loma ew kesên ku di nav AKP da îro xeberan ji F. Gülen ra dibêjin; heman kesan duh diketin dorê da ku ustadê xwe zîyaret bikin û bikevin secdeyê jibo dest û dawa wî maçî bikin. Loma ew çiqas xeberan ji ustadê xwe yê berê ra bêjin û wî xayîn îlan bikin jî, ew di helwestên xwe da ne samîmî ne û bi rastî jî ew ji Amerikayê naxwazin ku F. Gülen paşve bizivirînin Tirkîyê. Ji ber ku ew naxwazin di çapemenîya giştî da rûyên wan ên reş û sextekar derkevin meydanê.
Di vê nivîsê da pêwistî pê heye ku li ser babetek balkişandinek were kirin ku ev babet ev e: Li Tirkîyê, hemî semedên darbeyên eskerîyê, şola kurd û Kurdistanê ye. 27ê gulanê 1960, 12ê adarê 1971, 12ê îlonê 1980, 28ê sibatê 1997… bingeha esasî ya hemî darbeyên eskerîyê, şola kurd û Kurtdistanê ye. Lê ev, ji alîyê zanîngehê ve, ji alîyê ilmên siyasi yên tirk ve nehatîye eşkerakirin. Çapemenîya Tirk, Jîyana Fikirandinê ya Tirk, di vî derbarî da tiştek negotine. Semedê wê, înkarkirina kurdan û zimanê kurdî ye. Îdeolojiya resmî, di vî derbarî da pêwistîya cezayan anîye. Eger şoleke civatî, têkilîya siyasi hatibe înkarkirin, tune were qebûlkirin, têkilîyên ku li derdora van babetan rûdidin, mirov nikare wan hîn bibe.
Bûyerên xwendekaran, bûyerên sendîka-karker, xirabkirina nîzama giştî, ji nûve neçêkirina vê nîzama ku hatîye xirabkirin, tên nîşandan ku van bûyeran bûne semedên darbeyên eskerîyê. Evana jî helbet giring in, lê evana di dereceya duyemîn da ne.
Di 14yê temûza 1958an da li Îraqê darbe çêbû. Serokê darbeyê Abdülkerim Kasım, 13 roj piştî derbeyê di 27ê temûza 1958an da Destûra Îraqê ya muwaqet eşkera kir. Di wê destûrê da hatibû nivîsîn ku gelê Îraqê, ji ereban û kurdan pêkhatîye.
Di 1947an da, piştî bûyera Mahabadê, Mele Mistefa Barzanî û 500 pêşmerge ku ji neçarîyê koçberî Sovyetê kiribûn; bi jimareyeke zêdetir zivirîn Îraqê. Bi zewacê ve nufûsa wan zêde bûbûn. Li Îraqê PDK bû legal. Kurdan di hukumetê da cî sitandin. Vaye, bingeha esasî ya 27ê gulanê (derbeya 1960î) ev e. Asteng were derxistin ku pêşveçûnên li Îraqê, tesîr li ser bakur neke. Semedê esasî ya ”Bûyera 49an” (17.12.1959) ku wan girtin bin çav û xistin zindanê, ev e.
Di 11yê adara 1970yî da li Îraqê, di navbera serokê PDK Mele Mistefa Barzanî û Serokwezîrê Îraqê û Serokê Konseya Komuta Şoreşê ya Îraqê Saddam Hüseyin da Peymana Xweserîya (otonomiya) Kurdistanê hat çêkirin. Semedê esasî yê derbeya 12ê adara 1971ê ev bû. Asteng çêbe ku van pêşveçûnan li ser bakur tesîr nekin.
Di vî derbarî da ji kargêrîyên tirk û ji kademeyên ordîyê, ”em dê bibin asteng ku ev peyman nekeve jîyanê…” acizî xwe nîşan dabûn. Divê li ser vê nuqteyê were balkişandin. Peyman li Îraqê çêdibe. Li ser şoleke ku li Îraqê berdewam bûye, hatîye çêkirin. Lê li Tirkîyê, yên xwedî hukum dibêjin ku ew nahêlin ew peymana li Îraqê çêbûye, têkeve jîyanê. Dozgerê Dadgeha Eskerîyê yê Fermandarîya Sıkıyönetima bajarên Sêrtê-Dîyarbekrê, di îddîanameya jibo gumanbarên PDK da di dadgehkirina dawîya 1971an da weha gotibû:
”Em dê muheqqeq bibin asteng ku ew peyman nekeve jîyanê. Bila bîlasebeb moral jibo kurdan çênebe…” Bi qeneeta min, şola Kurd û Kurdistanê, di vê acizîyê da veşartî ye.
Piştî darbeya 12ê îlonê (1980), Kenan Evren, bajar bajar gerîyaye û dema semedê çêkirina darbeyê axifîye, weha gotîye:
”Dema min li herêmên wek Mêrdîn û Sêrtê karargahên me kontrol kir, bi xelkê ra têkilîyên me çêbûn, min ferq kir ku hê jî me tirkî hînê wan nekirîye, ew bi zimanekî dervayê zimanê me diaxifin. Pêwist e ev şol, ji kokê ve were helkirin…”
Di 6ê oktobra 1996an da Serokwezîr Necmettin Erbakan zîyareta Libyayê dike. Di vê gerê da Serokê Libyayê Muammer Qaddafî, ji Erbakan ra bi awireke hêrsbûyî dibêje ku:
”Li Rojhilata Navîn, di binê rojê da, divê cîyekî kurdan jî, welatekî wan jî hebe. Zulma li ser kurdan şaşîyek e jibo ku ew serxwebûnê dixwazin…”
Çapemenîya tirk, kesên sîyasetmedar, yên ordîyê, jibo wan gotinên Qaddafî, pir hêrs bûbûn. Ji ber ku Erbakan bûbû muxatabê wê uslûbê, ew li Erbakan jî hêrs bûbûn.. Bi qeneeta min, sebebê esasî yê 28ê sibatê jî ev bû… Tê zanîn ku Qaddafî, van dîtinên xwe jibo berpirsên dewlet û hukumata tirk yên dî ra jî gotibû..
Tê gotin ku muxtireya-e ya 27ê sibata 2007ê , jibo laikîyê bûye. Lê çima jibo wan tevgeran rê hatîye dayîn, Genelkurmay, xwedîyê haydarîyan e.
Di 22yê sibata 1962yan da Fermandarê Mekteba Şer Talat Aydemir, hewildana darbeyek kir, lê bi ser neket. Ew û hevalên xwe ceza nexwarin, lê ji neçarîyê teqawid bûn. Wî di 20 gulana 1963yan da duyemîn car teşebûsê darbeyê kir, dîsa serfiraz nebû û wî avêtin zindanê. Ji ber ku #Musa Anter# jî di salên 1963-1964an da li zindanê bûye; nasîna wî û Aydemir çêbûye û wî ji nêz ve dadgehkirina wan şopandîye. Li gora Musa Anter, Talat Aydemir di dadgehê da cîyeke taybet daye şola kurdî û semedên teşebûsa xwe weha parastîye:
”Berrêz hakim, tu rejimek û otoriteyek yên çûyî û siberojê, tu kes, neçûye ser şola koka kurdî. Dewleta me di bin vê tehlûkeya xeternak da ye. Ez û hevalên xwe, me biryar da ku kurdan ji kokê ve paqij bikin( qir bikin) û şolê çareser bikin…” (Musa Anter, Hatıralarım, Cilt 1, Weşanên Welat, 1991, Stockholm, s.202)
Hewildana darbeya 15ê temûzê jî eleqeder bi şola kurd û Kurdistanê heye. Hewildana Serokcumhur Recep Tayyip Erdoğan jibo astengkirina hevdîtinên aştîyê, bû semedeke girîng jibo darbeyê.
Darbeyên eskerî, timî di wextên ku krizên aburî, politik û civatî hebûne, da çêbûne. Di rewşeka weha da kesên ku ne memnûn in, zêdetir dibin. Loma yên ku darbe pilan dikin û çêdikin, ji fikir û hestên wan kesên nememnûn hereket dikin û ew hewildan dibe rastîyek.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,138
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://portal.netewe.com
挂钩项目: 17
小组: 文章
Publication date: 10-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 26-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on28-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):28-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,138
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,429
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!