Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,391
Նկարներ 105,713
Գրքեր 19,160
Կից փաստաթղթեր 96,486
Տեսանյութ 1,307
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Ferzende Begê Hesenî
Ձեր աշխատանքը կարճ ձևով ուղարկեք Kurdipedia-ին: Մենք այն կարխիվացնենք ձեզ համար և կպահենք ընդմիշտ:
խումբ: Կենսագրություն | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzende Begê Hesenî

Ferzende Begê Hesenî
Yên ku dengbêj Şakiro guhdar kiribin miheqeq rastê kilama “Ferzende Beg” hatine. Di destpêkê de Şakiro bi dilek şewat bi dengek têr:
“Axaooo hey li miiiiiiiin li min li min

Besrayê bi sê denga ban dikir:
Ka te digo ez Ferzende me Ferzende me
Siwarê Eznawir im bavê Elfesiya me” dibêje.
Ev kilama ku bi kurtasî behsa Ferzende Beg dike, her wiha kurteçîroka qehremanî, mêrxasî û xîretê ye. Helbet sedema ku Ferzende Beg bibe kilam û bikeve ser zimanê Şakiro tenê ne qehremaniya wî bû, bêbextî û xayîntiya li hember wî hatibû kirin jî xwediyê parek mezin e.
Ferzende Beg ê ku bi salane em ji devê dengbêja dibihîzin, min xwest di vê nivîsê de berfrehtir û zelaltir behsê bikim. Ji ber ku ez jî ji eşîra Ferzende Beg im, min jî heya îro gelek çîrokên Ferzende bihîstine. Dema ku me buyerên li ser Ferzende Beg guhdar dikirin, em carna bi qehremaniya wî serbilind, carna bi zulm û zoriya ku dîbû xemîn dibûn.
Ferzende Beg bi çend navan tê naskirin: Ferzendeyê Hesenî, Ferzendeyê Suleymanê Ehmed, Bavê Elfesiya…
Ferzende kurê Suleyman, Suleyman jî kurê Ehmed e. Ji eşîra Hesenan ji milê Torinan ye. Li navçeya li Kopê(Bulanık) gundê Kêranlixê tê dunyayê. Eşîra Hesenan li herêma Erzirom, Mûş û Agiriyê de bicî bûne. Hesenî eşîrek têra xwe mezin e. Dema Alayiyên Hemîdiyê de, qismek mezin ji eşîrê tev li Hemîdiyan dibin. Ji Hesenan çend kesên wek: Fetullah beg, Riza beg, Xalid beg, Suleymanê Ehmed(bavê Ferzende) heya “Mîralay”tiyê, di gelek rutbeyên bilind de wezîfe digirin. Ferzende beg jî nêzê 5 salan di alaya 27an de qumandaniyê dike. Ferzende hem ji bavê xwe hem jî ji van wezîfeyên ji hêla leşkerî ve gelek tecrubeyek mezin bi dest dixe.
Di sala 1912han de piştê ku Alayiyên Hemîdiyê hêdî hêdî hatin belavkirin wek gelek eşîra, navbera dewletê û Heseniyan jî sar bûbû. Hesenî bi du alayîyên mezin tev li Hemîdiya bûbûn. Yek ji wan di bin qomandaniya Fetullah beg de bû, ya din di bin qomandaniya Xalid beg de bû. Alayiya ku Xalid beg mîralay bû Suleymanê Ehmed jî serheng(albay) bû. Alayiya Fetullah beg di şerê cîhanê yê yekem de li hember Ûris şer dike û gelek kes di vî şerî de şehîd dikevin. Alayiya Xalid beg heya serhildana Şêx Seîd hebûna xwe didomîne. Ev hêz, her çiqas wek berê xurt nebe jî di şertên wê rojê de quwetek muhîm bû.
Piştê ku komara cumhûriyeta Tirkiyê ava bû, dewletê xwest ku, ew kesên di nava Kurdan de xwedî tecrubeyên leşkerî ne, her tim wan di bin kontrola xwe de bigre. Ji ber vê yekê, van kesan yan cihên wan diguherandin yan jî dihatin girtinê.
Di sala 1925an de biryara girtina Xalid begê Cibrî û Yûsuf Ziya derket. Du meh piştê girtina Xalid Begê Cibrî di derheqê Xalid begê Hesnî de jî biryara girtinê derket. Ev biryara ji aliyê dadgeha Bilîsê ve hatîbû hildan. Ji bo girtina Xalid beg cemsekî leşker ji Bilîsê tê Kopê gundê Melemistefa. Dema ku Xalid beg vê buyerê dibihîze bi rûspiyan re dişêwire ka çawa tevbigere. Lewre baş dizane ku eger bê girtin idî cardin vegerîn tune. Lê belê Xalid beg ji niha ve naxwaze bi cendirman re bikeve şer jî; lewre zivistan e û ji bo şerek bi dewletê re tu tevdîr tune. Xalid beg biryar dide ku bi awayek, serokê cendirma îkna bike û vê carê bi wan re neçe. Ji bo vê yekê, wan cendirmana baş dihewîne û bi wan re bi îkram tevdigere û her wiha li dora xwe jî gelek mêrên Hesenî yên bi çek jî amade dike. Xalid beg ji serokê cendirman re dibêje: “ biryara dewletê ser çevan re lê belê niha tu tevdîra min ê ku ez bi we re werim tune. Ez dixwazim ku hûn hinek muhletê bidin min, pişt re ezê bi nigê xwe werim Bilîsê.” Leşker jî çevê wan nabire ku Xalid beg bi zor biherin. Mecbûr dimînin destvala vedigerên. Di meha sibatê de piştê ku serhildana Şêx Seîd dest pê kir Xalid beg bi eşîrtî tev li serhildanê bû.
Di pêvajoya serhildanê de rola herî mezin ya Ferzende bû. Lewra hem dema xortaniya wî bû, hem jî ji dewletê re zûde sondxwarî bû. Di serhildanê de wezîfeya Ferzende ew bû ku, nehêle dewlet ji Erziromê tu alikarî nebe aliyê Diyabekir de. Lewre wê çax hêzên dewletê yên herî xurt li navçeya Xinûsê ya Erziromê bûn. Ferzende gelek cara davêje ser Xinûsê, lê mixabin nikare bistîne.
Di serê meha sibatê de hêzên Şêx Seîd ji qewet de dikevin û ber bi belavbûnê diçin. Di vê demê de Şêx Seîd ji bo ku nekeve destê dewletê qesta herêma eşîra Heseniya dike. Lewre di wê demê de cihê ku hêzên dewletê herî zeyîf bûn herêma Patnos-Milazgir-Kop bû. Şêx Seîd qest kir ku biçe wir û ji wir jî derbasê Îranê be. Lê mixabin Şêx Seîd bi planeke xayînî li Mûşê li ser çemê Mûradê hat girtin.
Piştê ku Şêx Seîd hat girtin dewlet bi hêzeke mezin bi aliyê herêma Heseniyan ve çû. Du sedemên vê hebûn: yek, serokên wek Xalid begê Hesenî, Suleymanê Ehmed, Keremê Kolaxasî û Ferzende beg hebûn, ya duduya jî du kur û birayekî Şex Seîd di nav Heseniyan de bûn. Birayê Şêx Seîd Şêx Mehdî bû. Herdu kurên wî jî Seleheddîn û Elî Riza bûn.
Çûyîna Heseniyan ya Îranê
Xalid Beg, Suleymanê Ehmed, Ferzende beg, Kerem begê Zirkî û nêzê 200 mêran ve ji bo derbasê Îranê bibin dikevin rê. Hinek ji van malbatê wan jî bi wan re bû. Lê belê derbasbûna Îranê ne ew qas hêsan bû. Di wê demê de hinek eşîr li mêla dewletê bûn. Ji ber vê yekê kesên ku mîlîstiyê dikrin hebûn. Astengiya herî mezin ya li hember wan Eşîra Heyderan bû, lewre heya îro ev herdû eşîr ji hev gelek mêr kuştibûn. Xalid beg di nava vî şerê bi dewletê re, naxwaze bi Kor Huseyn Paşa re jî bikeve şer. Ji ber vê sedemê Ferzende beg nakeve nav Patnosê di çiyayê Tendûrekê re derbas dibe. Lê mixabin li vir jî Celalî û eşîra Keskoyî rê li wan digirin. Ferzende beg û Kerem beg piştê 5 rojan vê çeperê dikelêşin û derbasê Îranê dibin. Li aliyê dinê sînor digihîjin navçeya Kilesekendê. Ev navçe navçeyeke piçûk û nizê sînor e. Li navçeyê qereqoleke mezin heye. Mêrkomê Hesenan tên vê qereqolê û dixwazin bi destûr derbas bibin. Cihê ku dixwazin biçinê navê wê Makko ye. Ew der di bin kontrola Îsmaîl Begê Şikakî (Simko) de ye. Mebesta wan jî ew e ku xwe bigihînin Simko.
Xalid beg, Suleymanê Ehmed,Ferzende û Kerem beg ji bo lihevkirinê dixwazin bi serleşkerê qereqolê re biaxivin. Serleşkerê qereqolê di heman demê de qeymeqamê navçê ye jî. Daxwaza wan ew e ku qaymeqam destûrê bide ku derbasî Makkoyê bibin. Lê belê qaymeqam vê destûrê nade. Dibê îllam hûnê sîlihên xwe teslîmê me bikin. Yên ku bi qumndar re diaxivin sê kes in: Xalid beg, Kerem beg û Bavê Ferzende ye. Dema ku Xalid beg daxwaza komandan bi milet re parve dike, kurê Xalid beg Şemseddîn û Ferzende qebûl nakin. “Em sîlehê xwe li vir nadin, em heya neçin Makko yê em sîleh nadin.” Suleymanê Ehmed û Kerem beg dIhsan difetilin bal qûmandan û dibên hevalên me naxwazin sîlihên xwe teslîm bikin. Di vê demê de çawa dibe qûmandan û Suleymanê Ehmed li hev sîleh dikşînin, Suleyman beg birîndar dibe. Kerem beg jî tam li derketinê didin ber gula û şehîd dixin. Bi dengê gulan re leşkerên îranê hemû miletan bi jin û zaroyan ve didin ber gulan. Şerek dijwar dertê û gelek mêr tên kuştin. Xalê kalkê min Hecî Baqil ewî jî ji Huseynê Gedo gohdar kiribû û vê meselê wiha ji me re digot: cara ewil ji bo bi qumandan re biaxivin Xalid beg, Kerem beg û Bavê Ferzende çûn. Piştê ku Ferzende û Şemseddîn gotin “em çekên xwe teslîm nakin” bavê Ferzende û Kerem beg cardin çûn hundir, lê vê carê Xalid beg neçû û ji Ferzende re got “bi tevdîr bin”. Piştê çend deqeyan Dengê gulleyan ji hundir hat. Min hew dît Kerem beg di derî de xuya kir, lê hêj derneketibû wî dan ber gulla û kuştin. Li ser duwarên qereqolê eskerên xwe bi cî kiribûn û gelleyan bi ser me da direşandin. Hinek revîn ketin ber dûwar lê Xalid beg û Ferzende dixwestin di aliyê paş re çeperê biqelêşin. Me hema bê nîşan gulle diavêtin lê Ferzende û Xalid beg berdidan kê ew ji dûwar de dixistin xwarê. Sê leşker li duwarê paş hebûn, Xalid hersiya berjêr kir. Ferzende, deng li milet kir ku di derê paş re derên. Em di hewşê de ji 200 mêrê zêdetir bûn, gelek kes hatin kuştin. Birayê Şêx Seîd, Şêx Diyadîn jî di nav sûra Qereqolê de hat kuştin. Em ji hewşê derketin lê hespên me belav bûbûn. Ferzende qest dikir ku ji bo bavê xwe bifetile, lewra dît ku bavê wî birîndar bû. Hevsera Ferzende Besra û kurê wî yê 7 salî Elfesiya jî bi me re bû. Ferzende wan teslîmê Şemseddîn kir. Şemseddîn du hesp anîn yek da Xalid beg ya din jî Besrayê suwar kir. Şemseddîn ji para fetilî ji bo ku nehêle leşker li pey me werin. Piştê wextek Ferzende beg hat feqet tu xeberê ji bavê xwe hilneda bû. Lê Şemseddînê kurê Xalid nehat. Paşê me bihîst ku ew jî miriye. Xalid beg ji bo kurê xwe gelek hêsir barandin.
Kilama Şakiro ya ku me di serê nivîsê de behs kir, behsa vê buyerê dike. Şakiro di kilamê de, carna bi devê Besrayê carna bi devê Ferzende beg diaxive û vê zulma ku li wir hat serê wan tîne ziman.
Yên ku ji vî şerê xilas dibin digihîjin herêma Simko. Îsmaîl axa di serî de qedrê wan baş digre û dixwaze ji tecrubeyên kesên wek Xalid beg û Ferzende îstifadeyê bike. Li di navbera wan de hinek pirsgirêk dertên.[4] Xalid beg tenê salek li Îranê dimîne. Piştre derbasê Turkiyê dibe. Gorî ku tê gotinê pilana Xalid beg ew e ku, derbasî Turkiyê bibe malbata xwe hilde û derbasî Dêrsimê ba Seyît Riza bibe. Piştê ku Xalid beg tê Kopê tê girtin.[5] Wî dibin Mûşê ji wir jî dibin Diyarbekir û idam dikin.
Serhildina Agirî û Ferzende Beg
Di dawîya sala 1926 de ji bo Biro Hesikê Telî biryara girtinê hatibû dayîn. Biro ji eşîra Celaliya bû. Biro tevlî serhildana Şêx Seîd nebûbû. Dema ku Heseniyan ji ber dewletê kesta derbasbûna îranê kirin, yê ku li çiyayê Tendûrekê rê li wan girt û çar roj bi wan re şer kir Biro bû. Lê dIhsan jî dewletê biryara girtina wî dabû. Biro Hesikê Telî ji ber vê biryarê serî hilda û derket çiyayê Agirî. Ji eşîrên deverê jî gelek fîrar tev li serhildana Biro bûn. Piştê ku saziya Azadî wek serok Ihsan Nûrî Paşa şand wir, gelek kesên ku surgun bûbûn qesta Agiriyê kirin û tev lî serhildanê bûn. Wê demê Ferzende beg li Îranê bû. Piştê ku wî jî vê serhildanê bihîst bi gelek mêrên Hesenî re hat tev li serhildanê bû. Piştê ku Ferzende tê Agirî û tevlî serhildanê dibe, Biro Hesikê Telî tê ba Ferzende û ji ber ku pênc sal berî rê li wan girtibû û nehişibû derbasê Îranê bibe lê birîn ji Ferzende dixwaze. Ihsan Nûrî Paşa di serhildanê de wezîfeya yekem ku da Ferzende ji nav eşîran tovkirina hespan bû. Osman Sebrî di berhema xwe ya Çar Leheng[6] de bi van hevokan pesnê Ferzende dide: Serdar Ihsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku hesp peyda bike. Tirkan du alayiya şandin pêşiya Ferzende. Ferzende hespên ku civandibûn sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayîya Tirk kir. Şer bi awakî birûskîn dest pê kir. Şervanên kurd li pê bavê Elfesiya(Ferzende) ajotin… Tirkan ev celeb şer nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên Kurd biparêzin. Kurdan tifing dest bi dest bera pêsîra neyar didan. Leşkerên Tirk wek pelên daran di ser pişta hespan de dihatin xwarê. Bîstek neborî neyar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî da revîn… Ferzende diajote ser wan, wek bazên ku dikevin nav refê qulîngan her ew di ser pişta hespan da tanîn xar…
Carna dema ku Ferzende birîndar dibû hevalên wî jê re digotin ji para vekişe tu birîndar î!
Ferzende wiha bersiv dida: “Ez nahêlim Leşkerê Romê bêje merêk Hesenî gavek para avêt. Bila ez bimrim bila Rom ji bo min vê nebêje”
Hêzên Ihsan Nûrî paşa bi vî awayî li deverên Agirî û Mûşê gelek cih hildan bin kontrola xwe. Di sala 1930yan de dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê li hev kirin û Îran piştkiriya xwe ya ji Kurdan re dikir birrî. Di vê salê de şer pir dijwar bû û hêza serhildana Agiriyê şikest. Di dawiya sala 1930yan de Ihsan Nûrî û hevsera xwe bi hinek leşkerên xwe re derbasê Îranê dibe. Biro û Ferzende şerê bi dewletê re didomînin. Biro heya ji destê wî tê li ber xwe dide. Lê mixabin ew jî li sînorê îranê ji kuştin.
Girtin û Kuştina Ferzende
Di sala 1930yan de ji ber ku Îran û Tirkiye li hev kiribûn, idî herdu alî jî ji bo firarên Kurd ne ewle bû. Ferzende derbasê aliyê Îranê bû lê belê li wir jî her tim di pozuzyona şer da bû. Ferzende hevsera wî Besra kurê wî Elfesiya û nêzê pêncî mêrê Hesenî li aliyê Îranê di quntara çiyayê Navor de li gundekî bicî bûbûn. Rojek leşkerên Îranê bi cemseyek giran dor li gund girtin û ji bo teslîm bibin deng li wan kirin. Ferzende vê gaziyê qebûl nekir û şer derket. Ji aliyê Ferzende gelek kes hatin kuştin. Di nava van kuştiyan de kurê Ferzende yê deh salî Elfesiya jî hebû. Ferzende jî bi giranî birîndar bû û hat girtinê. Ferzende ewil dibin Kelaxo, pişt re dibin Tehranê girtigeha Qesrî Qencer. Di vê girtîgehê de gelek Kurd hebûn. Yek ji wan jî kurê Kor Huseyn Paşa Nadir beg bû. Kurdên ku di vê girtîgeha da dihatin girtin zarok an jî jinê wan hebana wan di malek de binçev dikirin. Piştê ku Ferzende beg tînin vê girtîgehê maliya wî Besra jî li cem maliya Nadir beg Zerîfe Xanimê dimîne. Ji vir wiha çi te serê ferzende em ji Zerîfe Xani guhdar bikin:
Mêrê min Nadir û Ferzende di heman girtîgehê de bûn. Maliya wî Besra jî li ba min dima. Ez û besra em diçûn dîtana wan. Ji dîtina Ferzende re gelek astengyan derdixistin. Nedihiştin ku Besra mêrê xwe bibîne. Carek min û Besra bi hev re Ferzende dît. Ferzende gelek ber xwe diket. Rojek ez û Besra em çûn dîtina Ferzende, ji me re gotin Ferzende îşev mirîye. Cinaze dan Besra lê herdu çevên Ferzende derxistibûn. Besra cinazê mêrê xwe hilda. Ji Ferzende re meqberek çêkir, kevir stand û li ser nivîsî “mêrên ser mêran re Ferzende”. Me wî li Tehranê definkir. Jina Ferzende Besra heta sala 1939an li Tehranê dimîne pişt re tê Turkiye bi tiyê xwe re dizewice û diçe Qeyseriyê..
Çîroka qehremanekî Kurd wek Ferzende jî bi vî awayê bi dawî dibe. Wek ku Osman Sebrî jî dibêje:
“Ferzende yek ji wan qehremanên Kurdistanê bû. Ew tu car ji ber dijminê xwe nerevî û bi mêranî têkoşînê kir. Xweda rihma xwe lê bike”

Li ser mesela girtina Xalid Begê Cibrî apê min tiştek wiha digot: dema ku Xalid begê Cibrî tê girtin wî dibin Erziromê. Ji wir tînin di Patnos, Milazgir û di Kopê re derbasê Bilîsê dikin. Xalid begê hesenî, Suleymanê Ehmed û Kerem begê Kolaxasî dişêwirin û dibêjin: eger Kor Huseyin Paşa Xalid begê Cibrî ji destê eskera xilas neke emê vî karê bikin. Paşê pê dihesin ku Paşa bi Xalid beg eleqedar nebûye. Heta Xalid beg û Kerem beg biryar digrin gelek derengî dibin. Lê dîsan jî Ferzende beg nasekine û dibêje: xîreta min dest nade ku Xalid begê Cibrî di nav eşîra Heseniya re derbas bikin bibin. Li ser vê Ferzende beg çend mêra tov dike û pey wan dikevin lê mixabin heya Bilîsê xwe nagihînin leşkeran.
Hamidiye Alayları Ağrı Kürt direnişive Zilan katliamı, Kemal Süphandağ, s.335, Peri Yayınları, İst.
Hecî Baqil ji gundê Qilêçiyê bû lê Huseynê Gedo kî ye ji kêjan eşîrê ye ez nizanim. Qasê ku ez dizanim ev Huseyin hevalek Ferzende buyê û di buyera îranê de ew jî hebûye
Ez û nivîskar Ahmed Aras em carek li ser vê buyerê axivîn. Aras pirsgirêka di navbera Simko û Xalid be de wiha behs dikir: dema ku Xalid beg wan digihêjin cem Simko, Xalid beg damança xwe diyariyî Simko dike. Simko jî ew damançe li ber Xalid beg dide xulamê xwe. Xalid beg bi vê herektê gelek adis dibe.
Xalid Beg di sala 1926 tê kopê. Giliyê wî tê kirin û cendirme li her derê li pey Xalid beg dikevin. Di dawî de li gundê Tirçongê tê girtinê. Rihmetiyê apê min Hecî Mihimet Salih wiha digot: “ez zarok bûm me bihîst ku Xalid beg hatiyê girtin. Bavê min û kurapê wî tivingê xwe hildan û çûn Gundê Temo. Xalid beg anîbûn wir û wê şevek li wir bimana. Bavê min dema ku Xalid Beg dibîne gelek ber dikeve lewra dest û lingê wî zincîr kirî bû. Bavê min Hemzo, bi Kurdî ji Xalid beg re dibêje “Xalid beg eger tu bixazî ez sibê rê li van cendirman bigrim û te xilas bikim”. Xalid beg dibêje: “ na Hemze bes e idî bila kes ji bo min nekeve belayê. Ez ji Milazgirê derketim min xwe li we girt ez hatim. Lê mixabin hespa min xayîntî kir bi min re. Min kir û nekir neket ava Mûradê min da dest.”
Ev berhem di sala 1984 de ji aliyê Osman Sebrî va li Suriyê hat nivIhsanndin. Di vê berhemê de behsa çar qehremanan dike. Ev qehremanana Ferzende beg, Seyidxanê Ûso, Remezan û Adil Beg e.
Hamidiye Alayları Ağrı Kürt direnişive Zilan katliamı, Kemal Süphandağ, s. 475, Peri Yayınları, İst.[1]
Ekrem Malbat
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 339 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
կապված նյութեր: 2
Ժամկետները եւ իրադարձություններ
Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Ազգ: Քուրդ
Բնակավայր: Քրդստան
Ծննդավայր: Մուշ
Մահվան երկիր: Հյուսիսային Քրդստան
Մահվան վայրը: Մուշ
նա դեռ ողջ է: Ոչ
Սեռը: Արական
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( سارا ک ) վրա 29-10-2022
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( ئاراس حسۆ ) կողմից 29-10-2022
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( ئاراس حسۆ ) վրա: 29-10-2022
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 339 անգամ
Կցված ֆայլեր - Տարբերակ
Տիպ Տարբերակ խմբագիր անունը
Լուսանկարը ֆայլ 1.0.152 KB 29-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,391
Նկարներ 105,713
Գրքեր 19,160
Կից փաստաթղթեր 96,486
Տեսանյութ 1,307
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.328 երկրորդ (ներ).