Navê pirtûkê: XEBATEK LI SER DESTANA DEWRÊŞÊ EVDÎ
Navê nivîskar: Mehmet Şirin FİLİZ
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Sala çapê: 2014
Mijara vê xebatê destana Dewrêşê Evdî ye. Destana Dewrêşê Evdî ji herêma Serhedê bigrin heya Rihayê, ji Rihayê bigrin heya herema Şengalê, di nav tevahiya
erdnigariya kurdan de hem di nava kurdên misilman de, hem jî di nav kurdên êzîdîe de tê vegotin. Çîroka Dewrêşê Evdî her çendî di hin herêmên kurdan de rastî hin guherînan hatibe jî metnê eslî hatiye parastin. Destan her çiqas behsa şerên ku di navbera eşîran de qewimiye bike jî bi salên ku di ser bihurîne ji bo kurdan bûye destaneke neteweyî. Ji ber van sedeman, ji bo ku em bigihêjin taybetmendiyên destana Dewrêşê Evdî divê ev destan di nav konteksa destanên kurdî de bihata nirxandin. Ji ber vê yekê di beşa yekem de li ser pênaseya têgeha destanê hate rawestîn, di beşa duyem de kurteya destanên
kurdî hat dayîn û behsa taybetmendiyên wan hate kirin.
Di beşa sêyem de danasîna destana Dewrêşê Evdî hate kirin û li ser naveroka dîrokî ya destanê hat rawestîn. Behsa eşîrên Milan, Şemir û Şerqî ku di destanê de derbas dibin hate kirin. Bi vî awayî li ser lihevhatina vegotina destanê û aliyên dîrokî yên eşîran bi berfirehî hate rawestîn. Dîsa di vê beşê de berawirdkirina destana Dewrêşê Evdî û destanên kurd yên din hate kirin. Analîza destana Dewrêşê Evdî bi nêrîneke etnografîk hate kirin. Di beşa dawî de tesnîfkirina motîfan li gor Indexa Motîfên Wêjeya.. [1]
Read the book: XEBATEK LI SER DESTANA DEWRÊŞÊ EVDÎ
Total download:
214 times
We kindly ask all writers, translators and publishers to inform us if they are not in agreement to have their books downloaded from Kurdipedia server.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,325 times