Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,031
Bilder 106,627
Bøker 19,284
Relaterte filer 97,264
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
′HTŞ′ê hêzeke perwerdekirî ye û ji bo çi êrişên pêşerojê hatiye amadekirin′
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) (Cebhet El Nusra ya berê)

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) (Cebhet El Nusra ya berê)
Nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa da zanîn ku belavbûna çeteyên HTŞ’ê li gelek herêmên dewleta Tirk dagir kirine bi armanca avakirina kembera terorîst a nû li bakurê Sûriyê ye û her wiha amadekirina hêzên perwerdekirî ji bo çi şerekî di pêşerojê de ye.
Piştî belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) (Cebhet El Nusra ya berê) li gelek deverên dagirkirî, gelek guhertin li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de çêbûn, nexasim li ser eniyên şer ên bi ser hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, li Efrînê û kantona Girê Spî ve.

′ERÊKIRINEKE TIRKÎ Û PÎROZBAHIYEKE RÛSÎ′
Der barê kontrolkirina çeteyên El Nusra li hin deverên dagirkirî de, nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa wiha got: “Tiştê ku diqewime bi erêkirineke eşkere ya dewleta Tirk û pîrozbahiyeke Rûsî ye, nexasim ku Rûsya, piştî civîna sêalî ya dewleta Tirk, Îran û Rûsya li Astanayê, dixwaze Şam û Enqereyê li hev bîne, ji ber wê jî ew hin tawîzan dide dewleta Tirk da ku çeteyên HTŞ’ê li herêmê belav bibin û çeteyên ku bi navê Artêşa Niştîmanî ji wan herêma vekişin.”

′ARMANCA DEWLEAT TIRK AVAKIRINA KEMBEREKE TERORÎ YA NÛ YE′
Der barê yekkirina HTŞ’ê bi çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk re, Axa wiha domand: “Ev armanca sereke ya dewleta Tirk e, ji bilî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanca wê ew e ku ew aliyên çekdar ên mayî di bin sîwaneke nû de bike yek, lê belê tiştê ecêb ew e ku ew alî wek Heyet Tehrîr El Şam, Cebhet El Şamiyê û Ehrar El Şam ku navê “Şam” li başûrê Sûriyê li xwe kirine û berê xwe didin bakurê wê.”
Axa wiha li gotina xwe zêde kir: “Armanca dewleta Tirk a dagirker avakirina kembereke terorî ya nû li bakurê Sûriyê ji bo amadekirina çeteyan ji şerên pêşerojê re ye.”

′AMADEKIRINA HÊZEKE PERWERDEKIRÎ JI BO KU ŞERÊ QSD’Ê BIKE′
Girêdayî pevçûnên rûtînî yên di navbera komên çete de Axa wiha axivî: “Pevçûn li ser bingeha dizîna mal û milan in, ji ber ku ew diz in û li ser mal û milkên şêniyên koçber şerê hev dikin, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker xwest hêzeke navendî hebe da ku wê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi kar bîne, eger êrişek li dijî wan herêmên dagirkirî pêk hat.”
Axa destnîşan kir ku armanc ji amadekirina hêzeke perwerdekirî ew e ku şerê QSD’ê bike.

′BELAVBÛNA NÛ ÎŞARETÊ BI ŞEREKÎ NÊZÎK Ê MEZIN DIKE′
Axa ev tişt got: “Belavbûna çeteyan nexasim çeteyên Ehrar El Şam û bicihbûna wan li gundên li ser sînorên gundewarên Minbic û Babê, îşaretê bi şerekî nêz li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Axa wiha anî ziman: “Dibe ku neerêkirina ji dewleta Tirk re ku êrişên berfireh li ser herêmê pêk bîne, hişt ku van komên çete li dijî QSD’ê amade bike.”

′ÇARENÛSA ÎDLIBÊ ÇI YE?′
Têkildarî rewşa Îdlibê û çarenûsa wê, Axa got: “Dibe ku lihevkirinek li ser mijara vekişîna komên çete û hêzên hikûmeta Şamê hebe, Rûsya dê di hin aliyan de li hember vekişîna komên çete ji hin deverên Îdlibê û radestkirina wan ji bo hêzên hikûmeta Şamê, destekê bide dewleta Tirk, ev jî tê texmînkirin û niha bi pratîkî pêk tê.

′DEWLETA TIRK A DAGIRKER HEWL DIDE TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE′
Axa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tecrubeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber wê jî wê rê da komên çete ku xwe bikin yek û li eniyên şer ên ser bi QSD’ê ve bi cih bibin nexasim ên ser bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve.

′TEXMÎNA QEWIMÎNA ÇI TÊ KIRIN?′
Dijwar Axa axaftina xwe wiha domand: “Tiştê ku hatiye texmînkirin ku biqewime ew e ku dewleta Tirk tevliheviyekê li herêmê derxe û îstîqrara wê têk bibe, nexasim bi rêya wan çeteyên ku li dijî QSD’ê amade kirine da ku bêhtir deveran dagir bike û şêniyan koçber bike û careke din zextê li civata navneteweyî bike da ku herêmeke ewle li bakurê Sûriyê ava bike.”
Dijwar Axa wiha gotina xwe bi dawî kir: Ka ew herêmên ewle yên ku Erdogan digot dê tê de 30 milyon kes bi cih bibin? Lihevkirina di navbera wî û hikûmeta Şamê de ji bo vegerandina penaberên Sûrî û radestkirina wan ji bo rêjîmê ye, ev rastî li ser erdê pêk tê.”[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,158 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Koblede elementer: 6
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-11-2022 (2 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: West Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 09-11-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 09-11-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 09-11-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,158 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,031
Bilder 106,627
Bøker 19,284
Relaterte filer 97,264
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.328 andre!