图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
YJA Star: Em ê armanca Peyman, Agirî û Çavrê bi cih bînin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed

fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed
​​​​​​​Fermandariya Biryargeha Navendî ya #YJA Star#ê di salvegera şehadeta wan de sê gerîlayên jin bi bîr anî û got “Soza me ya ji bo van şehîdên hêja ew e ku em ê azadiya fizîkî ya Rêberê me ku sedema hebûna me ye misoger bikin, welatê xwe ji dagirkeriyê, gelê xwe ji qirkirinê, jinê ji desthilatdariya mêr rizgar bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, Di sêyemîn salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe yên bi rûmet, fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed bi minetdarî bi bîr tînin, malbatên wan di serî de ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan a têkoşînê bi cih bînin.”

$JIYANEKE FEDAÎ, KESAYETIYEKE ÇALAKVAN Û RUHEKÎ AZAD$
Di daxuyaniya Fermandariyê de hat gotin, “Çalakvana mezin a Artêşa #Rizgariya Gelê Kurdistanê# ARGK, kedkara artêşa jin a bi dil û can, fermandara pêşeng a HPG’ê û Hêzên Parastina Jin YJA Starê rêhevala me Peyman Bagok di têkoşîna xwe ya 28 salan de serkeftinêm mezin bi dest xist, bêyî sekin meşa xwe domand û bû xwediya helwesteke bi rûmet. Hevrêya me bi çanda welatparêziyê ya Mêrdînê mezin bû. Ji ber vê yekê bû xwediyê welatparêziyeke kûr, ruhekî serhildêr û îradeyeke bêdawî. Dema ku di sala 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû û dest bi gerîlatiyê kir, dizanibû ku ji bo gel û welatê xwe bi cesaret û biryardarî li dijî dagirkeran şerekî dîrokî daye destpêkirin. Ew giraniya hîskirina mezinahî û pîroziya doza ku wî berpirsiyariya xwe hilda ser milê xwe bû. Wê bilindbûan doza ku dabû ser milê xwe û pîroziya wê baş dizanî. Wê fermandara mezin Bêrîtan (#Gulnaz Karataş#) nas kiribû, bi hev re gerîlatî kiribûn û berê xwe dabû Heftanînê. Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ku di temenekî ciwan de beşdar bû, zû mezin bû. Hat gotin ku li çiyayên Botan, Zagros, Dêrsim û Behdînan ji bo azadiyê beziya, ked da, xwîn rijand û bû kabûsa dagirkeran.
$Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA de ev tişt hate gotin$
“Rêheval Peyman Bagok di têkoşîna xwe ya nêzî sîh salan de ji sala 1991’an dema ku di nava gerîla de cih girt heta ku di Mijdara 2019’an de gihişt şehadetê, tu carî ji qadên gerîla derneket. Di jiyana xwe ya gerîlatiya 28 salan de weke jin bandor kir, rêberî kir, pêş xist. Ew bû şervan û fermandara gelek çalakî û şerên mezin. Di xeta PKK-PAJK’ê de bû nûnerê jiyana fedakar, kesayetek têkoşer û ruhê azad. Ew bû milîtana heqîqî ya felsefeya Rêbertiya me. Di vî warî de bûye mînaka nefsbiçûkî, sadebûn û durustiyê. Yekane çavkaniya wê nirxên azadiyê bû. Ji ber vê yekê bû xwediyê enerjiyeke jiyanê ya bêdawî, evîneke wî ya mezin û tu carî rê neda astengiyan li pêşiya têkoşînê, li hemberî zehmetiyan paşve neçû, bêhêvî nebû. Dizanibû ku li li Kurdistana dagirkirî ya ku qirkirin lê hatiye ferzkirin, hemû tiştên li ser navê rûmetê encax bi şerê li dijî faşîzmê bihate bidestxistin. Jiber vê yekê ew bû milîtana afirandina li ser bingeha ked, pêşketina li ser bingeha berdêlê û serketina di her şert û mercî de.
Hevrê Peyman Bagok tevî ku şervan û fermandara ARGK û HPG’ê bû, ji destpêka artêşa me ya jinan heta YAJK û YJA Starê jî bû kedkar û pêşeng. Hema bêje li hemû çiyayên Kurdistanê cewhera welatparêziya jina Kurd, îradeya israr a xeta azadiya jinê serdestiya jiyanê kir û veguherand ked, çalakî û rêhevaltiyê. Li hemberî hemû paşverûtiya navxweyî û derve, bi taybetî jî dijminê faşîst ê qirker, bi helwesteke şoreşgerî ya radîkal tevgeriya û tu carî ji helwesta xwe ya rûmet û azadiyê tawîz neda. Welatparêziya Botan, xwebaweriya bi heybet a Zagrosiyan û ruhê serhildêr ê Dêrsimê, di her warî de veguherand kesayetek bibandor, veguherand çavkaniya bawerî û hezkirina mezin. Yek ji nûnerên herî xurt, milîtana herî rast û pêşenga herî serkeftî ya helwesta jinên Apoyî bû, bi gotineke din helwesta jina azad di her warê bîrdozî, leşkerî û civakî de bû. Bi vê helwesta xwe yek ji wan e yên ku karibûn bibin serbilindiya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê. Dema Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya YJA Starê li ser erka xwe bû, di Mijdara 2019’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Ji ber vê yekê di têkoşîna me ya azadiyê de ku jiyana xwe feda kir, di dilê gelê xwe, jin û rêhevalên xwe de cih girt û bû çavkaniya ronahiyê ya ku rêya me ronî dike.

$WÊ CIHA XWE YA BI RÛMET DI DÎROKA ME YA AZADIYÊ DE BI CIH KIR$
Hevrêya me Agirî li gundê Gordila yê girêdayî Gabarê dest bi jiyana xwe kir. Bingeha welatparêzî û ruhê azad ê ku li gundekî kedkar, çiyayî yê deştê yê ku nirx û welatparêziya Kurdayetiyê lê bi hêz e, mezin bûye û ji modernîteya kapîtalîst dûr kesayetiya xwe ava kir. Bi vî karakterê xwe ji biçûkatiya xwe ve girêdayî çiya û gerîlaya ku jê re digot ruhê çiyayan bû. Ji biçûkatiya xwe ve biryar da ku tev li gerîla bibe û hewl da, lê her carê bi hinceta ku ciwan e ji aliyê gerîlayan ve hat redkirin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku zû mezin bibe û tevlî gerîla bibe, şerê xwe yê yekemîn li dijî demê kir. Ew zû mezin bû û gihişt û tevî xizmên xwe tevlî nav refên gerîlayan bû. Ew êdî ne keça gundê xwe yê mahkûmî sînorên kevneşopiyêbû. Ew bû gerîlaya jin a ku ji bo azadiya gelê xwe li dijî dagirkeran şer dike. Navê wî Agirî Gabar bû, yanî du kelehên berxwedanê yên pîroz ên Kurdistanê, du çiyayên nepenî, li hev dicivin û digihêjin hev. Di dawiyê de wê dest bi şerê xwe yê rastîn kiribû.. Ev şer li dijî qirker, dagirker, faşîst û li dijî bertekên serdest ên mêr bû. Û vî şerî bîst û yek salan bê navber berdewam kir, ji payîza sala 1998’an ku dibe gerîlla heta payîza 2019’an ku şehîd dibe.
Li ser şopa fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Çiyayê Gabarê di ruhê xwe de fêrî gerîlatiyê bû û bi kesayeta xwe ve xurt kir. Û di jiyana ku li ser vê bingehê xurt ava kir, di wateya rast de bû gerîlayeke azadiyê. Ger gerîla ji bo rûmeta gelê xwe li dijî dagirkeran bi lehengî şer bike û bi hezkirina azadiya civakî têbikoşe, Agirî Gabar îfade û teşeya herî hêsan a vî tiştî bû. Ji ber ku di nava bîst û yek salên gerîlatiyê de Agirî Gabar bû navê ruhê êrîşkar, çalakiyên serketî û wêrekiya bibandor. Di hemû çalakiyan de tecrube stendibû, tevlî gelek çalakiyan bû, gelek çek rakir û bû şirîka dema dawîn a sedan hevalên xwe û xeyalên wan danî ser milê. Wê bi îradeyeke ji pola û bi kîneke nasekine ajot ser dagirkeran. Hevrê Agirî Gabar bi qasî çiyayê Agirî ku navê xwe jê girtibû, li dijî dagirker, qirker, dijminên gelê xwe hêrs bû. Bi vê hêrsa xwe ya mezin li dijî koletî û bertekê bênavber û bêyî rawestan şer kir. Gelek caran birîndar bû, lê her carê bi hêztir bû. Weke pola ku dema av tê dayîn hişk dibe, wî îradeya xwe jî rijand li ser axa welatê xwe. Li çiyayên Gabar, Besta, Zap û Cîlo çalakiyek nema ku tevlê nebû, çepereke dagirkeran nema ku neçû ser.
Hezkirina wê ya ji bo welat, gel û jinan û baweriya wê ya bi Rêber Apo hişt ku hêj zêdetir têbikoşe. Bi hêza ku ji PKK-PAJK’ê girtiye, di zanistî, vîna cewherî û rêxistinbûnê de hêj zêdetir çalaktir bû. Li hemberî komploya navneteweyî biryar da ku li ser xeta Zîlan bibe fedaî, di nava rêxistina Hêzên Taybet de cih girt, pêşengiya rêxistina gerîlatiya profesyonel kir û weke perwerdekar roleke girîng lîst. Li ser vê bingehê bû yek ji hevrêyên pêşeng, ji bo pêşxistina gerîlatiya profesyonel li yekîne, enî û herêmên ku berpirsyarê wan bû, gelek ked da.
Hevrê Agirî Gabar ji Botanê çû Behdînan, ji wir derbasî Zagrosê bû, ji Zagrosê careke din derbasî Botanê bû û li ser xeta jina azad li gelek qadan pêşengiya fermandariya gerîla kir. Li ser vê bingehê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de weke xwediyê fedekarî û destkeftiyên mezin gerîlatî pêş xist. Di sala 2015'an de ku cara sêyemîn çûbû herêma Besta ya Botanê, li herêmên Gabarê ji YJA Starê berpirsyar bû, li wir gelek çalakî organîze û koordîne kir. Di Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi taybet li Şirnexê roleke girîng lîst. Piştî pratîka 5 salan, ji bo peywirên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di Mijdara 2019’an de tevî hevrêyên xwe yên hêja Peyman Bagok û Çavrê Amed gihişte şehadetê û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka me yê azadiyê de girt û tevlî karwanê nemiran bû.

$BI HELWESTA XWE YA LEHENG Û BI KARAKTERÊ XWE YÊ TÊKOŞER DERKET PÊŞ$
Hevrêya me Çavrê Amed bi bandora hawirdora welatparêz a ku lê mezin bûye û birayê xwe yê gerîla, di temenê xwe yê biçûk de biryara tevlîbûna têkoşîna azadiyê dide û bi vê armancê di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku bi coşeke mezin dest pê kir, bi lez pêş ket û di temenê xwe yê biçûk de berpirsyarî girt ser milên xwe. Hema bêje hemû pratîka wê ya gerîlatî li herêma Avaşînê derbas bû. Ji ber gelek ji herêma Avaşînê hez dikir, piştî perwerdehiya navendî, cardin derbasî herêma Avaşînê bû. Li vê herêmê fermandariya tîm, taxim û yekînê kiriye û bi keda xwe û tevlîbûna xwe yê bê hesab derket pêş. Hevrê Çavrê li herêma Avaşînê beşdarî gelek çalakiyan bû û bi helwesta xwe ya leheng, kesayeta xwe ya bi vîn û bi karakterê xwe yê têkoşer bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Bingeha welatparêzî û azweriya azadiyê wê bi felsefeya Rêber Apo û li ser vê bingehê xeta azadiya jinê bi xurtî gihandiye hev, lewma veguherî kesayetek mezin ku di temenê xwe yê biçûk de li ser navê gelê xwe berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe. Bi qasî ku di sala 2011'an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû jî, weke ku salên dirêj di nava PKK'ê de be, cewher, hişmendî û gihîştîbûneke ku bi partiyê re tevdigere temsîl kir. Asta xwedîderketina li jiyana partiyê, berpirsyariya parastina nirxên azadiyê û beşdarbûna wê ya rast, dilsoz û cidî li ser vê bingehê ew kiriye milîtanekî pêbawer, hezkirî û rêzdar di her wateyê de.
Piştî salên xwe yên dirêj li Avaşînê, li ser esasê daxwaza xwe ya ku li Bakurê Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir, li ser çalakiyên gerîla konsantre bû. Di vê pêvajoyê de li gel hevrêya me Peyman Bagok ma, ji wê jiyana azad, têkoşîna li dijî dagirkeran û gelek tişt fêr bû. Her wiha di têgihiştina rastiya Rêbertî û şehîdan de kûr bû. Hevrê Çavrê Amed ku ji fermandar û perwerdekar Peyman gelek tişt hînbû, di pratîkê de jêhatîtir bû û di her wateyê de bû xwedî însiyatîf.
Weke hevrêyên van jinên Kurd ên leheng, jinên azad, milîtanên mezin û şoreşgerên resen ên ku ji bo azadiya gelê me û jin, li dijî her cure êrîşên dagirkeran bi awayekî bênavber şer kirin û navê xwe di dîroka bi rûmet a Kurdistanê de nivîsandin, em soza xwe ya giranbuha ya ji bo pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em ji gelê xwe yê welatparêz bi taybetî ji malbatên wan û jinên têkoşer re sersaxiyê dixwazin. Soza me ya ji bo van şehîdên hêja ew e ku em ê azadiya fizîkî ya Rêberê me ku sedema hebûna me ye misoger bikin, welatê xwe ji dagirkeriyê, gelê xwe ji qirkirinê, jinê ji desthilatdariya mêr rizgar bikin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîneke mezin bidin û teqez em ê bi ser bikevin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览767
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 12-11-2022
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 12-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):13-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览767
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1200 KB 12-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!