图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ziman û ruhê wergerê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Semînera li ser Ziman û ruhê wergerê

Semînera li ser Ziman û ruhê wergerê
Wergera ji zimanekî bo zimanekî din, yek ji rêbazên danûstandinê yên di navbera çand, huner, wêje û zanistê de ye. Dikarin bêjin ku werger, ji destpêka bikaranîna nivîsê heta roja me ya îro, parçeyekî girîng ê şaristaniyê ye.
Tabletên Sumeran wek wergera destpêkê tên binavkirin û bi rêya wergera ji zimanê sumerî em zanyariyên pir girîng bi dest dixin. Pirtûkên olî bi rêya wergerê di nav gelan de belav bûne.
Di serdema me de ku teknolojî pir li pêş e, bêyî ku li çapxaneyan bê çapkirin, bi rêya înternetê tavilê zimanek li zimanekî din tê wergerandin û ew berhem tê belavkirin. Ev jî dike ku her kes dikaribe xwe bigihîne zanyariyên bi zimanekî din.
Werger, ji bo zimanên di bin nîrê mêtingeriyê de tên asîmilekirin, pir girîng e. Ji ber ku deriyê zanyariyê li van zimanan bi kotekî hatiye girtin, ji berhemên cîhanê jî bêpar mane û ji neçarî fêrî zimanên serdestan bûne. Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e ku sedan sal in ji aliyê desthilatên ereb, faris û tirk ve tê asîmilekirin. Ji lewra rol û rista wergerê bo pêşketin û berdewmiya hebûna #zimanê kurdî# hêmaneke diyarker e.
Li Wêjegeh Amedê ya destpêka sibata 2020’an, bi armanca birêvebirina kar û barên çand û wêjeya duzimanî (kurdî-tirkî) hat vekirin, di çarçoveya rêzeçalakiyên navendê de, bi sernavê ‘Ruhê Wergerê’ bi pêşkêşiya nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq, guftûgo hat kirin.
Zeraq têkildarî kartêkerî û girîngiya wergera kurdî gotarek pêşkêş kir. Li gorî wî, ji bo wergerê duzimanî bi serê xwe têr nake. Her wiha tîne ziman ku wate û fêmkirina wergerê cihê xwe baş negirtiye û dibêje: “Em radibin li ser vê zanînê hewl didin ku metnekê çi edebî, çi zanistî binîn ser zimanekî din. Her kesên du milên wan hene dikarin kemanê bijenin? Na!”
Zeraq der barê destpêkirina duzimaniya kurdan û wergera kurdî de jî zanyariyên balkêş parve dike. Di gotarê de diyar dike ku duzimaniya kurdan bi îslamiyetê dest pê dike û medrese ne bi destê kurdan, bi destê ereban hatine avakirin.
Bi taybetî di serdema xelîfeyê îslamê Hz. Omer de bi armanca perwerdeya bi erebî du tiştên sereke tên kirin: 1. Avakirina medreseyan, 2. Qedexekirina wergera ayetên quranê. Bi van pêngavên girîng, erebî li kurdan tê ferzkirin.
Zeraq, destnîşan dike ku lêkolîner dibêjijn ku di medreseyan de metnên erebî li kurdî hatine wegerandin û wergera kurdî ya ji zimanekî din dikeve jiyana kurdan û wiha tîne ziman: “Ji wê çaxê ve ye em bi wergerê dijîn. Ruhê me werger e. Derbek li ziman û ruhê me yê esasî, ruhê me yê binelî, xwemalî ketiye. Heta wê çaxê bi kurdî çi çêbûbe, em hîn jî wan bi kar tînin.”
Bi dîtina Zeraq heta Melayê Cizîrî tu kes li hember ruhê wergeriyê serî ranake û dibêje ku Cizîrî dixwaze vê yekê berevajî bike. Cizîrî wek serhildêrekî li hember zimanên serdest bi nav dike û tîne ziman ku Cizîrî, bi nivîsandina bi kurdî li dijî erebî û farisî û her wiha desthilatiya Osmaniyan derdikeve.
Zeraq amaje pê dike ku tu nivîsên kurdî yên heta niha hatine nivîsîn ji sedî sed ne kurdî ne û sedema vê jî wiha rave dike: “Me agahiyên xwe yên derheqê edebiyat, zanîn, teknîk û teoriyê de ji zimanekî din hildane. Em van agahiyan pêşî di hişê xwe de werdigerînin zimanê xwe û di heman demê de werdigerînin ser ruhê xwe. Agahiyên zanyarî, zanistî, teoriya sosyolojiyê, felsefeyê, psîkolojiyê di ruhê zimanê min de tune ne. Ji xeynî dermanên kurmancî tu agahiyên tibê, teknolojiyê di destê me de tune ne. Sedema vêya polîtîkaya yekagahîkirina serdestan a bi zimanên xwe ye.”
Nivîskar Zeraq wergerê wek xweheyîkirin û dandiyarkirina kurdan bi nav dike. Her hiwa dibêje ku kurd bi piranî agahiyên xwe ji zimanê tirkî werdigirin û li gorî wî ev kuştina ziman û ruhê kurdî ye. Heger haya kurdan ji kuştina ruhê wan hebe, du rê li ber wan hene; an ew ê wî ruhê ku hatiye kuştin bihêlin bila mirar bibe û ew ê li xwe neban bibin, çand û zimanê wan bibe tiştekî fantastîk, fantazmeke genî; an jî ew ê li xwe vegerin hevdû hişyar bikin da ku belkî werin ser hişê xwe.
Zeraq pirsa gelo em ê çawa dikaribin fikreke felsefîk, analîzeke polîtîk, dîtineke psîkanalîtîk bi vî zimanî biafirînin dike û wiha bersivê dide: “Divê em wergerînin da ku li hember serdestan rabûneke antîkolonyal pêk bînin. Em polîtîzasyon, sosyalîzasyon û danûstandina mirovane ku tê de ruhê min dihewe, bi kurdî ava bikin ku ev rabûn û pêkanînên antîkolonyal in.”
Zeraq diyar dike ku lêvegerîneke bi hişmendî û li ser zimanê xwe pêwîst e ku ev jî durehî, melezî ye û mînaka 3 qonaxên Hegel ên di vê der barê de tîne ziman: “Kesê/a dixwaze li xwe vegere, divê tehma lixwenebanbûnê (biyanbûn) jî bijî. Hegel li ser lixwevegerîn û nebanbûnê 3 qonaxan diyar dike:1. Kesek pêşî hay ji nebanbûna ruhê xwe dibe; 2. Piştre vedikişe kozika xwe; 3. Paşê jî bi ruhê xwe aciz dibe û hewl dide vegere ser ruhê xwe yê esasî (praksîs).”
Herî dawî Zeraq destnîşan dike ku hebûna ziman û ruhê kurdî girêdayî vegera li xwe ye û kurd ancax bi vî awayî dikarin praksîsa xwe pêk bînin. Her wiha diyar dike ku divê heta ji kurdan tê bi kurdî bixwînin, biaxivin û êdî dem hatiye ku kurd Sokratesî û lînguîstîka Chomsky dikaribin bi kurdî jî bixwînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,082
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://wer-ger.com/- 19-11-2022
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 16-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 19-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):19-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,082
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1127 KB 19-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!