Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,161
Նկարներ 106,230
Գրքեր 19,186
Կից փաստաթղթեր 96,724
Տեսանյութ 1,348
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Werger warekî têkoşînê ye
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Werger warekî têkoşînê ye

Werger warekî têkoşînê ye
Her diçe pêdeviya xwendevanên #zimanê kurdî# bi xwendina helbest û pirtûkên biyanî yên li kurdî hatine wergerandin derkeve holê. Îro xwendevan dixwazin hemû berhem û metnên wêjeya cîhanê, helbestên cîhanê û felsefevanên cîhanê bi kurdî jî bixwînin. Rojda Yaşîk jî yek ji van kesan e ku berê xwe daye helbestên cîhanê û wan werdigerîne zimanê kurdî. Ew karê wergerê wekî ‘warekî têkoşînê’ pênase dike.
*Rojda Yaşîk çi wextê û çima dest bi karê wergerê kir? Heta niha wê kîjan berhem wergerandine kurdî?
Wekî zêdepariya zarokên kurd min jî di zaroktiya xwe de ji bo kalik, pîrika xwe wergeriya devkî her dikir. Dikarim bibêjim, karê min î simûltanê yî yekemîn wergera rêzefîlmeke tirkan bû. Ez digel pîrika xwe rûdiniştim û min yek bi yek werdigerand. Lê wergera nivîskî, piştî qedandina lîseyê dest pê kir. Min di lîseyê de beşa zimanê îngilîzî hilbijart; ji ber ku kêmtir wane hebûn û zêdetir dem ji bo xwendinê dima. Her wiha min dizanibû heke îngilîzî hîn bibim, ez ê bikaribim deriyê alemeke din jî vekim. Lê piştî demekê min dît ku ez dixwazim helbestên Anne Sextonê, Anne Waldmanê, Allan Ginsberg bi dengên kurdî bibihîzim. Bi rastî bersiva vê pirsê ya baştirîn ew e ku ez heyrana dengê kurmancî me. Heta tiştek bi dengê kurmancî nekeve guhê min, nikarim bibêjim “erê bû, min fêm kir.”
Min heya niha ji zimanê îngilîzî gelek helbestên Anne Sexton, Anne Waldman, Allan Ginsberg û Chrisstina Rossetiyê wergerandine. Her wiha min gelek çîrokên Jack London wegerandine û ez dixwazim wan hemûyan bixwînim û wekî audîo-pirtûk parve bikim. Û niha li ser “Before Adam” romana Jack London dixebitim. Werger ber bi xelasbûnê ve ye. Hêvî dikim karekî baş derkeve û min nede şermê.
Ji zimanê tirkî jî min pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê “Kürtlerin zorunlu iskanı” ji bo Weşanxaneya Rûpelê wergerand. Her wiha min digel hin hevalan kovareke polîtîk, bi navê Çirûska Şoreşger derxist. Min ji bo kovarê der barê mijarên wekî dij-mêtinkarî û femînîzmê de nivîsar dinivîsîn û nivîsên hevalên din ji zimanên tirkî û îngilîzî werdigerandin kurdî/kurmancî. Me kovara xwe heya 7 hejmaran wekî kulîlkekê bi ked û hêza xwe mezin kir lê mixabin îsal hate qedexekirin.
*Bi navê ‘Helbesta Cîhanê Bi Kurdî’ li ser qenela youtubeyê jî tu helbestên cîhanê werdigerînî kurdî. Tu dikarî hinekî qala vê xebatê bikî? Zehmetiyên di wergerê de derdikevin pêşiya te çi ne?
Me ji ber du sedeman xwest em qenaleke bi vî rengî bikin; sedema sereke ew e ku ez heya wergera xwe bi dengî nebihîzim û tu carî kêfa min pê nayê. Min jixwe her dixwend û ji hevalên xwe re dişandin. Lê bi saya youtubeyê her kes dikare duhdarî bike û şîroveyên xwe bike.
Sedema duyemîn jî; zêdepariya miletê bakurî gava kurdî guhdarî dikin, her tiştî fêm dikin lê mixabin çanda me ya xwendin û nivîsandinê nîn e. Jixwe perwerdeya me ya xwendin-nûsîna kurdî nîn e. Lewma jî gava em bi deng parve bikin her kes dê bikaribe fêm bike. Jixwe armanca me ew e ku em bikaribin haya miletê xwe bi helbesta cîhanê bikin.
Bêguman werger jixwe karekî pir çetin û dibe ku karekî “nepêkan” be. Lê jixwe her metnek jî hin zehmetiyên din derdixe pêşiya wergêr. Her metnek azmûnek e.
*Di jiyana Sylvia Plath û Anne Sextonê de xalên hevpar hene, di helbestên wan de jî em dikarin qala aliyên hevpar bikin? Gelo çima helbestên Sylvia Plath û Anne Sextonê?
Belê, der barê hevaltî û xwişktiya wan a edebî de gelekî hatiye nûsîn. Meriv dibe balê bikişîne ser hevpariyên wekî helbestkarbûn, jinbûn, xwekuştin, nexweşiyên derûnî û hwd. Lê belê ya ku bala min dikişîne tişteke din e. Em li rûyê dinyayê, bi tikûtenê û heya di bedena jinbûnê de, bi qewla Plathê xwe “di fanoseke cam de” dîl in. Hin kes wekî Allan Ginsberg, Anne Waldmanê dengên xwe bilind dikin û bi dinya û sînorên derve re şer dikin. Lê Anne Sexton û Sylvia Plath şerekî “navxweyî” dikin. Helbesta Sextonê ya “Şerê Naxweyî” bînin bîra xwe. Ew di xwe de kûr dibin û li derfetên vegotinê yên din digerin.
Mirov her dixwazin kesan, tiştan, kirinan bi pênaseyên banal, pênaseyên lawaz bi nav bikin û derbas bibin. Ji ber ku ev yek çareseriyeke hêsantir e li hemberî aloziya jiyanê. Sextonê tu carî der barê jinbûn, nivîskarbûn, zayendê de bang hilnedêraye, lê helbestkariya xwe, jinbûna xwe, lezbiyenbûna xwe hûrik hûrik honandiye. Plathê der barê dayikbûn, welidandin û helbestkariyê de bang hilnedêraye lê peyv bi peyv, sembol bi sembol, di hebûna xwe de bi kûr ve çû. Ez ji vî zimanî, vê rêbazê û şêwazê hez dikim.
*Ji wergera Mele Mahmûdê Bazîdî û vir ve tu wergera kurdî çawa dinirxînî?
Bi rastî ez nikarim bi awayekî kronolojîk der barê wegera kurdî de binivîsim, ji ber ku zanîna min di der barê vê mijarê de qels e. Jixwe bi qasî ez dizanim ti karekî bi rêkûpêk der barê dîroka wergera kurdî de nehatiye kirin. Birêz Ergîn Sertem nivîsarek li ser vê mijarê nivîsîbû, ji bilî vê nivîsarê heke berhemeke din hebe jî haya min pê nîn e. Lê pak pê dizanim ku werger karekî çetin e. Gelek mirov wergerê dikin û dixwazin bikin lê mixabin gelek caran derfetên fêrbûna ji hevdu û şêwirînê nîn in. Wergerên Kawa Nemir ji bona min mektew in. Ez ji wergerên wî pir fêr dibim. Her wiha hewl didim ku wergerên Ciwanmerd Kulek, Rizgar Elegez û Prîskê Mihoyî digel berhemên orjînal bixwînim û jê fêr bibim.
Xeyal bikin ku kurdî/kurmancî zevîyek e. Lê mixabin, hin dijminên hov bi sedan salan rê û dirb xitimandine û nehiştine hûn vê zeviyê av bidin. Zeviya we bes bi ava baranê carna şil bûye lê bi gelemperî ziya ye. Divê hûn cardin berê kanî, robarên cîhanê bidin zeviya xwe. Belê kurdî mixabin ev zevî ye û werger jî kanî û robar in. Em ê bi kurdî bifikirin, biaxifin, binivîsin û edebiyata cîhanê wergerînin kurdî û zeviya xwe cardin şên bikin.
*Ji bo mirov wergereke xurt bike hewce ye têkiliya mirov bi zimanê dayikê re her tim zindî be. Şert û mercên dîasporayê li ser têkiliya te ya bi zimanê dayikê re û wergerê bandoreke çawa dikin?
Ziman derya ye û mirov di wê deryayê de dijî. Ez kurdeka bakurî me û texmîn dikim hemû kurdên bakurî baş pê dizanin ku deryaya me ber bi têkçûnê ve ye. Ez beriya sê salan li Bayîzdê bûm, jixwe li Îdirê mezin bûm. Lê mixabin di navbera dîaspora û Kurdistanê de kêm ferq heye. Li her derê, ez alema xwe diafirînim. Li Bayîzdê, ber bi êvaran ez û Rizgar Elegez derketin ger û geştê. Li Berlînê, tişteke nû wergerînim an jî binvîsim ji xwişka xwe re dişînim û paşê em notanî “pîrepitikan” dikevin gilî gotinan. Yanê zimanê wergera xwe, bi têkiliyên şexsî, bi hewldayinên şexsî diafirînim. Nizanim gelo ev yek ji bo wergerên pak û baş têr dika yan na. Lê ka, gelo çi rêyeke din heye?
*Weke tê zanîn di wergerê de zimanê mirov berhemê wergerînê, hewce ye mirov di wî zimanî de serwer be. Di vê mijarê de bandora bişaftinê bi çi awayî derdikeve pêşiya te?
Belê, di qonaxa wergerê de bandora zimanên kolonyal mijareke kûr û girîng e. Ne bi tenê li bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojhilat jî bandora zimanên erebî û farisî li ser hevoksazî/sentaxa kurdî heye. Lewma jî werger di heman demê de warekî têkoşînê ye. Em dê bi wergerên xwe ji zimanên bihêztir, zimanên emperyal û kolonyal sûd wergirin lê belê di heman demê de li pey deng, hevoksazî, gewriya kurdî/kurmancî bin. Her wiha bi min, em dema behsa wergerê dikin, mijara me her ziman e. Lê belê ziman bi tenê xalek e, hindek xalên din î girîng jî hene. Bo nimûne heya kesek xwînereke/î baş nîn be, ti carî nikare wergerên edebî bike. Heya kesek nikaribe di kurdî de asayî û kêfxweşî sobalî bike, ew ê nikaribe ji zimanê îngilîzî, rûsî an jî tirkî bigire wergerîne ser esl û feslê kurdî. Zedepariya nivîskar û wergerên me, di nav deryaya kurdî de sobalî nakin. Ew di deryaya tirkî de dijîn, carcarna tên û destên xwe hinekî jî dixin nav kurdî. Dibe ku lewma gelek pirtûkên kurdî temsarkî ne, dibe ku lewma hindek werger ewqasî “werger in” ku tu yê bibêjî hema orjînal in. Bêguman her mirov di bin bandora zimanê serdest, çanda serdest, fikrên serdest de dimîne lê divê hîç nebe em asoya xwe bi zimanên din ên biyanî, edebiyata japonî, amerîkî, îrlandî, rûsî, polonî berfireh bikin ku qelstiyên fikrî û zimanî yên tirkan rasterast împort nekin.
*Tu weke jin û wergêreke ciwan pêşniyariyên te yên ji bo kesên bixwazin di qada wergerê de bi pêş bikevin, çi ne?
Min çend salan berê dest bi wergerê kir û di rêwîtiya fêrbûn û xwepêşdexistinê de hê jî her roj dixebitim. Bi rastî jî nizanim gelo ez ê bikaribim hin wergerên baş, kêrhatî bikim an na. Lewma jî ez bi rast û eşkere dibêjim, dibe ez nebim wergêreke serketî lê ez xwînereke serketî me. Her wiha pir baş dizanim ku heya meriv nebe xwînereke serketî, nikare wergerên baş bike. Werger ne karê peyvguhastinê ye, yanê heke meriv peyv û rêzimanê du zimanan bizanibe meriv nikare rasterast wergerê bike. Divê mirov behreya her du zimanan, hişmendiya wan, dîroka fikirînê ya her du civakan, kodên ferhengî û mîtografyaya her du civakan û edebiyata bi her du zimanan bizanibe.
Wekî jinekê? Belê, ez her hewl didim ku li ser rûyê cîhanê hemû derfetên hebûna xwe, zayend û bedena xwe kifş bikim û xwe ji nû ve biafirînim. Her wiha dixwazim xwişkên min, jinên kurd binivîsin, wergerînin, bibêjin û em pevre rê û rêbazên nû, pênaseyên nû yên jinbûn, nivîskarbûn û wergêrbûnê biafirînin.
[accordions]
[accordion title=”Kî ye” load=”show”]Di sala 1991`î de li gundekî navçeya Qulpê ya Îdirê hatiye dinê. Li Qersê dibistan xwendiye. Li Stenbolê di Zanîngeha Yildizê de mamostetiya zimanê îngilizî xwendiye . Paşê li Bazîdê mamostetî kiriye. Ji ber cezayên siyasî lê hatiye birîn ji mamostetiyê îstifa kiriye û berê xwe daye Almanyayê. Niha karê wergerî, edîtorî û pêşkêşvaniyê dike.[1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,113 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://xwebun1.org/- 19-11-2022
կապված նյութեր: 12
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 25-05-2020 (4 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: լեզվաբանական
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 94%
94%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 19-11-2022
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا ک ) կողմից 19-11-2022
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,113 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,161
Նկարներ 106,230
Գրքեր 19,186
Կից փաստաթղթեր 96,724
Տեսանյութ 1,348
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.86 երկրորդ (ներ).