Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,861
Εικόνες 106,157
Βιβλία 19,347
Σχετικά αρχεία 97,367
Video 1,398
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
ÇÎROKA BIŞAVTINÊ
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çorê Arda

Çorê Arda
“Divê mirov berê berê bibin xwe”
Di hemû çîrokên Îsmaîl Dîndar de çîrokên rojane, çîrokên li ser êşa welêt, çîrokên li ser kedê hwd hene. Piraniya çîrokan de bêhna serdestiyê û bindestiyê jê dihat. Bêhna desthilatdariyê ji mijarên çîrokan difûriya. Mekanê çîrokan piranî Nisêbîn bûn, di naveroka çîrokan de neçarî û ji welatê xwe dûrketin serdest bûn. Jiyana kurda a bi her awayî li ber çavên me hatibû raxistin. Lê di çîrokan de felsefe, mîtos, hûner, derûnî û hest pir kêmbûn. Çîrokên Îsmaîl Dîndar rijî bûn. Çîrokên Îsmaîl Dîndar bêtirîn ramyarî û piçekî jî sosyolojîk bûn, çîrokên qels bûn. Du çîrokên wî’y hinekî baş hebûn, jê yek “Kartopu Sokak bû, a din jî çîroka Evdê bû” piranî jî li ser van herdu çîrokan rawestiyam.
Halbûkî di stûnên avahiyên çîrokan, roman, helbestan de divê:
Hest
Derûnî,
Felsefe
Huner
Mîtos
Hebe, hebin…
Çîroka(…) sêxal
Di vê çîrokê de bêtirîn nivîskar hest û dilê xwe ji şevê re dirêsîne, verdişîne, yanê bêtirîn deng û derîyê dilê xwe ji me ra vekiriye. Hema çi di wan kêliyan de hatibe ser zimanê dil û hişê wî rêsandiye. Feqet pirtir hestên xwe li ser dê û lawan hûnandiye, lawên ji dê û bavên xwe dûr in, lawên ku ew ê venegerin belkî jî vegerin, ango dawiya wan ne diyar in. Loma jî çîrkokek helbestî ye, çîrokek lîrîtîk e. Feqet vê çîroka xwe’y helbestîk bi awayekî monologî ji dêya xwe re distrê û dixwîne. “Yadê, dilê xwe spartiye dîwarê şevê, dengê dilê wê bi ziman dibe(rp, 13). Em fêm dikin ku bê çiqasî lîrîzm û tîrhestek di vê hevokê de heye, çiqas tîrhestîk be, ewqasî jî rasyonalîtîk e. Çimkî divê Yadê dengê dilê xwe spartiye şevê ev gotin him lîrîtîk e, him jî rasyonelîtîk e, feqet bêtirîn lîrîtîk e. Ji bo çi lîrîtîk e, ji ber ku “dengê dilê yadê” bi serê xwe tîrhestîkekê di xwe de vedihewîne. “Dengê dil” tenê bi serê xwe lîrîkît e û hestê di xwe de dihebîne. Îcar dengê dilê xwe spartiye “Dîwarê şevê”, dîwar bi xwe tê wateya saxlembûnê. Ji ber ku dîwar hişk in, kevir in, sexlem in, loma tiştên hişk bêtirîn tiştên rasyonal in, tiştên nerm jî bêtirîn lîrîk in, hestwarî ne. Feqet dîwarê şevê ye, ne dîwarê rojê ye. “Şev” bi xwe nixûmandin e. Tiştê nixûmî bêtirîn razberîk in û nepenîk in. Dîwarên şevê, him sexlem in, him jî razberîk û nepenîk in. Îcar gelo ev dilekî çawa ye? Çiqas ev deng, dengê dilê dê be jî esil dengê dilê çîroknûsê me ye. Ê ku ji me ra distrê û dixwîne di dewsa dêya xwe de ye, yanê çîroknûs bixwe ye. Loma dengê dilê yadê/çîroknûs ji rasyonalîtîkê bêtirîn hîs e ango ji êqil bêtir hest di çema de diherike. Dema em çîrokê dixwîne, mirov dibêje qey em helbestekê dixwîne. Îcar bo çi navê çîrokê bûye “Sê Xal(…)”. Sê xal heman demê de tê wateya berdewamiyê, ango neqediyabûnê. Gelo dê û bav li bendemayîna kurên xwe bin, li bendemayîn jî nayê wateya hêviyê? Jixwe “sê xal” jî hêviyê di xwe de dihebîne, îcar dibe ku bo vê sedemê navê çîrokê bûbe “sê xal” ? Talî çîrokek lîrîtîk, çîrokek helbestîk û çîrokek hêviyê ye…
“Kêmzêde di her mirovî de hesta xwebiçûkdîyînê(xwekêmdîyînê) heye”(6) Li gor Alfred Adler: Ên ku xwe qure dikin welew ên ku xwe mezin dibînin, heçî ku xwebiçûk nabînin di gişan de hesta xwebiçûkdîyeneke vaşartî heye, ango esil di ên qure de jî hesta xwebiçûkdîyînê heye, tenê vedişêrin. Dema em li fikrên Adler dinêrin em fêm dikin kesên qure esil durû ne. Tenê vedişêrin. Jixwe Alfred dibêje xwebiçûkdîyîn di herkesî de heye. Îcar di civakên bindest de bêtirîn ev hest serdest e, ji ber ku mercên têde dijîn, malbata têde dijî, derdora ku têde dijî, pergala têde dijîn hwd bandorên bi tesîrin. Civakên bindest tu tiştî weke alemên din najîn, ne azadîyên xwe ne jî wekî din, loma xwebiçûkdîyîn, dilbijokbûyîn û xwekêmdîyîn di van civakên bindest de bi awayekî fetîşîst û sadîstîk dertên, ango mêzîn di civakên bindest de tune ye. Dema ez vana dibêjim ez behsa gelemperiyekê dikim, ez li ser şexsan nabêjim, dibe ku şexsên xurt, jîr û bi xwebawer jî hebin, feqet dema em li bêjingê dixîne, civakên bindest, ya bi hestên narsîstîk dijîn, ya bi hestên sadîstîk dijîn, ya jî bi hestên fetîşîstîk dijîn, mêzîn tuneye ango pîvan tuneye helbet sedemên wan rewşan bindestî ye. Dema gelên bindest tiştekî bi dest dixin xwe wenda dikin, ev rewş ji bo kes-an jî wilo ye. Loma mêzîna bindestan, ango eyara bindestan tuneye. Heta ku bindest dev ji dilbijandina serdestên xwe bernedin, nikarin bibin serdest jî, berê berê divê bindest hikmê xwe li xwe bikin an na nikarin bibin xwe. Loma jî çîroka me mijara xwe li ser gomên bena vê quçê hildide, karekterê-n me dixwazin bi rêya galegalên xwe vê rewşê ji me re raxîne. Feqet Alfred Adler dibêje hesta Xwebiçûkdîyînê ne hesteke patolojîk e. Yanê mirov esil bixwaze dikare xwe ji vê hestê rizgar bike. Li gor Alfred kompleksa hesta xwemezindîbûnê di herkesî de heye, loma jî jixwe wateya jiyanê ev e. Divê armanc û wateya jiyanê jî ev e. Yanê herkes esil dixwaze bibe desthiltadar, di dilê herkesî de deshilatdarî heye. Feqet cûreyên desthilatdariyê pir in. Desthilatdarbûnen zanyarî, desthiltdarbûnên hûmanîstîk, desthilatdarbûnên hêzê, desthilatdarbûnên zayendiyê û desthilatdariya dînbûnê hwd mirov dikare lê zêde bike. Talî deshilatdarî pirr in û mîna ku Foucault dibêje “Desthilatdarî li her derê ye” yanê di hundirê malê de, di hundirê dibistanê de, di hundirê nexweşxanê de, di hundirê şaredariyê de, di hundirê her mekanê de desthilatdarî heye, çi li derve çi li hundir ferq nake. Di hundirê xwezayê de desthilatdarî bixwe heye. Desthilatdarî jixwe dîyalektîk e. Ev hinekî jî encama populasyona xwezayê ye. Îcar em werin ser çîroka xwe’y bêhna desthilatdariyê û bindestiyê jê difûre…
Çîroka “Kartopu Sokak”
Çîroka me, çîrokek real e, heman demê de çîrokek sêwirandî ye. Sêwirandin û realîte di nava hevdu de hatiye strandin. Di vê çîrokê de nîqaşa dîrok û zimên tê kirin. Serlehengê me Misto ye. Misto yekî zaningeh xwendîye û beşa dîrokê qedandiye. Îcar dema civak û Misto pevre dikevin galegalan, civak ji Misto re dibêjin, va profesorê me diaxive hela deng mekin, esil civak tinazên xwe pê dikin. Di çîrokê de esil gengeşiyên zanîn û nezanînê tê kirin, halbûkî zanîn bîrek bêbinî ye. Helbet civak li gorî bîra xwe dizanin, Misto jî li gor bîra xwendina xwe dizane. Herdu hêl jî li gor bîrên xwe têgihiştî ne û zanin. Ji xwe ya trajîk jî di çîrokê de herkes dizanin, kesî nezan tune ye. Feqet di çîrokê de ya girîng ne zanîn û nezanîn e, a girîng mirov li welatê xwe, bi zimanekî biyanî bijî. Nivîskar li vir xwestiye li ser zimên biraweste, ji xwe ji navê çîrokê jî dîyar e. Ya di vir de girîng “welat, hişmendî, ziman û zanîn e” bingeha vê çîrokê avahiya xwe li ser van stûnan radike. Mijara çîrokê mijara “bişavtinê” ye. Mijara desthilatdariyê û mêtingehiyê ye. Loma jî Frantz Fanon wilo dibêje”Ruhê me yî esîl nîjadperest e.”(1) yanê dema ku mijar bû mêtingehî hesta nijadperestîyê xwe digihêjîne qotik, ango hesta nijadperestiyê xwe digihêjîne lûtkeyan. Desthiltdar her daîm ditirse, loma timî bi şêwazên curbicur êrîşî bindestên xwe dikin, ziman jî ji vana yek e. Ma ku ne nijadperestî be, mirov bi zimanekî dinê, navên taxa diguherîne. Feqet cermê mirov tu dikarî biguherîne, lê tu nikarî hiş û binhişîya mirovî biguherîne. Desthilat tim ditirse loma jî nijadperestiyê diparêzin û ên din gişan dikin wek xwe, di hiş û binhişiya nijadperestan de esil ên din hene, ji ber tirsê, ên din qebûl nakin, naxwazin qebûl bikin. Sedema wê piranî jî tirs e. Ji ber ku “gelên bindest(kolonî) bi dexs in, ên mêtingehgêr ango ên desthilatdar jî di hişmendiya vî tiştî de ye, dema ku nêrînên wan î ên bi dizî dibîne, timî bi hişyarî dirawestin, di hundirê xwe de bi êş û êş dibêjin “Wana dixwazin têkevin dewsa me, cihê me”(2), Li gor Fanon ev nêrîneke rast e jî, divê bi xeyalan be jî ên bindest her daîm dixwazin têkevin dewsa me ango ên bindest di xeyalên xwe de têkevin dewsa desthilatdarên xwe… heta divê yekî/a ku vî tiştî xeyal nekin û nefikirin tune ye. Îcar bo çi mirov dixwaze têkeve dewsa desthilatdarên xwe, welew çima xeyal û xwestekek wilo bi gelên kolonî re ava dibe? Ev rewş rewşa xwekêmdîtinê ye, xwebiçûkdîtinê ye an na? Rewşa nezaniyê ye an na? Rewşa nehişmendbûnê ye an na?. Mirovê bixwezanîn, bixwehesiyayî û bi hişmend xwe tucarî naxe dewsa tukesên dinê. Ango dilê xwe nabijîne desthilatdarên xwe, mirovên nezan, bêhişmend, netêgihiştî encax dibijok bin. Halbûkî mirovên hişyar û bihişmend tucarî nabin dilbijokên serdestên xwe, çimkî xwe dizanin, dîroka xwe dizanin, xwebiçûk û xwekêm nabînin, di hişyarîya vî tiştî de ne, di hişmendiya vî tiştî de ne. Loma jî Misto û civak esil di vir de vê mijarê tînin ziman… mijara wan desthilatdarî, mêtingehî û bişavtin e…
Çîroka “Lîstika me”
Di vê çîrokê de du zarokên biçûk ji dêya xwe bêpar mane, rojekê dê û bavên wan wenda dibin, heta wextekê li cem dapîr û bapîrên xwe dimînin, feqet her yek li cihekî dimînin, yek li Nisêbînê dijî, ê din jî li Amedê dijî. Herdu jî bêrîya hevdu dikin, doza dê û bavê xwe dikin. Îcar dê û bav tevlî şervanan bûn welew hatine binçavkirin, desteserkirin, ne diyar e. Di çîrokê de ne eşkere ye. Piştî wektekê dê bi saya telefonê li zarokê xwe digere, lê dîsa jî ne eşkere ye li ku ye. Di çîrokê de hesta bêdêtiyê û bêbavtiyê hatiye hûnandin.
Çîroka “Marî”
Çîroka Marî, weke çîroka welatê wê ye. Dê û bavê Marî berî sî û nehsalan koç dikin, Marîyê jî radestî kirîvên xwe dikin, ji ber ku biçûkbû nikarîbûn bi xwe re bibin. Piştî sî û nehsalan dê û bavê Marî vedigerin, lê tu kes ne li mal in. Welhasil ji derdora xwe dibêjin, lê herkes di der heqê Marî de çîrokekê vedihûne. Yanê herkes tiştekî dibêjin. Bingeha çîrokê ji welatê xwe dûrketine, êşa welêt e, êşa zarokane û êşa raboriyê serdetse.
Çîroka “Êşa dil ji çavan e”
Belê ev çîrok jî, çîroka ji cih û warê xwe dûrketinê ye. Ev dûrketin ji neçariyê dizê. Lê di çîrokan de timûtim zikbihalêxweşewitandin heye, feqîrî, xizanî û tunebûn û ajîtasyona welêt û hwd, halbûkî çi derûniyên xwebiçûkxistinê di van têgihan de hene. Halbûkî çav dikare gelek tiştên xweş jî bibîne. Ne tenê tiştên neyênî… Di çîrokê de du kes li stenbolê ligel hev behsa jiyana xwe û çawa hatine di vir derketine dikin. Îcar dema qala xwe dikin, timî ajîtasyon, zikbixweşewitandin, gazin û gilî di nava hevok û axavtinên wan de dibore.
Çîroka “Dilo”
Di çîroka dilo de evîn, welat, du têgehên sereke ne. Lê evîn şibandiye welatê xwe, welatê xwe şibandiye du çavên reşik, yanê êvîn û welat bi hevdu re strandiye. Bixwexwe axavtinê pêk tîne, bi awayekî ne eşkere geh li çiya ye, geh di jiyana rojane de ye. Di hemû çîrokên wî de geh eşkere, geh jî bi awayekî dizî li çiya ne. Karekterên wî timî dilorîne, dinihirîne. Hestwarî û helbestwarî ne.
Çîroka “Evdê eskeriyê nake”
“Ji bilî min kî dikare min, ji min baştirîn taswîr bike? Kî dikare îdîa bike ku, bi qasî ez xwe nas dikim kes nikare min baştir nas bike”(4)
“Ger kesekî pesnê te veneda tu pesnê xwe vedî”(5)
Di pirtûka bi navê “Pesnê Dînbûnê” ya Erasmûs de, dînbûnî baqilbûneke, dînbûnî xwebûneke, dînbûnî anarşîzmek e, dînbûnî raperîn û serîrakirineke baqilî ye. Loma Erasmûs hemû tiştên heyî dinirxîne û rexne dike. Tirs tuneye di dînbûna wî de, dînbûna wî dînbûneke zanistî ye, dînbûneke hişmendî ye. Heke kesî pesnê we veneda hûn pesnê xwe vedin, ev gotin bi serê xwe dînîtiyeke, hûnê bêjin çima? Ji ber ku pesindayîna we divê ên din bikin, neku hûn pesnê xwe vedin, loma hemû nirx û heyînên heyî red dike Erasmûs, hemû pergal û qaîdeyên hene red dike, loma divê hûn dikarin tenê jî pesnê xwe vedin, ji ber ku Erasmûs xwe dizane, loma divê tu kes ji bilî min, kes nikare min nas bike, yanê ez xwe baştirîn dinasim li gorî ên dinê. Feqet di çîroka me de Evdê pesnê xwe vedane, lê civak gelekî pesnê wî vedide, Evdê yekî baqil e an jî yekî nebaqil e, gûmanekê bi xwe re dihêlî, helbet karekterê me ne bi qasî gotinên Erasmûs jêhatî û zanist e, yanê ne biqasî gotinên Erasmûs dînbûnekî baqil û zanist e feqet baqilbûneke wî jî heye. Çîroknûs esil di vir de ji dînbûna Evdo bêtirîn dîyaloga wî û dewletê xwestiye bîne ziman, xwestiye jîr û jêhatbûna wî’y dijberî dewletê derîne holê, vê rewşa wî jî bi dînbûnê temsîlkiriye. Esil kilîda binhiş û derhiş vebe, herkes dîn e, îcar ya ku vê kilîdê kilît dike, civak e, aqil e, a ku vê kîlîdê bi mêzîn dike vîn e. Tenê dînên ji zikmakî dîn in dînên esil in, feqet dînên dinê de baqilî heye û ev baqilî jî veşartiye. Esil belkî jî ne veşartiye, belkî jî mirovên asayî vê rewşê nabînin. Halbûkî mirovên asayî jî bi saya ên dîn dizanin ew baqil in. Her tişt bi dijberî xwe ava dibin. Di çîrokê de dewlet bi xwe dînitîyê dike, Evdê jî baqiltiyê dike, ma ku dewlet ne dînbûya bi Evdê re diştixîlî… Talî jixwe di xwezaya mirovan de dînbûnî heye. Feqet kes newêre li xwe mikur bên, ji ber ku dînbûnî di nava civakê de etîketeke nebaş, neyînî tê dîyîn, loma kes xwe lê danîne, kes newêre kirasê dinîtiyê li bejna xwe bifesilîne. Evdê di vê çîrokê de baqil e, jîr e. Dînbûneke baqilî pê re heye. Li gorî çîrokê Evdê yekî dîn e û dewlet nikare serî pê derxîne, her carê dewlet li pêşiya wî dehfan vedike, lê dîsa jî nakeve dahfê(kemînê). Îcar gelo kî dîn e? Dewlet, civak an jî Evdê? Evdê sî sal e, ji terefê dewletê tê gerîn, lê dikin û nakin nikarin bi dest xînîn. Evdê her carê divê bileh û tileh ez eskeriyê nakim. Lê rojekê dora Evdê tê dorpêçkirin, fermandarê leşkeriyê divê gerek vê carê ji destên me nefilite. Talî dîsa Evdê xwe ji nav lepên dewletê xilas dike. Fermandarê leşkeriyê dîn û har dibe. Divê çawa yekî dîn xwe ji nav lepên me xwe xilas dike. Ji xwe pirsgirêk jî di vir de ye? Li gor çi, li gor kê, li gorî kîjan rewşê û ferasetê kî çawa dibe dîn? Dînbûn çi ye? Celebên dînbûnê hene an na? Dîn tune bin, ên baqil ew ê çawa bêjin ez baqil im, li gorî çi ew ê bêjin ez baqil im? Baqilî çi ye? Dînbûnî, gelo ne afirandinê civakê bin, qebûlên civakê bin, nirxandinên civakê bin. Di vir de helbet dîyalektîzm heye, her tişt bi dijberî xwe heye. Michel Foucault dibêje” Ruhê dînan ne dîn e.”(3) yanê esil dînbûn çi ye, qaîdeyên dînbûnê çi ne. Heger di vir de ruhê dînan ne dîn be, wê çaxê çi ye? Ruhên wan wê çaxê baqil in. Jixwe Foucault dibêje Dînbûna dînbûnê, bi awayekî veşartî baqilî ye, yanê dînbûn baqilbûneke ne eşkere ye. Helbet dînbûna ku Foucault qal dike dînbûneke bi bingehe. Ango bi çavên dîrokî, tendurîstî, felsefî û derûnî hwd lê dinêre. Yanê hêsan li dînbûnê namêyzîne. Gelo celebên dînbûnê çiqas in? Dînên ku di zikmakî de dîn in, dînên ku paşê dîn dibin, dînên zanist û dînên ku baqil in. Dînê me ango Evdê dînekî baqil e, ger dewletek nikaribe serî pê re derxîne, wê çaxê Evdê dînêkî baqilbûna wî veşartiye. Esil dînekî anarşîst e Evdê, li hember dewletê serîradike. Dînekî azad e, ji azadiyê hez dike loma bi anarşîstîk tevdilive.
Çîroka “Derdê çar kulan”
Karektera me ya serleheng Zîneta paqijker e. Zînet di ciwantiya xwe de ji bawer hez dikir. Herduyan jî ji hevdu hez dikirin. Lê Bişar tevlî refên şervanan dibe, piştî çûyîna wî, zînetê bi Cimo re dizewice. Cimo jî yekî belawela, vexwir û hinekî beradayî dixuye. Çi diravên ku Zînetê top dike, carê jê distîne û gişî xera dike. Yanê çîroka me kana xwe ji rastiyê wergirtiye. Di gelek malbat û malbatên kurd de rewşên wilo hene û jiyane. Helbet ev tenê ne fatalîzma gelên kurd e. Di gelek miletan de rewşên wilo hene. Feqet ev çîrok çîroka malbateke kurd e, û çîroka jinê ye. Ya girîng di vê çîrokê de keda jinê, jin û mêrê bêberpirsyar e. Çima di romana de jin wek lîderekê nayê bikaranîn timû tim a êşyayî dixuye? Neçar dixuye?
1) Nahletên li ser rûzemînê, Frantz Fanon, weşan Versus, Wergêr, Şen Süer
2) Nehletên li ser rûzemînê, Frantiz Fanon, weşan Verus, Wergêr, Şen Süer
3) Dîroka dînbûnê, Michel Foucault, weşan, İmge, wergêr, Mehmet Ali Kılıçbay
4) Pesnê dînbûnê, Desiderius Ersamus, weşan Sayfa, wergêr Hasan İlhan
5) Pesnê dînbûnê, Desiderius Ersamus, weşan Sayfa, wergêr Hasan İlhan
6) Armanc û wateya jiyanê, Alfred Adler, weşan say, wergêr Kamuran Şipal[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,224
HashTag
πηγές
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://diyarname.com/- 23-11-2022
Συνδέεται στοιχεία: 13
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 18-02-2022 (2 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 267
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 23-11-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 23-11-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 23-11-2022
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,224
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.18 KB 23-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,861
Εικόνες 106,157
Βιβλία 19,347
Σχετικά αρχεία 97,367
Video 1,398
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.516 δευτερόλεπτο (s)!