Nasnav: Lewrans Meslûsa
Nav û paşnav: Hisên Dawud
Navê dayikê: Xezale
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Hemîs/1990
Cih û dîroka şehadetê: Kampa Holê 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst careke din bi rêxistin bike. Êrişa bi balafirên şer a li ser kampa Holê ya bi hezaran endam û malbatên rêxistina ʹDAIŞʹ dihewîne, têkiliyên di navbera Tirkiyê û rêxistina terorîst de îsbat dike.
Di êrişa balafira şer a li ser kampa Holê de 8 hevalên me; Hisên Emed Dawûd (Lewrans Meslûsa), Xelîl Elî El Hemîd El Cilêb (Egîd Til Birak), Seyfedîn Mihemed El Silêman ( Yaqûb Hesekê), Ebdulcelîl Beha El Mihemed (Ciwan Hol), Etiyê Iweyîd El Dewas (Murad El Egîdî), Fehed Racid El Hedmûl (Siwar Xesan), Mahir Hewas El Muhsin (Enes Qamişlo), Newaf Fewaz El Xelîl (Elîşêr) şehîd bûn. Her wiha şervanê me Mihemed Elî Hisên (Demhat Zirgan) li Zirganê şehîd bû.
Em sersaxiyê ji xwe, malbatên şehîdên xwe û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna li dijî dagirkeran xurt bikin û tola tevahî şehîdên xwe hilînin.[1]