المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تقديس القائد في الحركة السياسية الكردية
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
دور المرأة في الحركة السياسية الكردية في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,373
الصور 105,657
الکتب PDF 19,144
الملفات ذات الصلة 96,364
فيديو 1,306
المواقع الأثریة
تل بري
بحوث قصیرة
مقدمة كتاب عادات الأكراد وت...
بحوث قصیرة
الحفاظ على كوردستانية المنا...
الشهداء
فلات ريهات
المکتبة
عتبات الألم
Li ser çapbûna rojnameya Serbestî 114 sal derbas bûn
نحن نُصنِّفُ ونلخِّصُ المعلومات (المعارف) مِن ناحيتي الموضوعية واللغوية ونقدّمُها لكم بأسلوبٍ مُعاصر.
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnameya Serbestî

Rojnameya Serbestî
N: Seîd Veroj
“Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê
Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.”
Hecî Qadirê Koyî

Dema behsa dewreya sereke ya rojname û #rojnamevanîya kurdan# bibe, bêguman divê navê Serbestî û xwedîyê wê Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema #Dewleta Osmanî# û destpêka sedsala 20an e.
Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xweyîtî û midurmesûliya kurdekî hatîye çapkirin û weşandin. Weşana Serbestîyê dem deman hatibe rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî dewre bi dewre guherîn çêbûne; Ku di vê xebatê de ew guherîn, bi ser sê dewreyan ve hatine destnîşankirin. Di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşanek bi girêdayî #Cemîyeta Tealîya Kurdistanê# ve hatîye weşandin. Di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî pirr guherîye.
Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar, mûtefekîr û têkoşerekî girîng ê wê demê ye. Ew, bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin. Herweha hosteyekê polemîkê û xwedîyê qelemeke tûj bû.
Ji destpêkê hetanî dawîyê, sîyaseta weşandina rojnameya Serbestî, fikir û ramanên Mewlanzade Rifat, guherînên fikrî û sîyasî yên ku di nava demê de bi wî re çêbûne, bi ser sê dewreyan ve hatine parvekirin.
Mewlanzade Rifat kî ye?
Mewlanzade Rifat, kurê nivîskarê namdar Abdurrehman Nacîm e. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê, ji mîrekên #Silêmanî#yê ye, endamê malbateke namdar û ji giragirên wî bajarî ye. Ew, nevîyê kesayetîyekî navdarê wê deverê Mihemed Beg e û malbata wan bi leqaba xwe ya Mewlanbegzade têne nasîn.
M.Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Agahdarîyên me yên li ser zaroktî, xwendina seretayî û navendî, jîyana wî ya malbatî û perwerdeyî pirr kêm in.
“Mewlanzade Rifat Begî Mekteba Hiquqî Şehane xwendîye. Piştî xelaskirina mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatîbûn û serkevtinên wî, hatîye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifîya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatîye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şikayeta Muteserrifîya Sînopê, roja 22yê Tebaxa 1895ê di derheqê wî de lêpirsîn hatîye kirin û di encama wê de li wî bajarî hatîye girtin... Demekî li Sînopê girtî dimîne, paşê bi biryareke nû wî sirgûnê bajarê Çorimê û ji wê derê ve jî rêdikin Qeyserîyê.” (Issı, 2010: h. 196)
Li gor nivîsandin û ewraqên fermî, M. Rifat hetanî Adara sala 1905an li Qeyserî girtî bûye. Ew bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vê, wî bi cezaya sirgûnê rêdikin bajarê Sanaya Yemenê. Lêbelê nayê zanîn ku di kîjan tarîxê de ji Qeyserîyê rêkirine Yemenê. M. Rifat van rojan di nav tengasîyên gelek mezin û tunebûnê de derbas dike.
Derxistina efûyê û vegera ji bo Stenbolê
Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Temûza 1908ê), efûyeke giştî tête derxistin û wekî gelek sirgûniyan M. Rifat jî vedigere Stenbolê. M. Rifat di bîranînên xwe de li ser îlankirina Meşrûtîyetê û vegera xwe dibêje: “Wekî her kesî, me jî berê xwe da wî bajarî û dixwest gavekî zûtir bigîjin Stenbola ku ji tarîtîya reş a îstibdadê, xweşikayîya xwe ya sirûştî wenda kiribû... Hîn di destpêka rêya hatinê de me digot, ku Sultan Abdulhemîd di meqamê xîlafet û seltenetê de bimîne, ji bo dahatûya welat xeterîyeke mezin e û me jî ditirsîne... Armanca me, rûxandina desthilatdarîya Abdulhemîd bû.” (Rifat, 2010: r. 96-97)
Piştî ku digîjin Stenbolê, li ser rewşa û dîmena sîyasî ya wê demê dibêje: “Dema em vegerîyan Stenbolê, rêvebirên Cemîyeta Îtîhad û Terakkî di nav serxoşîya înqilabê de bûn.” (Birinci, 2001: 381)
Mewlanzade Rifat, ji vegera Stenbolê şûn ve, li hemberî îstibdadê û ji text daxistina Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar dike. Dibêje: “Pêşîyê em bi nefîkirîyan re hatin ber hev, bi kurê Şêx Ubeydulahê Nehrî yê Seyîd Abdulqadir Efendî re hevdîtin pêkanîn û me pêşniyara yekîtîyê ji welatîyên ermenan re kir.” (Rifat, 2009: 21)
Di vê navberê de ji alîyê kesên nefîkirî û hin dijraberên îstibdadê ve, bi navê Cemîyeta Fedekarên Millet (CFM) rêxistinek hatibû damezirandin. M. Rifat û hevalê wî Hesen Fehmî jî tevlî xebata CFM dibin. Di 16yê Îlona 1908ê de, li ser navê cemîyetê, di bin mesûlmidurî û sernivîskarîya Necîp Nadir Beg de rojnameya Hukuk-î Umumîye tête neşirkirin. Piştî ku Necîp Nadir ji bêgavîyê karê rojnameyê dihêle, li şûna wî endamê cemîyetê Mewlanzade Rifat dibe mesûlmidurê rojnameya Hukuk-î Umumîye.
M.Rifat bi vê pêngavê, cara pêşîyê dest bi xebata weşangerîyê dike û hetanî hejmara şêstî (60), vî karî dimeşîne. Xebata wî ya di nav CFM de, zêde dewam nake û M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Me dît ku kesên bîyanî (nenas) tevlî Cemîyeta Fedekaran bûne û ji ber vê yekê em ji cemîyetê veqetîyan û me dest bi neşirkirina rojnameya Serbestî kir.” (Rifat, 2009: r. 28)
Bêguman armanceke M. Rifat û hevalên wî û polîtîkayek weşana Serbestî hebû. Dema em bala xwe bidin naveroka rojnameyê û çalakîyên M. Rifat, dîyar dibe ku li gor rewşa sîyasî ya demê, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guhartin çêbûne.
Em dikarin polîtîkaya weşana Serbestîyê, bi ser sê dewreyan (qonaxan) ve binirxînin: Qonaxa yekemîn, ji destpêka weşana Serbestî bigire hetanî pêkhatina Bûyera 31ê Adarê ye; dewreya duyemîn, weşana Serbestî ya li Misir, Parîsê û ji nû ve li Stenbolê ye; dewreya sêyemîn jî, karkirina Serbestî wek organa Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ye.
Derçûn û dewreya yekemîn a rojnameya Serbestî
Çawa ku li rêzeyên jorê jî hate gotin, di vê xebata berdest de, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire hetanî nefîkirina duyemîn a 21ê Nîsana 1909ê, bi navê dewreya yekemîn a Serbestîyê hatîye binavkirin. Politikaya weşana Serbestîyê, di vê dewreyê de xwe sipartiye van armanc û prensîbên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen; parastina nirx û destkevtîyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdata Abdulhemîd; di çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke çalak a dijraberê desthilatdarîya Îtihad û Terrakkîyê; bêyê cudatî xistina di navbera dîn û unsurên ciyawaz de, parastin û tercumanîya fikrên welatîyên zulmdîtî.
3.1. Xusûsiyetên teknîkî, kunye û ciyê weşandinê
Neşrîyata rojnameya Serbestî, roja duşembeya 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 (16yê Sermaweza 1908) dest pê dike. Rojnameya Teawun û Teraqî ya Kurdan jî, di roja Şemîya 22yê Teşrîna Sanî ya 1324an (5ê Kanûna 1908an) de tête weşandin. Di navbera dîroka weşandina her du rojnameyan de 19 roj hene. Hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me tune bin jî, ji hejmara 1ê bigre hatanî 498an, hemû hejmarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Stenbolê de peyda dibin. Lêbelê divê li ser rêzehejmarên rojnameyê têbinîyek bête dîyarkirin; ji hejmara 245an (31ê Adara 1919) şûn ve di hejmara 1ê Nîsana 1919yê de reqama 456 hatîye lêkirin û hejmarên mayî li gor vê reqamê dom kirine. Bi îhtimaleke mezin li vê derê xeletîyek çêbûye, divê em bala xwe bidinê. Ji xeynî van hejmaran, bi alîkarîya lêkolîner Murad Issı hejmarên 595, 596, 597, 598, 600 û 601 jî gihîştin ber destê min, lê mixabin di dema pêkanîna vê xebatê de bi tevî hemû hewldanan, min nikarî hejmarên mayî bidest bixim. Li gor agahdarîyên heyî, “Serbestî li ser hev 770ê hejmar” hatine belavkirin. Li ser bergê hejmara yekê (1.), tarîxa duşembeya 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 hatîye nivîsandin û li ser bergê hejmara 601an jî tarîxa yekşema 25ê Nîsana 1920î hatîye nivîsandin.
Li ser bergê hejmara 1ê û di alîyê rast ê nivîsa “Serbestî”yê de weha hatîye nivîsandin: Yekşem, 3yê Teşrîna Sanî 1324 (16yê Sermaweza 1908); Xwedî û midur: Mewlanzade M. Rifat e; ji bo meseleyên îdarî û karê nivîsê muracatî midur bikin; Adres: Di Xana Ferruh Beg de daîreya xusûsî ya li hemberî postexaneya nû; ewraqên ku ji bo rojnameyê bêne şandin nayin vegerandin. Di binê nivîsa “Serbestî”yê de rûmêzek weha hatîye nivîsandin: “Rojnameyeke rojane ye û bêyî ku li cudahîya cins û mezhebên osmanîyan binêre xizmeta hiquqa hemûyan dike.”
Li alîyê çep ê nivîsa “Serbestî”yê jî weha hatîye nivîsandin: Bûhayê abonetîyê: “Ji bo welatê Osmanî, Bulgarîstan, Bosna Hersek, Misir û Girîdê salane 180 û şeş mehane jî 90 quriş e. Ji bo welatên din jî salane 38 frank e. Ji bo îlanan jî miqaweleyên cuda têne çêkirin.”
Li ser bergê hejmara 498an jî ev agahdarî hatine nivîsandin: “Xwedî û midurê wê: Mewlanzade Rifat e; rojnameyeke rojane ye û sala wê ya yanzdehemîn e; stûnên me ji nivîsên rêya heqîqetê re vekirîne; nivîsên hatine rêkirin neşir bibin yan jî nebin, nayin vegerandin.” Adres û telefona wê jî weha hatîye dîyarkirin: “Divan yolunda Kadınlar Dünyası’nda bir özel daire/ İstanbul (di rêya Dîwanê de daîreyeke taybet a cîyê kovara Cîhana Jinan/ Stenbol), qutiya posteyê 346 û hejmara telefonê jî 2474 e.”
Ji xeynî hejmara 172yan, hemû hejmarên din ên Serbestîyê, di qewareyê 40cm x 54cm de hatine çapkirin; hetanî hejmara 190î (31 Tebaxa 1912), her yek hejmara wê 4 rûpel e û di her rûpelêkî de 5 stûn nivîs hatine lêkirin. Hejmara 172yan, wek hejmareke taybet hatîye çapkirin; qewareyê wê 13cm x 19cm ye, bi tevayî 32 rûpel e û di şiklê yek stunê de hatîye lêkirin. Hejmara 7 û 8an, roja 10ê Çirîya Paşîn a 1324an (1908) bi hev re hatine çapkirin. Herweha roj û hejmara 24ê Adara 1325ê dubare û hejmara 140î jî li pey hev du car hatîye çapkirin.
Nivîsên rojnameyê li gor babetên xwe, di bin sernivîsên stunên cur bi cur de hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Sîyasîye” de, meqaleyên sîyasî yên li ser rojevê hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Hudud-î Dahîlîye” û “Hudud-î Harîcîye” de jî, nûçeyên hundir û derve hatine nivîsandin. Bi piranî di rûpelên dawî de jî nameyên xwendevanan hatine belavkirin. Di gelek stunan de nivîsên bêîmze hene û di hinek hejmaran de jî stûnên vala hene, ew jî dîyar dike ku hin nivîs hatine sansurkirin. Sansur, yek ji zixtên desthilatdarîya sîyasî bû û hemû weşan û rojnameyên mixalif ên wê demê hatine sansurkirin, lêbelê weşanên wek Serbestî û wd. jî bi taybetî hatine sansurkirin.
3.2. Nivîsa edîtoryal û armanca weşanê
Di her hejmarekê Serbestîyê de nivîsa sereke ya edîtoryal heye ku bi giranî nêrînên rojnameyê pêşkêş dike. Di hejmara 1ê de nivîsa edîtoryal bi navê “Meslek” hatîye nivîsandin û heman nivîs di hejmara 1., 2., û 3. de jî hatiye belavkirin û di naveroka wê de dibêje: “Serbestî, bi hemû wateya xwe ve “hurr” e. Ew dê ji xeta fedekarîya ji bo parastina memleket û îdareya Meşrûtîyetê paşve nemîne. Em dê ji bo ronîkirina hemû xelkê û pêkanîna yekîtîya unsurên ciyawaz ên osmanî bixebitin, di rastiyê de yekwucudîya tevna civakî pêk bînin û karibin xîret bikin ku hêzek li hemberî dijminên xaricî amade bikin. Serbestî; dê berdewamî kêmasîyên karmendên dewletê û tevgerên wan ên dijî berjewendîyên millî, bi îsrar bîne ziman û tenkîl bike. Herweha dê bi lêkolînan hereketên wisa ji millet re arz bike û “qanûna” ku parastina hiquqa milletê dike, dê bibe rêbera yekane ya hereketa wê.
Serbestî, dê namûs û heysiyetê wek sertaca meslekê bibîne.... Serbestî, wê tenê heqîqetê bîne ziman û li rêya çareserîyên medenîbûna milletê bifikre.
Xulesa Serbestî; bi awayekî giştî, bêyê ku cudatîya dîn û unsuran bixe navbera wan, dê bibe parastvan û tercumanê fikrên welatîyên zulmdîtî. Ev e, mesleka wê.” (Serbestî, 1908: h. 3)
Piştî ku weşana Serbestî dest pê dike, di nav demeke kurt de zixtên desthilatdarî jî pêre tên; doz û cezayên ji bo M. Rifat peyderpey têne birrîn. Ji nûçeyek hejmara 3yan dîyar dibe ku “Xiyaben ji Mewlanzade Rifat Beg ê midurê rojnameya Serbestî re 3 meh cezayê hepiskirinê hatîye birrîn.” (Tunaya, 2010: r. 180)
3.3. Kuştina sernivîskarê Serbestîyê
Piştî ku Serbestî dest bi weşanê dike, di demeke kin de bi xeta xwe ya serbixwe, di nav xelkê de kutleyek pêgirên wê çêdibin û her roj tîraja wê zêdetir dibû. M. Rifat û rojnameya Serbestî, li hemberê desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî, bi tevî grub û rêxistinên mixalifên nêzîkê hev, mixalefet û têkoşîneke dijwar kirine. Ji ber vê yekê, zixt û zordestîya li ser mixalefetê her ku diçû girantir dibû; her rojê ku derbas dibû cînayetên sîyasî zêdetir dibûn. Di vê pêla terora desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê de, gelek caran rasterast yan jî bi rêya sîxuran, M. Rifat û nivÎskarên Serbestîyê jî hatibûn tehdîtkirin û gef li wî hatibû xwarin. Piştî van tehdît û gefxwarinan, roja 6ê Nîsana 1909ê, Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê li ser pira Galatayê hate kuştin.
Li ser kuştina Hesen Fehmî hefteyek derbas bû, di 13yê Nîsana 1909an de bûyerên bi navê “Vaka 31 Adarê” rû dan.
Xwedîyê Rojnameya Serbestî M. Rifat, ji ber Bûyera 31 Adarê, dîsa rastî êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê tê; ji alîyê Dîwana Herbî Urfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, careke din ji bêgavîyê berê xwe dide welatên bîyanî.
Dewreya duyemîn a rojnameya Serbestî; çapa li Parîs û Misrê
Liv ê derê, ew dema ku bi navê dewreya duyemîn tête binavkirin, ji biryara nefîkirina Dîwana Herbî Urfî ya 21yê Nîsana 1909ê dest pê dike û hetanî rawestandina weşana Serbestî ya ber bi dawîya sala 1912ê dewam dike.
M.Rifat, hefteyek piştî bûyerên 31ê Adarê şûn ve, mecbur dimîne careke din Stenbolê terk bike. Di 21ê Nîsana 1909ê de berê xwe dide Misrê û piştî rêwîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. Li Misrê nexweş dikeve û ji ber nexweşiya xwe derbasê Atînayê dibe. Dema ku ew li Atînayê bû, Dîwana Herbê Urfî ya Stenbolê, biryara destgîrkirina wî derdixe û îlan dike.
M.Rifat, ji demekê kin şûn ve, ji Atînayê diçe Parîsê. Li Parîsê serdana Şerîf Paşa dike. Şerîf Paşa bi xwe jî mixalifekî meşhûr ê wê demê bû û “sala 1909ê li Parîsê bi navê Partîya Osmanî ya Islehata Esasî” (Rifat, 2010: r. 28) partîyek damezirandibû. M. Rifat li wê derê dibe endamê vê partîyê û li ser ji nû ve neşirkirina Serbestîyê, ew û Şerîf Paşa, di 27ê Temûza 1909ê de peymaneke dualî ya li ser 12 bendan çêdikin. Naveroka peymanê, li ser temînkirina mesref û polîtîka rojnameya Serbestî bû.
Bi vê awayê Serbestî, li Parîsê bi heftane tête weşandin û li ser hev 13 hejmarên Serbestî li Parîsê têne çapkirin û paşê ji ber hin nakokîyên navbera alîyan, Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestî qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête rawestandin.
Piştî rawestandina weşana Serbestî, M. Rifat dîsa berê xwe dide Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910an, 7 hejmarên din li vê Misrê çap dike û neşriyata rojnameyê tête rawestandin. Paşê dîsa ji bo çapkirina rojnameyê berê xwe dide Parîsê. Vê carê jî 4 hejmarên din ên Serbestî li Parîsê çap dike. Ji çapkirina 4 hejmaran şûn ve, weşana rojnameyê tête rawestandin û ew ji bêgavîyê cardin vedigere Misrê.
M.Rifat bi tevî hemû bargiranî û zehmetîyên nefîkirinê, ji prensîbên xwe yên bingehîn tawîzan nade û bi xwe jî dibêje: “Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdana xwe nekir malzemeyên yekî.” (Rifat, 2009: r. 89)
M.Rifat, ji Misrê diçe Yonanîstanê û piştî çend mehan ji wê derê ve jî derbasê Îstenbolê dibe. Dema ku tê Stenbolê bi biryara Dîwana Herbî Urfî cezaya îkameta mecbûrî digire û wî rêdikin bajarê Bûrsayê. Ji demekê şûn ve, guhartineke îdarê çêdibe, Îtîhad û Terakkî ji hikûmetê vedikêşe û bi serokatîya Ahmed Muhtar Paşa hikûmeteke nû tê danîn û efûyek tê derxist, ew jî dikeve ber vê efûyê û ji Bursayê vedigere Îstenbolê.
Ji bo çapkirina Serbestîyê serdana Wezareta Daxîlî dike, lê wezaret destûra weşandina rojnameyê nade. Paşê hin guhartinên qanunî çêdibin û di encama wê de, roja 29ê Temmûza 1912yê dîsa neşirkirina Serbestîyê li Stenbolê dest pê dike. Mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de bi biryareke sîyasî, neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.
Piştî rawestandina weşana Serbestî, sala 1913yê hem di jîyana wî ya şexsî û hem jî ya fikrî de guhartinên girîng çêdibin. Mewlanzade Rifat, sala 1913yê, di 44 salîya xwe de, bi Nûrîye Ulvîye Xanimê re dizewice.
Nurîye Ulvîye Xanim, jineke aktîvîst a wê demê bû û bi navê Cemîyeta Mûdefaa-î Hukuk-î Nîsvan rêxistinek qanûnî bi tevlî hevalên xwe damezirandibûn û li ser navê vê cemîyetê kovara Kadınlar Dünyası derdixist.
Nûrîye Ulvîye Xanim li ser fikiryata derxistina kovareke wisa dibêje: “Fikra derxistina kovareke wisa, ji alîyê Mewlanzade Rifat ve hate pêşniyarkirin û ji hejmara 163an şûn ve jî ew bi xwe bû mesûlmidurê kovarê.” (Mojab, 2005: r. 86)
Guherîna fikrî û sîyasî: Ji xêza “Îtîhadî Osmanî” û “Adem-î Merkezî”yê, ber bi parastina serxwebûna Kurdistanê ve
Di sala 1913yê de, di jîyana wî ya fikrî û sîyasî de guherînên girîng çê dibin. Wekî fikrîyateke giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, M. Rifat jî di destpêkê de çareserîya meseleya qewmî-neteweyî, di çarçoveya fikra “Îtîhadî Osmanî” de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletên di nav sînorên împeratorîyê de dinirixand.
Ji nîvê sala 1913yan şûn ve, êdî “rejîma dewletê di çarçoveya bernameya Cemîyeta Îtihad û Terakkî de, sîyaseteke tundrew a tirkparêzîyê dimeşîne. Armanca sereke û yekane ya Cemîyeta Îtihad û Terakkî ev bû; bi awayekî mutlaq tirkkirin û yan jî ji binî ve tesfîyekirina unsûrên din bû.” (Dêrsimî, 1997: r. 31)
M Rifat jî di vê pêvajoyê de wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên mixalif, êdî îqna bûye ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîne. M Rifat, di rewşeke wisa de berê xwe ji fikra “Îtîhadê Osmanî” ber bi daxwazên neteweyî yên kurd ve dide. Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê, têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ev dem û dewreya nû, bi nameya wî ya ji bo kovara Hetavî Kurd dest pê dike. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de, ji alîkî ve bersiva Abdullah Cevdet jî dide û dibêje: “Nûha wezîfeya me ev e, divê bîzatîhî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealeke mîllî baznedin, milleta xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr bi paş ve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas diêşîne…Em dibînin ku hemû milletan ji bo bilindbûn û pêşketinê, ji xwe re helqeyeke neteweyî dîyar kiriye. Eger armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye… Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanet amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.” (Rifat, 1913: Hetavî Kurd, h. 2)
Dewreya sêyemîn a rojnameya Serbestî
Hîç neteweyek nikare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nikare bernameya xwe bi bê netewe pêk bîne. (Memdûh Selîm Begî)
Di vê dewreyê de M. Rifat, hem rojnamevan û hem jî sîyasetmedarekî çalak e; wî rasterast di navenda sîyasetê de cî girtîye, yek ji damezirêner û serkirdeyê herî girîng ê tevgera kurd e û karê çapemenîyê jî li ser navê tevgera neteweyî ya kurd dimeşîne. Ew, digel Emîn Alî Bedirxan, yekemîn partîya sîyasî ya bi navê Partîya Radîkala Gel damezirandine û paşê jî bi tevî hevalên xwe beşdarî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê) bûne û bi xwe jî dibe endamekî aktîfê navendî yê CTKê. Serokê CTKê, Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî bû.
CTKê, di roja 17yê Kanûna Ewel a 1334ê de hatîye damezirandin. Qedrî Cemîl Paşa jî endamê vê rêxistinê bû û di bîranînên xwe de dibêje: “Di dawîya Şerê Giştî de welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) komeleyeke sîyasî damezirandin.” (Silopî, 2007: r. 51)
CTKê, ji bo milletê kurd, mafê dîyarkirina çarenûsîyê diparêze û dixwaze “Prensîbên Wîlson” ji bo çareserîya meseleya milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlson, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezirînin.” (Şimşir, 2009: r. 305)
Rojnameya Serbestî, piştî Şerê Giştî, gihiştîye dewre û statuyeke nûh. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) tête nasandin. Abdurehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, li ser vê têkilîyê weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya millî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutalaakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehemîyeteke zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan rasterast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin.” (Serbestî, 1919: h. 483)
Suleyman Tevfîkê îdarekarê rojnameya Turkçe Îstanbulê jî li ser vê dewreya Serbestîyê dibêje: “Bi tevî pêkhatina mutarekeyê Mewlanzade dest bi weşandina Serbestîyê kir. Serbestî, fikrên Cemîyeta Tealîya Kurd belav dikir.” (Tevfik, 2011. r. 513-514)
Ji van agahdarîyan dîyar dibe ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşaneke rojane ya CTKê hatîye neşirkirin.
Hinek meqale û nivîsên di nav rûpelên Serbestîyê de
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, li gorî lêgerêna me ya li ser hejmarên berdest, li ser navê Kurd û Kurdistanê hin nivîsên girîng ên li jêrê di nav rûpelên Serbestî de hatine neşirkirin.
Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî M. Rifat, Kamuran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Bedîûzeman Seîdê Kurdî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memdûh, Îbrahîm Merdux, Zuhdîzâde Ahmed Huseyn, N. N. û wd. hene. Herweha hin navên maxlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.
Birrek ji wan nivîs û meqaleyan ev in:
- Kamiran Bedirxan, Kürdler hakkında (Serbestî, 1918: h. 181)
- Serbestî, Bugünkü vazifeler (Serbestî, 1918: h. 185)
- Kamiran Bedirxan, Kürdistan-1 (Serbestî, 1918: h. 186)
- Kamiran Bedirxan, Kürdistan-4 (Serbestî, 1918: h. 198)
- Celadet Alî Bedirxan, Kürdler ve İttihad siyaseti
(Serbestî, 1918: h. 209)
- Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfî’de
(Serbestî, 1918: h. 210)
- Kamiran Bedirxan, Kurdistan (Serbestî, 1918: h. 462)
- Kamiran Bedirxan, Kurdistan hakında selahiyetdar olmayanlar
(Serbestî, 1918: h. 470)
- Serbestî, Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara
(Serbestî, 1918: h. 476)
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye
(Serbestî, 1919: h. 477)
- Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd hemşirelerimiz
(Serbestî, 1919: h. 479)
- Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd muhacirlerinin vaziyeti
(Serbestî, 1919: h. 481)
-Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurdistana kurd memurler
(Serbestî, 1919: h. 482)
- Abdurehîm Rehmîyê Hekarî, Kürdler ve Kürdistan (Serbestî, 1919: h. 483)
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana doğru-2
(Serbestî, 1919: h. 484)
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Nazik bir vaziyet karşısında
(Serbestî, 1919: h. 485)
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurd lisani
(Serbestî, 1919: h. 486)
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan-3 (Serbestî, 1919: h. 487)
- Cizreli Taceddin Taqî, Kürd mektubu (Serbestî, 1919: h. 487)
- Serbestî, Kürdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi
(Serbestî, 1919: h. 488)
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq
(Serbestî, 1919: h. 489)
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana göz dikenler
(Serbestî, 1919: h. 490)
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd edebiyatı- Mem û Zîn-I-2
(Serbestî, 1919: h. 491)
- Sîvereklî Hîlmî, Aziz Kürdistan (Serbestî, 1919: h. 492)
- Serbestî, Kürd Teali Cemiyeti’nden (Serbestî, 1919: h. 595)
- Serbestî, San Remo Konferansı (Serbestî, 1919: h. 598)
- Mevlanzade Rifat, Ümitlenelim mi? (Serbestî, 1919: h. 600)
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me nînin, agahdarîyên ji Gulana 1920an şûn ve gelek kêm in. Hejmara dawî ya li ber destê me, numro 601 e, di 25ê Nîsana 1920an de hatîye çapkirin û li ser bergê wê dibêje “Sala 12an”.
Piştî ku Îstenbol jî dikeve bin hikmê M. Kemal û hikumeta nû, M. Rifat cardin mecbûr ma ku di dawîya sala 1922an de Îstenbolê terk bike. Vê carê berê xwe daye Binxetê û li bajarê Helebê bi cî bûye. Li gor agahdarîyên Alî Bîrîncî, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûna 150an Stenbol terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.” (Birinci, 2001: r. 19) Lê mixabin hejmarên wê demê li ber destê me nînin.
Encam
Rojnameya Serbestîyê, di rêvebirîya M. Rifat de ji diwanzdeh salan bêtir weşana xwe domandiye û rojnameyeke herî temendirêj a wê demê ye. Li ser hev 770ê hejmara hatine çapkirine. Dîroka li ser hejmara 770ê, 14 Rebîûlevvel 1339/26ê Sermawez/Mijdara 1920 e.
Xwediyê rojnameya Serbestîyê M. Rifat, şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera nasyonalist a kurd e di destpêka serdema 20an de. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û sîyasetmedarî tête naskirin. Digel rojnameya Serbestîyê, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye. Ji nav wan weşanan ya herî temendirêj Serbestî ye.
Herweha ew, têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekê bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.” (Rifat, 2009: r. 60-61) M. Rifat wek evîndar û têkoşerekî doza rewa ya milletê kurd û hurrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.
Jêder:
Pirtûk
Birinci, A. (2001). Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât, İstanbul: Dergâh yayınları
Birinci, A. (2001). Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım, İstanbul, Dergâh Yayınları
Cemîl Paşa, E. (1992). Muhtasar Hayatım, (Çapa Duyem), Ankara, Türkiye: Beybun Yayınalrı,
Cemîl Paşa, Q. (Zinar Silopî). (2007). Doza Kur distan, Dîyarbekir: Weşanên Bîr
Cevdet, Dr. A. (2002). İttihad Yolu, A. Meretowar (Amadekar), Rojî Kurd (j. 2, r.51-52), İstanbul: Weşanên War
Dêrsimî, Dr. Nûrî. (1997). Hatıratım (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları
Göldaş, İsmail. (1991). Kurdistan Teâlî Cemîyeti (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları
Hanioğlu, Dr. M. Şükrü. (1981). Bir Siyasal Düşünür Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, İstanbul: Üçdal Neşriyat
Hişyar, Hesen. (1999). 63 yıl sonra Şeyh Said direnişi, War (h. 8, r. 22-36), İstanbul: Weşanên War
Hür, Ayşe. (2011). Resmi tarihin hainleri: 150’likler,Taraf gazetesi
Şaweys, Îsmaîl Heqî. (2005). Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Wer. R. Lezgîn), Bîr (h. 2, r. 35-40), Hewlêr: Çapxaney Wezaretî Perwerde
Jwaideh, W. (2014). Kürt Milliyetçilinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi (Çapa Heştem) (İ. Çekem & A Duman, Wer.). İstanbul: İletişim Yayınları
Malmîsanij. (2000). Cizîra Botanli Bedirhaniler (Çapa Duyem), İstanbul: Avesta Yayınları
Malmîsanij. (1991). Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Sweden: Weşanên Jîna Nû
Mesut, Ahmet. (1992). İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), İstanbul: Doz Yayınları
Mojab, Shahrzad. (2005). Devletsiz Ulusun Kadınları, İstanbul: Avesta Yayınları
Mumcu, Uğur. (1991). Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Ankara: Tekin Yayın Evi
Nacim, Abdurrahman. (1309/1891-1892). Gulzarı Asar, Beyrut: Beyrut Edebiye Matbası
Olson, Robert. (1992). Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Ankara: Öz-ge Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2010) 31 Mart; Bir İhtilalin Hikayesi (Çapa Sêyem) (Wer. Berîre Ülgenci). İstanbul: Pinar Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2009). Sürgün Hatıralarım. (Amadekar: Mithat Kutlar), İstanbul: Avesta Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2000), Türkiye İnkılabının İçyüzü (Çapa Duyem), İstanbul: Pınar Yayınları
Rojî Kurd-1913. (2002), İstanbul, Weşanên War
Paşa, Şerif. (1990). Bir Muhalifin Hatıraları, İstanbul: Nehir Yayınları
Şimşir, Bilal. (2009). Kürtçülük: 1787-1923 (Çapa Sêyem), İstanbul: Bilgi Yayınevi
Tevfik (Özzorluoğlu), Süleyman. (2011). II. Meşrutiyet’ten Cumhuriyet’e: Elli Yıllık Hatıralarım, Hazırlayanlar: Şaban Özdemir-Tahsin Yıldırım, İstanbul: Dün Bugün Yarın Yayınları
Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild:2 (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları
Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasî Partîler, Cild: I (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları
Zürcher, Erik Jan. (2005). Savaş, Devrim ve Uluslaşma, İstanbul: Bilgi Üniversitesi Yayınları
Kovar û rojname
Hetavî Kurd (5ê Teşrîna Ewel 1913). h: 1, İstanbul
Hetavî Kurd (1913). h. 2, İstanbul
Kürt Tarihi (Ağustos-Eylül 2011), h. 8, İstanbul
Serbestî (3 Teşrînisani1324), h. 1, Constantinople
Serbestî (5 Teşrini Sani 1908), h. 3, İstanbul
Serbestî (1326-1918), h. 172, İstanbul
Serbestî (16 Kanun-i Evvel 1918). h. 176, İstanbul
Serbestî (21 Kanun-i Evvel 1918), h. 181, İstanbul
Serbestî (25 Kanuna Ewel 1918), h. 185, İstanbul
Serbestî (26 Kanun-i Evvel 1918). h. 186, İstanbul
Serbestî (28 Kanun-i Evvel 1918), h. 188, İstanbul
Serbestî (2 Kanun-i Sani 1919), h. 193, İstanbul
Serbestî (7 Kanun-i Sani 1919), h. 198, İstanbul
Serbestî (22 Şubat 1919), h. 209, İstanbul
Serbestî (23 Şubat 1919), h. 210, İstanbul
Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul
Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul
Serbestî (7 Nisan 1919), h. 462, İstanbul
Serbestî (19 Nisan 1919), h. 470, İstanbul
Serbestî (25 Nisan 1919), h. 476, İstanbul
Serbestî (26 Nisan 1919), h. 477, İstanbul
Serbestî (28 Nisan 1919), h. 479, İstanbul
Serbestî (29 Nisan 1919), h. 480, İstanbul
Serbestî (30 Nisan 1919), h. 481, İstanbul
Serbestî (1 Mayıs 1919), h. 482, İstanbul
Serbestî (2 Mayıs 1919), h. 483, İstanbul
Serbestî (3 Mayıs 1919), h. 484, İstanbul
Serbestî (4 Mayıs 1919), h. 485,İstanbul
Serbestî (5 Mayıs 1919), h. 486, İstanbul
Serbestî (6 Mayıs 1919), h. 487, İstanbul
Serbestî (7 Mayıs 1919), h. 488, İstanbul
Serbestî (8 Mayıs 1919), h. 489, İstanbul
Serbestî (9 Mayıs 1919), h. 490, İstanbul
Serbestî (10 Mayıs 1919), h. 491, İstanbul
Serbestî (11 Mayıs 1919), h. 492, İstanbul
Serbestî (14 Mayıs 1919), h. 495, İstanbul
Serbestî (15 Mayıs 1919), h. 496, İstanbul
Serbestî (20 Mayıs 1919), h. 497, İstanbul
Serbestî (21 Mayıs 1919), h. 498, İstanbul
Serbestî (20 Nisan 1920), h. 595, İstanbul
Serbestî (21 Nisan 1920), h. 596, İstanbul
Serbestî (22 Nisan 1920 ), h. 597, İstanbul
Serbestî (23 Nisan 1920), h. 598, İstanbul
Serbestî (24 Nisan 1920), h. 600, İstanbul
Serbestî (25 Nisan 1920), h. 601, İstanbul
Toplumsal Tarih (Nisan 2010), h. 196, İstanbul
* Ev nivîs, metna axaftina min a Panela “Salvergera 110an a Rojnameya Serbestî” ye, di WÎB a Şaxa Amedê de. 11.11.2018[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,146 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kurdistanmedia.com/- 28-11-2022
السجلات المرتبطة: 16
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 13-09-2022 (2 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مجموع المنشورات
تصنيف المحتوى: اعلام
تصنيف المحتوى: تأريخ
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 28-11-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 05-12-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 05-12-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,146 مرة
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.27 KB 30-11-2022 اراس حسوا.ح.
ملف الصورة 1.0.17 KB 28-11-2022 اراس حسوا.ح.
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
الوضع الدولي لكردستان في بداية القرن العشرين
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
بحوث قصیرة
الشهيد
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
الموسيقى الكردية
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
جسر بلك في مدينة بازيد
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
بحوث قصیرة
اللغة الكردية لهجة بهدينان
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
بحوث قصیرة
من الشعر الكردي الحديث-قصائد (عباس عسكر) مشحونة بروح التصوف الباحث عن الحقيقة

فعلي
المواقع الأثریة
تل بري
01-10-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
تل بري
بحوث قصیرة
مقدمة كتاب عادات الأكراد وتقاليدهم لملا محمود البايزيدي
17-02-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
مقدمة كتاب عادات الأكراد وتقاليدهم لملا محمود البايزيدي
بحوث قصیرة
الحفاظ على كوردستانية المناطق المستقطعة
23-09-2022
اراس حسو
الحفاظ على كوردستانية المناطق المستقطعة
الشهداء
فلات ريهات
26-03-2023
أفين طيفور
فلات ريهات
المکتبة
عتبات الألم
18-09-2023
اراس حسو
عتبات الألم
موضوعات جديدة
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تقديس القائد في الحركة السياسية الكردية
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
دور المرأة في الحركة السياسية الكردية في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,373
الصور 105,657
الکتب PDF 19,144
الملفات ذات الصلة 96,364
فيديو 1,306
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
الوضع الدولي لكردستان في بداية القرن العشرين
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
بحوث قصیرة
الشهيد
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
الموسيقى الكردية
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
جسر بلك في مدينة بازيد
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
بحوث قصیرة
اللغة الكردية لهجة بهدينان
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
بحوث قصیرة
من الشعر الكردي الحديث-قصائد (عباس عسكر) مشحونة بروح التصوف الباحث عن الحقيقة

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.453 ثانية