图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,378
图片 106,580
书籍 19,269
相关文件 97,149
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nivîskariya Kurdî bi ser siyasetê neketiye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan
Hevserokê PENa Kurd #Omer Fîdan# der barê wêjeya Kurdî de destnîşan kir ku dengê #nivîskariya Kurdî# bi ser siyasetê neketiye û got, “40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye?”

PENa Navneteweyî ji bo bale bikşîne ser nivîskarên girtî 15’ e Mijdarê wekî Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê diyar kir. Gelek nivîskarên Kurd jî ji ber polîtikayên bişaftin û tinehesibandinê yên dewleta Tirk di girtîgehan de ne. Bi boneya vê rojê PENa Kurd û Komeleya #Wêjekarên Kurd# li #Amed#ê 3 rojan ji bo piştgiriya nivîskarên girtî yên Kurd bernameyên cûr bi cûr li dar xistin. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî van bernameyan, xebatên PENa Kurd yên ji bo nivîskarên girtî û wêjeya Kurdî û rewşa heyî ya wêjeya Kurdî peyivî.
Omer Fîdan, li ser mijarê got, Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê ji bo wan pirr giring e û lewma wê rojê ji bo piştgiriya nivîskarên girtî yên Kurd li Bakur û Başûrê #Kurdistan#ê bernameyên cûr bi cûr li dar xistine: “Li Bakurê Kurdistanê bi Komeleya Wêjekarên Kurd re me ji bo nivîskarên Kurd ên girtî semîner li dar xistin. Di semîneran de nivîskar Firat Can û Faysal Ozdemîr ku demekê di girtîgehê de ragirtî mabûn, qala serpehatiyên xwe yên zindanê kirin. Her wiha li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd bi tevlîbûna nivîskar û xwendevanên Kurd, me helbestên nivîskarên girtî xwendin û ji bo nivîskarên girtî name û pirtûk şandin. Li Başûrê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya rojnamevan û nivîskarên girtî, me pirtûk û name şandin. Em wekî nivîskarên li derve, peywira me ew e ku em berhemên di girtîgehan de bi berxwedanê hatine nivisîn, bidin danasîn û di nav hewldanê de bin ku nivîskarên girtî karibin mafê xwe yê azadiya ramanê pêk bînin.”
Nivîsên girtiyan dijîtal dikin
Fîdan da zanîn ku ji bo nivîskarên girtî wekî PENa Kurd proje û xebatên cûr bi cûr li dar dixin û wiha peyivî: Girtîgeh vegûherîne kanên nivîsînê. Ji ber ku derfet tine, nivîskar nikarin di girtîgehan de nivîsên xwe li ser komputerê dijîtalîze bikin. Ji ber vê yekê, wekî PENa Kurd, me jî komîsyonek ava kir. Em hewl didin, nivîsên wan li ser komputerê dîjîtalîze bikin. Projeyên me jî ji bo nivîskarên girtî hene, em dixwazin çîrokên nivîskarên di zindanê de, çap bikin. Me gelek çîrok jî ber hev kirine, her wiha em dixwazin guldesteya helbestê jî çap bikin. Ne tenê bi Kurdî em dixwazin bi zimanên din jî çap bikin da ku dengê wan nivîskarên zindanê ragihînin cîhanê. Niha jî ew projeya me ber bi dawiyê ve tê.”
Gelek nivîskar hîna pirtûkên xwe nedîtine!
Fîdan bi lêv kir ku li gorî berê derfetên nivîsînê di girtîgehan de hîn kêmtir bûne û ev tişt anîn ziman: “Di panelê de nivîskarên ku di zindanê de ragirtî mane jî ev yek anîn ziman. Berê di girtîgehan de gelek kes di odeyekê de diman û bi deh hezaran pirtûk hebûn. Li gorî niha derfetên wê demê guncavtir bûn. Nivîskarekî ku demekê di zindane de maye got, ‘Min dixwest di pirtûka xwe de qala kolaneke Amedê bikim, lê kolan nedihat bîra min. Min jî name ji malbata xwe re dişand ku wêneyên wê kolanê ji min re bişînin. Heta name digihîşt malbatê û bersiv dihat çend meh derbas dibûn.’ Her tim xetera serdegirtinê û desteserkirina nivîsan heye. Gelek nivîskarên Kurd gotin, me roman, helbest û çîrok nivîsîne, lê desteser kirin. Her wiha şandina derve ya wan berheman jî gelekî zehmet e û gelek nivîskar hene ku hê jî pirtûka xwe nedîtine, qedexe ye. Wekî ku zarokek mezin kiriye û aniye dinyayê, lê nikare bixwîne. Gelek endamên me di zindanan de ne yan jî ji ber ku bi zindanbûyinê re rû bi rû ne penaberê derveyî Kurdistanê bûne.”
Ferqa wêjeya Kurdistanê û derveyî welat
Di dewama axaftina xwe de Fîdan bal bire ser cudahiya berhemên wêjeyî yên girtiyan, ên derveyî welêt û li Kurdistanê jî: Berhemên ku ji zindanê dertên, di hestan, nirxandin û nivîsandinê de bandora zindanê li ser wan heye. Gelek nivîskarên Kurd ji ber polîtikayên dewletê nekarîne li Kurdistanê nivîskariya Kurdî bikin û çûne Ewrûpayê. Gelek berhem jî li Ewrûpayê afirandinê, ew berhem hemû jî pîroz in, karekî serketinê ye. Lê wekî ku dibêjin, dîtin û gotin nabe yek, heke li ser Kurdistanê tu ji Kurdistanê tiştekî binivîsî wê cudatir be ji ya ku li derveyî Kurdistanê hatiye nivîsandin. Di wêjeyê de jî ew yek xwe dide der. Teqez cudatiyek di navbera wêjeya Kurdistanê û derveyî Kurdistanê de heye.”
Tesîra têkoşîna jinê ya li ser wêjeyê
Omer Fîdan têkildarî nîqaşên bandora zayendpêrestiya civakî ya li ser wêjeya Kurdî û rewşa wêjeya Kurdî ya heyî jî got, “Weke Rojava, mînaka Arîn Mîrkan a serhildanê, dîsa li Rojhilatê Kurdistanê rejîmek dibe qurbana porê Jîna Amîniyê û her wiha li Bakurê Kurdistanê jî ji her aliyî ve têkoşîna jinan heye. Ew têkoşîn bandorê li wêjeya Kurdî jî dike. Helbet zehmet e ku pergala mêrsalarî ku bi çend hezar sal e, heye, di mehekê de di nav wêjeya Kurdî de derkeve. Di wêjeya Kurdî de bi her awayî gelek berhem tên afirandin û nirxandinên wan jî tên kirin. Li gorî mînakên heyî û rastiya dîrokê, wêjevan, nivîskar û rewşênbîrên cihanê, rê li ber siyasetê vedikin û bîra neteweyî ronî dikin. Ev yek di nav Kurdan de divê bê nîqaşkirin, rewşenbîran rola xwe çi qasî pêk aniye? Bi hêsanî mirov dikare rexne û nîqaş bike. Êdî ew nivîsên Cegerxwîn ku ji ber dewletê dihatin veşartin, li ser axa Kurdistanê wekî tov şîn dibin û fêkiyên xwe belav dikin. Lê 40 sal e şerekî giran li dijî Kurdan tê meşandin û dîroka me ya nêzîk me çi qasî karî binivîsin? Ew çîrokên nivîskarên di zindanê de, me nivîskarên ji derve çi qasî çîroka wan nivîsiye?”
Qelsbûna siyaseta neteweyî
Di dewamê de Omer Fîdan got, dengê rewşenbîr û nivîskariya Kurdî bi ser siyasetê neketiye û wiha dewam kir: “Her dayik û zarokekî/e Kurdistanê romanek e. Serpêhatiyên nivîskarên Kurd bi tena serê xwe çîrokek in, lê mixabin nivîskaran ew deynê xwe yê li hemberî civakê nedaye. 40 sal in şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qasî ew şer vegotiye? Ev pirsgirêkeke mezin e ji bo wêjeya Kurdî. Berê digotin kesên ji derveyî Kurdistanê hîs nakin ku binivîsînin, lê niha nivîskariya Kurdî li Kurdistanê şax daye. Tevî vê yekê jî mixabin, em gelek kêm û qels mane. Hem ji aliyê peywira me ya civakî ve hem jî ji bo afirandina siyaseteke neteweyî, em gelekî qels mane.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览683
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kurmanci.ozgurpolitika.com/- 28-11-2022
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 23-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on30-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):30-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览683
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.170 KB 28-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,378
图片 106,580
书籍 19,269
相关文件 97,149
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!