Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
20-02-2024
Aras Hiso
Cih
Girreban
20-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
20-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
İSKANA MECBURİ YA KURDAN
08-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hêmen Kurdaxî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Siwarên Rejiyê
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ez bişewitim
07-02-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 509,695
Wêne 102,799
Pirtûk PDF 18,655
Faylên peywendîdar 92,240
Video 1,184
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Wela...
Jiyaname
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
Jiyaname
TAHIR TANINHA
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
GELO WÊ CAREKE DIN SERHILDANA ÎRANÊ, BÊBEXTÎ LI MAFÊN KURDAN BIKE?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jîna Emînî

Jîna Emînî
HOJÎN EZÎZ
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Ji ber şehîdbûna ciwana Kurd #Jîna Emînî# (Mehsa) di 16`ê Îlonê de, yek ji bihêztirîn serhildanên li Îranê heta roja îro, çêbû ya ku siyasetên nasnameya Îranê şermezar dike. Ev serhildan gihîşt li ser asta navdewletî jî. Bi belavbûna xwepêşandaran li kolanên bi dehan bajar û bajarokên Îranê, navê Jîna Emînî bû qêrîneke ji bo rizgarî û azadiya jinê û ji bo xwendekaran û çînên din ên civakê. Hîn ji wan xwepêşandaran banga rizgarkirina hemû civakên bindest û paşguhkirî kirin û hînekên din jî banga yekitiya niştimanî di bin dirûşmey”Yek netew, yek ziman”kirin.
Bi zêdebûna xwepêşandanan, Kurdên li Îranê ku ji demeke dirêj ve wekî mezintirîn kêmnetewa etnîkî ya bindest û paşguhkirî ye, derketin ser dikê û nerazîbûna xwe li ser veşartina nasnameya kurdî ya Mehsa anîn ziman û dirûşmeyên kurdî wekî”Jin, jiyan, azadî” beriz kirin. Di demekê de ku armanca sereke ya serhildana gelêrî ji rêya xwe derdikeve, dibe ku şehîdbûna Jîna bû sedema destpêkirina xwepêşandanên mezin li Îranê.
Ev aloziyên ku niha rû didin, balê dikişînin ser zordariya li ser Kurdan bi awayekî taybet li Îranê û kedên netewa Kurd a berfireh ji bo serxwebûna çandî.
Dîroka zordariyê
Ji dema ku hevpeymana Sykes-Picot di destpêka Sedsala 20`an de hate ferizkirin, Kurd di navbera Îran, Tirkiyeyê, Iraq, Sûriyê û Yekitiya Sovyetê de, dabeş bûn. Ev dabeşbûn, wekî siyaseteke mêtingerî bû ku di encamê de ji wê demê ve, bi dehan salên ji zulm û qirkirina etnîkî bi xwe re anî, her wiha gihîşt asta qirkirina komî. Di heman demê de, performansa Kurdan li Îranê, ji Kurdên li Iraq an jî Sûriyeyê an jî Tirkiyeyê, ne baştir bû. Di destpêka Sedsala 20`an de, netewa Kurd desteka gelêrî wergirt. Her wiha, piştî xîtaba serokê Amerîkayê yê wê demê Woodrow Wilson ku ji 14 xalan pêk dihat û Wilson di wan xalan de gotibû divê mêtingeriyên berê serxwebûna xwe bi dest bixin, di encamê de tevgereke xurt a ber bi diyarkirina çarenûsê ya Kurdan derket holê. Lê rejîma Şah El-Pehlawî wekî dewletên cîranê xwe, polîtîkeyên firskirinê li dijî kêmneteweyên etnîkî û olên cûda ku ji desthildariya navendî û hikûmetê heta astekê cûda ye, pêk anî. Di encama polîtîkeyên nîjadperestî û paşguhkirinê wekî Şoreşa Destûrî 1905-1911 ku ziman û nasnameya farisî li ser komên din ên etnîkî û olî yên cûda feriz dikir, Kurd hîna zêdetir dûrî hikûmeta navendî man. Lê tevî vê yekê jî, Kurdan bi berdewamî parastina mafên xwe yên etnîkî û çandî di hûndirê Îranê de, kirin.
Serhildanên Kurdan li Tirkiyeyê û Iraqê, wekî serhildana Şêx Eubeyîdellah a di sala 1871-1881`an de, li dijî Împratoriya Osmaniyan destpêkê û piştre li dijî Qacariya Îranî û hewldanên serhildanên Barzanî, bûne sedem ku serhildanên bi vî rengî li #Rojhilatê Kurdistanê#(Kurdistana Îranê) rû bidin. Di vê çarçoveyê de, serhildana Simkoyê Şikakî ya sala 1918`an û şoreşa Komara Mehabatê ya sala 1946`an de, encama kedên mezin ku Kurdan ji bo otonomî û serxwebûnê, dane.
Hewldanên Kurdan ên serxwebûnê ji sala 1918`an ve, bi awayekî zêde heta niha berdewam dike, lê hikûmetên navendî jî li beramberî wan tundî zêde kirin. Di dawiyê de, bi awayekî hovane Komara Mehabatê hilweşandin û serokê wê Qazî Mihemed û gelek hevreyên wî bi awayekî eşkere di qadan de, bidarve kirin. Komara ku nû hatibû avakirin, tenê 11 mehan ma, lê dikaribû saziyên xwe yên xurt ava bikira û hêzên Kurdan polîsên Îranê rakirin, her wiha zimanê kurdî wekî zimanê fermî bikar anîn. Bi vî awayî, Mehabat bû bingeheke bi hêz û israrê ya serxwbûnê, ji ber ku dikaribû di demeke kurt de bi serbikeve, lê bi awayekî hovane bidawî bû.
Ji nimûneyên giring ku rolek di serhildana Îranê de îro lîstiye, beşdarbûna Kurdan di Şoreşa 1979`an de; ku şoreşeke gelêrî bû, di encamê de xanedana Pehlewî ya di bin hukimê Şah Mihemed Riza Pehlewî bû têk çû û li şûna wê komara islamê ya di bin serweriya oldaran de di bin ala Ayetullah Xumeyînî, hate avakirin. Tevî ku serhildanê komên çepgir, ilmanî û olên cûda girte nava xwe, lê di kêliyên dawî de oldaran dest danîn ser şoreşê. Hukimê olî yê nû, ilmanî ji holê rakir û rejîma Phlewî ya zordar û desthildar ku destek dida rojavayî, bi rejîmeke teokratîk a dijî rojavayî, guhart ku li ser esasê fikir û wesîyetên oldarên islamî hate avakirin. Ev wesîyeta nû ne tenê taîfeya Şêî ku ev demeke dirêj bû li Rojhilata Navîn hatibû paşguhkirin vejand, lê belê Îran wekî parêzvana nasnameya islamî her çiqas Şêî ye jî, raber kir.
Encamên Şoreşa 1979`an de ji bo Kurdan karaset bûn, tevî ku Kurdan bi awayekî berfireh di nava komên çepgir, Marksî û ilmanî beşdarî şoreşê bûn. Lê ne ji ber ku Kurd tenê ilmanî bûn ev encam bi xwe re anî, lê ji ber ku piraniya wan ji mezhba Sunî an jî olên cûda wekî Yarsanî an jî Behayî an jî Cihûyî bûn. Tevî ku di destpêkê de, bangên ji bo mafên Kurdan û xwebirêvebirinê jî hebûn, lê danûstandina di navbera partiyên Kurdan û hikûmeta navendî, bi awayekî lezgîn têk çû. Di encama xîtaba navdar ku Xumeyînî têde hebûna kêmnetewan li Îranê red kir û ew wekî ne islamî binav kirin, ev yek bû weke fitweyeke olî ya dijî Kurdan. Her wiha, di Tebaxa 1979`an de, fitweyek hate derxistin û têde destûra kuştina Kurdan hate dayîn, ji ber ku Kurd”Kafir û daxwaza serxwebûnê dikin”. Di encamê de, şerekî hovane û bi awayekî domdar li dijî Kurdan hate destpêkirin û di wî şer de tang û topavêj û hêzên çekdar li herêmên Kurdan hatin bikaranîn û dest bi qetilkirina sivîlan kirin.
Her wiha, Xumeynî dilsozên xwe, nexasim ji wan Ayetullah Sadiq Xilxalî ku piştre bû serokê dadgeha şoreşa islamî yê ku bi navê”Dozgerê sor” dihate naskirin, rêkirin ji bo hejmareke zêde ji siyasetmedarên Kurd di nav de jin û zarok, werin darvekirin. Her wiha li kêleka şerê çewisandinê, hejmareke zêde ji Kurdan hatin girtin û êşkencekirin û bi dirêjahiya salan hatin darvekirin.
Şerê li dijî Kurdan ne tenê leşkerî bû, lê belê şerekî aborî û civakî li dijî Kurdan hate meşandin, da ku herêmên Kurdan zirar bibîne û perwerde û lênêrîna tenduristî têde tune be. Di encamê de, herêmên Kurdan bi hevrûkirina bi herêmên Îranê re, paşverû ma û ji gelek mafên xwe bêpar ma. Oldaran mafên Kurdan ên girêdayî cil û bergan an jî ziman, red kirin û firskirin bû hevwateya qirkirina Kurdan a çandî.
Bi heman awayî, li parçeyên din ên Kurdistanê ango li Tirkiyeyê, Sûriyê û Iraqê, rejîmên cûda heman polîtîke bikar anîn. Li Tirkiyeyê, hîn Kurdan bi sozê generalê tirkî Mustefa Kemal Atatruk a avakirina dewleteke kurdî û tirkî ya hevbeş, hatin xapandin. Beriya wê jî, tevgerên neteweyî yên Kurdan a Mîr Mihemed ji Rewandozê sala 1839 û tevgera Bedirxan Paşa ji Botanê sala 1847`an bi awayekî hovane û bi alîkariya artêşên Almanya û Birêtaniya, hatin çewisandin. Lê tevî vê yekê jî, Kurd tevî Tirkan bû. Lê piştî ku dewleta Tirkiyeyê ya nû di Tîrmeha 1923`an de li ser esasê Hevpeymana Lozanê hate avakirin, Kurd şok man pişî ku Mustefa Kemal peymana bi Kurdan re binpê kir û yekser nasname, ziman, cil û berg û mûzîka kurdî qedexe kir. Serhildanên gelêrî yên ku piştre Kurdan pê rabûne dewam kir, di nav de serhildanên Şêx Seîd 1925`an, serhildanên çiyayê Araratê 1927-1930 û serhildanên Dêrsimê 1936-1939. Lê wekî her car, ev serhildanên ku rabûne, bi awayekî hovane bersiv didan.
Kurdên Iraqê
Çarenûsa Kurdên Iraqê jî heman çarenûs bû, dema ku hêzên mêtinger ên hikûmetên Birêtaniya, Amerîka û Fransayê li beramberî berhemên petrolê, dev ji xweseriya Kurdan berdan. Dewleta Iraqê jî, piştî hevpeymana Sykes-Picot a piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hate avakirin û sozên rêveberiyeke xweser dane Kurdan. Bi hatine sala 1920`an a Hevpeymana Sêverê û herî dawî hevpeymana Lozanê, hêviyên rêveberiyeke xweser an jî serxwebûna Kurdên Iraqê, têk çûn.
Kurdên Iraqê, bi dehan salan şer, tundî, koçberî û qirkirina etnîkî dîtin, her wiha li dijî wan hemleya Enfalê ya bêwijdan ku serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên di navbera 1987-1989`an de destpê kir. Di encamê de, polîtîkeyên erebkirinê, wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan, koçberkirina bi darê zorê, bidarvekirina mêran ku temenê wan ji 16 salî heta 60 salî, hatin pêkanîn. Di heman demê de, li dijî Kurdan çekên kîmyawî jî hatin bikaranîn. Di sala 1991`an de, Kurd û Şêîyên li Iraqê bi awayekî komî li dijî rêbazê hovane yê rejîma Sedam a li dijî herdu mezheban, serîhildan piştî banga rêveberiya Serokê Amerîkayê yê berê George Bush ê bav di vê der barê de. Ev serhildan ji Adarê heta Nîsanê berdewam kir. Lê bi awayekî hovane ji aliyê Heris Comhurî ve hate çewisandin. Di encamê de, zêdetirî du milyon Kurd hatin koçberkirin û bi deh hezaran Kurd hatin kuştin û darvekirin û ketin zindanê û hatin êşkencekirin.
Di demên dawî de, bi derketina rêxistina DAIŞ`ê ya li Iraq û Şamê, Kurdan tevgereke berxwedanê ya destpê kir, di encamê de bajarê Kobanê yê li Bakurê Sûriyê ku bi zimanê kurdî Rojava tê gotin, hate dorpêçkirin. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2012`an de, Kurdan rêveberiyeke xweser a serbixwe ragihandin û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin.
Di salên piştre, Kurdan nimûneyekî ilmanî û demokratîk a ku li ser bingehê wekheviya di navbera herdu zayendan de û pirrengiya demokratîk hate avakirin, pêşkêş kirin. Bi vî awayî, yek ji herêmên herî demokratîk û totalîter ên cîhanê, rastî çewisandineke domdar ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve ya li ser sînor ve, hat. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, hemû derfetên ji bo hemleyên tundî û hovane li dijî Kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê, bikar anî.
Her wiha, Tirkiyeyê Efrîn li kêleke herêmên din ên girîng dagir kir, di heman demê de komên terorîst ên tundraw li Sûriyeyê ji bo şerkirina li dijî Kurdan, bi hêz û çek kir. Bi hatine dawiya sala 2019`an de, Kurdan zêdetirî 12 hezar ji şervanên xwe di şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê de, winda kirin, ku ji sala 2014`an ve bi awayekî nêz bi artêşa Amerîkayê re şerê rêxistina DAIŞ`ê kirin, beramberî ku ji êrişên Tirkiyeyê werin parastin. Lê tevî vê yekê jî, serokê Amerîkayê yê berê Trump di Cotmeha 2019`an de, ragihand ku wê DYA`yê hêzên xwe ji herêmê vekişîne, bi vê yekê Trump destûr da Tirkiyeyê ku herêmê dagir bike. Di encamê de, hejmareke zêde ji leşkerên Amerîkayê ku bûbûn wekî bendekî li pêşiya êrişa Tirkiyeyê, vekişiyan û Tirkiyeyê êrişeke leşkerî û hovane pêk anî û çekên kîmyawî li dijî sivîlan bikar anî. Ji ber vê yekê, Joe Biden (ku wê demê ne serok bû) bi tund xiyaneta Trump a li dijî Kurdan şermezar kir, lê dema ku bû serok hem rêbaz meşand û destûr da Tirkiyeyê ku êrişan û derbeyên asmanî yên domdar, pêk bîne.
Pabendbûna Kurdan a dirêj û domdar bi azadiyê re, di dîrokê de gelek caran rastî xiyanetê hatin. Lê pirsa ku derdikeve holê, gelo wê serhildana Îran ya niha ku heta niha bê rêveber e, çerxa xiyanetê ya serdema berê, dûbare bike? Piştî tecrûbeyên wan ên berê, divê Kurd hişyar bin, nexasim ku kurdiya Mehsa Emînî ji holê rakir û tenê wekî jineke îranî, raber kirin.
Nahid Siyamodost, alîkarê mamosteyê di Lêkolînên Rojhilata Navîn û Ragihandinê di Zanîngeha Teksas de, di demên dawî de gotarek bisernavê”Jin, Jiyan, Azadî”dirûşmeya sedsalî di pêvajoya avakirinê de, weşand. Têde Nahid Siyamodost çalakiyên jina îranî di sedsalên borî de, nîqaş kir. Lê balkêş e ku di gotarê de, tenê carekê jî behsa Kurd an jî Kurdistanê an jî ku Emînî Kurd e nehatiye kiriye, her wiha têde behsa êş û azarên kêmnetewên etnîkî û olî ku ji polîtîkeyên dewleta kûr li Îranê dîtine, nehatiye kirin. Her wiha, di gotarê de wekî ku kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin ne ji civakên Belûş û Kurd in. Divê tevgera Îranê bi awayekî tund dûrî dûbarekirina kiryarên mêtingeriyê yên tunekirina û desteserkirina çandî, berdin, da ku baweriya Kurdan winda nekin.
Ji bil çiyan tu hevalên Kurdan tune ye
Di kurte dîroka Kurdan a nûjen de, diyar dibe ku Kurd piraniya caran di tevgerên demokratîk ên gelêrî û serhildanan de, têne keysbazkirin. Her carê jî, Kurd xwe rastî çewisandin û paşguhkirinê ji berê bihtir dibînin. Di vê dîroka hov û xwînrêj de, pêwîst e ku Kurdên Îranê cihekî xwe bigirin da ku piştî şoreşê mafên wan were parastin, her wiha divê destûrê nedin ku dîrok careke din xwe dûbare bike. Ji ber vê yekê, Kurdên Îranê pêwîstiya wan bi planekê ji bo xwerêvebirinê an jî mafên çandî ku hewcedariya wan pê heye, heye. Dibe ku ev nêrîn pêwîstiya wê bi sîstemekî federal wekî ku Kurdên li Rojava pêk tînin, heye, an jî pêwîstiya wan bi rengekî ji rengên xwerêvebirinê wekî ku çawa Kurd li Iraqê dijîn niha, heye. Di herdu rewşan de, gelek nimûne hene ku Kurd xwe bispêrînê.
Faktorê girîng di vê serhildanê de îro Faris û yên din digire nava xwe, ji ber ku dîrokê îsbat kiriye ku serhildanên gelêrî piraniya caran dibe kopiyek ji rejîma hov û otorîter ên rejîma berê. Bi rastî jî, faktorên xwedî meyleke bi fikar a bi vî rengî di hûndirê serhildanan de heye, di demekê de ku xwepêşandarên Kurdan ji mafên xwe yên axaftinê û diyarkirina Kurdbûna xwe û rakirina alên kurdî, bê par man, an jî di xwepêşandaran de, bi dirûşmeya”Yek netew, yek al”hatin bêdengkirin.
Eger dixwazin ku serhildana Îranê biserbikeve û demokrat be di dawiyê de, divê hêmana kurdî, qurbaniya wan û beşdarbûna wan di xwepêşandanan de, di ber çavan re bigirin. Di heman demê de jî, divê civakên paşguhkirî wekî Belûş, Lûr û hwd jî di ber çavan re werin girtin û divê hemû tedbîrên ji bo garantiya parastina mafên wan û aşitiya wan a çandî, werin girtin.
Lê tenê tiştekî piştrastkirî heye ew jî; xwepêşandanên sala 2022`an li Îranê ne gengaz e ku bibin berdewamiya Şoreşa 1979`an. Mafên mirovan, mafên çandî, mafên jinê, zarok, ekolojî û heywan wê nebin qurbaniya berjewendiya îrade û xwestekên çîna desthildar.[1]
Hojîn Ezîz: Mamosteya Zanistên Siyasî ye.
Ev babet 1,251 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 29-11-2022
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 09-11-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Êran
Welat- Herêm: Rojhelatê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 29-11-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 30-11-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-11-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,251 car hatiye dîtin

Rast
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
11-05-2022
Burhan Sönmez
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Jiyaname
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
18-01-2024
Burhan Sönmez
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
Jiyaname
TAHIR TANINHA
03-02-2024
Burhan Sönmez
TAHIR TANINHA
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
10-02-2024
کاکۆ پیران
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Burhan Sönmez
Babetên nû
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
20-02-2024
Aras Hiso
Cih
Girreban
20-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
20-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
İSKANA MECBURİ YA KURDAN
08-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hêmen Kurdaxî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Siwarên Rejiyê
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ez bişewitim
07-02-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 509,695
Wêne 102,799
Pirtûk PDF 18,655
Faylên peywendîdar 92,240
Video 1,184

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!