图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
LI SER PIRSA: ÇIMA KURD DIJATIYA NATO`YÊ DIKIN?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
TARIQ HEMO
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Di her axaftineke xwe de, fermandar û lîderên PKK`ê, behsa helwesta #NATO#`yê ya dijmantiya #doza Kurdan# li Tirkiyeyê û destekdayîna NATO`yê ya polîtîkeyên Tirkiyeyê yên nîjadperest ên li dijî nasname û hebûna Kurdan, dikin. Her wiha, NATO`yê bê şert û merc destekê dide operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê û tu helwesteke nerazîbûnê li hemberî tundiya zêde, eşkere nake û tu carî banga çareseriya siyasî li aliyan nake.

Derbarê destekdayina NATO ya Tirkiyê de, mirov nikare rewşa navdewletî ya heyî wekî bihane nîşan bide, ku helwesta NATO li dijî Rûsyayê ya ku li dijî Ukranyayê şer dimeşîne, dijwartir bûye û pêwîstiya stratejîk careke din bi Tirkiyeyê peydabûye. Helwesta NATO`yê ji berê de, di destekdayina dewleta Tirk de kevn e û hemû daxwazên Tirkiyeyê yên çewisandina tevgera kurdî ya çekdar, pêk tîne.

Di “Aloziya”dawî de ya girêdayî tevlêbûna Siwêd û Finlendayê ji bo NATO`yê re, derket holê ku NATO dixwaze xwe bi Enqereyê şirîn bike, lewra destûrê dide Tirkiyeyê ku ew polîtîkeyên şantajê pêk bîne. Nexasim, NATO dizane ku “Tawîzên”ku ji Tirkiyeyê re hatin pêkêşkêşkirin, dikevin çarçoveya meyla xurtkirina şer û zêdekirina aloziya hûndirîn bi Kurdan re û bi dewletên cîran re. Ev helwesta NATO xeyala împratorî ya Osmaniya nû ya bi rengê(Komeleya ttihad û Terakki), ango zihniyeta qirkirinê û paqijkirina etenîkî, xurt dike.

Diyar e ku NATO ji rêveçûyîna şerê Tirkiyeyê li Sûriyeyê an jî Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ne dûr e. Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk ji nîva Nîsanê, operasyoneke leşkerî ya mezin, tevî bikaranîna çekên pêşketî yên NATO`yê wekî (Balafirên bê mirov, gazên kîmawî, bombeyên fosfor û topên napalm), her wiha şewitandina daristanan û zeviyên çandiniyê ku dewleta Tirkiyeyê ji dehên salan e vê polîtîkeya şewitandinê li dijî berxwedaniya Kurdan, pêk tîne. Diyar e ku bêdengiya NATO`yê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ya li dijî mirovan û jîngehê, helwesta kesên ku bi hebûna şer û hemleyên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan tevdigerin û yên ku hemû projeyên siyasî û çareseriyê red dikin, xurtir dike.

Di vê dawiyê de NATO li hemberî êrîşek dewleta Tirk ya li ku dijî cihekî torizîmê li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê pêk aniye û di encamê de, 9 geştiyarên Erebên iraqî hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn, bêdeng ma. Di heman demê de, eşkere ye ku êdî dewleta Tirki fêr bûye ku li dijî sivîlên li gund, zevî û cihê geştiyarê komkujiyan pêk bîne, bê ku tu hesabî ji bertekên hêzên navdewletî bike. Ji xwe dewleta Tirk ji ber van bêdengiyan, cesaret dike li dijî hikûmetên Sûriyeyê û Iraqê pêşve biçe û destdirêjî ax û welatiyên wan bike.

Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û hebûna Kurdan li derve û hûndirê Tirkiyeyê û di pêkanîna stratîjiya berfirkirin û hegemoniyê ya di çarçoveya xeyalî”Mîsaqa Milî”û zihniyeta”Îtad û Tereqî/paqihkirina etînkî û olî”de pişta xwe dide çekên NATO û jê sûd werdigire. Bi vî awayî ew bê tirs siyaseta qirkirinê dewam dike û ji berdewamkirina NATO`yê ya destekdayîna tam ji şerê wê re piştrast e. Li ser vî esasî, hikûmeta bloka AKP û MHP`ê ya nîjadperest, di zêdekirina hemleyên şer , qirkirin, koçberkirin , destekdayîn û perwerdekirina komên terorîst ên islamî û alîgirên wan da ku projeya wan a hegemoniyê û berfirehbûna xeyalkirî, berdewam dike. Her wiha, ev helwesta NATO`yê, serweriya bloka AKP-MHP`ê li ser desthildariyê û dewlemendiya hûndirîn û rêgirtina ketina wan û derketina wan li beramberî dadgehên hevrikan”Vekirina dosyayên gendeliyê, talankirina malbatî, destekdayîan terorê û rijandina xwîna sivîlên bêguneh”, dabîne dike.

Di van rojan de û piştî ku bazirganî di mijara tevlêbûna Siwêd û Finlendayê di NATO`yê de çêbû, hikûmeta AKP û MHP`ê xwe amade dike ku hîna zêdetir destekdayîna leşkerî werbigire. Di vê çarçoveyê de, çav li rê ye ku barên çekên pêşketî û alîkariya teknolojî ji alava şerê Tirkiyeyê re, bigihêje wê. Li ser vî esasî, wê di operasyonên kuştin û xerabûnê de, bandoreke hîna mezintir çêbibe. Her wiha, dibe ku erêkirina serokê Amerîkayê ya dayîna balafirên F-16 ji artêşa Tirkiyeyê re piştî erêkirina kongresê, di çarçoveya polîtîkeya “delalîkirina” Tirkiyeyê di NATO`yê de, pêk hatiye. Ev destek jixwe bi şertê ku pabendî helwestên stratejîk ên rojavayî bibe û li kêleka Amerîkayê li dijî Rûsya, Çîn û Îranê bisekine, pêk tê. Ev jî beşek ji polîtîkeya xizmetguzariyê ya kevnar a Enqereyê ye, ku ji alozî û nakokiyên navdewletî sûd werdigire û cihê welatê xwe yê jeostratejîk ji bo bidestxistina destkeftiyan û dabînkirina bêdengiyê li hember hemû binpêkirin û sûcên di mijaran Kurdan, mafên mirovan, dosya piştgiriya ji terora islamî re û dosyaya xerabiyê li welatên cîran, bikar tîne.

Ji aliyekî din ve jî, NATO ti giranî nedaye şerê hêzên kurdî yên li dijî rêxistina teror “DAIŞ” û giranî neda bi hezaran şehîdên Kurdan ku bi xwîna xwe DAIŞ`ê têkbirin û jiyana bi milyonan xelkê parastin. Her wiha NATO ti giranî neda hêzên kurdî yên ku nehîştin herêm û cîhan bibe çavkaniya teror û kuştinê û rê li ber komkirina cîhadîstên cîhanê li Rojhilata Navîn girtin. Helwesta NATO`yê li hemberî qurbaniyên Kurdan neyinî bû (Li vir mebest PKK û YPG`ê ne ). Di heman demê de, NATO ti wate neda şerê Kurdan ê li dijî terora islamî, parastina kêmneteweyan, xurtkirina nirxên wekheviya zayendî û ji holêrakirina nijadperestiya neteweyî û mezhebî.

NATO`yê bi polîtîkeya xwe ya dijmantiya li dijî Kurdan li Tirkiyeyê û Sûriyeyê, guh nade mafên mirovan, her wiha ew guh nade qanûna navdewletî û mafên kêmneteweyan, lê belê ev polîtîkek li gorî stratejiya şerê Tirkiyeyê û hemleyên tasfiyekirin û qirkirina kurdan dimeşîne . Her wiha, AKP û MHP`ê bi awayekî berdewam israr dikin ku rêxistina DAIŞ`ê di kuştina Kurdan de û xerabkirina herêmên Kurdan, bikar bîne. Di heman demê de, ji NATO`yê nayê veşartin ku dewleta Tirki teknolojî û çekên wê yên pêşketî û bernameyên wê yên sîxûrtiyê û şopandinê, di qetilkirina fermandar û sembolên leşkerî yên kurdî ku pêşengtiya şerê li dijî DAIŞ`ê dikirin, bikar tîne. Ew fernandar û sembolên leşkerî yên kurdî, roleke wan a mezin di têkbirina bargeha DAIŞ`ê de hebû û bi sed hezaran sivîl ji tarîtiya DAIŞ`ê xelas kirin. Lê ev fermandar bûne armanca tesfiyekitinê ji aliyê Tirkiyeyê ve. Dewlrta Tirk bi çekên NATO`yê wan qetil dike. Bi vê yekê ew tola DAIŞ`ê hiltîne.

Kurd dijmantiya NATO`yê nakin. Her wiha PKK`ê jî ya ku banga aşitiyê bi awayekî danûstandin û çareseriya siyasî, bi Tirkiyeyê re dike, dijmantiya NATO`yê nake. Di heman demê de, QSD`ê jî dijmantiya NATO`yê nake, lê belê ji hikûmetên dewletên di nava NATO`yê cih digrin de, dixwaze ku destwerdan bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku êrişî herêmên Rojavayê Kurdistanê neke, her wiha QSD`ê ji wan dixwaze ku nehêlin Tirkiyeyê çekan bide terorîstan û şaneyên DAIŞ`ê jinûve perwerde û nûjen neke. Di heman demê de, QSD`ê amadebûna xwe ya diyalogê li ser esasê rêgeza cîrantiya baş, ragihandiye.

NATO, her tim li kêleka hikûmetên Tirkiyeyê yên ku şer û çareseriya leşkerî dixwazin û bi berdewamî destekê dide wan hikûmetan, bi taybetî eger mijar dayîna çek û teknolojiya şer û wêrankirinê be. Lê yên ku banga çareseriyê û danûstandinê bikin, NATO tu giringiyê nade wan. NATO, tenê aliyekî leşkerî yê şer li ser esasê gurbûna aloziyan û şeran li eniyan, rabûye û hemû berhemên şerîketên çekan ên cîhanî di bazarên şeran de, belav dike. Lewra, bazara Tirkiyeyê geş bû û niha jî geş e, her wiha jê tê xwestin ku hîna zêdetir geş bibe. Eger bazar zêdetir geş bibe û dewleta Tirk zêdetir histiyê xwe ji NATO re xwar bike, dê bolka AKP û MHP berdwam destekê bibînin. Dê bloka AKP û MHP were xurtkitin û li ser desthilatdariyê hîştin. Bloka piştevaniya terorê û belavkirina alozî û wêrankirinê li herêmê…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览668
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/ku- 29-11-2022
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 02-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 82%
82%
添加( ئاراس حسۆ 29-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):05-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览668
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!