Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,390
Wêne 105,713
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,486
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Wêjeya şoreşê
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wêjeya şoreşê

Wêjeya şoreşê
Elî Roj

Edebiyat, #wêje# an jî lîteratûr sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nazikî û xweșikî“ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul Kurdî, ango edebiyata Kurdî. Pirhijmara peyva edebê edebiyat e û ji aliyê Kurd, Faris û Tirkan ve tê bikaranîn. Wekî „#Edebiyata Kurdî#“, „Edebiyatî Farisî“ û „Türk Edebiyatı“. Wêje ji peyva „wutin“ê tê. „Wutin“ di Kurdiya Soranî, Goranî û Zazakî de bi fonetikek nêzî hev beramberî wateya peyva „gotin“ê tê bikaranîn. Peyva lîteratûr di hemû zimanên ewrûpî de bi wateya edebiyatê ye.

Cûre bi cûre bê tarîfkirin jî, wêje ji berhemên nivîskî û devkî re tê gotin û ew jî bi ziman re zexm girêdayi ye. Wêje hêza xwe bikaranîna ziman digire û bi berhemên xwe jî ziman dikemilîne. Ji berhemên ku nivîskî û devkî yên bi hunerî bûyer, raman, hest û xeyalan bi șêweyekî bedew/estetîk pêșkêșî guhdar û xwendevanan dike re tê gotin. Ew berhem mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, stran, șano û… hwd derdikevin holê û cîhana nîgașî ya guhdar û xwendevanan dixemilînin.

Di derheqê wêjeyê de pir tișt hatine gotin û hîn jî ew ê bêne gotin. wêje tê wateya hewldana nêrîneke berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê. Di vê dema nûjen de êdî nivîsandin pir hêsan e. Lewma ji bo parastina berhemek wêjeyî nivîsandin pêwîst e. Nivîskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendevanan. Lê ev nayê maneya ku edebiyat bi tenê ji berhemên nivîskî pêk tê. wêjeya Kurdî ji ber sedemên așîkar hîn jî zêdetir devkî ye. Pêwîst e ku wêjeya nivîskî li ser hîmê wêjeya devkî were avakirin. Wê demê dewlemend, xurt û bedewtir dibe. Hinek beșên edebiyatê zêdetir bi devkî bandor dikin. Wê demê ji xwendevanan zêdetir guhdar derdikevin li pêș. Bêguman û bêșik, dengbêj û çîrokbêj xwedî û hostayên wêjeya devkî ne. Di gotinên wî/ê de fantazî û rastî, xewn û serpêhatî, bûyerên qewimî û çêkirî di nav hev de ne.“

Wêjevan ew kesên ku kilîta gencîneya ziman di destê wan de ye. Ew bi nivîs û gotinan peyîvên di xeyalên xwe de diafirîne, bi rêkûpêk û nîzamî didin berhev, dixemilînin, dinivîsînin, dibêjin û vedibêjin. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tînin ziman. Di vê hewldanê de sûdê didine derdora xwe, tûrê xwe berdidin bin bîra dilên xwe, wan bi tecrûbe, raman, hest, xeyal û hêviyên xwe yên cûrbecûr dixemilînin û pêşkêş dikin. wêjevan bi şêwazekî xweşik behsa însanan dikin, bi awayekî hunerî însan ji însanan re tarîf dikin.

Dema mijar li ser mirov û mirovahiyê be wêjevan xwe, civaka xwe, herêma xwe jî vebibêje; ev vegotin gerdûnî û ji bo herkesî ne. wêjevan pirsgirêkên hemû kesên li rûyê erdê mîna pirsgirêkên xwe dibînin û ji bo çareseriya wan hewl didin. Ev hewldana gerdûnî sînor û tixûbên di dil û mejiyên mirovan de hatine danîn serûbin dikin, nêrîn û dîtinên berfireh didin ber wan. Ew êș û janên mirov û mirovatiyê ji xwe re dikin êș û jan, ji bona çareseriya wan tevdigerin. Bi duristkirin û tekûzkirina gotin û vegotinê niyet û meqsedên mirovan zelaltir dibin, baștir û duristir tên fêmkirin. Ev jî bi bêjinga edebiyatê gengaze.

wêjevan bi nêrînek berfireh li jiyana civakan dinere û șîrove dike. Di berhemên wî de hestyariyek û dilsoziyeke mirovhezî û gerdûnî heye. Ew ji xwendevanên xwe re dibe pêșeng û hișmendar.

Edebiyat him nivîskar û wêjevanên dunyayê digihîne hev, him jî civak û neteweya wan. Piștdayîn û ragihandina wêjevnên gerdûnî dikarin aștî, azadî û hevaltiya gelan xurt bikin. Wêjevan bi feraset û hișmendiyê ve girêdayî ye. Ew bi qelema xwe dikare civaka xwe û hemû civakên dunyayê ji xirabî û gemara demê haydar bike û ji wan re riya mirovatiyê raber bike.

Mîna hemû beşên hunerê, wêje jî di nav civakê de derdikeve holê û bi civakê re xwe dikemilîne. Di navbera civakê û wêjeyê de her dem têkiliyekî dualî heye. wêjevnên ji nava civakê derdikeve û berhemên xwe mîna konekî li ser sînga civakê divede. Berhemên wêjevnên, ango wêje ruh dide civaka ku tê de dijî, hişê/bîra wê teze û zelal dike, çêdike û derman dike. Ji bona fêmkirin û lihevkirinê zemîn peyda dike, amade û sererast dike. Li gor pêwîstiyên civakê pêşiya wan ronî dike, ji wan re dibe rêber. Herwiha wêje di heman demê de dibe çavkaniya pêşxistina ziman û ji milê çandî ve jî bi xwe re çandeke resen, têr û tijî derdixîne holê.

Dema mirov bala xwe dide berhemên wêjeyî dibîne ku ew ji bona lêkirina bîra/hișê hevpar a gel pêwist e/gereke. Hemû berhemên wêjeyî li gor însan û vegotinên însanan hatine pêşkêşkirin ew her tim zindî dimînin û di hemû dem û çaxan de mirov ji wan sûdê werdigre. Mirov çiqas zimanê xwe pêşbixe bi qasî wê ew pêşdikeve, ji ber ku fêrbûn û pêşxistin ziman li cem mirov di hemû aliyên din de jî pêşketinê dide avakirin. Ji ber ku mirov hebûneke civakî ye û di bin bandora civakê de ye, kêm be jî bi kirinên xwe li ser civakê xwedî bandor e. Gelê kurd bi salane ku zimanê wî hatiye qedexe kirin, kêm hatiye dîtîn û biçûk hat xistin. Lê bi saya wêjeya devkî (dengbêj û çîrokbêjan) parast û bi wan hestên xwe derman kir. Ew hêza gotinên devkî ji birîn, hêrs, bêçaretî û tengasiyên wan re bû derman.

Jiyaneke bê wêje roj bi roj tê de hestên civakê vedimirin û mirov di nava civakê de bê xem û bê hîs dibin, civak ji cewherê xwe dûr dikeve û tarûmar dibe. Wêje rastiya jiyana azad û birûmet ji mirovan re xêz dike û bi rengên herî xweşik û delal dixemilîne û cewherê mirov çiye pê dide naskirin. wêjevan civakê hişyar dike û ji bona tekûziyên mirovahiyê berhemên xweșik û bedew pêșkêș dike. Civak û gel ji gor xwedîderketina wêje û wêjevanan dikare xwe bighîne asteke mezin û bilintir. Ji ber ku tiștên neteweyekê li ser piyan dihêlin wêje û berhemên wê yên wêjeyîmne. Ew jî bi zimanê zexim û dewlemend ê wî gelî ve girêdayî ye. Lewma hemû dewletên dagirkerên nûjen êrîșên xwe yên destpêkê li dijî zimanên gelên bindest dikin. Kurdan bîrên/hișên xwe demeke dirêj bi stran, kilam, çîrok û destanên dengbêjan zindî girtin.

Şoreş jî bi xwere guhertin û veguhertinên bingehîn di nava civakê de dide avakirin û şoreş ji bona avakirina civakeke nipûnû çavkaniya hêz, bawerî û azadiyê ye. Ji ber vê Dema gotina şoreşê tê li ser zimên, yekser tê hişê mirov ku wê jinûve jiyan mîna xemla buharê bipişkive û mîna avzêmê, çem û rûbaran bê ku tu qeyd û bendan nasbike biherike. Ango şoreş tabloyeke ku tê de wênexêz hemû rengên xweşik û delal bikartîne û bi vê yekê dixwaze bala herkesî bikşîne ser kar û xebatên ku ew dide meşandin û dixwaze berhemên xwe bi rengekî herî baş bighîne gelê xwe.

Herweha ger ku Şoreş ne civakî be, mirov nikare navê şoreşê lê bike, wêje jî ger ji rasteqîna civakê dûr be û nikaribe bibe neynika civakê, wê nebe wêjeya resen û wê nikaribe bibe malê civakê tevahî. Civak bi riya çand, wêje û dîrokê teşeya xwe digre. Ji ber vê yekê şoreş bê edebiyat nabe û ji bona ku xebatên wêjeyê biserbikeve pêwîstî bi şoreşeke edebiyatê heye. Çawe ku pêdiviya civakê bi gelek şoreşan heye ji bona ku xwe bighîne azadiyê û xwe ji qeyd û bendên koletiyê rizgar bike. Di heman demê de pêwîstiya civakê bi şoreşa edebiyatê jî heye. Ji ber ku wêje giyan û hestên civakê zindî dike û di hundirê civakê de vîn, bawerî, coş û zanistiyê pêşdixîne.

Di rasteqînê de şoreşa herî mezin di hestên mirovan de pêk tê û ger ku ev yek pêk were wê gavê kesayet dikare bi rengekî azad bihizire û serkeftinê di hemû warên jiyanê de pêk bîne. Her wiha ger ku wêje di raman û hestên mirovan de vejîna xwe pêkneyîne, wê demê çalakiya xwe ya pêşvebirin û pêşengiya civakê nepêkane. Dema ku jiyan bi wêjeyê bê pênasekirin, wê gavê mirov dikare bi rengekî hîn bedewtir pênaseya jiyanê bike û hîn bêtir bi zimanê hest, xeyal, xweşikbûn û zindîbûna hertiştê ku di gerdûnê de jiyan dikin bilêvbike. Ger ku ev yek pêk were wê çaxê rastiya mirov, xweza û hemû zindiyan di kûrahiya hest û deryaya çavên me de bibe xwedî wateyeke cuda.

Ji ber ku mirov herî zêde bi xeyal, hest û asoyên xwe dixwaze cîhana nepenî nas bike û xwe bighîne deverên ku tu kesî xwe nigihandiyê. Dema ku em van rastiyan li ber çavan bigrin, wê gavê mirovê ku ji xwere dibêje ez wêjevan im, pêwîst e ku bi erkê xwe rabe û xwediyê wê têgihiştinê be ku ji bona gelê xwe pêşengiya herî rast bike. Herwiha xwediyê wê hêzê be ku di hemû şert û mercên giran de û li hemberî hemû êrîşan xwedî li civaka xwe derkeve û wê biparêze. Ji ber ku dijmin û neyarên gelan ji bona ku pişaftin û qirkirinê li ser gel û civakê pêk bînin destê xwe tavêjin hemû nirxên civakê yên pîroz û ji bona ku armencên xwe pêk bînin hertiştî ji bona xwe serbest dibînin. Di serî de ji bona ku dagirker armanca xwe pêk bîne û li pêşiya pêşketin û guhertinên ku di civakê de rû didin astengiyan çêbike, civakê di qirkirineke çandî re derbas dike û dixwaze bi vê yekê civakê tarûmar bike.

Di vî warî de hertim serdest û dagirkeran xwestiye ku civakê dîl bigrin, li gorî berjewendiyên xwe bikarbînin, reng û teşeya ku dixwazin didine civakê û li gorî vê yekê di nava pergalê de dihelînin û li gorî berjewendiyên xwe bikartînin. Ev yek li hemberî hemû civakên blindest tê meşandin û dema ku mirov romanên ku hatine nivîsandin dixwîne mirov van rastiyan bi rengekî sade tê de dibîne. wêjeya gel, bi hemû beşên wê mîna stran, lorîk, çîrok, serpêhatî, helbest, qesîde û… hwd, hemû jî ji berê de hene û hêjayî nirxandinê ne. Divê xalê de Çernîşevskî wiha dinirxîne: “Miletek bê wêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa dike.” Li gorî vê yekê şoreş bi rastiyên xwe dikare wêjeyeke rasteqînî pêşbixe û mohra xwe li serdema dîroka civakî bide.

Sîstema dagirker di hemû waran de dixwaze hêza wêjeyê bi tiştên ne di xizmeta civakê de xerc bike. Lewra di roja me ya îroyîn de mirov dibîne ku wêje û çand bûye amûrekî ku di riya wê hêzên dagirker kelepûra resen a civakê, ziman û dîroka wê berevajî bide nîşandan û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikartîne. Ev yek jî bi destê kesên xwefiroş û yên ku ji cewher û rastiya xwe dûrketine û ji dagirkeran xirabtir dikevin xizmeta dijminê xwe û di gera xefletê de wnda bûne.

Ji ber ku xebatên çandî û wêjeyî xwedî bandoreke mezin in li ser avakirin û pêşxistina civakê, ji ber vê serdest û dagirker destê xwe tavêje van qadan û dixwazin bi vê yekê civakeke bê parastin, bê çand û vîn avabikin.

Ew gihiştina wê baweriyê ku tenê di warê leşkerî, siyasî û abûrî de ew nikarin bandora xwe li ser gel bidin meşandin, ji ber vê yekê dixwazin şerê bîrdozî, hişmendî û çandî li ser gel bimeşînin. Modernîteya kapîtalîst û dewleta netewî di riya bîrdoziya xwe ya lîberalîzmê dixwazin tevahî reng, teşe, çand û zimanên cûrbercûr di nava pergala xwe de bihelînin û tenê çand, ziman û bîrdoziya xwe li ser hemû civakan serwerbikin.

Ji bo ku vê di nava civakê de pêkbîne, êrîşî çanda gelan a resen dike û roj bi roj di çav û hişên mirovan de wê çandê piçûk û bê qîmet dike. Hemû derfet û imkanên heyî ji bo pêkanîna vî tiştî xercdike, bi riya şerê taybet û derûnî, civakê dike mîna robotan û hestên civakê ziwa dike.

Di vî warî de mirov dikare bibêje wêje bê şoreş nabe û şoreş jî bi wêjeyê tê nasîn û armancên şoreşê bi wêjeyê dikarin mayend bibin û bibin malê civakê. Her netewek li gorî berhemên xwe yên wêjeyî dikare jiyaneke çawa armanc dike bide nasîn. Wêje îfada herî baş ya şoreşê ye. Şoreşek bi qasî ku xwe di milê edebiyatê de têr û tijî bike, wê gavê dibe malê civakê. Şoreş jî bi riya edebiyatê xwe ji gel û cîhanê tevahî re dide naskirin. Ji ber ku wêje erkê wê ew e ku şoreşê bi berhemên wê mayinde bike û hemû kêliyên berxwedan û tekoşîna ku şoreşê bi xwe re derxistiye holê li ser rûpelên dîrokê zindî bihêle.

Lewre şoreş xeyal û jiyaneke çawa hedef dike, wêje dikare bi awayekî sade birsiva vê yekê bide. Nivîskarekî Latîn Amerîkî, Ernesto Sabato dibêje “ Heger hûn nehêlin mirovek xeyal bike, ji xeyalên wî re astengiyan derxin, ew dê dîn bibe. wêje her tim dijber û li hemberî tiştan derketin e. wêje di serê her tiştî de çalakî ye. Berxwedana mirovan ya ji astengan û ji dînîtiyê xilas kirin e. Di rewşên giran de hunermend hatine qedexekirin, lê wêje hêza herî xurt dimîne.” Şoreş û wêje dihêlin ew xewnên ku têne behskirin bêne pêkanîn û civakeke etîk û estetîk pêkan be. Bi wêjeyê mirov dikare her rastiyên hatine jiyîn bi awayekî sade bîne ser zimên. wêje dihêle ziman jî pêşbikeve û çanda civakê ji kokê ve bê parastin.

Berevajî vê yekê armanca modernîteya kapîtalîst û dewlet netewan ewe ku serdestiya xwe li ser fikir, hizir û hişmendiya mirovan bidine meşandin û civakeke bê vîn û bê paşeroj û pêşeroj avabikin.

Ji milekî din ve jî derûniya civakê serobino dikin û hemû cûreyên şeran li ser civakê didine meşandin û di cewherê xwe de dixwazin civakê tevahî di nava pergala xwe de bihelînin û bi riya vê yekê hest, xeyal û hizrên azad dîl bigrin. Bêguman dema ku #wêjeya şoreşê# bi hest, xeyal û asoyên tijî û dagirtî xwe bilêvbike, wê gavê şoreş wê tim di hiş, bîr û dîroka gelan de zindî bimîne. Bi qasî ku şoreş gava herî sereke ye ji bo avakirin û azadiya civakê, di heman demê de wêjeya şoreşê jî rastiya şoreşa heyî temam dike û agirê şoreşê hîn bêtir geş dike û di nava civakê de vîn û hestekî azad dide avakirin. Li gorî vê yekê çawe ku di qada şer û cengê de qehremanên şer û lehengên ku di çeperên şer de muhra xwe li dîrokê didin hene û hertim cihekî wan di hiş, bîr û dilên gelan de dimîne. Bêguman wêjevanî û wêjeya şoreşê jî mîna wî lehengê şer û cengê bi pênûsa xwe heman erkê digre ser milên xwe û rastiya şoreşê kêlî bi kêlî û gav bi gav li ser bîra mirovahiyê û dîrokê xêz dike û şûna xwe dihêle.

Tabloya şoreşê bi wêjeyê ji nû ve xwe bi reng û deng dike û mîna mirovê ku jinûve ji dayik dibe û dikare biaxive û çavên xwe li dunyayê bel bike, şoreş û wêje jî mîna av û masî bi hev ve girêdayî ne. Ango ji bo edebiyata şoreşê were vegotin, pêwîstî bi şoreşeke di warê wêjeyê de heye û ger ku ev şoreş pêk were wê bi xwe re gelek guhertin û veguhertinên bingehîn derxîne holê û dê şoreş bibe hest, ziman, awaz û wê xwe bighîne hemû deverên cîhanê. Di hemû şoreşên cîhanê de wêjeya şoreşê hatiye tomarkirin û wêjevanên ku rastiya şoreşê bi zimanê xwe vegotine û bi pênûsa xwe xêzkirine, rastiyên şoreşê gihandine roja me ya îro û ji mirovahiyê re kirine mal.

Ji dirêjiya dîrokê û bi riya dastan, serpêhatiyên devkî û nivîskî jiyan û hebûna mirovan nifiş bi nifiş hatiye heyanî roja me ya îro. Di serî de dastanên lehengiyê yên ku dema îro jî hîn mîna tabloyeke zindî di hiş û hizrê mirovan de ma ye, xwedî cihekî taybete di dîroka mirovahiyê de.

Dema ku mirov herikîna dîrokê û mirovahiyê dişopîne, mirov wê gavê wêje û wêjevanên ku bi riya destan, çîrok, helbest û awazan xweşikbûn û sadebûna cewherê mirov, xweza û cîhana hemû zindiyan bi rengekî têr û tijî danîne hole bi rengekî herî baş dibîne.

Di heman demê de û di destanên kevnar de mirov berxwedaniya gelan li hemberî sîstema serdest û êşên ku mirovan ji vê sîstemê kişandine bi zimanê helbest, çîrok, awaz û dîmenan dibîne. Ev hemû berhemên em behsa wan dikin, mîna şoreşekî bi hemû wateya xwe mirov dikare bilêvbike, ji ber ku ew rastiya tekoşîn û edebiyata şoreşa mirovahiyê li hemberî tarîtiyê bi me dide nasîn. Ango edebiyat xwedî kevneşopiyeke serhildêriyê ye û pêwîste ku mirov vê yekê bibîne û binirxîne. Her eserekî ku li ser kevirekî hatibe neqişandin îşaretê bi rewş û heyînekî destnîşan dike. Di vê xalê de nivîskarê navdar Dostoyvîskî wiha dibêje:“yek ji erkên wêjeyê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku ew mîna pirtûkeke dibistanê ji bona jiyanê. Armanca xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovî dide çandin.” Wêjeya ku rastiya civakê venebêje û nebe ziman, deng û vîna civakê û di heman demê de çand, kelepûra civakê û hemû nirxên wê li hemberî hemû êrîşên dagirkeran neparêze, wê gavê mivo nikare jêre bibêje wêjeya şoreşê, an jî ya civakê.

Hemû pêşketin, şoreş û herikîna civakê û dîrokê bi riya wêjeyê dengvedana xwe daye cîhanê û mirovahiyê.

Şoreş bi vegotina wêjeyê dikare navnîşana civakê diyar bike. Li gorî vê yekê şoreş û rastiya şoreşê bi riya wêjeyê dibe xwedî wate û nasnameya xwe digre û nasnameya şoreşê jî bi wêjeya şoreşê pêk tê û mîna avzêmê diherike deryaya dîrokê.

Ji bo ku em di warê hişmendî, hizrîn û bîrdoziyê de wateya edebiyatê û cih û giringiya wê di nava civakê de nas bikin, pêwîst e ku di warê çandî û dîrokî de têgihiştineke me ya têr û tijî ji rastiya civakê û gel re hebe. Ger ku ev yek nebe, wêjeya ku tê kirin jî wê nebe malê şoreş û civakê û wê nikaribe guhetina pêwîst pêkbîne. Heya ku wêje bikaribe şoreşeke civakî pêk bîne, pêdivî bi nêzîkatiyeke rasteqîn ji dîrok, civak, xweza û gerdûnê re heye. Her wiha pêwîst e em di ferqa wê rastiyê de bin ku ne gengaze wêjeyeke ku ji rastî û nirxên civakî dûr û ne li ser kok xwe be û ji cewherê xwe dûr be, ronahiya serkeftinê bibîne û muhra xwe li dîroka mirovahiyê bixe.

Ji ber ku qada wêjeyê qada afirandin û şopandina jiyanê kêlî bi kêlî ye û mîna civaka xwezayî wêje jî bi rengekî xwezayî di hemû beşên jiyanê de xwe bilêvdike. Lê ji bona ku ev yek pêk were pêwîst e ku mîna volkanekî wêjeya ji nava hest, xeyal û hizrîna civakê mîna çem û robaran biherike, Herwiha ji bo ku ev ked û hewildan bighêje encameke berbiçav divê ku di nava komunalbûn û di xizmeta civakê de be. Di rastiyê de ya ku wêje û şoreşê digihîne hevdû, ked û afirînerî ye. Ev herdû jî hev temam dikin û pêşketina ku tê xwestin ava dikin û bi xwere civakeke zane û azad ava dikin. Weke çawa şoreş tenê çalakiyeke rûxandinê nîne, wêje jî tenê çalakiyeke nivîsê nîne, lewre herdû hîna zêdetir xwedî armanc û sinc in û çawe ku şoreş bi xwe re avakirineke nû û jiyaneke azad diafirîne. Di heman demê de wêje jî rastiya şoreşê ji hemû Milan ve radixîne ber çavan û van rastiyan yek bi yek zindî dihêle. Bi teybet jî dema ku kesên xebatên wêjeyê dikin şoreşger bin, wê gevê ew xwedî wê erkê ye ku wêjeya şoreşê bi rengekî herî baş binvîse û rastiyên ku hatine jiyankirin mîna şoreşgerekî vebêje û li ser bedena dîrokê xêz bike.

Heke ne wiha be, yên ku wêjevaniyê tenê ji ber wêjeyê bikin û ji rastiya gel û civaka xwe dûr vî karî bikin ew bi zanebûn an jî bê zanebûn destekê didin sîstema serdest û pilanên wê yên teşîrkirin, berevajîkirina çand û dîroka gelan.

Serdema ku nivîskarê mezin Ehmedê Xanî Mem û Zîn nivîsandî, armanca wî teşîr û rûxandina desthilatiya ku beg û axayan li ser civakê didane meşandin bû. Di nivîsên xwe de bal dikişand ser eşqa gelê kurd ji jiyana xwezayî û azad re. Gelê hertim xwestiya ji bo ku ev yek pêk were ked û xebateke bê navber dide meşandin û mîna nûnerê civaka azad û demukrat hertim di eniya pêş de ye.

Çawe ku şoreş erka xwe ew e ku vejînekî nû di hundirê civakê de avabike û jiyaneke nû birêse û dawî li desthilatiya mêtinger û serdestan bîne. Di heman demê de erkê wêjeyê jî ew e ku şoreşeke fikrî, hişmendî, çandî û dîrokî pêk bîne û ji nû ve reng û dengê azadiyê di nava civakê de ava bike û cewherê civakê yê nepenî bi şêwe û teşeya herî baş derxîne holê. Ji ber ku di hemû şoreşên cîhanê de erka hunerê û wêjeyê hertim derketiye pêş û cihekî xwe yê giring di serkeftina şoreşê de digre.

Her şoreşek jî bi edebiyata xwe tê naskirin û ger ku wêjevanên şoreşê bi hemû beşên edebiyatê vegotina şoreşê nekin, jiyan û rastiya şoreşê bi azaw, helbest, roman û hemû cûreyên edebiyatê tomarnekin, wê çaxê şoreş wê mayinde nebe û nebe malê civak û dîrokê. Ji bo vê yekê hemû wêjevanên cîhanê kêm be jî cihê xwe di şoreşê de girtine û şoreş di hemû serdemên wê de zindî hiştine û her tim xwestine ku şewqa tîrêjên wê bighêje cîhanê tevahî.

Kesên ku ji xwere dibêjin em wêjevan in, ger ku li hemberî dagirkeran û sîstema serdest serî hilnedin û nebin şopdarê şehîdan û hêviyên wan ên azadiya civakê bi pênûs û hestên xwe venebêjin. Wê gavê ew karê ku ew dike ne wêjeye û ew kesê ku vî karî dike jî, mirov nikare jêre bibêje wêjevan.

Erkê wêjeyê ew e ku şoreşa mîna çirûskekê geş dibe, bike agirek gur û di dilê her mirovekî de hertim zindî bimîne, ronî û tîna vî agirî jî bighêje her deverî. Şoreş Sîstema mêtinger û xwînmij tu caran napejirîne û ji bo qetandina zincîrên koletiyê hertim lêgerîna wê ew e ku bi hemû rê û rêbazan vê sîstemê hilweşîne û bi xwe re jiyaneke azad û wekhev ava bike.

Di romanên rûsî û yên firensî de jî rastiya şoreşê, şoreşgeran û herkîna şoreşê bi rengekî baş hatiye bilêvkirine. Di roja me ya îro de jî em bi riya van roman û nivîsan re rastiya şoreşê nas dikin û ji rastiyên ku hatine jiyankirin pêzanîna me çêdibe.

wêje dema ku bikaribe bi rengekî rast cewher û giyanê civakê bîne ziman; wê gavê dikare bala mirovan bikşîne ser xwe û ji mirovahiyê re bibe çavkaniyeke dîrokî û jiyanî. Girêdayî vê yekê nivîskar, M. Gorkî dibêje; “wêje çavê gerdûnê ye, ê ku her tiştî dibîne û diçe heta kûrahiya derûniya mirovan.”wê demê edebiyat gerdûnî ye û tu carî sînordar jî namîne, ji ber ku temsîla nirxên mirovahiyê û hestên wan dike. Dema em dibêjin gerdûnî ye, nayê wê wateyê ku ji rastiya gelê xwe dûr, an jî biyanî bûye. Berevajî vê, wêje û wêjevan ji bo xwe tu sînoran nasnakin û bi fikir û remanê ku vegotina wê bi rengekî sade, resin tîne ser ziman rastiya jiyana azad û bedewbûna xweza û mirovahiyê bi rengekî herî xweşik derxîne holê û vejîneke nû ava bike.

Di encamê de mirov dikare bibêje ku di tevahiya şoreşên cîhanê de her tim kesên zane û pêşengên civakê di şoreşên gelerî de cihekî xwe yê giring girtine û ji bo serkeftinê heyanî hilma xwe ya dawiyê têkoşiyane, her wiha dema ku hatiye xwestin jî canê xwe fedayî gelê xwe kirine. Kesê wêjevan jî, hem mîna lehengê ku di çeperên şer de cihê xwe digre û meydanê ji dijmin û neyaran re dixwîne. Ji milekî din ve jî ew bi pênûsa xwe şahsiwarê şoreşê ye û erkê wî ew e ku bi fikir, reman, hest û xeyalên xwe rastiya şoreşê vebêje. Kesê wêjevan wêjeya şoreşê bi hest, reman û dengvedana dilê xwe kêlî bi kêlî mîna şêwekarekî dixwaze wêneya wî bedew û delal be. Mîna sazbendekî dixwaze bi mûzîka xwe mirovan sermest bike, An jî mîna hunermendekî dixwaze bi awazên xwe pêlên deryayan dîn û har bike. Di dawiyê de dibe ku ew bibe şehîdê rastiyê, parêzvan û tekoşerê jiyana azad û canê xwe fedayî gelê xwe bike. Ji ber ku wêjevanê rastiyê tu caran bi jiyan û berjewendiyên xwe yên takekesî nahizire. Ji ber vê yekê wêjeya şoreşê û kesên ku xebatên wêjeyî dikin, di serî de ji xwe dest pê dikin û şoreşa wêjeyê di hindirê xwe de avadikin û bi hest û remanê xwe yê azad nûnertî û pêşengiya civakê dikin.[1]
Ev babet 1,235 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://shermola.net/- 02-12-2022
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 30-10-2021 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Wêjeya kedê
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,235 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
RONÎ WAR

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,390
Wêne 105,713
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,486
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
RONÎ WAR

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!