پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کوردبوون، ئاوڕدانەوە لە دوێنێ.. هەنگاوێک بۆ سبەی
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,832
وێنە 104,254
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,711
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê - «Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be»
هەر کونج و ڕووداوێکی وڵات، لە ڕۆژهەڵاتەوە تا ڕۆژاوا، لە باکوورەوە تا باشوور... دەبێتە سەرچاوەی کوردیپێدیا!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê

Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê
Ez dîsan hatim ew #Diyarbekr#a li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê şaristaniyê ye. Gava piştî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin hema tiştek ne mabû. Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî hebû. Î roj her derê bajêr, bi taybetî jî nav bajêr wêran bûye.
Her çend beşên ketî yê keleha Amedê û çend ji bermayên din ên dîrokî dihêne honandin jî, her çend hin projeyên avakirina xanî û malên bilind ên xwedî bernameyên bi milyaran dihêne lêkirin jî, dîsan Diyarbekir ne Diyarbekra berê ye. Heger wisan berdewan bike, mirov dibêje qey Diyarbekir wê di demeke kin de, bi yekcarî biguhere û ne yêt naskirinê. Ew jiyana geş û dilvîn a berê ne maye li Diyarbekrê. Min ev dîtin gava ez piştî 25 salan cara yekê zîvirîm Diyarbekrê. Gava mirov li Diyarbekra îroyîn temaşe dike, qet ew bawerî bi mirov re çê na be, ku ev der dergûşa şaristaniya tevaya cîhanê ye. Ji ber ku Diyarbekir ji binî ve û bi yekcarî hatiye guhertin û ne Diyarbekra car û zemanên berê ye. Gava wek diyarbekriyek li Diyarbekrê geriyam, bi giştî ev hîs li nav dil û hinava min hat hîskirinê: ku gava mirov serdana nexweşek birînxedar ê li nexweşxaneyê dike, mirov dibîne ku derbên gran lê ketine, xelk dest avêtinê. Diyarbekir jî her bi heman cûreyî nexweşek kûrnalî ye. Dest lê hatiye dirêjkirin.
Ji bo birînên dilê xwe hinek bikewînim, me gerek dirêj li nav bajêr kir. Her wisan jî ez dixwazim heger mabe, ji bo xanima xwe ya swêdî hin tişt û ciyên xweş û rind ên bajêr nîşan bidim. Ew jî di gel min hatiye Diyarbekra dergûşa şaristaniyan. Min derbareyê Diyarbekrê jê re pirr tiştên xweş û rind bahs kiribû. Ew jî wek mirovek têgehiştî li ser vê rewşa Diyarbekrê ya îroyîn, wek min pirr diqehirî.
Min pêşniyar kir ku em herin wê perestgeha hîn nuh ji bin erdê derketî, ya li Girê Navokê (’Gobekli Tepe’) (1) li bajarê me yê hevrêz û cîran, li #Ruha#’yê (2), bibînin. Temamê navên cih û waran î roj tev kirine bi tirkî. Ez bûm şahid ku hevalên min berê ên rêxistinî jî, î roj di bin kar û tesîra vê siyaseta neyaran mane û ew jî her bi heman cûreyî navên şûn û waran bi tirkî bi lêv dikin. Ji bo nimûnê, hevalek min ê pirr hezkirî li ser navê taxekî Diyarbekrê got ’Kayapinar – eskî adiyla Peyas.’ Anku navê rastî Kayapinar û navê nerast jî Peyas! Î roj ji Girê Navokê re jî dibêjin Göbekli Tepe.
Gava em hatin nêzîkê gundê Girê Navokê min ji çend gundiyan navê kurdî yê vî gundî pirsî. Kêm ji wan navê bi kurdî dizanibûn.
Piştî nîvrojek bi çûna otomobîlê, em hatibûn nêzîkê ciyê ku perestgeh lê bû: Girê Navokê. Gava me ji xelkê rê dipirsî, kes vî ciyê ku lêkolînên arkeologîkî lê dihat kirinê nas ne dikir. Haya xelkê me ji vê perestgeha mazin û grîng qet nîn bû. Me riya xwe jî şaş kiribû em çûbûn Wêranşarê. Me li wir bi alîkariya Înternet’ê riya xwe dît. Em hatin nêzîkê bajarê Rûhayê. Lê kes ni zani bû ew gund li ku derê ye. Şofêrê me çû ji qereqola leşkerî a mazin a li navbera Wêranşar û Ruhayê rê pirsî. Komandanê qereqolê gotibû şofêr: ’ma evana çi li Gobeklî Tepê bikin? Em ni zanin Gobekli tepe li ku derê ye. Hema yek ji van girên li van nêzîkan pêş wan bike û bibêje ev der e.’ Wisan diyar bû ku endamên pêşde yên herêmî ên dewleta tirk ne dixwastin ku ev der were naskirinê.
Herî dawî gava me ji çend gundiyan ciyê perestgehê pirsî, gotin li jora gundê me, li Girê Navokê ye. Girê bi navok ji ber ku li ser vî girî, ji zemanên kevin ve dîwarek glover yê ji kevir hatiye lêkirin, loma ev nav lê hatiye danîn.
Em bi hîs û heyecanek mazin hilkişiyan ser girî. Germa nava rojê bû. Gava me xwe nêzîkî ewca (serê ser) girî kir, me dît ku pawanekî xort li biniya siya darekî rûniştiye. Me jê re got ku em hatine vir ji bo ku em dixwazin wê perestgeha ku Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî (DAI) derxistiye meydanê, bibînin. Lê belê pawanî got ’qedexe ye!’ Me jê re got ku em ji riyek pirr dûr hatine, ta ji Swêdê, lê dîsan çare ne kir. Me pirsî çima qedexe ye? Pawanî got: ’walî qedexe kiriye.’ Me got hema em wêneyek bi tenê bikişînin, pawanî got: ’Na! Hingê ev fotograf di rojnameyan de derkeve û wezareta çandî hay jê bibe.’
Piştî hêvî û tikayên dûr û dirêj, pawanî em berdan hundurê tixûbî, ku em perestgehî bibînin. Navroj e û hetav li nîvê ezmanî rawesta ye. Germahiya deşta Herranê jî pirr baş dihêt naskirin. Di nav vê germahiyê de, ku ew roj bi kêmanî ji ser 50 kertî bû, em li ser riya herî dawî ne û li ser girê hildikişin ku perestgeha herî kevin a cîhanê bibînin. Gurme-gurma dilê min e, hem ji ber germahiya royê û hem jî ji ber wan hîs û heyecanên bilind ên ji ber zû xwastina dîtina vê perestgeha mêjûyî. Girê Navokê bi hezaran salan wek pîroze (ziyaret) hatiye naskirin. Loma li ser girî dîwarek ji qûçên kevir hatiye lêkirin û çend dar jî li nav dîwarî hatine danînê. Gava me berê xwe da hêla çepê, me ji nişkê ve dît, ku çend kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî, li ber çavê me rawestiyayî ne. Ji nav erdê kolandî, bejna wan bilind bûbûn. Ji bin erdê hatibûn derxistin ber ronahiya royê. Hingê mirov baş fêm dikir, ku ev der bi rastî jî ciyekî pir awarte û pîroz e. Pîroztirîn cih ku ez lê bûme. Lê belê kevintirîn avahiya ku mirovatî dinase.
$Kevintirîn perestgeha cîhanê$
Ew ên ku Încîlê xwandine bi navê Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î baş dinasin. Ew ciyê ku Xwedê ji Peyxember Îbrahîm’î re dibêje ’’here wî welatê pîroz ku tev xêr û bêr e. Hewa wî xweş, tev deşt û gir e. Ez ê Te li wir bikim serekê qewmek mazintir. Li wir perestgehek heye.’’ Lê belê pirr kes ji me, navê vî cihî, ji govara almanî, ji Der Spiegel’ê (3) bihîst. Ev ciyê ku Încîl vegotiye rastiyeke berçavî ye. Va ye î roj bermayê vî ciyî, her weku ku Încîl vegotiye derketiye ber ronahiya royê. Ew perestgeha ku li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm’î li wir niyaz û nivêj kiriye, bûye sparteka zanistî ya li ber destê alim û zaniyaran, Her wisan jî bûye ew lêkolîna zanîstî ku ew zanebûnên derbareyê mêjûya mirovayetiyê ser û bin kiriye.
Lêkolînên arkeologîkî yê li Girê Navokê li deşta Herran’ê ya li bakurê #Kurdistan#ê, bi serokatiya arkeologê almanî Dr Klaus Schmidt dihêt kirin. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje ku ’ew buhuşta ku li Încîlê dihêt nimandin, dibe ku wargeha Girê Navokê, li nêzîkê Rûha’yê be.’
$Gelo efsane li Kurdistanê dibin rastî?$
Li Încîlê beşê Yekê li Kitêba Mûsa’yî dihêt gotinê ku ’’Xwedê li ser ruyê erdê baxçeyek ava kiriye. Vî baxçeyî bi çar robaran avedan kiriye: Ferat, Dîcle, Pîhon û Gîhon. Û ev baxçeyê xweşik li deştek têrgir e, ku hewa li wê derê jî pirr xweş e’’(4). Dibêjin ku Adem û Hewa jî li vir jiyane.
Gotinên li ser ciyê Baxê Îrem’î (Aden=bi zimanê sumerî dihê wateya: deşt) her wisan li pirtûka bi navê Efsane (legend) jî hatiye nimandin. Ev pirtûk ji hêla arkeolog û nivîsevanê înglîz David Rohl’î ve hatiye afirandin. Li vê pirtûkê dihêt nivîsîn, ku ’’gava Adem û Hewa ji buhuştê hatin derxistinê, ew li vî ciyê jiyane. Ev wargehek bijarte ye ku jê re dibêjin dergûşa şaristaniyê.’’
Hem wêjeya efsanewî ya sumerî, hem Încîl û hem jî van destkeftên arkeologîkî yên îroyîn dibêjine me, ku ev cih û war di mêjûyê mirovayetiyê de wargehek pirr ê grîng e.
Van lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt kiriye, destkeft û encamên sansasyonel, seyr û ecêb derxistine meydanê. Ev zanebûnên, ku me ta î roj derbareyê mêjûyê mirovayetiyê de bi dest ve hanîne, tev serûbin kirin. Ev lêkolîn çîroka jiyana mirovên berî vê bi 11 hezar salan vedibêje.
Lêkolînên arkeologîkî yên li vî wargehî nîşanê me didin, ku bav û kalên me yên nêçîrvan û berhevvan, di dem û zemanên taybetmend de, li vê perestgehê kom bûne û dêlindêz û ayinên (merasîm) olî pêk hanîne. Ev dihêt wê wateyê ku şêniyên li serdema berdî (neolîtîkî) goran û binecih (dêmanî) bûn. Ev sal û zeman, xwe digehîne bi hezaran sal berî vî zemanî û ev dihêt wê wateyê, ku ev zeman li rojgariyek pirr kevin ê dîrokî bûye. Ji lew re van mirovên li dora vê perestgehê hîna ne xwediyê huner û zanînên çêkirina kûze û cerî yê ji heriyê bûne.
Lê belê ew baş dizani bûn, ku xanî ava bikin. Ew kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de (li wêneyê teşmaşe bike), ku dirêjiya wan digehîje bi 3 metreyan e berhemên nadîde û guzîde ne. Wan nivîsên wêneyî yên pîroz (hîeroglîf) ên guzîde yên li ser van stûnên berdî, bingeha hîeroglîfên misrî ne.
Kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, ku li dergehê perestgehê ne, bi neqş û fîguran hatine xemilandin. Evana neqşên wek mar, şêr, kêz, beraz, rovî, ga û hwd in. Ev dihê wê wateyê ku Girê Navokê xwedî sazûmaniyek pêwendiyê (communication system) ya tîpên wêneyî bûye, ku jê re dibêjin: hîeroglîf.
Şêweyê geometrîkî ya perestgehê glover e. Bawerî ew e ku wan kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, nîşanê wan çend hoz û êlan bûn, ku li wan dorhêlan dijiyan. Ev dîsan dihêt wê wateyê ku wan mirovên kevin ên li wê herêmê, yên li wê rojgariya dîroka wisan Kevin, xwedî ol bûne û baweriya wan bi hêzên serxwezayî hebûye. Di encama lêkolînên arkeologîkî de, firaqên xwarinê yên ji kevirê reş ê basalt hatine derxistin. Ev destkeftanan nîşanî me didin, ku mirovên deman û niştecih li nêzîkê vê perestgehê jiyane.
Evan destkeftên nuh, ew dîtina xeletî ya berê ku digot ‘’kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîmê bûye’’, ji me re serrast dikin. Berî derhanîna vê perestgehê, dihat gotin ku kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîm’ê, li Îsraîlê e. Ta nuha mirov wisan bawerî hebûn, ku derbasbûna ji jiyana nêçîrvanî û berhevvaniyê ser bi jiyana niştecihî û goraniyê, piştî şoreşa çandinê bûye. Lê belê lêkolînên li Girê Navokê destnîşan dike ku jiyana niştecihî û goraniyê li serdema berdî (neolîtîkî), pirr berî şoreşa çandinê hîna gava mirov nêçîrvan û berhevvan bûne, hebûye.
Bi riya lêkolînên arkeologîkî derhanîna vê perestgehê ku bû sedemê sansasyon, seyr û ecêbmayinan ew e, ku ev perestgeh ji hêla wan mirovan hatiye lêkirin, ku ew nêçîrvan û berhevvan bûne. Mêjûyê rojgariya vê dîrokê li gor baweriyan di navbera 11300 ta 8600 salan e.
Bermayên li vî ciyê mêjûyî nîşanê me dide, ku mirovên vê serdemê li jiyanek buhuştî û gulîstanî jiyane. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje. ku ’’ev li dîrokê ji bo mirovên wê serdema berdî (neolîtîkî) bûye serdemek zêrîn a buhuşt û gulîstanan.’’
Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î piştî 11 000 salan hat dîtin
Li gor vegotinên li Încîlê, çiyayê pîroz ê Peyxember Îbrahîm’î li ew ci ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye. Ev perestgeh e, ku î roj li bakurê Kurdistanê bermayê wê bi riya lêkolînên arkeologîkî derhatiye meyadanê. Dr Klaus Schmidt ku serokatiya vê lêkolînê dike, li Der Spiegel’ê dibêje ’’Ev kevintirîn perestgeha li cihanê ye. Ev li mêjûyê şaristaniyê kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran e. Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevayê cîhanê were naskirin.’’
Ev Peyxember Îbrahîm kî bû? Çima ew wek bavê cihûyan û fileyan û paşê jî wek bavê erebên musulman dihêt naskirinê? Bersiva van pirsan wê pirr kurt be heger em xwe li nav çarçiveyên vê gotarê bihêlin. Lê belê em herine Herran’ê ji ber ku bersiva kurt û dirêj jî li Herran’ê ye.
Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm li vî bajarê mêjûyî ya sumer-akadî yê li devera bakurî ya li deşta Herranê jiyaye û miriye. Dibêjin ku dayika Peyxember Îbrahîm’î ew li şikeftek li vê herêmê veşartiye. Dibêjin ku qeyserê babîlî Nemrûd Peyxember Îbrahîm’î dihavêje nav agir gava Peyxember Îbrahîm li hevber xwedanokên qeyser Nemrûd’î dirabe. Încîl jî vî welatê Herranê wek ’wargeha xudayî’ dinimîne.
Li rojgariya kevin ê dîrokê, bîr û hizrên li ser xudayek (monoteîzm), nepeniyên (sirr) jiyanê, nepeniyên gerdûn û gerînekan li Herran’ê hat afirandin. Van guftûgoyên fîlozofîkî Harran kir dergûşa olan. Herran herêmek bi xêr û bêr bû. Şêniyên Herranê piranî bi karê bazirganiyê ve dirabûn. Wê gavê kes û mirovên jîr û zane li Herranê dijiyan. Peyxember Îbrahîm jî yek ji van herraniyên jîr û zane bû.
Pirr kes û dorhêl, du bajarên bi navê Ûr tevlihev dikin. Gelo ev her du Ûr li ku dera erdnîgariyê (cografyayê) ne? Ne ew bajarê Ûr ku paytextê sumeran û bajarê xwedanê heyvê yê sumeran, ku li devera başûrê Iraqê dikeve, lê belê ew bajarê Ûr’ê ku kurd î roj jê re dibêjin Rûha, li bakurê #Mezopotamiya#yê (Kurdistan) ye.
Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm û malbata wî li dorhêla salên 1900-1800’î BÎ jiyane û ew ji bajarê sumerî ji Ûr’ê, ji Mezopotamya başûrî ne. Heger wisan bûya, ew ê Tewrat û Încîl jî behsa sumeran bikira. Lê di rastiyê de mirov ne li van kitêban û ne jî di Quranê de rastî peyvek sumeran jî na yê. Her wisan jî di ew Tewrat’a ku sala 300 BÎ hat wergerandin bi ser zimanê grekî, navê bajarê Ûr’ê na yêt nimandin (5).
Lê belê di nivîsa îbranî ya Tewratê de, navê Ûr-Qastîm heye. Gelek lêkolîner û dîrokzan dibêjin ku ev nav paşê li ser hatiye zêdekirin. Li gor nivîsên mîxî ku li bajarê dîrokî yê bi navê Marî’yê (6) hatine dîtin, ’ev bajarê Ûr’ê wek dihêt gotin, ne li başûrê Mezopotamiyayê ye. Ev bajar, li deşta Herranê li bakurê Mezopotamiyayê dikeve.’
Herran bi perestina ji xwedanê Heyvê re dihêt naskirin. Ta van rojên hevdem jî, li Herranê li ser vê bîr û baweriyê xelk hene. Navê xwedanê heyvê yê suemrî Nanna û navê jina wî jî Nîngal e. Şêniyê Mezopotamiya Bakur akadî, navê Nanna kirine Sîn. Bi qeyseriya Mezopotamiya bakurî ya Sargon’î jî navê xwedanokên sumerî bi akadî hatin bi lêvkirin û nimandin. Sîn xwedanokê peyxemberî û peymanê bû.
Perestgeha li Girê Navokê, perestgeha herî kevin a naskirî ya cîhanî ye. Lê belê hîna hêvî heye ku dîtin û derxistina hin perestgehên mêjûyî yên windamayî yên li herêmê bin. Li gor gelek çavkaniyên nivîskî yên ji şaristaniyên li Mezopotamiyayê, navê perestgeha Sîn’î E-Hul-Hul (perestgeha şahiyê) bûye. Lêbelê li lêkolînên arkeologîkî yên ta nuha ên li herêmê, ev perestgeh ne hatiye dîtin. Dayika qeyserê babîlî Nebonîd’î Adad-Guppî derbeareyê vê perestgeha windabûyî vê nivîsîye: ’’Min guhdariya Xwedanê xwedanan Sîn’î kir. Hemû tiştên ku wê ji min re got rast derketin. Nebonîd kurê min ê bi tenê dêlindêza jibîrbûyû ya ji bo Sîn’î amade kir. Nîngal, Nûskû û Şadarnûnna. Wî ev perestgeha E-Hul-Hul çak kir. Sîn, Nîngal, Nûskû û Şadarnûnna’yê [peykerê wan] ji paytexta qeyserî ya Babîlê hanî û bi dilxweşî li şûna wan a berê li Herran’ê dahêna’’ (7).
Gelo çima Peyxember Îbrahîm ku ji kok û binyada xwe ji vê deverê ye, ev Herran a dewlemend û bi xêr û bêr li ciyê xwe hiştiye û çûye ciyek kevirî, qerac û feqîr wek Filistînê? Dibêjin ku sedem bazirganî bûye. Li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm jî bazirganiyê kiriye.
Peyxember Îbrahîm bi karwanê xwe re çûye ta Misrê jî. Încîl dibêje gava ew di gel jina xwe ya di xweşikbûnê de nadîde, bi Sara’yî dihê Misrê, ji ber tirsa ku eskerên fîrewnî ji bo jina wî ji xwe re ne girin û Peyxember Îbrahîm’î ne kujin, loma jina xwe wek xwushka xwe dide nasandin. Lê bêkêr bû. Fîrewn dest dadihêne ser Sara’yê û ew ji xwe re dike dost.
Piştî hatina Sara’yî qesra Fîrewn’î li gelek bela û bûyeran rast hat, Fîrewn bawer kir ku ev li ser hatina jinika nû ye û rabû ew rizgar kir. Ev bû sedem ku Peyxember Îbrahîm ji Misrê bi barek gran bi zîv û zêr vegeriya. Vî zêrî Fîrewn wek diyarî dabû Sara’yî.
Peyxember Îbrahîm’ê li gor serdema xwe, xwedî bîr û baweriyek nûjen û modern, bi Xwedayek tenê bawerî dihêne. Li gor efsaneyê, qeyserê babîlî Nemrûd dixwaze Peyxember Îbrahîm’î ji ber vê yekê bi mirinê ceza bike. Gava Peyxember Îbrahîm’î li ser koma êzingan girê didin, ku wî bi saxî bisotînin, Xwedayê Peyxember Îbrahîm’î koma êzingan dike masî û agîr jî dike av. Loma ta roja îroyîn kes ew masiyên li gola ku jê re dibêjin gola Peyxember Îbrahîm’î, na xwin.
Şêniyê Herranê ji serdemên kevin ve bi perestina xwe ya ji stêrkên gerdûnî re dihêne naskirinê. Berê jî xelkê Herranê wisan bawerî hebû, ku xwediyê masiyên vê golê, stêrka bi navê Athargatardis (Merîx Venus) (8) e loma wan destûr nîn bû ku masiyên vê golê bixwin. Ta roja me ya îroyîn mirovên oldar wisan bawer in, ku ev masî bermayên wê guhartinên mûcîzeyî ya Xwudayî ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir ji mirinê rizgar bûye û ji lew re jî van masiyan na xwin.
Bawerî wisan e, ku Peyxember Îbrahîm mirovek bi nav û deng bû. Ew î roj wek bavê du qewmên li rohilata navîn dihêt naskirinê. Ji zaroyên Peyxember Îbrahîm’î ’Ishaq wek bavê cihûyan û Îsmaîl jî wek bavê ereban dihêt naskirin û pejirandinê.
$Kurdistana mêjûyî – buhuşta li ser zemîn – dergûşa şaristaniyê – welatê pêşemînan$
Mirov li nêçîra naskirina reh û koka xwe ne. Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng ên destketî, ji bo bersivdana pirsa şûnewarê dergûşa şaristaniyê hev temam dikin. Spartek û belgename nîşanê me didin, ku kevintirîn civaka mirovan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê de, her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamiya bakurî, bêhtir û bilindtir dibe.
Wek nimûne, grûbek lêkolînerên almanî ji şeş reşeparçeyên çandbar ên cîhanî şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye (9).
Ne tenê şoreşa çandinê (agrar revolution), her wisan jî şoreşa heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê (pastoral revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûn û riya tirşkirina xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî, duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye derxistin û pêşvexistinê.
Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermo’yê (Jarmo) sala 1948’î li Kurdistana başûrî, arkeologê amerîkî James Robert Braidwood cerekî kevin ji bin erdê derxist. Teyesteya (naveroka) zuwabûyî ya li binê cerê hat analîzkirin û derket meydanê, ku naveroka li biniya vî cerî, badeya 5 hezar sal kevin bû. Wisan diyar e, ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî li dorhêla çiyayê Tarsûsê li başûrê Anatolyayê ye û temenê hunera wê jî li dor 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî xakî bûye.
Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt’î yên ku li Girê Navokê (Gobekli Tepe) li biniya Rûhayê kiriye, bi serê xwe şoreşek e. Piştî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û civakê li Girê navokê li ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn civat li Ûrşelîmê (Jerîko) bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî hat dîtin ku Kurdistan mêjûyî dergûşa temamê şaristaniyetan e.
Tevaya spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev destnîşanê yek şûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr û bêr (fertile crescent, hîlal el-xesîb, bereketlî hîlal). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn:
Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda''''''''''''''''yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heşhînayî û xwedî îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.’ (10-14).
$Buhuşta windabûyî$
Kurdistan, ew welatê bi xêr û bêr ê di nabera du robarên Ferat û Dîclê ye. Yan jî bi navek din, Kurdistan ew welatê guzîde yê ku piraniya erdnîgariya Hîvika Bi Xêr û Bêr digire nava xwe, şûnewarek buhuştî ye. Ev şûnewar piraniya caran wek dergûşa şaristaniyê dihê destnîşankirinê. Her wisan jî ev herêm dergûş û wargeha tevaya olan dihêt zanîn û naskirinê. Hem spartekên mêjûyî (wêjeya sumerî û Încîl) û hem jî destkeftên encama lêkolînên arkeologî nîşanê me didin, ku ev der wargeha Baxê Îrem’ê (Cennet-ul Aden) bûye. Gava van lêkolînên arkeologîkî yên vê dawiyê, spartek û destkeft derdihênin holê, ew teorî û baweriya ku dibêje ’Kurdistan welatê Baxê Îrem’ê ye’ xurttir dibe.
Kî bixwaze dikare here nav buhuştê. Blêtek ji bo çûna Diyarbekrê yan Ruhayê ji xwe re bikirin û hew. Lê belê, her çend ev welat xwedî ev çend hewa xweş e, her çend xwedî ew suruşta rind û ciwan e jî, î roj na yêt naskirinê. Van desthilatdar û xwînmijokan, hem piraniya xwezaya Kurdistanê û hem jî piraniya mirovên Kurdistanê ji bînî ve kirine nexweş û dîl û li ciyê xwe hiştine.
Ji bo nimûnê Newalê Çorê ku di encama lêkolînek arkeologîkî de wek ’yek ji kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran’ hat zanîn, bi çend kîlometran ji Girê Navokê dûr e, sala 1992’yê di bin ava bendava Ataturk’î de hat hiştin. Heman çarenûs, bûye çarenûsa Hesenkeyf’ê, bajarê şikeftî yê bi deh hezar salan kevin. Evan hêjayî û kelpûrên çandî, ne tenê yê xelkê kurd e, her wisan kelepûrek çandî yê tevaya mirovayetiyê jî ye.
Ew welatê ku xweştirîn nan û badeyî dide mirovî, ew welatê ku ciwantirîn û xweştirîn sebze û mêwan dide mirovî, ne bi çalakvaniya guhertinên jeolojîkî be jî, bi destê van desthilatdarên xwînmijok ve hatiye rûxandin. Ew şerên bêjimar û bêdawî jî, ku li ser vî erdî rû dane, ew jî sedemek din a rûxandin û talana vî welatî ne.
Li hevberî tev van nebaşî û rûxandinan, gava mirov ber bi hênikayiya êvarê, li mêvanxaneya li ser Girê Çil Dergûşê (’Kirklar Daxî’) ya li biniya Amîdayê (15), li Mezopotamiya bakurî dirûne û bayek hênik hinarikên ruyê mirovî miz dide, gava mirov qurtek ji wê badeya buhuştî a bi pêzanîn û tecrubeyên bi hezaran salan ji nav kûrahiya erdê Mezopotamiyayê hatiye bi destvehanîn û tirşkirinê divexwe, hingê bi rastî jî mirov dibêje qey mirov li nîvê buhuşta gerdûnî ye. Wan çêj û teamên ku gava mirov dixwe, bi dehan, bi bîstan sênîk dihêne ber mirovî, ji ber xweşbûna wan hiş bi mirovî re na mîne. Gava ku hozan jî bi wî dengê xwe yê tarî û tijenepem, dest bi xwandina riste û helbestan dike, gava ji bo demek kurt be jî Tu ji ber van ciwaniyên li dora Te ne, Tu sermest û gêj dibî, bi Xwedê hingê Tu li nîvê buhuştê yî.
$ÇAVKANÎ/ BINERETIN/ SPARTEK:$
1. Navê kurdî: Girê Navokê
2. Navê kurdî: Rûha
3. Der Spiegel, Nr.23 / 3.6.2006
4. Kok û rehê vê çîroka ku li Încîlê ve hatiye kadkirin, ji efsanyên sumerî hatiye wergirtin. Navê vê efsaneyê (Baxçeyê Xwedanokan - Dîlmûn)
5. W.F. Albright, von der Steinzeit zum Christentum, Israil, 1969, s.237
6. Bajarê Mari li jora erdnûıgariya robarê Feratê ye. Navê wê yê bi kurdî Girê Herîrî ye. Marî dihê wateya bajarê keştîyê. Sala1936 lêkolînên arkeologîkî li vir dest pê kirin û zaniyar rast li qesra bi 300 odeyî ya qeyser Zîmrîlîm’î hatin. Di nav van odeyan de li dor 20 hezar niviştên mîxî hatin dîtin. Di nav van nivîsên mîxî de, nêzîkê 5 hezar nameyên dîplomatîkî yên ji padîşah û wezîrên welatên mezopotamiyayî yên cihêreng û ji avahiyên mîretî (dewletî) yên wan re hatibûn hinartin hebûn. Ev qeyserî li dora salên 1900-1800 qeyseriyek grîng ê dema xwe bû. Firehiya welatê wan ji Babîlê ta tixûbên Sûriyê li dor 300 hezar km’yî bû. Piştî Zîmrîlîm’î Hamûrabiyê samiyê rohelatî bû qeyser.
7. James, B. Pritchard, the Ancient near East, Supplementary texts and Pictures Relating to the old testament, New Jersey, 1969, s. 125
8. Edward Bocon, ”Versunkene kulturen geheimnis und rätsel früher Welten” Köln 1963
9. SCIENCE 14 november 1997
10 . Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking, The Food That Launched Civilization, USA 1969
11. Robert J. Braidwood, Bruce How/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, University of Chicago, 1960
12. Don and Patricia Brothwell/ Ancient Peoples and Places, Food in Antiquity Food and Places, London 1969
13. The Cradle of Mankind, Life in Eastern Kurdistan, London 1914
14. Prof Stuart Piggot/ The begining of wheeled Transport, Scientific American, July 1968, p.82-90
15. Navê rûmî (îtalî) ya Diyarbekrê.
Goran Candan
5-10-2007
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 394 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://www.welateme.net/- 09-12-2022
فایلی پەیوەندیدار: 15
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 6
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 05-10-2007 (17 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: سکێنکراو
شار و شارۆچکەکان: ئورفە
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-12-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 10-12-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 09-12-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 394 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
25-03-2024
زریان سەرچناری
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کوردبوون، ئاوڕدانەوە لە دوێنێ.. هەنگاوێک بۆ سبەی
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,832
وێنە 104,254
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,711
ڤیدیۆ 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.078 چرکە!