$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Herekol #Şirnex#
Nav paşnav: Selîm Ongun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mevlude-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$kurtejiyana şehîd:$
Hevreyê me Herekol li Şirnexê ku navenda berxwedana Botanê ye ji dayîk bû. Hevreyê me Herekol ê di nava malbateke welatparêz de mezin bû, têkoşîna me ya azadiyê di temeneke biçûk de nas dike. Hevreyê me ku şahidiya zext û qetlîamên #dewleta Tirk# a qirker kir, ji ber vê jî hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû. Hevreyê me Herekol ê bi xeyala çûyîna çiyayê pîroz ê Cûdî mezin bû, tevî temenê xwe yê biçûk gihişt asta hişmendiyeke kûr. Hevrêyê me ê ku di dema Berxwedana xwerêveberiyê de xwest li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bibe bersiv, piştî ku demeke di nava xebatên ciwanan de cih girt di sala 2015’an de li Cûdiyê tevlî refên #gerîla# dibe.
Hevreyê me Herekol ku perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, li herêmên Zap û Avaşînê dest bi pratîka xwe ya yekem kir. Ji roja yekem ve tevlîbûna bingeha milîtanî ji xwe re esas girt. Hevreyê me Herekol bi wêrekî û fedakariya xwe li eniyên pêş derbên giran li dijmin xist. Li her qadê bi enerjiya xwe re balê kişandiye li ser xwe û ji bo hevalan bibû çavkaniya bawerî û moralê. Hevrêyê me Herekol ku li Avaşînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên #artêşa Tirk# a dagirker derbên giran li dagirkeran xist, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de bûye pispor û ji bo berxwedana dîrokî kedeke mezin da. Hevrêyê me Herekol ku li Werxelê bi xwestekeke mezin tevlî amadekariyên şer bû, bi kesayeta xwe ya kedkar hezkirina û rêzdariya hevalên xwe bi dest xist. Hevreyê me ji bo di xeta milîtaniya #PKK#’ê de kûr bibe her tim lêhûrbûn kir û di demeke kin de gihişt asta pêşengiyê.
Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Herekol li pey xwe hişt wê her tim rêya hevreyên me ronî bike.[1]