图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,419
图片 105,691
书籍 19,153
相关文件 96,393
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
RASTNIVÎSÎN (ORTHOGRAPHY) Û RÊZMAN
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
RASTNIVÎSÎN (ORTHOGRAPHY) Û RÊZMAN
文章

RASTNIVÎSÎN (ORTHOGRAPHY) Û RÊZMAN
文章

#Lezgîn Çalî#
Dîroka alfabe û rastnivîsîna kurdiyê serhatiya bizava veqediyana ji ebcediya erebiyê ber bi alfabeyeka denganî anko fonemîk e. Alfabeya erebî wekî hemî alfabeyên zimanên samî alfabeyeka ebcedî bû, anko tenê dengdar (konsonant) bi wê alfabeyê dihatin nivîsîn û dibê ji meşa axivtinê û ji hevokê bihatiba zanîn ka peyv çawa bihên xwîndin.
Li destpêkê, bizava rastnivîsîna kurdiyê tenê zêdekirina çend dengdarekan li alfabeya Erebî bû. Hindek pêngavên pêşîn di vî warî da ji aliyê farisan ve hatibûn havêtin. Jibo nimûne farisan /p/, /ç/, /j/ û /g/ li alfabeya erebî zêde kiribûn. Paşî, wekî diyar, berî sedsala 19ê kurdan tîpek jibo dengê /v/yê jî li alfabeya erebî zêde kir. Lê di hemî nivîsînên kurdî yên berî sedsala 20ê da mirov çi nîşanekê ji danana dengdêrên kurdî nabîne (rewşa nivîsîna farisiyê heta niha jî her wesa maye). Dengdêrên kurdî yên ko bi dirustî dihatin nivîsîn ev bûn: /a/, /î/.
Di alfabeya erebî da tîpa ko jibo dengê /î/yê dihat bikaranîn wekî dengdara /y/ê û wekê dengdêrên /î/ û /ê/yê jî li kar bû. Tîpa ko jibo dengê /w/ê dihat xebitandin, jibo dengdêrên /u/, /o/ û /û/yê jî li kar bû. Bi awayekê dî herçar dengên /w/, /û/, /u/ û /o/yê tenê bi yek tîpê dihatin nivîsîn. Alozî hêşta zêdetir dibû ko carina dengê /u/yê, mîna zemmeya erebî hema her nedihat nivîsîn an wekê diyakrîtîk anko nîşanekê li ser dengdara pêşî xwe dihat nîşa dan.
Dengdêra /i/ê nedihat nivîsîn, an xerabtir ji vê, carina bi şaşî wekê dengê /î/yê dihat nivîsîn. Wek me bertir jî got, dengdêra /ê/yê jî mîna /î/yê dihat nivîsîn.
Li şûna nebûna van hemî tîpan, bi rêya alfabeya erebî û bi rêya peyvên qerkirî ji erebiyê, tîpên ko jibo nivîsîna dengên taybetî yên zimanê erebiyê dihatin bikaranîn jî kevtin nav nivîsîna kurdiyê. Li berahiyê ev tîp li goreyê dengzanî anko fonetîka kurdiyê dihatin bilêvkirin. Lê paşî, jiber zêdebûna xwîndewariya bi zimanê erebî û pîrozdîtina alfabeya erebî (bi sedema Qur-anê), ew tîp hêdî hêdî li goreyê dengzaniya (fonetîka) erebiyê hatin bilêvkirin. Eger bi xêra alfabeya latînî-kurdî mirov dikare carina behsa derkirina van dengan ji alfabeya kurdî bike, hema behskirina wê di Soraniyê da tiştekê ecêb û dûr ji behsan e. Îro, dema li Silêmaniyê navê “Heme”yî bilêvdikin, “h”ya wê ji ya erebî zêdetir gerûyanî ye.
Kêmasiyên alfabeya erebî jibo kurdiyê bi kurtî ev bûn: jibo çar dengên /w/, /û/, /u/ û /o/yê tenê yek tîp hebû, carina /o/ an /u/ jî her nedihatin nivîsîn û weka zemmeya erebiyê bi awayekê diakirîtîk dibiya hatiba dîtin. Jibo hersê dengên /y/, /ê/ û /î/yê tenê tîpek hebû. Li aliyê dî, dengekê mîna /s/yê bi sê tîpan anko bi 3 awayên cida dihat nivîsîn. Dengê /t/yê jî bi du awayan, dengê /z/yê bi 3 awayan û dengê /d/ bi du awayan.
Jiber van kêmasiyan, hêdî hêdî hizira nivîsîna dengdêran bi alfabeya erebî peyda bû. Wekê diyar jî li destpêkê tenê /e/ li alfabeyê hat zêdekirin. Ev zêdekirin jî, mumkin e ko cara pêşîn di farisiyê da peyda bûbe. Lê dengdêrên dî heta nîviya pêşîn ji sedsala 20ê jî nekevtin nivîsîna kurdî ya bi alfabeya erebî. Gevah û şahidên vê gotina min, hemî ew kovar û rojnameyên heta Kovara Hawarê ne. Ne di rojnameya dayik Kurdistanê da, ne jî di Jînê an Hawarê da, dengêrên dî yên mîna /ê/, /û/, /i/ û /o/yê nahên nivîsîn.
Di nivîsîna soraniyê da jî rewş herweha ye. Heta Zarê Kurmancî ya Mukriyanî jî ev dengdêr nînin.
Di alfabeya niha ya soraniyê da (ko li Behdînan jî bi wê dihêt nivîsîn), ev dengdêr hene: /a/, /e/, /ê/, /u/, /û/, /o/ û /î/. Hêşta çi nîşanek anko tîpek jibo /i/yê nîne. Gelek ji dengdarên erebî hatine havêtin. Ji 3 tîpên jibo nivîsîna degê /s/yê tenê yek maye. Ji du tîpên jibo nivîsîna dengê /t/yê, yek, ji 3 tîpên jibo nivîsîna dengê /z/yê, tenê yek, û ji herdu tîpên ko jibo nivîsîna dengê /d/yê dihatin bikaranîn jî tenê yek maye. Lê hêşta “H”a erebî û “eyna” erebî mane. Lê di gelek nivîsînên Kurdistana Başûr da, nemaze di nivîsên Behdînan da, hêşta hindek tîpên erebî yên mîan “sad û “ta”yê dihên nivîsîn.
Bi ser vê hemiyê ra, wesa diyar e ko nivîsîna soraniyê di warê alfabeyê da rasterrê bûye, arîşe tenê arîşeyên rastnivîsînê ne. Herçend e ko carcar kesên mîna Hejarê Mukriyanî alfabeyên xweser yên taybetî jî jibo xwe çê dikin (binihêrrin ferhenga Henbane Borîne).
Rewşa Kurmanciyê bi peydabûna alfabeyên Latînî û Kirîlî li Soviyeta berê, û bi alfabeya Rehmetî Celadetî, hat guhartin. Li Soviyetê bizav jibo nivîsîna hemî dengên kurmanciyê hat kirin. Mirov dikare bibêje ko alfabeyên kurdên Soviyetê bi tivavî denganî anko fonemîk bûn. Di wan alfabeyan da, du tîp jibo nîşadana herdu dengên “k”yê, herdu dengên “p”yê, herdu dengên “t”yê û herdu dengên “ç”yê hebûn. Ev yek di alfabeya Celadetî da nîne. Herçind e ko Rehmetî Celadet di Hawarê da carekê behsa vê kêmasiya alfabeya xwe dike, lê çi bersiv jibo vê pirsê di alfabeya latînî-kurdî da nahên dîtin. Yek ji sedemên diyarkirina hemî dengên zimanê kurdî di alfabeya kurdên Soviyeta Berê da, mumkin e hebûna tîpên taybetî jibo wan dengan di alfabeya ermenkî da bûbe.
Bi her halî, alfabeya latînî-kurdî ya ko niha kurdî pê dihêt nivîsîn cidatiyekê naêxe navbera ker, bi ramana lawirê guhdirêj, û ker, bi raman kesê nebihîsa, û ker-î bi ramana perçeyî da. Dibê mirov ramana ker-ê ji hevokê an ji hewayê nîqaşê bizane. Jibo dengên dî jî weha ye.
Gelek kesan xwestiye, û hene yên ko niha jî dixwazin, guhartinan di alfabeya latînî-kurdî da çê bikin. Bi dîtina min ev hemî bizav ji xwe ne.
Nivîsîn li destpêka destpêkê awayekê lihevhatinê ye. Ko em kurd li hev bikin ko bi alfabeya çînî binivîsîn, alfabeya çînî jî dê bi kêrî kurdiyê bihêt, bila astengî û zehmetiyên wê alfabeyê jî hebin. HIndek ziman hene, mîna zimanên samî (erebî, Ibrî, aramî) ko ji ber nijar û pêkhata rêzimanî ya xwe jibo nivîsînê gelek hewcedarên dengdêran nîne. Hene yên ko dibêjin nivîsîna erebiyê bi alfabeyeka denganî ya mîna latîniyê dê nivîsîna erebiyê aloztir bike. Jibo mînak, dema elîf-û-lama danasandinê bikeve pêşiya peyvekê ko bi dengdareka “şemsî” (mîna /ş/, /s/, /d/, /t/, /z/, /r/, …) dest pê dike, lama wê (dengê /l/) nahêt bilêvkirin û li şûna wê dengdara “şemsî” dihê şidandin (anko muşedded dibe). Hene kesên ko vê mîna berbestekê di rêya nivîsîna bê-girê ya erebiyê bi alfabeyeka denganî dibînin. Pirraniya zimanên malbata kurdiyê jî, zimanên wekê avestayî, pehlevî û partî, bi alfabeyeka hema bibêje ebcedî ya mîna erebiyê hatine nivîsîn. Ew ziman bi alfabeya aramî an jî hindek guhartoyên wê alfabeyê dihatin nivîsîn. Lewma jî xwîndina hindek peyvên kevnar yên zimanê avestayî karekê gelek zehmet e. Lê dîsa jî ew ziman û heta niviya sedsala 20ê, kurdî jî bi wê alfabeyê dihatin nivîsîn û kêm-zêde xelkî ji hevdu difehmîn. Niha jî zêdetir lihevhatin çareya arêşeya me ye, ne çêkirina alfabeyên nû û kesokî.
Ziman hene (mîna zimanên inglîzî û fransiyê) ko alfabeya wan alfabeyeka etîmolojîk anko kokzanistî ye. Bi wê ramanê ko awayê nivîsîna peyvan gelek caran ne li goreyê bilêvkirina wan lê li goreyê koka wan peyvan e. Jibo mînak dema di inglîziyê da peyva jibo şevê piçekê dûr ji awayê bilêvkirina xwe ya inglîzî û piçekê nêzîkî awayê bilêvkirina wê di zimanê elmanî da dihêt nivîsîn nîşana wê ye ko berê di inglîziyê da jî ew peyv wekî /naxt/ ê dihat gotin. Di zimanê kurdî da jî, hatina peyvên qerkirî ji erebiyê û nivîsîna wan her bi awayê erebî diyar dikir ko koka wan peyvan ji erebiyê ye. Lewma lihevhatin jibo reng anko şiklê nivîsîna peyvan ji fonetîkbûn anko parastina awayê bilêvkirina wan giringtir e. Kurd bila li destpêkê liser awayên nivîsînê bi van alfabeyên heyî li hev bikin.
Her alafbeyeka zanistî û denganî (fonemîk) jî bi derbazbûna dem û salan mumkin e bibe alfabeyeka kokzanistî anko etîmolojîk. Sedema vê jî ew guhartin in ko di zimanê axivtinê da çê dibin. Axivtina ser devê xelkî bi sedsalan û hezar salan dihên guhartin û reşreşkên ser kaxezan û ser rupelan nahên guhartin. Verêja vê jî dê dûrkevtina nivîsîn û gotinê ji hevdu be. Çi qasî em sere xwe bi alfabeyeka denganî anko fonemîk ve biêşînîn jî ew alfabe nabe alfabeyeka hetahetayî.
Bi nihêrrîna min arêşeyên mezin yên nivîsîna kurmanciyê rasnivîsîn anko ortografî ye, ne alfabe. Lewma, bi hîviya Xudê, dê hindek hizir û boçûnên xwe liser ortografiya kurdî di nivîsarên bihên da binivîsim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,046
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://gulanmedia.com/- 22-12-2022
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 13-11-2011 (13 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 84%
84%
添加( ئاراس حسۆ 22-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):22-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,046
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,419
图片 105,691
书籍 19,153
相关文件 96,393
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!