Agahiyên şehîd:
Nasnav: Dijwar Çarçela
Nav paşnav: Mazlûm Bahadir
Cihê jidayikbûnê:
ŞirnexŞirnex
Dayik-Bav: Gurcu-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2022 / Besta
Kurtejiyana şehîd:
Eşîra Mamxurî ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye, çand û nasnameya xwe bi sedan salan li dijî zext û komkujiyên dagirkeran parastiye. Piştî ku partiay me PKK derkete holê û bandor li tevahiya gelê Kurdistanê kir, eşîra Mamxurî jî partiya me nas kir. Berxwedana ku berê di asta herêmî de dikir, bi Partiya me re gihand asta neteweyî. Bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên gerîla kir û ji bo azadiya gelê me berdêl da. Ji ber vê taybetmendiyê, dewleta Tirk a qirker timî zext li eşîra Mamxurî kir. Ji êşkenceyê heta bi girtinê her cûre zext li eşîra Mamxurî kir, lê tevî vê yekê jî ji nasnameya xwe ya welatparêziyê tawîz neda. Dewleta Tirk ji ber ku ji zextê encam wernegirt mîna li gelek herêmên Kurdistanê kir, li ser eşîra Mamxurî jî koçberî ferz kir, bi vî rengî hesabê wê kir ku ji têkoşîna me ya azadiyê dûr bixîne. Malbata hevrêyê me Dijwar ku ji eşîra Mamxurî ye, ji ber zextên dijmin neçar ma koçî Edeneyê bike. Malbata hevrêyê me Dijwar li gel zext û êşkenceya dijmin jî hebûna xwe parast û tevî ku dûrî ji Kurdistanê bû, nasnameya xwe ya çandî û neteweyî parast. Li derveyî Kurdistanê jî be malbata hevrêyê me Dijwar li cihê ku lê bû têkoşîna azadiyê ya gelê me dewam kir, bi nasname û çanda xwe danheviya têkoşînê da zarokên xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me Dijwar hîn ji zarokatiyê ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Di salên 2004-2005'an de têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Dijwar di heman demê de beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku ev kar kir, Rêberê me hîn baştir fêhm kir, bi qasî ku fêhm kir hewlda felsefeya Rêbertî bixe meriyetê. Bi vî rengî dest bi şoreşgeriyê kir û ev seknka xwe di nava jiyana xwe ya şoreşgeriyê bi temamî de parast. Hevrêyê me Dijwar tevî ku hewl da zû tevlî nava refên gerîla bibe, ji ber hin sedeman ev daxwaza wî pêk nehat, lê belê her tim di nava têkoşînê de bû. Demekê ji ber neçariyê li nava artêşa Tirk leşkerî kir, rastiya dijmin li vê derê bi şênberî dît û nas kir. Helwesta dijminane ya artêşa Tirk a li hemberî gelê Kurd di dema leşkeriyê de baştir fêhm kir û di nava dijmin de jî helwesta şoreşgerî, helwesta li hemberî dijmin bi şênberî nîşan da. Ji ber vê yekê demekê hate cezkairin, lê ji baweriya bi têkoşîna azadiyê ya gelê me tawîz neda. Hevrêyê me Dijwar piştre têkoşîna xwe ya çalak ji cihê mayî dewam kir, lê vê carî hîn bi zanebûn meşand. bi taybetî dema ku rastiya dijmin dît, bû xwedî biryarekê. di pêvajoya şerê giran de ya salên 2011-2012'an a li Kurdistanê, şehadet û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me yê sivîl bûn sedem ku hevrêyê me Dijwar li ser têkoşînê biryarên nû bide. Gihîşt wê baweriyê ku li dijî êrîşên dijmin û komkujiyan divê têkoşîneke hîn radîkal bimeşînin, ev yek jî bi têkoşîna gerîla dibe û sala 2012'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Dijwar piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Perwerdeyên li akademiyê ji bo xwe têrker nedît. Timî dixwend û lêkolîn dikir, lewma hewl dida têkoşîn û jiyana ku di nav de ye fêhm bike, bi wate bike. Di encama vê kûrbûnê de jî gihîşt wê encamê ku jiyana gerîla ne tenê têkoşînek ji bo parastina hebûna gelê me ye, di heman demê de gava destpêkê ya ji bo xwegihandina azadiyê ye. Her wiha jiyana gerîla weke şêweyeke biwatekirina hebûna xwe û bersiva li pirsa ji bo çi bijî, nirxand. Di encama vê kûrbûnê de hevrêyê me Dijwar hîn bi daxwaz, coş tevlî nava karên şoreşê bû, hewl da nirxên nû biafirîne. Têgihişt ku ev yek jî tenê bi ked û hewldaneke bêhempa dibe û meşa xwe ya şoreşgerî bi vî rengî dewam kir. Ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û di mijarên hunera leşkerî û şerê gerîla de xwe perwerde kir, xwe amade kir ku di her kêliyê de karibe şer bike. Ji sala 2014'an û pê ve piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê me kir, ji bo li hemberî çeteyan şer bike û hebûna gelê me biparêze derbasî qadên şerê giran. Demeke dirêj li eniya şer ma, bi amadekariyên xwe yên leşkerî bû xwedî karekî encamgir û serketî. Hevrêyê me Dijwar di pêvajoya şer de timî li eniyên pêş bû û bi wêrekî û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Di nava şer de tecrûbeyeke mezin wergirt û bû fermadnarekî pêşeng. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê hate têkbirin, hevrêyê me Dijwar li çiyayên azad vegeriya û kêfxweşiya xwe ya xwegihandina çiyê bi hevrêyên xwe re parve kir.
Hevrêyê me Dijwar ku weke fermandarekî gerîla yê şareza û xwedî tecrûbe li çiyayên Kurdistanê vegeriya, zanîbû ku berpirsyariya wî ya şoreşgerî zêde bûye. Bi biryardariya fermandarê pêşeng, ji bo asta şerê me yê gerîla fêhm bike, xwe di rêbazên dema nû de kûr bike li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde wergirt û di encama vê pêvajoyê de biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê zêdetir kir. Ji bo xwe kir armanca esasî ku bersivê bide tecrîda giran a li ser Rêberê me û azadiya gelê me misoger bike. Li ser vê bingehê bi rêbazeke çalak û encamgir tevlî nava kar bû, ji bilî serketinê rêyeke cuda qebûl nekir. Ji bo şerê me yê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve, hevrêyê me Dijwar gihîşt wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger divê têkoşîneke hîn çalak bê meşandin û ev yek jî bi şerekî berfireh ê li Bakurê Kurdistanê dibe. Bi vê armancê xwe têrker û şareza dît ku karibe vî şerî bike û bi baweriyeke mezin a ji xwe berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Weke fermandarekî pêşeng ê gerîla li xaka Botanê li cihê lê ji dayik bû vegeriya, ku ji ber zexta dijmin nekarî lê bimîne. Bi vî rengî kete nava hesabpirsîna dîrokî ya ji dijmin. Hevrêyê me Dijwar ku bi wezîfeya Fermandarê Herêmê derbasî qada Botanê bû bi berpirsyarî û wezîfeya xwe, di pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî de bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Bi saya vê hewldana bêhempa ya hevrêyê me Dijwar, li qada Botanê Şerê Gel ê Şoreşgerî berfireh bû û bi pêş dikeve. Weke hevrêyên wî, em ê şerê xwe yê azadiyê ku hevrêyê me Dijwar radestî me kiriye, mezintir bikin û teqez bi ser bixînin.
[1]