Agahiyên şehîd:
Nasnav: Yûsûf Mirdêsî
Nav paşnav: Yilmaz Aslan
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Guler-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2022 / Besta
Kurtejiyana şehîd:
Hevrêyê me Yûsûf li Rihayê li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbatê hevrêyê me Yûsûf hîn di zarokatiyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Li qadeke mîna Rihayê ku polîtîkayên asîmîlasyonê lê giran e û dijmin hewl dide gelê me ji nasname û çanda wê dûr bixîne, hevrêyê me Yûsûf taybetmendiyên Kurdîtiyê bi biryardarî parast. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar ma ku di zarokatiyê de bixebite, hingî wê demê ked nas kir. Hevrêyê me Yûsûf ji bo derdora xwe timî xwe berpirsyar didît û li hemberî pirsgirêkên li nava jiyanê kete nava nakokiyan. Hem polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hem jî nakokiyên li qada kedê, berê hevrêyê me Yûsûf da têkoşînê. Hevrêyê me Yûsûf bersiva nakokiyên xwe di nava felsefeya Rêbertî de dît û destpêkê sala 2004'an beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku li nava karên ciwanan bû pêşengî ji zanebûna gelek ciwanên Kurd re kir û kir ku tevlî nava refên gerîla bibin. Piştî vê pratîka xwe ya seketî, tevlî nava karên cuwa bû, di karê birêxistinkirina gelê me de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Yûsûf bi saya pratîka xwe ya serketî li nava gelê me hate hezkirin û bala dijmin jî kişand. Sala 2010'an dîl kete destê dijmin û qada zindanê jî ji xwe re weke qala têkoşînê dît, bi vî rengî sekna xwe ya şoreşgerî li vir jî dewam kir. Bi taybetî kevneşopiya berxwedanê ya zindanê ya Partiya me pejirand û sekneke ku hêjayî vê berxwedanê be nîşan da. Ji ber sekna xwe ya şoreşger û bêtawîz a li zindanê, li vir jî bû hedefa dijmin. Dijmin hewl da bi polîtîkayên sirgûnê hevrêyê me Yûsûf bitepisîne, ji têkoşînê qut bike, lê nekarî. Piştî 4 salên li zindanê hevrêyê me Yûsûf bi perwerdekirina xwe bersiv da polîtîkayên dijmin, di pîvanên milîtaniya Apoyî de xwe kûrtir kir û asata biryardariya xwe bilindtir kir. Hevrêyê me Yûsûf bi hîn xurtî ji zindanê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wê bû.
Hevrêyê me Yûsûf sala 2014'an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. ya ku destpêkê bala wî kişand têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bû. Her wiha jiyana komunal a gerîla, jiyana bi xwezayê re bala wî kişand û kete bin bandora vê rastiyê. Ji ber vê yekê anî ziman ku jiyana gerîla ji pirtûkan an jî vegotinan nayê fêhmkirin, tenê di nav de bi jiyînê dikare bê fêhmkirin. Bi taybetî li ser jiyana demokratîk, azad û dûrî ji têkiliyên sîstema kapîtalîst a gerîla kûr bû. Hevrêyê me Yûsûf dît ku felsefeya Rêbertî li çiyayên Kurdistanê bi cih hatiye anîn û xwest ku bi xwe jî bibe parçeyek ji vê jiyanê. Ji ber vê yekê bi daxwazeke mezin, bi kelecan, coş û moral tevlî nava jiyanê bû. Vê pratîkê hevrêyê me Yûsûf bêhtir motîve kir û her roj hîn bêhtir xwe bi pêş xist. Hevrêyê me Yûsûf demeke dirêj li qadên Garê, Qendîl û Metînayê kar kir, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve jî xwe perwerde kir û bû gerîlayekî şareza. Di demên destpêkê de ku taktîka dema nû ya gerîla dihate nîqaşkirin, bi baweriyeke mezin xwe perwerde kir û dît ku rêbaza şerê gerîla yê dema nû wê bibe bingeha serketinê. Hevrêyê me Yûsûf ku di karên bajêr de xwedî tecrûbe û danheviyeke mezin bû, xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û kar bike. Gihîşt wê baweriyê ku şoreşa li Bakurê Kurdistanê wê bibe şoreşa li tevahiya Kurdistanê. Li ser vê bingehê bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî qada Botanê bû.
Hevrêyê me Yûsûf bi moral û hêza gihîştina armanca xwe di demeke kurt de hînî qada Botanê bû û zû tevlî nava kar bû. Her êrîş û operasyonên dijmin weke gerîlayekî profesyonel têk bir, beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û mîsyona xwe bi serketî bi cih anî. Gerîlatiya bi dijmin re di nava hev de, kir ku hevrêyê me Yûsûf hîn baldar be û pêşdîtina wî xurtir bibe. Ji ber vê yekê bi çalak tevlî kar bû. Hevrêyê me Yûsûf tecrûbeya xwe ya leşkerî her roj mezintir kir û gelek wezîfeyên girîng bi cih anî. Ji bo tola hevrêyên şehîd hilîne timî kûr dibû û gihîşt wê encamê ku li qada Botanê bi lêdana derbên giran a li dijmin tola şehîdan dikare bê hilanîn. Li ser vê bingehê ji asta amadekariyê heta bi pêkanîna çalakiyê bû yek ji mînakên herî bijarte yên fermandariya dema nû. Hevrêyê me Yûsûf ku sabotajvanekî pispor bû, li qadên herekol, Besta û Kela Memê, her wiha li gelek qadên Botanê gerîlatî kir, bi çalakiyên xwe derbên mezin li dijmin xist û wezîfeyên xwe yên demê bi serketî bi cih anî.
[1]