图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hûnera Hêz Û Lêgerîna Azadiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hûnera Hêz Û Lêgerîna Azadiyê

Hûnera Hêz Û Lêgerîna Azadiyê
Hûnera Hêz Û Lêgerîna Azadiyê
Di 18, 12, 2022
Stranbêja ciwan Rehef Zilfo behsa jinên hunermend kir û got, jinên hunermend bi hestên xwe yên hunerî xwedî bandor û nirxên hêja ne, îsrar. Herwiha di hûnera jinê de hêz û lêgerîna azadiyê heye.
Stranbêja ciwan Rehef Zilfo ya di xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnerê de cih digre, di derbarê xebat û berhemên Hîlala Zêrîn, rêwîtî, armanc û xeyalên xwe yên avakirina orkestrayeke jinan ji ajansa JINHA re, axivî.
$Piştgiriya dayîka min bû roniya xeyalên min$
Rehef Zilfo di derbarê rêwîtiya xwe ya ji zaroktiyê û piştgiriya dayika xwe axivî û got: “Di zaroktiya xwe de ez ne di wê têgihîştinê de bûm ku stran çi ye yan jî hunermendî çi ye? Dayika min rê li ber min vekiri bû ku ez jêhatiniya xwe kifş bikim. Malbata min ji hemû aliyan ve bi min re bû alîkar û derfet ji min re pêşkêş kirin. Ev derfetên heyî bûn alîkar ku ez li derdora 8 salan di komeke xweser de li bajarê Amûdê cih bigrim. Xeyal û armancên min bi vê yekê nesekinîn, min berê xwe da fêrbûna amûrên muzîkê; perwerdeyek pispor a bi deng li Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê. Heta niha jî ez di vê riyê de berdewam dikim û wekî endam di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de cihê xwe digirim.”
$Stranên gelêrî û kevneşopî bingeha civakê ne$
Rehef Zilfo da zanîn ku stranên gelêrî û kevneşopî bingeha hûnera civaka wan e û axiftina xwe wiha domand: “Meyla min piranî li ser stranên gelêrî û kevneşopyê ye. Ji be ku bingeha rastiya civakê me bi rêya van naskiriye. Herwiha ez gelek ji dengbêjiya resen û gotina kilaman hez dikim lê, mixabin dengê min têrî nake ku ez bi dengekî bilind û çiyayî stranan bibêjim. Girêdaneke xurt a çand û dengan li tevahî cîhanê heye, em jî hewl didin ku di xebatên xwe de hemû reng û çandan bi hev re bihûnin.”
$Îsrar dihêle ku hemû zehmetî derbas bibin$
Rehef Zilfo destnîşan kir ku îsrar û îrade dihêle hemû zehmetî derbas bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku mirov karekî dike ango berhemek pêşkêş dike, wê hin kes bibin destek û hin jî li dijî te derkevin. Lewma pêwîst e ku mirov xwedî îsrar be da ku hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya xwe derbas bike.”
$Berhemên me ji bo şoreş û doza jinan e$
Rehef Zilfo bal kişand ser berhemên wan ji bo şoreş û doza jinan li her çar aliyên Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hestên jinên hunermend kûr û herikbar in û bi derdora xwe hîs dike. Dema ku jinek rastî îşkenceyê were, jina şanoger êşa wê jinê hîs dike û li ser şanoyekê çê dike, yan jî di govendekê de senaryoyêkê diafirîne. Her straneke ku tê gotin, peyamek û armancekekê xwe heye û ev yek bi riya hunerê ragihandina civakê hêsantir e. Stranbêjên jin, ji bo şoreş û doza azadiya jinê gelek berhem pêşkêş kirin e; li ser şehîd û lehengên şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê stran hatin çêkirin. Her wiha ji bo berxwedana gerîla ya li ser çiyayan klîp hatin çêkirin. Li her çar aliyên Kurdistanê doz û armanc heman e. Em hemû, heman êşê dikşînin lewre, dema em berhemek pêşkêş dikin tevahî gelê Kurd digrin dest.”
$Piştgiriya me ji Şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê re heya dawi ye$
Rehef Zilfo diyar kir ku şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê pir bi wate ye her wiha piştgiriya xwe ji vê şoreşê re teqez kir û got: “Ji bo şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi derfet û tiştên heyî em piştgiriya bi rêya hûnerê pêşkêş dikin. Destpêkirina vê şoreşê ji bo me pir bi wate ye. Me xwest ku em wekî jinên ciwan berî her kesê, bi dengê xwe destek û pişgirî bidin şoreşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li ser vî esasî me klîbek bi navê ‘Jîna Emînî’ derxist. Em dengê xwe tevî dengê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin û dibêjin ku azadiya hemû jinan bi hev ve girêdayî ye.”
$Ez ê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim$
Rehef Zilfo bi rêzkirina van xeyal û armancên xwe yên pêşerojê, wiha axaftina xwe bi dawî kir: Xewn û xeyalên min di nava hunerê de cih digrin, ez ê vê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim. Xeyalên min ji bo koma me ya Hîlala Zêrîn jî hene, armanca me ew e ku em di demên pêş de orkestraya jinan ava bikin da ku wekî jinên ciwan ên hunermend cihê xwe tê de bigrin. Peyama min jî ji bo tevahî jinan ew e ku li pey hêvî û armancên bez bidin û tu carî serî li pêşiya astengiyan netewînin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览666
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | ronahi.net
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 80%
80%
添加( کاکۆ پیران 09-01-2023
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on09-01-2023
此产品最近更新( کاکۆ پیران ):12-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览666
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1186 KB 09-01-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!