图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,508
图片 106,555
书籍 19,263
相关文件 97,082
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Metnên ewilî yên Kirmanckî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rêdûr DÎJLE

Rêdûr DÎJLE
$Metnên ewilî yên Kirmanckî$
Xebata “Metnên Verên yê Kirdkî” ku di warê Kirmanckî de metnên ewil ên çapkirî dihewîne, xwe disipêre keresteyên folklorî yên di dema Herba Qirimê de ji Kurdên dîlgirtî hatine guhdarîkirin û tomarkirin.
Heta salên 1930'î gelek xebatên di warê folklora Kurdî de, ji aliyê biyaniyan ve hatine kirin. Nexasim jî ji welatên Ewrûpayê gelek lêkoleran berê xwe daye Kurdistanê û der barê bingehê wê yê civakî de bi rêya gel, şêx û meleyan gelek keresteyên folklorîk tomar kirine û li muzeyên welatên xwe bi cih kirine. Yek ji van lêkoleran jî Peter J. A. Lerch e ku di sedsala 19’an de di warê Kurdolojiyê de xebatên akademîk û zanyarî kirine.
Di salên 1850’yî de, di dema Herba Qirimê de (1853-1856) di navbera Împaratoriya Osmanî û Çarîtiya Rûsyayê de qewimiye, nêzî 300 leşkerên Osmanî dîl tên girtin û li kampa dîlgirtiyan a bajarê Roslowê yê ku wê demê bi ser parêzgeha Smolonskiyê ve ye, tên ragirtin. Di nav van dîlgirtiyan de, 50 leşkerên Osmanî yên Kurd jî hene. Lerch jî ji bo biçe vê kampê, destûrê ji Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê ya Rûsyayê dixwaze û akademî wî wezîfedar dike. Lerch, li kampê li ser Kurdên dîlgirtî hin lêkolînan dike. Li vê kampê, li hin malûmatên herêma Sîwanij a Dara Hênê ya Çewligê guhdarî dike û wî ew di xebata xwe ya navbirî de bi keys kirine. Lerch, ji dîlgirtiyên Kurd li gelek kilam, stran, xeberoşk, destanên Kurdî guhdarî dike. Der barê şer û pevçûnên di navbera êl û eşîrên Kurdan de jî gelek agahî û malûmatan tomar dike. Van keresteyên folklorîk, di sala 1858’an de bi navê “Lêkolînên li ser Kurdan û Îraniyên Xaldeyî yên Bakur” wekî du bergan li St. Petersburgê çap dike. Ev xebat, bi taybetî ji bo zaravayê Kirmanckî gelekî girîng e û di wesfa belgeyan de ye. Çimkî, tê gotin ku tekstên di vê xebatê de, tekstên ewil in ku bi Kirmanckî hatine tomarkirin.
Di salên 1850’î de dema Lerch, li Petersburgê di Beşa Dîrok-Fîlolojî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê de xebatên zanistî dike, ewilî li ser berhemên Îranî û destan û efsaneyên bi Sanskrîtî hatine nivîsandin, dixebite. Di sala 1852’yan de hin xebatên lêkoler Kunîk dixwîne. Piştî van xwendinan, berê lêkolînên xwe dide ziman, çand û avaniya civakî ya gelên Îranî. Her wiha di xebata Kunîk a bi navê “Les tribus des Courdes Iranien” (Eşîretên Kurd ên Îranî) de der barê Babilî, Asûrî û gelên din de hin tiştan dixwîne. Piştî xwendina vê xebatê, baweriya ku “Xebatên ku li ser gelên Îranî bên kirin, xwe dispêrin xebatên ku li ser Kurdan bên kirin” lê peyda dibe. Lerch ku di 25 saliya xwe de der barê Kurdan de dest bi lêkolînan dike, li pirtûkxaneya akademiyê rastî destxeteke Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî tê û li ser wê hûr dibe. Paşê di kovara “Nordische Biene” de nûçeyeke bi manşeta “Li Bajarê Smolonskiyê Kurd” dibîne û bi destûr û wezîfedariya Akademiya Zanistê berê xwe dide bajarê Roslowê û li wir hevdîtinê bi Kurdên dîlgirtî re çêdike. Lê berî ku biçe, der barê eşîrên Kurdan, folkor û zimanê Kurdî de xebatên ku hatine kirin di ber çavan re derbas dike. Nexasim jî li ser xebatên Balyozê Tebrîzê yê Rûsyayê Nicol von Chanykow û yên Balyozê Erziromê yê Rûsyayê Alexander Jaba (bi eslê xwe ji Lehistanê ye) hûr dibe.
Lerch, di sala 1856’an de li kampa dîlgirtiyan a li Roslowê 11 hefteyan bi Kurdên dîlgirtî re dimîne. Piştî demekê, Lerch bi saya materyalên di destê xwe de ji bo xwe ferhengokekê çêdike. Piştî demeke kurt bi saya vê ferhengokê û Kurdên dîlgirtî zaravayê kurmancî ho dike. Bi vê re gelek keresteyên Kurdî berhev dike. Her wiha di xebata xwe de diyar kiriye ku Kurdên li kampê bi Tirkî zanîbûye û hinan ji wan bi Rûsî jî zanibûye.
Paşê Lerch, li ser metnên ku berhev kirine, xebateke zanistî dike. Vê xebata xwe wekî du bergan çap dike. Di xebatên xwe yên berhevkirinê de bi pirranî zaravayê Kurmancî bi kar tîne. Materyalên ku li kampa dîlgirtiyan berhev kirine ewilî bi alfabeya Sjögrenê li nivîsê bar dike. Lê di dema xebatên xwe yên li ser “Zend”ê de dibîne ku alfabeya Sjögrenê tam bi kêrî wî nayê. Li ser vê yekê Kursiya Ziman-Dîrokê ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê civînekê çêdike û biryarê dide ku ji bo Kurdî alfabeya Lînguîstîkê bê bikaranîn. Lerch jî li gorî alfabeya Lepsiusê ji bo Kurdî alfabeyeke 39 tîpî çêdike.
Tê diyarkirin ku Serokê Kursiya Dîrok-Zimannasî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriya Rûsyayê B. von Dorn, der barê vê xebata du bergî ya Lerch de raporekê amade dike. Dorn, di vê rapora xwe de naveroka pirtûka Lerch di bin çend binbeşan de rave dike. Li gorî rapora Dorn, di xebata Lerch de bi zaravayê Kurmancî; ji bo Rûsî wergera 7 xeberoşkan, 18 metelokên ji Tirkî hatine wergerandin, du xeberoşk û methelok, serpêhatiya Mîrê Paloyê Abdullah Beg, çîroka evînê ya serekê eşîra Romiyê û 6 xeberoşkên ku ji zimanê fînkî hatine wergerandin, cih digirin. Bi zaravayê Kirmanckî jî; 3 şerên ku di navbera eşîrên Kurdan de qewimîne, du xeberoşk û efsaneya bûmî cih digirin.
Li gorî agahiyên di rapora Dorn de belav kirine, Lerch di vê xebata xwe de cih daye hin hevpeyvînan û 25 kilamên kirmanckî-kurmancî. Lerch, di vê xebata xwe de cih daye 25 gotinên pêşiyan ên bi Kurmancî û wergera çend rûpelên ji beşa gîrîzgahê ya “Gulîstan”a Sadî Şîrazî jî. Her wiha di berga duyemîn a xebata Lerch de, ferhenga biwêjên Zazakî û Kurmancî jî heye.
Lerch, di beşeke lêkolîna xwe de ku der barê Kurdên li Roslowê amade kiriye û berpêşî Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê kiriye, ji bo Kurdên ku wext bi wan re derbas kiriye, dibêje: “… wê rêwîtiya min a 11 hefteyan ku zaf bi peroş bû, bi min da bawerkirin ku ew gotinên pesindanê yên der barê taybetmendiyên eşîrên Kurdan dihatin gotin, qet jî ne bi mubalexe bûne. Min li cem wan tenê ne wê çêja xwarinê, hendazetî, zîndebûyîn, mineta ji bo qenciyan, dilnizmî, dirustî, hendazetiya di terhê fikirînê de, li gel vê min li cem wan ew taybetmendiya wan a ku zû dibin dost, sohbeteke germ dikin û haydarî û têgihiştina wan a ji bo her tiştên li derdorê jî dît û bala min kişand ser xwe…”
* Lêkoler û nivîskar Seyîdxan Kurij, di warê xebatên Kurdolojiyê yên Peter Lerch de, bi awayekî zanistî tevgeriyaye û xebateke taybet daye der. Ev xebata Kurij, bi navê “Metnî Verên yê Kirdkî, Xebatê Kurdolojî yê Peter Lerchî” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi Kirmanckî û zimanê Tirkî hatiye çapkirin.[1]
Rêdûr DÎJLE
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,057
HashTag
来源
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 19-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,057
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 11-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,508
图片 106,555
书籍 19,263
相关文件 97,082
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!