הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,660
תמונות 106,370
ספרים 19,234
קבצים הקשורים 96,828
Video 1,376
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Evrîm Sumbul - Menîce Ozkan
קבוצה: חללי | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Evrîm Sumbul - Menîce Ozkan

Evrîm Sumbul - Menîce Ozkan
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Evrîm Sumbul
Nav û paşnav: Menîce Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Melîha - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Evrîm li Colemêrgê ya ku yek ji bajarên girîng ên welatparêziya Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdorên wa yê nêzîk ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve di nava têkoşînê de bûn, hevrêya me Evrîm jî ji temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK'ê nas kir. Tevî ku zarok bû jî, zext û êşkenceyên dijmin ên li ser gelê me fêm kir, ev êrîş tu carî ji bîr nekir û ev êrîş ji xwe re kir sedema têkoşînê. Hevrêya me Evrîm ku di sala 2004’an de gerîla nas kir, ji nêzîkatiya gerîla ya li gel, biryardariya gerîal ya di têkoşînê de û jiyana gerîla ya fedaî gelekî bi bandor bû. Ji ber têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ji bo gelê me, wê fêm kir ku divê ew jî weke jin û ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Hevrêya me Evrîm a ku di nava lêgerîna vî tiştî de bû, roj bi roj rastiya têkoşînê hîn zêdetir fêm kiriye û dest bi fêhmkirina xeta Rêbertî û şehîdan kir. Ji ber ku dijmin êrîşên xwe yên li ser gelê me zêdetir kiriye, van tiştan biryardariya hevrê Evrîm a ji bo têkoşînê xurttir kiriye. Hevrê Evrîm dîtiye ku tekane qada ku li dijî dijminê qirker dikare têbikoşe, nav refên gerîlayan e û bi vê zanebûnê berê xwe daye Zagrosan û tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Hevrêya me Evrîm diyar kiriye ku ew bi tevlîbûna gerîla re ji nû ve ji dayik bûye û jiyana gerîla û çiya weke deriyekî azadiyê û cihê vegera mirov a li cewherê wê ye. Diyar kiriye ku xwezaya Kurdistanê û perwerdehiya di nava PKK'ê de bi wê re nûbûnek çêkiriye û bi girêdaneke xurt bi çiyayan ve hatiye girêdan. Wê diyar kiriye ku statûya koletiyê ya di nava civakê de, bi taybetî jî weke jin, bi têkoşîna PKK’ê de dikare were hilweşandin. Ji bo vê bang li hemû jinên ku di lêgerîna jiyana azad de ne kir ku were li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên PKK-PAJK'ê bibin. Hevrê Evrîm a ku li qada Avaşînê perwerdeya Şervanên Nû dît, ev pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir û berê xwe da xebatên pratîk. Tevî ku di nava refên gerîla de nû bû jî, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan di demeke kin hînî çiya û jiyana gerîla bû û ji hevrêyên xwe yên nû re pêşengtî kir. Hevrêya me Evrîm a ku her tim hewl dida xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe, ji bo hînbûna dîroka Partiya me kedeke taybet daye. Di xwendinên xwe de, bi taybetî ji Berxwedana Zindana Amedê û Çar Şoreşgeran, Mazlûm Dogan û şehîdên me yên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku bi fedekarî û îradeya xwe ya bênavber li dijî hemû êrîşan têkoşiyane, gelekî bi bandor bûye. Hevrêya me Evrîm a ku ji her pirtûkên ku dixwend, ji her bîranînên ku dibihîst û ji her bûyera ku şahidî dikir, di demeke kurt de tecrubeyeke girîng bi dest xist. Hevrêya me Evrîm a ku dixwest tecrubeya ku bi dest xist li hemberî dijmin bike bingeha têkoşîneke bi bandor, xwest bi taybetî li Bakurê Kurdistanê şer bike, tola qetlîam û qirkirinên li ser gelê me bistîne. Li ser vê bingehê xeyala wê ya herî mezin bû ku biçe Botanê ya ku li wir gelek qehremaniyên destanî lê pêk hatine û ji bo dîroka têkoşîna gelê me, cihekî taybet e. Ji bo pêkanîna vê xeyalê bi daxwaz, îrade û kedeke mezin têkoşiya û bi sebir li benda çûna Botanê ma. Hevrê Evrîm ku di sala 2016’an de bi gelê me re ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike çû çeperên berxwedanê, tevlî gelek çalakiyan bûye û di warê leşkerî de tecrubeyên mezin bi dest xist.
Di pêvajoyek ku êrîşên dijmin zêde bû, hevrêya me Evrîm a ku xeyala wê ya herî mezin çûna herêma Botanê bû, berê xwe da herêma Gabarê ya ku bi têkoşîna Egîd, Adil, Gelhat, Nûda û Gulbaharan gelek destanên berxwedanê hatibû nivîsandin. Her wiha xwest ku bibe layiqî têkoşîna van hevrêyên şehîd ên pêşeng û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bike. Ji ber vê jî çawa ku çû qada Gabarê bi beşdariya xwe ya bi coş bal kişand. Hevrêya me Evrîm a ku aliyê wê yê kedkariyê li pêş bû, ji bo gelek xebatên ku fedakariyên mezin hewce dikir, wê xwe pêşniyaz kiriye. Bi vê taybetmendiya xwe hurmeta hevrêyê xwe stend. Hevrêya me Evrîm roj bi roj hêrsa xwe ya li hember dijmin veguherand çalakiyên mezin û ji bo vê jî xwedî kelecaneke kûr bû. Weke gerîlayeke YJA Starê bi pêşengiya gelek çalakiyan berpirsyariyên ku hilgirtiye ser milê xwe bi serkeftî bi cih anî. Li herêma Gabarê ya ku demeke dirêj lê bû, bi tevlîbûna xwe ya kurt, bi helwesta xwe fedakar û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dijmin bûye yek ji fermandara pêşeng a YJA Starê. Hevrêya me Evrîm ji bo serkeftina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bi fedakariyeke mezin li ber xwe da û tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin jî weke gerîlayeke profesyonel serkeftinên mezin bi dest xist. Hevrêya me Evrîm bi şênberî nîşan daye ku gerîlayê Kurdistanê li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, bi afirîneriya taktîkî ya bilind di her kêliyê de dikare li dijmin bixe û ew ji hemû hevrêyên we yên li Bakurê Kurdistanê bû mînak. Em hevrêyên wê, soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku fermandara me hevrê Evrîm ji me re hiştiye, bi biryardariya heta pêkanîna xeyalênw ê, em ê alayê hilgirin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 363
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 19-01-2023
פריטים המקושרים: 2
חללי
תאריכים ואירועים
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: צפון כורדיסטן
No specified T3 82: Cullemêrg
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: צבאי
מין: נקבה
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 19-01-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 20-01-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 22-01-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 363
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.135 KB 22-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,660
תמונות 106,370
ספרים 19,234
קבצים הקשורים 96,828
Video 1,376
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.203 2!