Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,420
Bilder 105,691
Bøker 19,153
Relaterte filer 96,393
Video 1,307
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Melsa Mûş - Dîlek Ozer
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Melsa Mûş

Melsa Mûş
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Melsa Mûş
Nav paşnav: Dîlek Ozer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Melîke-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Melsa li nava malbateke welatparêz a ji herêma Serhedê ya berxwedêr ji dayik bû. Hevrêya me Melsa ku ji zarokatiyê ve bi nirxên welatparêziyê mezin bû, ti nêzîkatiyên feodal ên li ser dihate ferzkirin qebûl nekir û taybetmendiyên lêgerîner û şerker hîn di zarokatiyê de kesayetiya wê diyar kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe, li dijî kiryarên qirkirinê serî hilda. Hevrêya me Melsa ku di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir, ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketibûn, her roj hîn bêhtir bala wê diçû ser gerîla û partiya me. Ji ber vê yekê di her kêliya jiyana xwe de kete nava wê lêgerînê ku beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Di encama van lêgerînên xwe de sala 1999'an mîna gelek ciwanên Kurd ên ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me û îmhakirina gelê Kurd qebûl nekir, beşdarî nava refên partiyê bû.
Tevî ku di nava pêvajoya zehmet a komployê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, di demeke kurt de bi keda xwe, bi asta tevlîbûna li xeta partiyê, bû hevrêyek ku mal kişand ser xwe. Di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bû xwedî huner û tecrûbeya leşkerî. Bi rêbaza xwe ya tevlîbûnê cudahiya xwe nîşan da, bû yek ji wan hevalan ku di nava hevrêyên xwe de bal kişand. Hevrêya me Melsa ku li ber dîlgirtina Rêberê me rabû û bi vî rengî tevlî nava refên partiyê bû, piştî tevlî bû rastiya Rêbertî hîn bi kûrahî fêhm kir û ji bo bersivê bide komployê, tevlîbûna xwe xurtir kir. Xurtbûna lêgerînên xwe yên azadiyê jî ev rewş hîn bi hêz kir. Hevrêya me Melsa ku xwedî karaktereke welê bû ku timî dipirsî, bûyer bi her awayî dinirxand û dixwest fêhm bike, bi van taybetmendiyên xwe Îdeolojiya Rizgariya Jinê ne tenê bi zanebûn her wiha bi ruhî jî pejirand. Ji bo xwe tevlî analîzên Rêbertî yên têkildarî jinê bike, xwe, rastiya qada ji nav hatî, rastiya sîstemê, têkiliya rola li jinê tê ferzkirin ya bi koletiyê û hînbûna rêveçûna dîrokî ya vê yekê bû sedema tevlîbûna wê. Bi vî rengî bi têkiliyeke gelekî xurt bi tevgera azadiyê ve hate girêdan. Di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeya leşkerî û pratîkî û dema ku ev tecrûbe bi taybetmendiyên wê re bû yek, hingî hevrêya me Melsa bû namzeteke fermandariyê, hevrêyeke têkoşer û şervaneke ku timî bal li ser bû. Ev rêya ku danî ber xwe, kir rêgeha jiyana xwe û di her gavê de asteke nû tevlî van taybetmendiyên xwe kir. Sekan şoreşgerî ya ku tê wateya edalet, wekhevî û şervaniya mafdariyê, weke felsefeyeke jiyanê pejirand û timî bi vî rengî jiya.
Sekneke bi vî rengî ya têkoşînê destpêkê li keleha welatparêziyê li Botanê, piştre jî li gelek deverên Kurdistanê li lûteyên herî bilind neqişand, ji her parçeyî renk û wateyeke cuda bi dest xist û meşa xwe xurt kir. Hevrêya me Melsa timî xwest ku di vê têkoşînê de li pêş be, li cihên herî zehmet be, beriya hevrêyên xwe bikeve bin barê zor û zehmet. Di nava atmosfera pevçûn û nakokiyê de ya piştî komployê rû da, weke şopdara xeta Rêbertî li ber her cûre tasfiyekariyê rabû û bi tevlîbûna li nava karên Hêzên Taybet bersiv da hêzên komploger. Piştî pêvajoya vekişînê li Botanê ku gerîla ji nû ve lê bi cih bû, bi zor û zehmetiyên gavên destpêkê re rû bi rû ma. Li her qada bicihbûnê bi mîsyoneke girîng wezîfe kir û gelek wezîfeyên ku kes nikarîbû heq jê derkeve bi rengekî serketî bi cih anî. Naskirina gelek qadan ji bo fermandarekê hem hunera leşkerî hem jî rêbaza taktîkî bi pêş ve dibir. Di heman demê de naskirina astên cuda yên civakî yên cografyayê, kir ku mirovan baştir nas bike, rastiya Kurdan bi her awayî bibîne, tengaviya ku jinên Kurd di nav de ye bi kûrahî hîs bike. Vê dewlemendiyê bandor li sekna fermandariyê ya hevrêya me Melsa kir; ew kir fermandareke çalak, wêrek û hosta ku ji pîvanên azadiya jinê tawîz nade, êrîşên dijmin ên qirkirinê li her qadê pûç dike. Bi vî rengî xwe kir fermandareke şareza ku artêşbûna jinê ya di şexsê YJA Starê de şênber bûye bi zanebûn bijî, bi têgihiştî tevlî bibe û di gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Melsa bi van taybetmendiyên xwe li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe gihand pêvajoya jinûve avabûnê ay gerîla, li hemberî sekna fermandariya klasîk di kesayetiya xwe û derdora xwe de têkoşîneke xurt meşand, hemû esasên xwe bi pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xemiland. Jîrbûna wê, ruhê wê yê pêngavî û nûbûyî, kir ku di dema herî lez de taktîka dema nû bipejirîne û bibe yek ji wan fermandaran ku vê taktîkê bi rengê herî xurt bi cih bîne. Di vê pêvajoyê de ku ji aliyê artêşbûna jinê ve serdemeke nû îfade dike, weke fermandareke jin wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî, li hemberî hemû meylên gerîlatiya klasîk û sekna fermandariya klasîk têkoşiya. Li her qada ku hevrêya me Melsa lê bû, hevrêyên wê hêz ji sekna wê wegirtin, moral jê standin û her tim bi wêrekî xwe dida pêş.
Hevrêya me Melsa xwedî roleke çalak bû ku artêşbûna me ya jinê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe ji nû ve ava bike û bigihêjîne vê astê. Hevrêya me Melsa li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2020'î zêde bûn û gefên dagirkeriyê, careke din berê xwe da qadên şer û ji bo derbasî Zagrosan bibe israr kir. Tecrûbe û danheviyên xwe li Zapê xiste xizmeta hevrêyên xwe ku li vî warê lehengan dijmin kete sendromê. Wezîfeya fermandariya Eyaletê ya YJA Starê bi fedakariyeke mezin, bi tevlîbûn û biryardariyeke xurt dewam kir. Hevrêya me Melsa sala 2021'ê li dijî operasyonên dijmin, ji bo xurtikrina pêvajoya pêngava şoreşgerî derbasî qada Ertûşê bû, lê dema ji wezîfeyê vedigeriya tevî hevrêyên xwe Govend û Nûda şehîd bû. hevrêya me Melsa ku bi ked û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî, bi sekna xwe ya xurt û hêza xwe ya îdeolojîk nirxên mezin tevlî artêşbûna jinê kir, bi sekna xwe wê timî rê nîşanî têkoşîna me bide, rêya me ronî bike û bibe hinceta têkoşînê ji bo hilanîna tola wan. Lewma em ji fermandara xwe ya pêşeng re dibêjin: 'Fermandara me ya leheng a dilmezin, me te spart dilê xwe, armancên te wê di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de şênber bibe û em ê teqez bi ser bixînin'.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 242 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 20-01-2023
Koblede elementer: 1
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Kvinne
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Mush
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 20-01-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-01-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 20-01-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 242 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,420
Bilder 105,691
Bøker 19,153
Relaterte filer 96,393
Video 1,307
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.297 andre!