图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,723
图片 106,331
书籍 19,226
相关文件 96,805
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Salvegera artêşa jinên çeleng
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Salvegera artêşa jinên çeleng |

Salvegera artêşa jinên çeleng |
#Adar Gulan#
“Li ser van xakan ji gotinê re wate nehiştin e, baweriya ji hêza gotinê re nemaye. Şidet dema ku pêwîst bibe, encamgir be ji bo serkeftine şêwazek e; pêşîvekirina ji bo rêxistin û hêza diyalogê ya ji aloziyê riyek e.” Abdullah Ocalan.
Ev nivîs ji bo bîranîna jina çeleng Evîn Goyî (#Emîne Kara#) hatiye nivîsandin.
Şerê rastiyê yê li hember tarî-xirabî, nebaşî-neqencî, koledarî, qelsî-lewazî, zordestiyê ji fêzgirtina bedewiya jiyanê dest pê dike. Meriv ji hezkirina xwezayê ya giyanî, bi tehma kakilê Evîna-azadiyê dihese. Wêrekbûna fikrî, hunerî, wêjeyî û ramyarî ya şerê li dijî çepel-neqencan ji Evîna jînan destpê dike…
Em ê di vê nivîsê de qala kêliyên rêxistinkirina “şaneya artêşa jinên çeleng” ên mîna “Evîn”a welêt bikin. Gelo avabûna artêşa jinêan ji kîjan pêdiviyan pêk hat? Çi bû sedem ku jin xwe bi artêş bikin? Wateya yekîneyên jinan, ên serbixwe çi îfade dike? Artêşa jinan, bi kîjan derfetan xwe damezrand; vegotina bextewariya destpêkê ya vê hêzê.
Her wiha di dîroka artêşbûna jinan de, honandina dendika ewil a xweseriyê, wê mijara me ya vê nivîsê be.
Ji bo çi hêz tê gotin; ma bi hêza gotinê, wêje tê vegotin? Hêza dînamîk a eskerî-polîtîk a civaka xwerêxistinkirî ji zanyariya wê ya dîrokê çi pêk hat? Ji diyaloga civakî ya di navbera mirov/zîndî, jin û mêr de çima dûr ketin? Çi qewimî; ku li ser xwezaya jinan ev çendî tehlî, tehdayî, tundî û kuştin çêbûn?
Em bala xwe bidin dîroka mirovahiyê ya civakan, artêş ji bo parastina berjewendiyên çîna serdest bike, bi hişmendiya nêr-mêrantiyê ava bûye. Artêş, ji komikên mêran pêk tê; ji amûrên destên wan tundî-şer, talan û ganîmet dibare! Di vir de gotin, ji reseniya xwe dûr ketiye.
Jinan dev ji israra xwe ya avakirina artêşê bernedida. Ji wê artêşa jinan, ji gotinên hindik lê ji kirinên mezin ên keda Evînan çêbû. Ji wê jî wêdetir, tevlêbûneke jinan a nava refên şoreşê pêl bi pêl bû. Hiş û giyanê jinan, bi berbanga sibehê re hişyar bûbû. Jin, li pey hêvî û xeyalên xwe yên sedsalan ketibûn; kul û mereqa wan azadî bû!
Damezrandina artêşa jinan encama hêza jinên têkoşer e; ji bêjeyêk e ku bala mirov li ser kom dibe. Dîroka mirovahiyê li ser kevneşopiya qalibên çekirî bi pêş de nehatiye, mirovahî bi bereketa destê jinan, ji bereketa tehma dara jiyanê zêde bûye. Keda bi hezaran têkoşer-şoreşgerên jinên çeleng di vê dîroka berxwedanê de veşartiye. Em ji bîr nekin ku xweşikbûna jinan, ji aqilê wê ye. Ku em dîrokê wiha nas bikin em ê bi hêza lehengiya jinên veşartî Evînan bihesin. Ma ew ji dîroka gerdûnê kevintir e? Mirov di nava gerdûnê de gerdûneke biçûk e.
Di dîrokê de artêş bi navê mêran dihatin zanîn û artêş ji mêran ava bûn. Artêş, ji bo vegirtina xakê, talan, kuştin, eciqandin, tepisandin, xanîmet û derxistina şeran li ser piyan bû; ji bo xizmeta çîna serdest amade bû. Artêş, ji bo tepisandina civakên bindest, hêzeke eskerî darê destê zaliman bû. Artêşa ji mêran, ji hêzeke milîtarîst a parêzvana berjewendiyên desthilatdariyê ye.
Ji destpêka avabûna tevgera azadiyê ya Kurdistanê ve jinan tevî hemû kelem û astengiyan jî cihê xwe di nav refên pêş ên şoreşê de girt. Jinan, bi israra xwe ya di azadiyê de tu astengî li pêş xwe nas nekir. Jinan, ji lêgerîna hesabpirsîne dest bi meşa xwe ya riya têkoşînê kir, hişê xwe bi meseleya dîroka kolekirina jinêan a ku çavkaniya xwe ji pergala pênc hezar salan digire, mijûl kir. Xwe pê êşand, bi rêxistin kir û bersiva herî qenc bi avabûna “artêşa ji jinan” da.
Sal 1993, ji mehan cotmeh bû, jin di nav lez û beza amadekariyên binemaliya avahîsaziya sazîbûna artêşê de bi lez bûn. Ji yekîneyên jinan, bi rêza nîzamî ji rêze çiyayên bilind ên Zapê xwe bera peravê çemê Avaşînê didan. Sêgoşeya çemê Basya û Avaşînê ku weke cihê kombûna civata jinan dihat zanîn, ji rengê kulîlkên demsala payîzê zer xemilî bû. Hawîrdor, ji rengê kulîlkên payîzê yên ji bêhna biharê, li ber peravê Avaşînê bi bedewiya demsala biharê sor bibûn. Erê damsala payîzê bû lê xweza bi rengê biharê xemilîbû.
Piştî çend sal û zemanan, kar û xebatên salên demdirêj rêxistina bi navê “Artêşa Jinên Kurd” ên têkoşer rêxistina xwe li hembêza rêza çiyayên Zagros-Botanê ragihandibû; êdî artêşa ji ‘neteweya’ bindestan a jinan ava bûbû. Ev hêza serkeftina kar û xebatê jinan bû. Jinan di vê riyê de berdêlên mezin dabûn. Bi avabûnê re êş û azar li çolan bûn. Afrîneriya herî mezin a jinan, xwe gihandina hêza artêşê bû. Ev pêvajoya ku berhemê aqilê têkoşîna ji keda kolektîf a jinan e, haveynê xwe ji zanyariya dayikê digire. Jinên şoreşger, vîna hêzê ligel wan bû, ew karê ku pê sond xwaribûn encam girtibû.
Jinan bi damezrandina artêşê re hêza xwe ya eskerî ya rêveberiya civakî nîşan da. Jinên têkoşer damezrandina artêşê bi kelecan hembêz dikir. Eywana civînê, ji tîrêjên wêneyên çelengiyê xemilîbû. Gelî û newalên Avaşînê, bi tîna agirê azadiyê, ronî bûbûn.
Tê gotin ku pêvajoya amadekariya avabûna artêşê, ew çendî ne hesan bû ye. Di encama şer-têkoşînên çetîn de, jinan biryara xwe ya ber bi damezrandina artêşê ve pêk anîne. Diwarê avahiyê bi destê Evîn Goyiyan bilind dibû. Di dîrokê de ew cara yekem bû ku jin dibûn xwedî hêza artêşê, dibûn xwedî hêza parastinê ya eskerî. Êdî artêşeke bi navê artêşa jinan a hêza xweparastinê ya ji jinên şoreşger pêk dihat, hatibû damezrandin. Ku li ser şopa kevneşopiya xwedawendên vê xakê şîn dihat. Karwanê ji hêza jinan a çekdar bi rê ketibû, barê giran ê şoreşa Kurdistanê, li ser milan kiribû…
Jinan, şert û mercên qonaxa avakirina artêşê ji bo xwe afirand, ji şert û mercên heyî sûd girtin. Lewma avakirina artêşê ne kar û xebatê kêliyan bû, ê sal û zemanan bû. Ji ber wê ye ku damezrandina artêşê, ew çendî ne hesan bû. Ji vê hêlê de jin xwedî xîret, bi lebat tev geriyan; biryara xwe ya dîrokî ligel hev dabûn. Efsane/neqşerê, bi dilopên xwîne xêz kiribûn. Ew kêliyên ku gelî û newalên Zapê, ji tilîliyan lerizîbûn. Çoltera çiyayê Çarçêlan û Govendê ji xeleka govenda jinan gerandî bû.
Di dîroka jinên cîhanê de mînaka ceribandineke wisa nehatibû dîtin; ji wê ye ku artêşa jinan a yekemîn a cîhanê tê hesibandin. Jinan ji derfetên kêm lê berhemên hêja afirandin. Gava ewil a ber bi rêxistinbûna artêşa jinêan ve wiha hat avêtin. Ji ber vê ye ku çelengiya jinên kurd, li dinyayê deng da.
Jinên ku pêşengî ji artêşê re kirin, ezmûneke wan a kûr a eskerî tu nebû lê îdîaya wan a pêşdebirina xeta rêxistina artêşa jinan hebû. Hêz û baweriya ji xwe hebû. Êdî gava xwe ya ber bi avakirina artêşê ve avêti bûn. Xwe ji kelem û astengiyên li pêş wan ên ji hişmendiya paşverû, feodal a pergala mêr-serdestiyê, qonaxa tirs û xofê xilas bûbûn. Ji zaneyên dîroka xwe, ezmûna têkoşînê wergirtibûn. Bi avêtina vê gava yekem re, “hêza parastina jinan-artêş” saz bûbû.
Belê li tu devera cîhanê heta wê demê artêşbûneke bi vî rengî ya jinan pêk nehatibû. Artêşa ku hate avakirin jî artêşbûneke leşkerî ya klasîk nebû: Vê artêşê xwe ji aliyê leşkerî, siyasî, wêjeyî, aborî û civakî ve bi rengê jinan bi rêxistin kiribû. Ji wê jî wêdetir, bi vê hêza xwe parastinê re jin veguherî xwebûna xwe.
Artêşa jinan ji temsîla danehev a aqliê jinan pêk tê; nûnertiya xwe ji rabirdûya berxwedana jinan digire. Jinên kurd, cihê xwe di nava vê tevgerê de girtin, xwe perwede kirin, bi rêxistin kirin û mezin kirin. Jinan, bi vê biryarê ji pergala serwer re gotin; ‘em hene, em ê her hebin û li her deverê bin’.
Ji mafê her jinekê ye ku xwe bi hêz, zana û rêxistin bike. Me di gelek şoreşên cînahê de dît, di mînaka Sovyetê de dît; di têkoşînê de jin timî di asta duyemîn de dihatin nîşandan.
Jinan gotina xwe kiribûn yek, çêkirina şaneyê bi biryara jinan bû. Zor û zehmetiyên vê pêvajoya meyînê gelek bûn lê di asta dîrokî de daneheva berhema Evînan bû. Jin, bi gotina hev şêwirîn, pê pejirîn û bi wê meşîn. Ji kêliyên çêker-çêkirinê avahiya artêşa jinan, temam bûbû. Ji pêvajoya seretayî ber bi hêza xwe parastinê ve Evîn zêde bûbûn! Mîna wan tayên lavlavka ku li dora qurme darê alayî, li dora xeleka bîrdoziya, felsefeya zanesta JIN, JIYAN, AZADÎ, govenda Evînan mezin bibû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览962
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 28-01-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 17-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on29-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):28-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览962
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.196 KB 28-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,723
图片 106,331
书籍 19,226
相关文件 96,805
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!