图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,717
图片 106,325
书籍 19,221
相关文件 96,804
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Duriyana dîrokê: Herran -1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Duriyana dîrokê: Herran -1

Duriyana dîrokê: Herran -1
#Agîd Yazar#
Gava dibêjin Herran, tenûra himhimî, havînên zer-kizirandî, erda qemirî ya terk terkî tê bîra mirov. Rûyên mirovên qemer, yên qermiçandî, dev û rûyên bideq, yên raza dîrokê di xwe de dihewînin tê bîra mirov.
Rawestegeha pêxemberan, malvoniya ji gerokan re, baregeha ji artêşan re û rêpêxistina bazirganan tê bîra meriv.
Geh şîrqeşîrqa şûr û mertalên artêşên giran, geh xingexinga zengêlên refên kerwanan, geh jî qiçeqiça roja havînên sincirandî, her û her di guhê benîademiyan de kiriye zingezing û zingînî ji guhê min jî hat. Niha dor hat êdî ez zingîniya di kerika guhê min de olan dide, ji we xwînerên ezîz re rave bikim. Te dît, bi qasî zanebûna xwe!
Gava em dadigerin nav sûrên Herranê, colek zarok derdikeve pêşiya me. Zarokan em xistibûn dorpêça xwe. Nola masiyên gola H.z Îbrahîm. Gava mirov kulmek dan davêje navê, çawa xwe di ser hev û bin hev re dikin, aha wan zarokan jî wanî dikirin xilexil û xwe di ser hev û bin hev re dikirin. Edetî mirov dixistin nav fikaran. Tam di wê hênê de, texsiyek toros ber bi me ve tê. Ajokarê torosê, xwe li kelîkortên çolbeyariyê dixist û dihat. Rebena torosê dilicimî û hildipekiya. Te yê bigota qey bi hêlingokê dilîst. Toros hat got zinq, li ber me sekinî û bi nuqurçik stop kir. Gava zarok çav li ajokarê texsiyê dikevin, dibin nola noka li kevir û her yek bi deverekê de direve. Paşê ajokar, me difermîne binê kon. Konê reş ê nizanim çendik û çend stûnî. Kon, li ber avahiyên kovikî yên Herranê hatiye vegirtin. Em jî qehweyek tahl a mirra vedixwin û em dest bi gera xwe ya li Herrana qedîm dikin.
$Wateya navê Herranê$
Bajarê Ebla yê antîk, li herêma Idliba Sûriyê ye. Gava arkeologê îtalî yê bi navê Paolo Matthiae di sala 1974’an de li vî bajarê antîk ê Eblayê dest bi kolandina arkeolojîk dike, li arşîveke şaristanîya Someran a dêwasa rast tê. Arşîva derketibû li ber ronkahiya rojê, ji hezaran keval/tablet pêk dihat. Kevalên derketibûn, dîroka wan entegreyî 4250-4500 sal beriya niha dikir. Wan kevalan, dîroka gelek tiştên nedihat zanîn aşkera kiribûn. Navê bajarê Herranê jî di wan kevalan de hatibû nivîsîn. Navê Herranê bi nivîsên mîxî, wekî Ha-ra-an, Har-ra-na û Heran-û hatibû nivîsîn. Ev navên hanê yên bi Somerî dihat wateya “kerwan, rêwî, duriyan…” Navê Herranê, bi hişmendiyeke kurdî, motacî lêkolîna etîmolojiya wateya wê ye.
Lewra bi dehan peyvên kurdî yên nêzî vî navî hene. Jixwe êdî hatiye piştrastkirin ku Somerî jî qewmekî zagrosî ye û baskekî ji pêşiyên kurdan e. Lema jî gelekî xwezayî ye, zimanê Somerî li zimanê kurdî rûnê.
$Em Herranê ji nêz ve binasin$
Herran, di cîhanê de kêm ji wan bajarên ku hîn jî şên û ava ye. Ango hîn û hîn jî cih û meskenê benîademiyan e. Nîştecihên Herranê, ji sê pa jê dudu ereb, payek jî jê kurd in. Gelê ereb, hema hema tevdek li derdora 250 sal berê, bi mebesta guherîna demgrafiyayê, ango erebkirina erda kurdan, Osmaniyan ew anîne li Herranê bi cih kirine.
Heta niha kolandineke arkeolojîk a bi rêk û pêk nehatiye kirin. Lema jî digel avakarên vî bajarê dîrokî baş nayê zanîn jî, lê dîsa tê texmînkirin ku ji hêla pêşiyên kurdan ve hatiye avakirin. Lewra dîroka Herran tê de hatiye avakirin, di wê demê de tenê pêşiyên kurdan yên wekî Hûrrî/Xorrî-Mîtanê li vê herêmê dijiyan.
Sûrên bajarê Herranê, derdora 4.5 dirêj in û ji 187 bircan pêk tê. Bi qasî tê zanîn, şeş deriyê wê hene. Navê van deriyan wekî deriyê Bexda, Reqa, Mûsil, Rom, Heleb û deriyê şêr tê zanîn.
Di nav sûrên hilweşyayî de, kelehek heye. Kevirên vê kelehê, miqîm ji şikeftên Bazdayê enîne. Ev şikeftên Bazda, derdora 15 km dûrî Herranê ne. Di rewşa xwe ya niha de, artêşek dikare li gel tanq û topên xwe, xwe tê de veşêre. Ew qas dêwasa mezin in.
$Şopên gelek şaristaniyan li vê kelehê tê dîtin$
Di nav wê kelehê de, avahiyên wekî, perestegeha Sîn-Samaş heye. Girêdanek çawa di navbera Sîn-Samaş û Mîtra de heye, ev yek motacî lêkolînê ye. Lê li gorî ev dever navenda hukumdariya pêşiyên me yên Mîtanî ye û tê zanîn Mîtanî û Hîtîtiyan bi hev re peyman girêdane. Di vê peymanê de, bi navê mezinahiya Mîtra sond xwarine.
Wekî din hemama di serdema Romayê de hatiye avakirin, kaniya dîrokî û tunel hatiye dîtin. Ev kaniya dîrokî, dişibe kaniya medreseya Qasimîyeyê ya li Mêrdînê.
Şêweya avakirina vê kaniyê, jidayikbûna mirov û mirinê sembolîze dike. Ev sêwirandina hanê ya niwaze, aydê dahênerê/mûcîdê kurd, Ebûl-Îz El-Cezîrî ye. Ebûl-Îz El-Cezîrî yê Kurd, di cîhanê de tekane mûcîd e ku cara ewil wî robot û alavên xwe bi xwe dixebitin çêkirine. Divê neyê jibîrkirin ku ev mûcîdê kurd, ji Leonardo Da Vîncî re bûye îlham.
Her wiha di nav avahiyan de, li ser tahtekî xêza lîstika bi navê “mang’qelê” jî hatiye dîtin. Ev lîstik, li vê herêma Rihayê di demên kevanar de gelekî berbelav hatiye lîstin. Tê gotin ev lîstika hanê, xwedî stratejiyeke xweser e û dayika lîstika dame-kişik tê hesêb.
Navê lîstika “mangqelê” di nav destana Dewrêş û Edûlê de jî derbas dibe. Di destpêka destanê de, dengbêj wiha dibêjin: …Edûlê ji Dewrêş hez dike. Dewrêş jî ji Edûlê hez dike. Lê kesek pê nizane… Rojekê Dewrêş û Çîloyê Îzolî bi hev re bi lîstika mangqelê dilîzin. Dewrêş, halanekê di xwe hildide dibêje, ez kilê çavê Edûlê me!… Çîloyê Îzolî jî yeka xwe dibêje…
Destan, bi van gotinên dengbêjan yên lihevhatî wanî berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye ku dera ev destan lê hatiye gotin û Herran bi ser heve ve ye. Di navbera wan de 100 km an heye yan na.
$Sultan Silhedînê Kurdî li Herranê ye$
Her çiqas beriya siltan Silhedînê Kurdî, şopên Emewiyan li Herranê tê dîtin jî, lê esil Silehedînê Kurdî mora xwe li bajarê Herrana dîrokî dixîne.
Gava siltan Silhedînê Kurdî dixwaze Amedê ji destê Begê Artûkî derxîne, tê li Herranê bi cih dibe û pilansaziya vegirtina Amedê li Herranê dike.
Siltan Silhedînê Kurdî, bi şêwirmendê xwe yê zîrek û zanamend, Mele Îsayê Hekarî û mîrên kurdan, zivistana xwe li Herranê derbas dikin. Bi derbiharê re vedigerin Amedê û bajarê bav kalê xwe, ji destê Artûkiyan rizgar dike.
Bi vî awayî serdemeke nû ya Eyûbiyên ji eşîra Rewdiyan ku ev jî yek ji wan eşîrên kurd e, dest pê dike. Di vê serdema nipînû de, gelek avahiyên nuwaze jî tên avakirin. Yek ji wan avahiyan, lêzêdekirina hinek beşan li zanîngeha Herranê ye. Her wekî tê zanîn, ev zanîngeha Herranê, li gel zanîngeha Nisêbîs/Nisêbînê di cîhanê de wekî zanîngehên yekem tê zanîn. Hîn jî gelek beşên vê zanîngehê li ser piyaye. Nexasim jî lûla wê ya çavdêriya raçavkirina liv û tevgera stêrkan, ango lûleya resetxanê, di wexta li ser hemd û hêla xwe bû, 70 metre bilidahiya wê hebûye. Di roja me ya îro de jî, hîn jî beşeke ji 33 metreyan li ser piyaye. Tê zanîn ku gelek şagirtên paşê bûne feylosof û alimên zanistê, di vê zanîngehê de perwerde bûnin. Paşê ev feylosof û alimên zanînê, berhemên feylosofên girekan li zimanê erebî werdigerînin û di pêşketina felsefeyê de, dibin xwedanê risteke mezin.
Di serdema siltan Silhedînê Kurdî de, Herran jî nola gelek herêmên din, serdema xwe ya zêrînî dijî.
Ji sûra Herranê jî tekane deriyek zexm maye li ser piya. Ew derî, deriyê hêla Helebê ye û ji birayê Silhedînê Kurdî re hatiye nezirkirin. Li jora derî kîtabeyek tê dîtin. Li ser kîtabeyê nivîsiye, El Melîk El Adîl. Adîl, navê birayê siltan Silhedînê Kurdî ye.
Jixwe ji navê xwe jî gelekî eyane ku ev binemala kurd, gelekî adîl bûne. Ew çend mêrxas, xwedî edalet û adîl bûne, heta neyarên wan jî ji wan re rêz girtine. Mêrxasî û edaleta siltanê kurd û birayên wî, bandoreke mezin li ser xaçsorên ku siltan Silhedînê Kurdî ew efû kiribûn û ew şandibûn welatê wan Ewropayê.
Bêgoman Mele Îsayê Hekarî, di kemilandina siltan Silhedînê Kurdî ye, xwedanê risteke bêhempa ye. Mixabin ev zanamendê zîrek, heta niha bi qasî heq kiriye, ji hêla Lurdan ve nehatiye naskirin û şerefyarkirin.
Xwînerên ezîz. Di vê xelekê de heta ji min hat, min şopên pêşiyên me ji nav şopên miletên din da alî û pêşkêşî bala we kir.
Herran bajarekî werê ye, li ser devê duriyana hevirmêş a dîrokî ye. Lewma jî di nav demajoya dîrokê de, her buhustek erda wê, di bin simên hespê barbaran de hatiye vestrandin. Heke ez qala van şerên li derdora Herranê qewimiye bikim, cih di rûpelê de namîne.
*Berdewama şer û cengên dêwan, di beşa tê de ye… (didome)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览405
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 10-02-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 28-01-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-02-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on10-02-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):10-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览405
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,717
图片 106,325
书籍 19,221
相关文件 96,804
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!