Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,045
Immagini 106,413
Libri 19,244
File correlati 96,889
Video 1,378
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Ew milkê kurdan bi xêr û bêr e
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ew milkê kurdan bi xêr û bêr e

Ew milkê kurdan bi xêr û bêr e
#Agîd Yazar#
Te dît dinya ye; rojekê derfeta we çêbû û we xwest li welatê xwe yê şîrîn bigerin, teqez bila sewta strana #Seîd Axayê Cizîrî# ya “Ew milkê kurdan tev bi xêr û bêr e/alîk mahden e, tev zîv û zêr e/…” ji teyiba erebeya we kêm nebe. Em jî wer dikin; dengê awaza Seîd Axayê Cizîrî, ji hoperlora tomofîla me berz dibe û rê ji ber me diqelişe!…
Vê carê em li ser şopa lanên hesin, ên Xaltî-Ûrartûyan e; lanên hesin ên li derdora Xarpêt û Dêrsimê. Ne îşê henekan e! Cara ewil pêşiyên me Xaltiyan, hesin li vê axê kişif kirin, helandine kirine tîr, şûr û rim. Bi wan çekên hesinî, li ber artêşa nîzamî ya Asûran a nola xezeba xwedê rabûne.
***
Di dem û dewranên berê de, seydvanî hebû; seydvaniya mêş-hingivan. Ji bo vê seydê, pisporî, şarezayî diviya. Evan kesan diçûn ber avan; li wir mêşên hingiv ji ser delavan difirandin. Ew mêş, çaxa ji ser delavê avê difiriyan, çend caran li dora xwe doş dibûn, doş dibûn difiriyan. Seydvanî, fitlekên wan mêşan dijmartin, li gorî fitlekên li xwe badidan, menzîla dûrbûnê dihesiband. Paşê seydvanî diket dû mêşa hingiv; ev gelî yê min, ew çiya yê te…!
Em jî li sêryana gundê Sîrimê, nola mêşa hingiv li dor xwe doş dibin û ber bi menzîla xwe ve dikudînin.
Çaxa hûn ji Amedê derkevin û berê xwe bidin Ûr-faya qedîm, sêryanek we pêşwazî dike. Sêriyan, nola lefekê egala kalemêrekî qerejdaxî, lihevbadayî ye. Em ji makeriya Ûr-fayê vediqetin, nola mêşa hingiv a ji ser delavan difire, wanî li dora xwe doş dibin û tên di bin pirê re derbas dibin. Berê me li Xarpêtê ye; di ser Xapêtê re, em ê derbasî Pertegê bibin.
Di navbera Amed û Erxeniyê de, pireke dîrokî heye; jê re dibêjin pira Reş/Devegeçîdî. Yek û dudu em xwe digihînin vê pirê. Hew xwedê dizane û ev pir dizane, bê ka vê pirê şahidî ji cendekên çendik û çend qîz û lawên bavan re kiriye. Di salên nodî de, hêzên dewletê yên tarî, welatparêzên kurd miqîm dianîn li bin vê pirê û li dewrûbera wê şikenca kesnedîtî li wan dikirin. Paşê jî ew dikuştin û termên wan davêtin wan deran. Em riya xwe bi van bîranînên dilguvêşîner, digel stranên ji dem û dewranên berê hatine dawerivandin dikudînin.
Vê carê sewta qîzeke ciwan ji hoperlorê bilind dibe; sewteke ji wan sewtên merivan efsûn dike; sewteke ji wan sewtên guhdarên xwe, ji xwe re dîn û bengî dike û berdide çol û çiyayan: “Welatê me Kurdistan e/cî û meskenê me kurdan e/welat ji me ra rih û can e/kurd hemû biran e/…”
Wêneyê Aslîka Qadir a 16-17 salî, li ber çavê min zindî dibe; dev û lêvên lihevhatî, eniya keverî, birûyên kevan-qeytanî… Nola bibêje, rojê tu hilneyê, va me ez li vir im.
Youtûbê, jixweber stranên ku berê me herî pir li wan guhdarî kiriye, li me dide guhdarîkirin. Dîsa Seîd Axayê Cizîrî dorê ji yên din distîne: “Ew milkê kurdaa’an!…” Tu yê sond bixwiyî ku gorbihuşto dizane em di geliyê Madena Xarpêtê de ne. Li rast û çepê me axeke di rengê paxirî de, di bin tava havîna sorê soringî de diteyise. Ev çiya, gelî, newal, seraaaping mahdena hesin û paxir e. Bi hezaran sal in, benîademî miqîm paxir, hesin û tiştên dîtir ji vê axê derdixîne. Heke çem rûbar, derya oqyanûs bûna jî niha ji zû de miçiqî bûn lê çem jî derya jî heta oqyanûs jî bimiçiqe, ziwa bibe jî dawî li mahdenê, çiyayê Kurdistanê nayê.
Keştiya Alalû
Ne tenê benîademî, mexlûqatên ji alemeke din jî werin madena Kurdistanê bibin, ew ê têra wan jî bike.
Xwînerên ezîz. Navê vê rûpela min “Keştiya Alalû” ye. Li gorî kevalên kîl ên Sî-mêran/Someran ku ji peravên Dîjle û Ferêt derketine, di wan kevalan de dinivîse: Alalû, Mîrê gerstêrka bi navê Nîbîrû ye. Atmosfera gerstêrka Nîbîrû xerab dibe. Jiyan li wê derê diherime. Alalû, dike nake nikare çareseriyekê ji wê karesatê re bibîne. Loma jî di nav miletê Alalû de xirimşirim derdikeve, dibe berdîberdan. Textê wî yê Mîregiyê werdigere. Alalû yê min û we, firtê firtê xwe ji nav lepên serhildêran xelas dike. Hema mîr Alalû bi leza bezê li keştiya xwe ya ezmanî siwar dibe, dibêje xirp direve. Ha li vira, ha li wira, ha li vira ha li wiraaa! Tir, tir, tir, têêê ji dûr ve çav li deqeke şikî-şîn a şîn-birik dikeve. Belê, ew morîka şîn-birik, dinyalika me bi xwe bû ye.
Mîrê revoke, mîr Alalû çend caran li dora dinyalikê ya xikîxalî doş dibe, heta cihê herî guncaw ji xwe re kişif dike. Belê. Ew der e, dera ku çemên Dîjle û Ferêt xwe lê digihînin hev. Mîrê revoke Alalû, keştiya xwe li wir datîne. Paşê ji keştiyê peya dibe, dadikeve devê çêm. Bi gopalê di destê xwe de, ava çemê Dîjle-Ferêt dipelîne. Bala xwe didê, derdor nola zeraya rojê diteyise. Ji nişkan ve qîrînî bi mîrê revoke, mîrê welatê Nîbîrûstanê, mîr Alalû dikeve. Belê. Ew mahdena dezîk dezîkî dibiriqe, ew zêrê som bixwe ye. Zêrê som, yekta dermanê tamîrata atmosfera welatê wî yê xerabûyî, welatê Nîbîrûyê bûye. Alalû radibe tavilkê kordînatê ji hevnijadên xwe re dişîne, yên li gerstêrka Nîbîrû ne.
Mîrê revoke mîr Alalû, xizmên wî yên ji gerstêrka Nîbîrû hatibûn, ji xwe re li ber devê çemê Dîjle-Ferêt bajarekî ava dikin. Navê bajarê xwe dikin Erîdû/Herîdûr. Li gorî Sî-mêrolog/Somerologê navdar, Samuel Noah kramer dibêje: ev navê Erîdû, di nav hemû zimanan de, li zimanê Kurdî tê û di zimanê kurdî de, peyva “herîdûr” li vî navî rûdinê.
Mantiq û wate, nola kevirê di kilsê de were rûniştandin, li cihê xwe rûdinê. Bêguman ev bajarê wan ê ji xwe re wekî bajarê ewil ava kirine, gelekî ji gerstêrka wan a dayikniştiman, Nîbîrû dûr e. Loma jî navê bajarê xwe yê yekemîn kiriye, Erîdû/Herî-dûr!
Rêwîtiya bi keştiyê ber bi Pertegê ve
Ji Xarpêtê heta Pertegê, em pêncî kîlometreyekî din jî rê dikudînin. Em li dû şopên pêşiyên xwe yên bi nav û nîşan in. Şopên eyan beyan ên li ser kelatên bilind, li ser asêgehan. Şopên nola hêlîna teyrê baz. Ew hêlînên teyrên baz, ew keleh û birc. Yekûna wan, bi du mebestan hatibûn avakirin:
1- Ji bo parastina eşîrên Hûrrî/Xûrrî-Mîtanî yên ji ber xezeba Asûrên barbar, Asûrên dirinde, Asûrên dilkevir reviyabûn û hatibûn di bin sîwana hukumdariya Xaltiyan de, li çiyayên asê xwe civandibûn ser hev.
2- Ji bo parastina lanên hesin ên dewlemend.
Riya reşayê ya erebeyan, li peravê bendava Kebanê diqede. Em jî tevî tomofîla xwe li keştiya şaredariya Pertegê siwar dibin. Piştî panzdeh xulekan, keştiya gewre sê caran nola dewareke kovî diore. Bi orîna keştiyê re, qaqlîbazên hewisandî, qir û qiyameta reş radikin. Nola zarokên xarî şekirên li ser serê bûka bixêlî reşandî bikin, wan qaqlîbazan jî wanî xwe xwujî kurtêlên simêtên ku rêwiyan davêt li ber wan, dikir. Qarewara wan a mahşerî, tev li orîna keştiyê û pêlên ava ji ber sînga keştiyê diqelişî dibû. Qerepere û heytehoyeke kesnedîtî li bin guhê hev diket. Ji vî aliyê bendavê heta wî alî, ewan qaqlîbazan nola berbûyên li dora bûka siwarkirî bireqisin, wanî li ser serê me çûn û hatin.
***
Ji bo meriv bikaribe biçe ser keleha Pertegê, divê meriv bi keştiyê biçe. Lewra piştî gewimandina ava bendava Kebanê, keleh li ser bilindahiya girikê tûjik, nola giravekê maye di nîvê bendavê de.
Em çavê xwe li keştiya ku ew ê serdêran bibe keleha Pertegê digerîne. Ti liv û lebatek li ber çavên me nakeve. Em ji esnafekî dipirsin, ka gelo ew ê keştiya diçe keleha Pertegê, çi çax rabe. Esnaf, keserekê di devê xwe yê bêdiran de diifîne. Bi çavê xwe yê spîkê avêtibû ser li dûr, li cihekî nediyar dinêre û dibêje: “Keştiya çi halê çi, birazî! Vê şewbê, malik li me viritand.”
Dosta me ya bi navê Sewgî ya qîza dêrsimî, nola xocê xizir bi hewara me tê. Keştiya şaredariya Pertegê, nexasim li ser kîsê me saz dike. Em jî li wê keştiya xwe ya hinkase siwar dibin û ber bi keleha Pertegê ve bi rê dikevin.
Dîsa keştî nola dewareke kovî sê caran diore, dîsa qaqlîbazên me yên bêrû, bi raterqa me dikevin lê vê carê kurtêlên simîtan bi lepê wan nakevin da ku ji xwe re bi çilekî bipûrisînin. Nola çivir ji me re dijûnan bide, vê carê bi miqamekî dîtir, dikirin qarewar; qaqlîbazên gumre, em kirin xax û çûn.
Keştî li ber girava ku keleha Pertegê li ser hatiye çêkirin, lengerê berdide erdê. Çaxa ez bi berpala giravê ve radipelikim, wêneyên navçeya Pertegê, yên gelekî kevn li ser tabelayê tên dîtin. Hingê bîn û berata bendavê tune bûye. Avahiyên navçeyê, tevdek li derdora kelehê bûne. Hema bêje avahî tevdek, yên dîrokî ne lê çaxa di salên şêstî de dest bi avakirina bendavê dikin, dewleta tirk wan avahiyên dîrokî tevdekî dirûxîne.
Nivîskar Fîkret Yaşar di gotareke xwe de dibêje: “Çaxa bendava Kebanê tê çêkikirin, hingê li derdora kela Pertegê, çend kevalên kîl derdikevin. Ew keval, ên şaristaniya Hûrriyan in. Hema hema bi kurdiya îroj em bi kar tînin, hatibû nivîsandin. Çaxa rayedar lê hay dibe ka ev çi keval in, tavilê wan kevalan dişikînin û davêjin lê di nav wan arkeologan de, arkeologekî holandî hebûye. Ew arkeologê holandî 2-3 heb ji wan kevalan ji arkeologên tirk vedidize û bi xwe re dibe Holandayê.”
Keleha Pertegê
Ev keleha Pertegê, ji hêla hukumdariya Xaltiyan ve hatiye lêkirin. Tê texmînkirin ku keleh li derdora du hezar û 800 sal berê hatiye lêkirin. Di serdema Romayê de jî hinek beş lê hatine zêdekirin. Ji derdora Meletiyê bigire heta Xarpêt, Dêrsim, Çewlik, Mûş û heta Wanê, hemû kelehên di vê navberê de hatine lêkirin, bi mebesta parastina lanên hesin û xelkê herêmê bûne lê Xaltiyan, herî zîde girîngî daye lanên hesin. Lewra hesin ji bo wan, madeneke jiyanî bûye.
Çaxa Xaltî, hesin kişif dikin, şûr, mertal, bivir, tîrmen (serikê riman) û tîr-kevan ên ji hesin û pola çêdikin. Hingê di destê Asûrên neyarên wan ên xedar de, alavên cengê yên tûnc hebûne.
Tê zanîn peykerekî teyrekî hesinî yekî dêwasa li ser keleha Pertegê hebûye. Peykerê wî teyrî yê hesinî, ji hêla Xaltiyan ve li ser bilindahiya kelehê hatiye çikandin. Gerokê navdar Ewliya Çelebî jî û gelek gerokên serdema kevn jî dibêjin ku ew teyrê hesinî, heta beriya artêşa îslamê were vê herêmê jî li ser kelehê çikandî bûye lê çaxa Xalid Bîn Welîd tê vê herêmê, ew bi destê xwe peykerê wî teyrê hesinî, ji jor de tîne xwarê û tine dike.
Navê teyr, li ba pêşiyên kurdan Xaltiyan, Per-ta bûye. Bi îhtîmaleke mezin, navê Pertegê jî ji Per-taya Xaltiyan tê. Gava meriv wî teyrê hesinî yê ji hêla Xaltiyan ve li ser kelehê çikandî bigire ber çav û navê teyr, bi zimanê Xaltiyan ê Per-ta bîne bîra xwe, hingê şik jê re namîne wateyeke din a vî navî hebe. Jixwe peyva “per” em di kurdiya îroj de, wekî “bask” bi kar tînin. Ev peyva “per” peyveke ji wan peyvên herî kevn a zimanê kurdî ye. Ango, em bîst peyvên makekok ên zimanê kurdî bijmêrin, peyva “per” di nav wan bîst peyan de, yek ji wan peyvên makekok ên herî bingehîn e.
Di xeleka tê de, keştiya Alalû ew ê xwe li ser keleheke din a pêşiyên kurdan deyne. Li bendê bin![1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 716
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 12-02-2023
Articoli collegati: 5
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-11-2020 (4 Anno)
Libro: Cultura
Libro: Storia
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 12-02-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 12-02-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 12-02-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 716
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.1172 KB 12-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,045
Immagini 106,413
Libri 19,244
File correlati 96,889
Video 1,378
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.594 secondo (s)!