图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,635
图片 106,369
书籍 19,233
相关文件 96,825
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şer jî heye, şer jî heye!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şer jî heye, şer jî heye!

Şer jî heye, şer jî heye!
Aramê Elegezê
Li ser têgeha şer gelek pênase hatine kirin. Lê di nav van pênaseyan de ya herî girîng a genaralê Alman Karl fon Klausêwîts dibêje, ku şer li gorî polîtîkayê tê meşandin, ango, di derketina şer û pêkhatina wî de ya
diyarker polîtîka ye. Ev têbîniya genaralê Alman heya îro jî wek rastiyekê tê pejirandin. Lê rêberê gelê kurd Rêber Ocalan di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de dibêje, ku polîtîka li gorî şer tê meşandin. A diyarker şer e. Ji ber ku polîtîka li gorî hêzê tê meşandin.
Ji serpêhatiya têkoşîna gel û welatan rastiyek derketiye holê û li gorî wê jî, polîtîka herdem li gorî hêz, destkevtî û wan sengerên ku di dest de hene pêşketiye, an jî polîtîkayê ji xwe re rê vekiriye. Şer jiyana mirovahiyê diyar kiriye û îro jî rêbaza sereke ya diyarker ew bi xwe ye. Û polîtîka jî li gorî rêbaza şer şêwaz digire. Şer bê guman tenê nayê wateya kuştin, xwînrêtin, wêran û talanê. Armanca şer şikandina vîna dijmin e. Serxistina bernameya xwe ye. Têkoşîna di nava dijberan da îro jî di warê aborî, bîrdozî, çandî, teknîk û têknolojiyê de, bê rêya dîplomasiyê, derûniyê, çapemeniyê û hêza leşkerî tê meşandin.
Bê guman, tu kes an alî bi xwe berê xwe nade şer. An jî bi kêfa xwe biryara şêr nade. Jiyaneke asayî ya sirûştî dijberî konjektur-demkî heye, ango, nakokiyên xwezayî hene, ev jî rojane, an jî di demeke kurt de tên çareserkirin. Ev problemên demkî nabin mijara sazûmankariyê. Mirov ji vê tekoşînê re nikare bibêje şer. Ev têkoşîna jiyanî ya rojane ye. Lê mijara şer mijareke sazûmankariyê ye, têkoşîn êdî di nava dijberan da pêk tê. Û ji vê re jî dibejin nakokiya dijberan. Mijar û pirsgirêkên dijberî hev bi şêwazên aborî, bîrdozî, têkoşîna ji bo rizgariya welêt, desthilatdariya çînî xwe didin der. Di vê dijberiyê de alî hene. Yên ku ji bo serkevtin û pêkhatina armancên xwe her şêwaza têkoşînê pêk tînin, û navê vê tekoşînê jî şer e.
Berî her tiştî di şer de armanc diyar dibe. Bê armanc şer nabe. Bibe jî ew ne şer e. Pevçûn e. Pevçûna di navbera du gelan, civakan, an jî du kesan de ye. Ew pevçûn li ser gotineke bê wate û armanc pêk tê. Lê şer bê armanc nabe. Li gorî armancê jî stratejî tê diyarkirin. Li gorî stratejiyê jî taktîk diyar dibe. Navê yek ji taktîkan jî polîtîka ye.
Niha em, wek gelê kurd di rewşeke şer de ne. Ev şer jî me dest pê nekiriye. Em îro bi şerekî re rûbirû ne û armanca vî şerî jî ew e ku bi bîrdozî, dîrokî, çandî, xaka neteweyî û heya bi bîyolojîk me tune bikin. Ev alî bi biryar li dû armancên xwe ye. Em bibin, an nebin vîn, a wan her armancek e: me li rûyê erdê wek kurd tune bikin û me ji nû va wek tirk, fars, ereb bi şiklî çêkin. Li gorî vê armancê stratejî diyar kirine. Li gorî stratejiyê bername ava kirine. Navê bernameya wan jî Destûra Bengehîn e. Li gorî vê bernameyê rê û rêbaz dîyar kirine. Li gorî van rê û rêbazan jî sîyasetê didin meşandin. Stratejiya wan: heya ku gelê kurd tune bikin, di nava nijada xwe de bihelînin her şêwazekî şer rewa dibînin, yanî ji bo şerê ku bê meşandin, her rêbaz û amûr rewa ye.
Di nava rewşa heyî ya li dijî gelê kurd de ev şerê ku tê meşandin pirralî ye. Ev bi çek an jî bê çek, xwînawî yan jî derûnî, bi aborî an jî bi çandî, bi ragîhandinî an jî bi perwedehiyê, bi bîrdozî an jî siyasî, herêmî an jî cîhanî, bi kirêkiriyên xwecîhî an jî yên navdewletî, di encamê de yek armanc e. Tunekirina gelê kurd e. Wê demê tiştê ku pêwîst e û nebe nabe, ew jî ewe ku gelê kurd têkoşîna xwe piralî bimeşîne. Û ji bo vê, ya yekem a ku divê bê kirin, ew e ku divê gotin û kiryarên dijiminên gelê kurd berovajî bên xwendin û nirxandin. Ango, eger ew bibêjin “Şev e!”,– pêwîst e em bizanibin, gotina wan derew e, û em bizanibin ku Roj e. Eger ew bibêjin “Hingivîn e!” em bizanibin – jehr e.
Klausêwîts dibêje: “Şer şikenandina vîna dijmin e”. Lê di roja îro de, wek ku dîplomatê amerîkî Kîsîncêr dibeje, “şer nermkirina vînê ye”. Niha asta şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, pêvajoya radestkirina vînê derbas kiriye. Ev sed sal in nikarîbûn vîna gelê kurd bişkînin. Lê ev pêvajo veguheriye “nermkirina vîna gelê kurd”. Baş e, taybetmendiyên “nermkirina vînê” çi ne? Êdî gelê kurd înkar nakin, mafê wî yê çandî nas dikin. Li hebûna wê mukur tên. Lê statûya wî ya fermî nas nakin, nasnameya sîyasî qebûl nakin. Mafê xweparastinê ji bo wî red dikin.
Îro di cîhanê de li ser destûra bingehîn a Sûriyeyê guftûgoyên şênber hene û tiştê ku ji kurdan re diyar dikin, ew e, ku kurd dikarin bi çandî bijîn. Ango: “Hûn dikarin govendê bigirin, strana bibêjin û emê jî êdî we nekujin”. Dewleta tirk jî dibêje: “Xwişk-Birayên kurd, berê ji we re nedigotin kurd, em dibêjin kurd, destûrê didin, ku hûn stranên xwe bibêjin û bi zimanê xwe biaxivin û paşê, werin, em wek xwişk-bira bijîn”. Li vir tiştê herî balkêş di van ferasetan de ew e ku di makezagona Tirkiyeyê de naskirina gelê kurd bi fermî nîn e. Ewana her tiştî di valahîyê de dêhelin. Ji bo ku di pêşerojê de ji bo tunekirina gelê kurd derfetê bibînin.
Derencam: em, wekî gel, pêwîst e, jiyana xwe kêlî bi kêlî li gorî şêr sererast û tevger bikin. Her gaveke xwe li gorî şêr bavêjin. Ji ber ku armanca şerê dijmin tunekirina me ye. Armanca me jî parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe ye. Wê demê stratejiya jiyana me xurtkirina îradeya xwe û şikandina îradeya dijmin e. Taktîka me ya rojane jî di her qadê de çi ji destê me bê, hemû derfetên xwe bikin yek ji bo ku bi ser dijmin de herin û wî bişkênin. Armanca sereke xwedîderketina li hemû nirxên neteweyî ye. Li her gotinekê, her awirekî, li her duwa-dirozgehekê, li her livandina pênûsekê, li her gotineke stranekê, li her helwesteke kurdayetiyê û bi vê li dijî êrîşên dijmin xurtkirina vîna neteweyî ye. Belê, her tişt ji bo xurtkirina îradeya neteweyî bê pêkanîn, li dijî armanca dijmin a nermkirina wê. Nermkirina îradeya neteweyî tê wateya kedîbûna li ber derê dijmin û kedîbûn jî mirina sipî ye. Ango mirina nerm a bê armanc û bêwate ye…
Pirs di wê de ye, ka emê wek xwe hebin an na?[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览877
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/ - 13-02-2023
挂钩项目: 32
小组: 文章
Publication date: 22-11-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 13-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览877
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,635
图片 106,369
书籍 19,233
相关文件 96,825
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!