图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,654
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Seyîdxan û Elîcan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Seyîdxan

Seyîdxan
Seyîdxan û Elîcan
#Ayhan Erkmen#
Mem û Tajdîn, Siyabend û Qedê, birader in, bi bext in; tevan ji belayê re ferman xwendine. Sed sal berê Seyîdxan û Elîcan jî bi heman awayî, serî dane heman rêyê, birader in û bext in. Çarenûsê ji bo çareyê heya
roja mirinê ew gihandine hev. Der barê biraderî, bext û egîdiya wan de dengbêjan bi dehan stran çêkirine.
Seyîdxan li herêma Mûşê ji gundê Qicix e, Elîcan jî li herêma Qereyaziyê ji gundê Hespreşê ye. Seyîdxan ji mala Ûsivê Seydo ye, Elîcan jî ji mala Bişar Axa ye. Qaçax û fîrarê destê Romê ne. Dengê rehmetiyê Apê Reso dû şopa wan dikeve.
“Weylo weylo weylo…
Ez nemînim ji mêran re
Lêxin bavên bavên mino lêxin.
Canfidayê Mala Bişar û Seydo lêxin.
Nîşan bigirin, qundaxê tivingan li erdê xin…”
$Malbateke serhildêr$
Bavê Elîcan, Hecî Axa li gel dewleta Osmaniyê, li hemberî Rûsan, li Milazgirê şer dike û tê kuştin. Elîcan bi xwe jî dema Mustafa Kemal alîkariyê jê dixwaze, yekîneyekê ava dike, li Çûkurovayê li hemberî Fransiyan şer dike. Di sala 1922’an de ji ber mêrkuştinekê tevî birayên xwe ve tê girtin. Ew di sala 1926’an de tê berdan lê Evdilbaqiyê birayê wî bernadin, ew jî ji kelehê firar dike û diçe digihêje serhildêrên Agiriyê.
Seyîdxan û birayên xwe jî dema şerê cihanê yê yekemîn de, li Kopê, li hemberî rûsan şer dikin û Dewrêşê birayê wan di vî şerî de tê kuştin. Seyîdxan jî wek Elîcan ji mêrkuştinê serê salên 1920’î heya sala 1926’an tê girtinê. Nasîna Seyîdxan û Elîcan bi vî awayî di girtîgehê de çêdibe.
Di dema serhildana Şêx Seîd de her du mêrxas jî ji dewa xwînê girtî ne. Dema ku tên berdan serhildan hatiye şikestin, jiyan li kurdan hatiye heramkirin, yên kuştî ji xwe kuştine yên mayî digirin û mişext dikin.
$Dişînin girtîgeha Amedê$
Ji ber wê Seyîdxan piştî ku tê berdan demekê diçe rojhilatê Kurdistanê, ba Smaîl Axayê Şikakî. Haja dewletê jê çêdibe. Jê dev tehl in. Di sala 1927’an de li herêma wî yazdeh leşker tên kuştinê û bi wê hincetê Seyîdxan cara duyemîn tê girtinê, wî dişînin girtîgeha Amedê. Apê Osman Sebrî wî li wir kurt be jî dibîne, wisa di bin heybeta wî de dimîne ku di pirtûka wî ya ‘Çar Leheng’ de lehengê duyemîn Seyîdxan e. Jê re deh sal ceza tê birîn, bê minet e, rûgeş e. Seyîdxan bi alîkariya Evdilmecît Begê Sîpkî di nav çend salan de tê berdan.
Di sala 1930’î de dewlet ji bo serhildana Agiriyê bişikêne dora çiyayê Glîdaxê dipêçe. Ferzende beg ji bo piştgiriyê bigire û eniyê fireh bike dikeve nav liv û tevgerê tê heremên wan, bi Elîcan û Seyîtxan re hevdîtinan çêdike, dewlet bi bîhîstinê dixwaze wan bigire. Xwe nadin dest Elîcan bi çend kesan dikişe geliyê Berazan, Seyîdxan jî dikişe warê Kendalan.
Ji bo dorpêçê bişikînin
Li gorî ragihandinên Osman Sebrî, Qedrî Cemîlpaşa û Hesen Hişyar li herêma lê ne ji bo dorpêça Agiriyê bişkênin wek bendavê pêşiya leşkeran digirin û çalakiyan li dar dixin.
Elîcan bi yekineya xwe bi ser gundê Qulixa de digire. Çar leşker û sê gundî tên kuştin. Dema derbasî gundê Çepê dibe bi hêzeke sed û pêncî kesî ve tên ser wî, Elîcan ji wan pazdeh kesan dikuje. Pêncî leşkerî dîl digire, çek û cebilxana wan berhev dike, wan berdide. Bi ser Lîzê de digire li dû xwe kuştiyan dihêle û dikişe. Dema ku Elîcan li Dehlikê ye Seyîdxan Teyfîqê birayê xwe jê re dişîne, dixwaze hêza xwe bikin yek. Ji ser vê di serê payîza sala 1930’î de, di gundê Sêgiran de her du xweşmêr hêzên xwe digihînin hev. Hêza wan dibe pêncî, şêst şervanî.
$Elîcan tê kuştinê$
Dema li gundê Mela Xidiran in, bi hêzeke ji sed leşkerî zêdetir diavêjin ser wan, şerekî giran diqewime, ji leşkeran hema hema çaran yek tên kuştin, ji wan birîndarek heye. Seyîdxan û Elîcan diavêjin ser gundê Norkoxakê, dîl hene Medeniyê Hecî Musa Begê dîl digirin. Lê Medenî direve ji destê wan xelas dibe. Haja Medenî çêdibe ku ew li herêma Xaça Reş, di aqara gundê Wartaxê de ne. Ji leşkeran re xeberê dişîne xwe jî dide pêşiyê, tên ser Seyîdxan û Elîcan. Di vî şerî de “Siyarê Kulik, Bavê Mihemed Reşît” Elîcan tê kuştinê. Ew, Elîcan li wir dispêrin axê.
Bi kuştina Elîcan a bêwext re per û baskên Seyîdxan tên şikestin. Destebirakê xwe winda dike. Dil heye êdî xwe bigihînin çiyayê agiriyê. Lê leşker û mîlîs rê li wan dibirin, nahêlin derbas bibin.
Mîlîs lap har in
Diçin Qaz Goliyê, Geliyê Berazan, Çiyayê Bilîcanê, Gundê Melemistefayê, Qereyaziyê, Dutaxê û Cemalvêrdiyê. Derwîş Begê qatilê Geliyê Zîlan jî bi leşkeran ve li dû wan e. Lê ne bi tenê ew, mîlîs lap har in. Zekî Begê kurê Evdilmecît Begê mirovekî bi bext e. Der barê mîlîsan de wan hişyar dike, pir nakişîne di gundê Cemalvêrdiyê de şer diqewime, çend milîsên bijare tên kuştinê. Di vî şerî de piyê Mihê Xelîfe yê pizmamê Elîcan dişkê, wî bi şervanekî re di şikeftekê de bi cih dikin. Lê haja dewletê bi tewrekî çêdibe diçin, Mihê û hevalê wî digirin. Wan çend mehan di girtîheha Dutaxê de digirin, pey re dibin di aqara gundê Birûskê de dikujin.
$Navê newalê dibe ‘Newala Xwînê’$
Dervîş Beg ji bo pişta serhildêran bişkîne, gefan li gundiyan dixwe, nahêle kes alikariyê bike. Leşkerên Miralay Alî Kemal bi navê din Kemalê Dînik bi ser gundên Seyîdxan de digirin û gundên Qicixê, Resûlayê, Sêgirayê, Heftmexeloyê, Bostankentê dişewitînin, di newala çêlekan de du mîtralyozan girêdidin û ji wan gundan çil û heft mêran dikujin, ji wê şûndatir navê newalê êdî ‘Newala Xwînê’ dimîne. Jin û zaran jî bi xwe re dibin.
Bi zivistanê re Seyîdxan bi jin û zaran berê xwe dide binxetê. Leşker û mîlîs bi belediya Emînê Pêrîxanê di Çiyayê Narikê de pêşiya wan dibirin. Bi jin û zar in, naxwazin bikevin şer. Şêxê Dûderiya stariyê wan dike; jin û zaran li ba wî dihêlin, xwe jî wê zivistanê di çiyayê Sasonê de derbas dikin.
Bi biharê re diavêjin ser çend gundan û çend mîlîsan dikujiin. Dema li Çiyayê Bilîcanê ne Derwîş Beg bi hêzeke 300 siwarê tê ser wan. Çavê wî şer naxwe. Qasidekî xwe dişîne ba Seyîdxan ku bila teslîm bibe. Seyîdxan bi zanebûn bi qasid re dikeve nîqaşan, şev ku ser wan da tê, lê dixin ji dorpêçê dertên.
Dewlet bi hemû hêza xwe êrîş dike
Gundên wan vala kirine û wêran in. Ji ber ku Serhildana Agiriyê jî şikestiye, dewlet bi hemû hêza xwe ve tê ser wan, çiya û deşt tijî leşker û mîlîs in. Pir tengav dibin, êdî sitara wan di heremê de namîne. Seyîdxan bi komê re dişêwire, dixwazin derkevin dervayî sînoran, lê aliyê rojhilat girtiye, nikarin Tendûrekê derbas bibin. Yên dîsa binxetê biceribînin.
$Li gundê Zonê dispêrin axê$
Di ser Sason, Farqîn, Bismil, Amedê re xwe diavêjin Mêrdînê; lê mala îxanetê bişewite, dorj li wan tê pêçandin. Teyyare tim ser wan e, leşker û mîlîs dû wan. Pevçûna di 20’ê tîrmeha 1932’yan de li nêzî tirba Siltan Şêxmûs, Seyîdxan û Teyfîqê birayê wî birîndar dibin. Birîna Teyfîq sivik e, lê ya Seyîdxan giran e. Seyîdxan ji hevalên xwe rica dike dibêje “êdî xêra min ji we re tune, gidî bextê we da me, birîna Teyfîqê bira sivik e, hewl bidin wî xelas bikin, bila koka mala me neqele.” Du hevalên wî ber serê wî dimînin, yên din Teyfîq hildidin û derbasî binxetê dikin. Bi çûyîna wan re bîstekî şûnde ruh bi axîneke kur ji Seyîdxan dikişe, wî li nêzî tirba Siltan Şêxmûs di aqara gundê Zonê de dispêrin axê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,390
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 17-02-2023
挂钩项目: 37
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 11-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,390
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1113 KB 17-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,654
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!