图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,416
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bager
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bager

Bager
#Ayhan Erkmen#
Her çiqas zor û zehmet be jî de zivistan gotî; hewce ye ku bi ba û bager be. Berf ku têra xwe nebare, mirov di qepeçê de nemîne, xêra wê çi ye. Tecrûbeyên mezinan, mîrateya hezar salan e; zivistan ku sayî derbas be, ji havînê çiqas jî baran bibare, xêra wê tune, erd ku avê têr venexwe yê tu zindiyî têr neke û xela yê rabe.
Li zivistanên berê, berf ku bi rojekê, an jî bi roj û danekê bi hemdê xwe bibariya û dû re ba rabûya, dibû bager, wî bayî berfa bestan dida pêşiya xwe û dihanî nav gundan tijî dikir. Wisa dibû ku derî û pencere dixitimîn. Xaniyên gunda li gorî rojên wiha hatibûn çêkirin, hemû di ser hev da bûn. Tim deriyekî biçûk di navbera malê û exur de hebû. Gava ku di vî derî re derbasî êxur dibûn, di deriyekî êxurî dinê re jî derbasî kadînê dibûn. Derê kîlerê di sivderê re vedibû û pêşiya sivderê jî ji bo bagerê bigire, holikek dihat çêkirin. Heya bagerê datanî, me berf diheland û ava berfê vedixwar.
Di rojên bagerê de çûyîn û hatina cîranan jî dahate birîn. Ya nedihat kişandin û mirov, bi taybetî jî em zarok bêzar dikirin ew yek bû. Yên di wê bagerê de bihatana hewariya malbatekê û ji derve ve derî û pencerên xitimî vekirana, hema bêjin qey derê bihuştê ji malbatê re vedikirin. Ew kes dibû lehengê rojê û mêvanê xwarina wî dianî. Para herî birûn didan ber wî/ê.
Xwarinên rojên bagerê hema bêjin diyar bûn. Ji bo taştêya serê sibê, kartolên pijandî an jî kelandî, rûnê malê, penêrê çîçal, dimisê kolika dihat sifrê. Danên din, girsra kesmaşê, xengel, xaşîl, dûrme û savar an jî qaz dihat çêkirin. Ew xwarinên bisebze, mebze çêdibin li ba me tunebûn. Bawer im ew mirov germ jî nagirin. Min xwe jî ew xwarin, dema bo xebatê ji gund derketim û çûm xeribiyê, li wan deran xwar. Lê binêrin, li ba me gotineke meşhûr heye, dibêjin “Gava ku te savar bi lepan xwar û rûnê wê heya enîşka te nerijiya, xêra wê xwarinê tune.”
Di bageran de bûyera herî zehmet şîn bû. Mirovek bimira, mêran kulav bi xwe re dibirin goristanê. Cihê gorê diyar dikirin, ji bo bagerê bigire, dora wê bi kulavan ji çaralî dipêçan û dor bi dor bi saetan dikolandin. Rehma xwedê li wan be, lê di rojên wisa de spartina miriyan pir zehmet bû. Yê herî xêrxwaz û ji vî şixulî xwe şûn ve nedida rehmetiyê Apê Ûsiv bû. Ew ji berî her kesî li goristanê bû.
Yek jî di bageran de rêwîtî jî zehmet bû. Barê rojên bageran li ser milê gundên serêyan bûn. Li gundên serêya, her malek qonaxek bû. Şêniyên gundên jêrîn ji bo rojên bageran, bi şêniyên van gundan re merivatiyê datanîn; dibûn xinamî, kirîv an jî birader. Dema di rê de diman bê minet, wekî malên xwe diçûn qonaxên xwe. Bi wî awayî tekîliyên navbera gundan jî şîrîn û xurt bûn.
Hesinkarê gundê me Apê Emer ji gundê kêlekê, ji Qeleqela Baro bû. Serê siba dihat û esra kûr vedigeriya gundê xwe, lê di rojên bageran de venedigeriya gundê xwe; şixulê kê ku li ber destê wî bûya, dibû mêvanê wê malê. Dema ku derê kadîna me çêdikir, çend roj li ser hev bager çêbû û ew jî bû mêvanê me. Xwedê jê razîbe qet dest vala nedihat. Ser riya xwe ji dikana Xalê Niho bi kîloyan sêv û porteqal dianî. Diya min a belengaz li ber xwe diket, digot “Birayê Emer eybe, bes e, neyîne” lê ji kê re dibêjî… Lê xwaş helal be, diya min jî ji şermana her şev mirîşkek an jî qazek çêdikir û hêt jî para Apê Emer bû.
Dema me porteqal dixwar digot “Şerm nekin bixwin, bixwin mîna malê xwe bixwin.” Îja di ser da jî zêde dikir diqot “Qalikan jî biavêjin sobê, bila bêhna wan jî cîranan bixwe.”
Me xwe jî ji dikana Xalê Niho tişt deyn dikirin û bavê min serê mehê dema meaşê xwe distand deynê Xalê Niho dida, lê me qet ewqas sêv û porteqal li ser hev nestandibûn. Bavê min dema serê mehê diçe deynê Xalê Niho bide dibîne çi, Xalê Emer hemû sêv û porteqal li ser navê bavê min deynkirine.
Bavê min xwe dixwar, lê ya xêr ew bû, sêv û porteqal me xwaribû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览365
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 19-02-2023
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 20-12-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 地理
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 19-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览365
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,416
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!