图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bajaroka Awîskê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bajaroka Awîskê

Bajaroka Awîskê
#Ayhan Erkmen#
Bajaroka Awîskê
Awîskê, girêdayî navçeya Qubînê ye. Ji Qubînê heft û ji Êlihê bîst û heft kîlometreyan dûr e. Di navenda Awîskê de 3 hezar 500 kes dijîn. Her çiqas ev der li warên êzdiyan be jî roja îroyîn di navenda Awîskê de êzdî qet nemane. Ji wan yek du mal kişiyane gundan, yên din jî koçber bûne ber bi welatên biyanî. Di bintara Awîskê re çemê Bişêriyê dikişe. Li ser çêm du pir hene ji wan yek sedsale ye û trêna Misircê di ser re derbas dibe. Di vê dawiyê de van her du piran navê xwe dane Awîskê û navê Awîskê hatiye guhertin, bûye ‘Îkî kopru’ ango du pir. Dema êzdî li vir dijîn malên wan hema li ser kaşê jora çêm in. Lê bajarok niha ber bi gundê Qorixê ve fireh bûye.
Di dîroka Awîskê de şopeke êzdiyatiyê ya xurt heye. Demekê bi navê Awîskêya Elî Tem hatiye binavkirin. Elî Tem Nebiyê Mîrza Axayê mezin e.
Li gorî lêkolîneran Mîrza axa di navbera salên 1640 û 1720’î de serdariya welatê Xaldiyan kiriye. Ji pey wî jî Temê kurê wî bi heman peywirê rabûye. Dema siwarê Barîn, bavê Elî, Temê Mîrza axa, di sala 1800’î de koça dawî dike, wî di ziyareta Şêxevind de vedişêrin. Ziyaret li geliyê bintara awîskê û di ber sînorê gundê Heciriyê de ye.
Kerametên ziyareta Şêxevînd hê jî tên gotin. Bo kesen nexweşiya bê ketibin, aliyekî wan kişiyabe an jî bi tirsê ketibin, zîyareta Şêxevind şîfa ye.
Li gorî salixdayînan, dema êzdî koçber nebibûn û welatê Xaldiyan hêj şên bû; her sal, li ziyareta Şêxevind, li roja şemiya ku dikete dawiya meha gulanê, pîrozbahiyek mezin çêdibû. Hemû gund li hev komdibûn, qurban serjê dibûn, def û zirneyan lêdixist, stran dihatin gotin û govend digeriyan.
Lêkolîner Kemal Tolan li ser ziyaretên herêma Xaldiyan gelek xebitiye. Li gorî zargotina ji Hesen Xelef girtiye, dibêje ku;
‘Li wextê hîna pir mirov li derûdora geliyê Şêxevind tunebûne, hingê her kes weke koçeran dijîn; carekê, dema koç, ji geliyê Şêxevind bar dikin û diçin, zarokek piçûk li dewsa warên koçeran, bi tenê dimîne. Zehf digirî û lewaz dikeve. Şêxevind tê hewariya wî, bi qudret û kerametên xwe, ji xezalekê re dibêje ‘ were, şîrê xwe bide vî tifalî.’ Xezal bi şîrê xwe wî zarokî xwedî dike. Kurekî gelekî bedew jê dertê. Hinga lawik tê çaxê zewacê, Şêxevind rojekê bi şiklê derwêşekî tê cem kurik û dibêjê, ‘Divê tu biçî gundê Şimzê, li wî gundî qîzeke bi navê Xanê ye ku gelekî bedew û delal dijî, ew mirazê te ye. Serê sibê, zû here û li ser kaniya Şimzê bisekinî, ya ku ewil tê û avê dibe Xanê ye. Tu xwe nîşanî Xanê de û destê xwe di pişta wê de bêjê; ez mirazê te me. Ji dûra vegere ciyê xwe, ji dawiyê Xanê yê li pey şopa te keve û were cem te.’
Lawik tê nav gundê Şimzê weke şîreta Şêxevind tev digere. Gava lawik destê xwe li pişta Xanê dixe, şûna destê wî li ser pişta Xanê dibe weke şaneyekê. Piştî demekê, ev şane mezin dibe û Xanê nikare ji şermana derkeve derva. Dê û bavê Xanê wê dibin li ser hekîm û loqmanan, lê dikin û nakin tu çarekê ji derdê Xanê re nabînin.
Rojekê Şêxevind tê xewna dê û bavê Xanê û ji wan re dibêje, ‘eger hûn vê keça xwe nebin û bi wî xortê li geliyê Şêxevind re nezewicînin, keça we yê bi wê kederê bimire.’ Dê û bavê Xanê dibêjin ‘de ev xewn e’ û guh nadinê. Axir Şêxevind çend caran dîsa tê xewna wan û heman tiştî dibêje. Dê û bavê Xanê jê bawer dikin û Xanê bi wî lawikî re dizewicînin û Xanê ji wî derdê bêderman xelas dibe û digihîje mirazê xwe.
Mexberê Temê Mîrza Axa jî di ziyareta şêxevind de ye, lê halê ziyaretê dilê mirovan diêşîne. Darên wê yên sedsale hatine birîn, cih bi cih hatiye kolandin. Li cihê mexberan jî nayê xuya.
Ji Tem du kur dimînin wan Elî Awîskê, Zoro jî Zivingê bi cih û war dibe. Ev her du gund bi navê wan tên zanîn; Awîskêya Elî Tem û Zivinga Mala Zoro. Pey bavê xwe serdema Elî Tem dest pê dike û qedera Elî jî ziyareta Şêxevind diyar dike.
Nivîskar Orhan Basî di vê mijarê de dibêje ku; ‘Çavê Elî Tem di pîrozahiya ziyareta Şêxevind de keçekê dikeve, keçik bi siwarî berxekî ji erdê hildide û davêje ber xwe. Elî dibe xwezgînî lê bira û pismam razî nayên ji ber ku wê demê eşîr tenê bi hev re dizewicin. Elî ji eşîra şedikiya ne û keç jî ji eşîra Pîvaziya ne. Elî ya xwe dike bi keçikê re dizewice û xwişkên xwe Şîrîn û Gulê jî hildide ji welatê Xaldiyan koça xwe bar dike diçe Cizîrê.’
Ji Elî du kur çêdibin, Qaso û Hemîd, leheng in û bi xweşmêriya xwe tên nasîn. Hemîd berpirsiyarê siwar û serleşkerên mala Mîr Bedirxan e. Li dema Eliyê bavê wan dimire, Hemîd ji her du metên xwe; Şîrînê dide Bedirxan Beg û Gulê jî dide Salih Beg ê di dawiyê de Hemîd navê êzdiyatiyê jî ji ser xwe hildide. Ev yek ne bi dilê Qaso ye û Qaso ji Cizîrê bar dike diçe gundê Basa. Nebiyên Hemîd hê jî li Silopiyayê dijîn.
Ji Qaso jî gelek zar çêdibin. Heya fermana Basa zar û nebiyên wî li Basa dimînin. Di 14′ ê Gulana 1916’an de hem êzdiyên li Basa, li ber çemê Xabûrê tên qetilkirin; ji heştê malî bi tenê heft mal, ji hefsed neferî bi tenê sî û heft nefer dimînin. Ji wan sî û heft neferan yek jî Simoyê Silo yê nebiyê Qaso ye. Simo şûnde berê xwe dide welatê kal û pîran tê herêma Xaldiyan.
Ji mala Mîrza Axayê Mezin hin kes, ji piştî ewqas ferman û têkçûnan, hin bernavk û navên bavikên xwe li xwe kirine û navê mala Mîrza Axa ji ser xwe rakirine; Şedîkî, Basî, Çêlikî, Qizilî, Berekî ji wan malbatan çendek in.
_________________________________________________________________________
Çavkanî: Gotarên lêkolîner û nivîskar Kemal Tolan û Orhan Basî
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览309
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 19-02-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 18-05-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 19-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览309
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.175 KB 19-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!