Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 517,439
Immagini 105,704
Libri 19,160
File correlati 96,447
Video 1,307
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Di Civaka Êzdiyan De Saziya Birayê Axretê
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Perestgeha Laliş

Perestgeha Laliş
Di Civaka Êzdiyan De Saziya Birayê Axretê
#Alî Gurdilî#
Şêx Ferz e, Pîr nisan e
Ferz e birayê axirete, ferzeke giran e
Sêxê me birayê me
Pîre me destdarê me
Xwedaye rebî ye her du dinyayê , tu pasaye min î
Auf Deutsch…
Einen Sheikh zu haben ist Pflicht, Der Pir ist ein Symbol
Den Bruder für danach zu haben ist Pflicht, es ist eine schwere Pflicht
Unser Sheikh ist unser Bruder
User Pir ist unser Helfer
Gott Herr der beiden Welten, ist mein König
Êzdayetî/êzîdîtî, bawerî û oleke kurdan ya kevnare ye û oleke yekxwedayî ye. Di nav bawerî û olên kurdan de, tekane ola ku pirtûkên wan yên pîroz bi kurdî ne, dîsa ola êzdayetiyê ye. Du pirtûkên wan yên pîroz hene, ku ew jî Mishefa Reş û Cilwe ne.
Li gor bîr û baweriya bawermendên êzdî, ew wekî êzdî têne dinyayê, ku bi vê nêrînê re êzdayetî dibe, oleke nîjadî ya kurdan. Belam, hinek bawermendên êzdî jî, xwe weke kurd nabînin û kurdayetiyê qebûl nakin. Bêguman, mirov dikare têbigihêje sedemên vê yekê û ev mijar, di siberojê de divê bi awayeke zanistî were vekolandin û zelal kirin.
Herweha, divê em bi awayeke misoger vê yekê jî bibêjin ku tu têkiliya êzdayetî, bi wan wesfên ku olperestên din li wan bar kirine re tune. Bêguman kesên ku ne xwestine têbigihêjine bawerî, felsefe û ola êzdayetiyê, bi awayeke bêrawest vê ola kevnare ya kurdan, reş û xirab nîşan dane.
72 caran fermana wan rakirine, wan kuştine, mizginiya bihuştê dane kûjerên wan, keç û jinên wan rewandine, işkence û tehde li wan kirine û çi tiştên xirab hebûye wan li êzdayetiyê bar kirine…
Berê, bi sed hezaran êzdî li her beşên/herêmên Kurdistanê dijiyan. Mixabin a niha, hejmara wan daketiye çend hezaran. Çimku, pirraniya wan koç kirine Ewropayê, bûne penaber û mehkûmê jiyana mişextiyê. Niha, li her dera dinyayê belav bûne, di bin şert û mercên dijwar de, helw didin ku bi awayeke serbest ferzên çand û ola xwe bijîn.
Jiyana bajarî û Ewropayê, bi awayekî bêrawest jiyana wan diguherîne. Ne tenê li gundan, êdî li bajaran û metropolên mezin jî êzdî dijîn. Jiyana kozmopolît, bivênevê hinek rê û rismên wan diguherîne.
Çimku wekî ola îslamê mizgeftên wan, yan wekî ola xiristiyanan dêrên wan tune nin. Berê, ayîn û îbadetên xwe, li mala şêx yan pîrên xwe, pêk dianîn. Lê li metropolên mezin, derfeteka wan a bi vî rengî, pir jî ne zêde ye. Lewma jî, bivênevê hinek rê û rismên wan, adet û toreyên wan, ferzên ola wan têne guherîn, ku yek ji wan jî Saziya Birayê Axretê ye.
Sabiha Banu Yalkut civaknaseka hêja ye û bi salan, di nav êzdiyan de maye. Li civak û ola wan, vekolaye. Yek ji xebat/kitêbeka wê ya girîng jî, ’Melek Tavus’un Halkı Yezidiler – Êzdiyên Gelê Tawisî Melek’ e. Sabiha Banu Yalkut, derbarê Saziya Birayê Axretê de wiha nivîsandiye…
”Di bin şert û mercên diasporayê de, saziya birayê axretê jî hatiye guherîn. Ji bo êzdiyên ku li çolter û gundan dijîn, saziya birayê axretê pir girîng e. Weke komên ku ji hevdu dizevicin, têkiliyên di navbera çîna ruhban/oldar û êzdiyên ku ne ji çîna ruhban in, sererast dike.
Mirov dikare bibêje ku wekî saziya kirîvatiyê, xwediyê wezifeyekê ye. Çawa ku di kirîvatiyê de qedexeya zewacê hebe, di biratiya axretê de jî qedexeyek wiha heye. Biratiya axretê, ji ber ku wekî biratiya asîl/resen tê dîtin, têkiliya cinsî/zayendî qedexe ye û wekî têkiliyeke ensest tê dîtin. Ji ber vê yekê jî, pirraniya êzdiyan, birayê xwe yê axretê, ne ji kast/koma xwe, ji kasteke biyanî hildibijêrin.
Ev sazî, pirî caran ji aliyê destûrmendên almanî ve ne hatiye têgihiştin û mejiyê wan tevlihev bûye. Di serîlêdanên penaberiyê de, pirî caran ji ber vê sedemê tevlihevî derketine. Pirraniya êzdiyan, zarokên birayê xwe yên axretê, weke pismamên xwe ên nêzîk yan jî weke zarokên xwe qebûl dikin û dixwazin ku wesayeta wan jî bigirin ser xwe.
Ev rewş, ji aliyê destûrmendên dewletên Rojavayî ve baş nayê têgihiştin, fêhm nakin û pirî caran, di serîlêdanên pênaberiyê de rê li pirsgirêkan vedike. Wekî kirîvatiyê, saziya biratiya axretê jî, li dîasporayê bûye bela serê êzdiyan. Biratiya axretê, bi taybetî jî di dema dêlindêzên definkirinê de rolekî girîng dileyîze.
’Di dema gorkirina cenazeyan de, birayeke axretê amade ye. Divê her kes birayekê wî/wê ê axretê hebe. Ger tu mêr bî, divê xweheka te, yan tu jin be, divê birayekê te ê zilam hebe û dibe ku, du bira jî bibin birayên hevdu yên axretê.
Li cem me, birayê axretê pirr girîng e. Çimku em wiha bawer dikin ku mirovî cardin dizivirine jiyanê. Dozîneya/qurama reenkarnasyonê, ji bo ola me gelekî amizger/guncan e. Mirov, xwediyê wê serbestiyê ye ku bi her awayî dikare birayê xwe ê axretê hilbijêre. Mâfê her kesî heye ku ji bo xwe, keç an lawekî birayê axretê hilbijêre. Di vê xalê de ya girîng, ew e ku divê birayê we yê axretê mirovekê baş, nefbiçûk, dilsaf be û divê mirovekê ewle be jî, da ku mirovî baweriya xwe pê bîne.
Divê mirovekê xwedîrehm be, alîkariya feqîran kiribe, tu kesan ne kuştibe û xelkê aciz nekiribe, be. Mirov dikare bi birayê xwe ê axretê re, tevgerên xwe yên baş û xirab, parve bike. Ji xwe, wateya birayê axretê jî ev e. Yanî mirovî, çi dike, bi birayên xwe ê axretê re dike. Li milê din jî, hem tu jê berpirsiyar î, û hem jî ew ji te berpirsiyar e.
Birayê axretê, destnîşankarê jiyana te ya wegerê ye. Yanî, biratiya axretê kifş dike, ka tu yê bi çi şeklî carekê din vegerî jiyanê. Yek jî, rolê wî/wê a di civakê de gelekî girîng e. Birayê axretê, dema ku mirî tê şûştin divê li wir amade be. Ger mirovekê beyî ku birayê xwe ê axretê hilbijartibe jiyana xwe ji dest dabe, şêx dibe birayê wî/wê ê axretê.
Mirîdek, birayê xwe ê axretê axlebî ji malbatên şêx yan jî mîr hildibijêre. Lewra, ji xwe bi wan re nikare bizewice û ev yek, wekî tabuyeka ensestê ye. Di dema hilbijartina birayê axretê de jî, em dêlindêzeke/merasîmeke pêk tînin.’ (Qeyda Bandê-1994/Berlîn-Vegotina Cengizxan)
’Bi rêya dêlindêzên cenazeyan, irf û adetên me yên civakî bêtir bihêz dibin û xwe nû dikin. Ji ber vê çendê jî, guherînên ku di dêlindêzên cenazeyan de pêk tên, di avahiya/bastûra me ya civakî de jî, rê li guherînan vedikin. Hiyararşiya ku di navbera kastan de heye, di dema definkirina miriyan de xwe dide der.
Dema ku mirî tê şûştin, şêx, pîr û birayê axretê li wirê amade ne. Dûa têne xwendin. Di şeklê dêlindêzeke/merasîmeke de ev yek pêk tê. Pîr, avê li laşê ê/a mirî dike û şêx jî, dişo. Birayê axretê jî, ’girêya serî’ girê dide. Em miriyên xwe, bi kefen dikin û kefen jî, li hêla/aliyê serî ve tê girêdan. Avêtina vê girikê, wezîfeya birayê axretê ye.’ (Qeyda bandê-1994- Vegotina Cengizxan)
’Tiştekî din jî heye, bi mirinê re, mal û milkên mirove ku mirî ye, weke diyarî ji şêx re dimînin. Bi wî awayî, mirîd û mezinekî olî, dema ku dertêne pêşiya Tawisî Melek dibine weke hevdu, yanî dibin wekhev.
Hege mirovek beyî ku ji xwe re birayekê axretê hilbijêre, çû be ser heqiya xwe, wê demê şêxê ku laşê ê/a mirî dişo, dikeve dewsa birayê axretê, dibe birayê mirovî ê axretê. Di vê rewşê de, avêtina girêka serî jî, dibe wezîfeya wî. Di rewşa dîasporayê de, ev tiştên ku em behsa wan dikin, dikarin ji aliyê papaz/keşîş yan jî meleyekî ve werin kirin.’
Li ser vê mijarê me serî li fikrên Şêx Cengizxan da, ku ew jî li ser vê mijarê wiha dibêje…
’Li gor baweriya min, dêlindêzên li welêt û yên li mişextî/sirgûnê, cihêreng in. Ez cihêtiyeke wiha dixime navbera wan, çimku ez di wê qeneetê de me ku ola êzdayetiyê oleka şolwar e û di bajaran de, zêde berfireh nebû ye. Ev raman, hîpoteza min e.
Ez dibêjim ku ji ber vê yekê ye ku îbadetxaneyên me tune nin. Yanî, ne dêr û ne jî wekî mizgeftan, îbadetxaneyên me tune nin. Hege li gund, şêx yan mîrek hebe, ku axlebî li her gundê me şêx û mîrekî me heye; kar û barên olî û pîrozbahiyên olî, li malên wan pêk dihatin. Ji bo şûştin û kefenkirina miriyên xwe jî, me pêdivî bi cihekî din nedîdit.
Lê êdî em, ne li ser axên xwe ne. Mesela li Berlînê, em kêmnetewokek/ekaliyetek biçûk in. Em nikarin, hemû li taxekî an li kolanekî rûnin, bibin niştecî. Li vir divê em bi awayekê cuda, xwe organîze bikin. Yanî, ji bo me sazî, dem û dezge lazim in. Hebekî din divê em bi awayekî profesyonelî bifikirin.
Gor/tirbên xwe jî, wekî berê em êdî nikarin çêbikin. Merasîm/dêlindêzên bo miriyan û demên sersaxî/serxweşiyê, divê hemû biguherin. Dema ku em li gundên xwe bûn, wextê me hebû û me hemû ferzên xwe, bi temamî bicîh dianî. Çawa ku min berê jî gotibû, mesela dema şûştina miriyekê, divê şêx, mîr û birayê axretê, li wir amade be. Pîr, avê li laşê ê/a mirî dike, şêx dişo û birayê axretê jî girêya serî diavêje hindava serê ê/a mirî. Lê li vir, hema tu şêx yan jî mîrekî bibinî bo şûştina miriyekê xwe, tu bisiûd î. Wê demê, ew wezîfeya her seyan jî, tîne cih.
Mînakeke din jî, meriv dikare derbarê maweya/dema şîngirtinê de dertê holê. Li gundan, demeka dirêj me şîna miriyên xwe digirt û em, bi rojan wiha nedixebitiyan. Gundî, diciviyan/top dibûn û şîna xwe digirtin.
Li vir (Berlînê) îmkan/derfeta me tune ku, em tiştekî wiha bikin, wext û îmkana me tune. Heçî carinan êzdî ji bo şahî yan şînên xwe, ji bo mehekî an du mehan, odeyekî kirê dikin, lê meriv nikare ji bo demekî dirêj tiştekî wiha bike. Divê meriv, li gor şert û mercên Almanyayê tevbigere û dêlindêzên xwe jî li gor van şertan pêk bîne.’ (Qeyda Bandê-1994-Vegotina Cengizxan)
Di gotinên Şêx Cengizxan de, weha tê destnîşankirin ku êzdî ger bixwazin ku di ’welat’ ê xwe yê nû de cihê xwe saxlem bikin, divê ew bêgav in ku li gor şert û mercên Almanyayê xwe biguherînin. Niha guherîneke mezin di civaka êzdiyan de xwe dide der û dema ku meriv ji xort û ciwanên êzdî ku li Almanyayê hatine dinyayê û mezin bûne, pirsa Birayê Axretê dike, yan pê nizanin û yan jî, dibêjin ku wateya vê saziyê bo me nema ye.
Dema ku ez li rewşeka wiha rast hatim, min serî li dê û bavê zarokan jî da û min derbarê vê mijarê de fikrê wan jî pirsî. Derbarê vê mijarê de jineka êzdî wiha qala vê mijarê kir: ’Li vir, tu îmkana me tune ku em wezîfeyên bi vî rengî bînin cih. Şêxê ku miriyan bişo, ew dikare bikeve dewsa/şûna birayê axretê jî. Ger şêx û pîr, tunebin jî divê meriv miriyan bergorn/binax bike, divê meriv wan biveşêre. Îmkan tune ku em rabin hemû irf û adetên xwe, li vir jî bidomînin.’
Û wiha pêde çû: ’Tu guman têde nîne ku li wê dinyaya din dema ku em derkevin mehkemeyê pêşberî Tawisî Melek, wê ew jî têbigihêjê ku derfeta me a vê yekê tune bûye. Êdî, wê li gor vê rewşê me mehkeme bike.’
Li gor bîr û baweriya min, sê sedemên mezin di guherîna saziya birayê axretê de xwe didin der. Yek ji van sedeman, di dema pirsên me yên derbarê vê mijarê de xwe nîşan dide. Meriv dibêje qey dema ku bi van hevokan dihesin, şerm dikin, çimku biratiya axretê êdî kevin bûye û bûye wekî saziyeke demborî/demode. Wiha difikirin ku saziya birayê axretê, êdî ne li gor jiyana modern û laîk e.
Sedemê duyemîn jî, kêmbûn yan jî tunebûna têkiliyên bi malbatên şêx an mîran re ye, yanî wekî kevin têkiliyeke wan bi hevdu re tune. Mesela li Berlînê dêlindêzên cenazeyan, ji aliyê mezinên civakê ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê jî, tu taybetmendiyeke têkiliyên wan bi şêx û mîran re nema ye. Ji ber ku zewaca bi birayê axretê ye qedexe ye û wekî tabuyeke tê dîtin, êzdî naxwazin ku ji pismamên xwe yên ku dikarin bi hevdu re bizewicin birayên xwe yên axretê hilbijêrin. Di vî warî de, jixwe gelek tabu/qedexe hene û ne baş e ku meriv wan qedexeyan berfirehtir jî bike.
Sedemê sêyemîn jî ew e ku bala êzdiyan, êdî zêde ne li ser biratiya axretê ye. Mirov dikare bibêje ku ev rewş dide xwiyakirin ku civaka êzdiyan ku wekî şêx, mîr û mirîdan xwe birêxistî kiriye, niha di pêvajoya guherîneke mezin de ye. Îxtîmal têde heye ku avahiya civaka êzdî li dîasporayê xwe li gor şert û mercên wê derê biguherîne û saziya birayê axretê jî, li gor vê rewşê biguhere.”
Ali Gurdilî
28.01.2014
Têbinî: Di sosyolojiyê de sazî, di du wateyan de tê bikaranîn. Yek wekî dibistan, şirîkatî, mizgeft û hwd. Ya duyemîn jî wekî ol, exlaq, malbat, siyaset û hwd. de tê bikar anîn.
1- Yek ji wan Qewlên Êzdiya Ye. http://yeziden.de/forum/index.php?page=Index
2- https://ku.wikipedia.org/wiki
3- Newaf Miro: http://www.felsefevan.xyz/cima-peyva-neqenc-yan-azazil-li-ezdiya-kirine-bar.html
4- Sabiha Banu Yalkut/Melek Tavus’un Halkı Yezidiler. Rp: 80-86. Weş: siyahbeyaz/Stenbol.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,312
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.rewanbej.com/- 02-03-2023
Articoli collegati: 28
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-01-2014 (10 Anno)
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 02-03-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 02-03-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 02-03-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,312
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 517,439
Immagini 105,704
Libri 19,160
File correlati 96,447
Video 1,307
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.641 secondo (s)!