הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,142
תמונות 106,480
ספרים 19,249
קבצים הקשורים 96,940
Video 1,379
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Roza Kerboran - Buşra Aktaş
קבוצה: חללי | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Roza Kerboran

Roza Kerboran
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Roza Kerboran
Nav paşnav: Buşra Aktaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Pervîn-Alî
Dem û cihê şehadetê: Metîna 02-02-2023

$Kurtejiyana şehîd:$
Mêrdîn ku yek ji herêmên destpêkê yên pêşketina têkoşîna me ya azadiyê ye, piştî ku Tevgera Apoyî nas kir ewladên xwe yên herî leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me pêşengî kir. Bi taybetî jinên serhildêr ên Mêrdînê ref bi ref herikîn nava refên têkoşînê, bi erka pêşengiya şoreşa civakî ya li Kurdistanê rabûn. Hevrêya me Roza jî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li nava eşîra Torî ji dayik bû ku kevneşopiyeke bi vî rengî ya têkoşîn û berxwedanê lê serwer e. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz e, her wiha ji eşîra wê bi dehan şehîd di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de heye, ji ber vê yekê hevrêya me Roza jî hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Roza bi destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû û her tim berê xwe da çiyayên welatê me. Bi taybetî di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de şahidî ji şerê bi fedaîtiyê yê gerîla re kir. Bi bandora berxwedana destanî, weke jineke ciwan bawaeriya xwe bi wê anî ku divê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêya me Roza bi vî rengî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bawer kir ku hesabê komkujiyên ku di dema Xwerêveberiyê de dijmin li gelê me kir, bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bipirse. Li ser vê bingehê sala 2016'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li qada Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Roza demeke kurt li qada Gabarê gerîlatî kir, jiyan û hevrêtiya gerîla ya li vê derê gelekî bandor lê kir. Di her kêliya jiyanê de hevrêyên li qada Gabarê û kêliyên bi wan re bi bîr anî. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava gerîla, li qada Heftanînê dît, bi vê perwerdeyê re Partiya me û têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz nas kir. Her wiha rastiya gelê Kurd, li gel vê yekê rastiya xwe bêhtir nirxand. Her roj hîn bêhtir hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, bi çiyê re bû yek. Li herêma Heftanînê ku pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê lê meşand, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve roj bi roj xwe xurtir kir, derfet dît ku hişmendiya azadiyê ya jinê bêhtir bi pêş ve bibe. Li gel hevrêyên xwe yên ku bi hev re pratîk kirin, di çarçoveya pîvanên Partiyê de têkiliyeke xurt danî, cihê xwe di dilê her hevrêyên xwe de girt. Li qada Heftanînê hevrêtiyên bi wate jiya, gelek hevrêyên hêja nas kir ku ji bo heman armancê şer kirin û xwe ji nû ve nas kir. Lewma gava ku dijmin êrîş bir ser Heftanînê, bêdudilî kete çeperên şer û ji bo derba giran li dijmin bixe beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêya me Roza cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt ku li gelek qadên Heftanînê derbên giran li dijmin xistin û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şer jî li vê qadê wergirt. Bi wêrekî û xwînsariya xwe ya li nava şer pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Li gel temenê xwe yê ciwan jî namzeteke fermandariyê ya paşerojê bû. Piştî tecrûbeyên ku ji Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wergirtî, derbasî qada Metînayê bû, li vê derê beşdarî nava tîmên bi tevger bû. Hevrêya me Roza tecrûbeyên ku di şerê Heftanînê de wergirt bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo pêşvebirina hevrêyên xwe kedeke mezin da. Li hemberî êrîşên dijmin ku ji sala 2021'ê û pê ve li qada Metînayê da destpêkirin, her tim bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêyên wê li qada Zendûrayê li dijî dijmin yek ji berxwedanên herî esîl ên dîrokê afirandin. Hevrêya me Roza jî tevî hevrêyên pê re bi çalakiyên xwe silav dan vê berxwedana destanî û wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi serketî bi cih anî. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, piştî şehadeta her hevrêyekê/î zêde kir. Agirê tolhildanê ku di dilê wê de bû mîna pîzot û dixwest vî agirî veguherîne çalakiyeke mezin û derfetê vê yekê di çalakiya li ser Girê Hakkarî de dît. Beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di van çalakiyan de bi tevlîbûna xwe ya fedaî weke gerîlayeke YJA Starê bi rola pêşengiyê rabû ku jê dihate hêvîkirin. Hevrêya me Roza baweriya xwe bi wê anî ku divê dijmin ji Girê Hakkarî bê avêtin, ji bo vê jî divê bi her cûreyî fedakarî bê kirin û demeke dirêj kete nava amadekariyên çalakiyê. Hevrêya me Roza bi wî fikrî bû ku şer bi amadekariyan dikare bê qezençkirin, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de xwe pispor kir û bi kûrbûneke xurt divê bersiv ji pêvajoyê re bê dayin. Di çalakiya 2'ê Sibata 2023'an de weke fermandara baskê çalakiyê wezîfe wergirt.
Hevrêya me Roza li gel şert û mercên giran ên zivistanê bi îradeyeke xur a Apoyî û biryardariyeke mezin, tedbîrên dijmin hemû têk bir, xwe gihand heta çeperên dijmin û derbên giran li dijmin xist. Bi fedakariya xwe, bi rêbaza xwe ya kar a bi dîsîplîn, bi hunera xwe ya fermandariyê, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û bêhesab bû fermandareke mînak a YJA Starê. Wê ji hevrêyên xwe re her tim pêşeng be.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 370
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfarabic.com/ - 04-03-2023
פריטים המקושרים: 2
חללי
תאריכים ואירועים
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: צפון כורדיסטן
No specified T3 82: Mardin
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: צבאי
מין: נקבה
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 04-03-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 04-03-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 04-03-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 370
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,142
תמונות 106,480
ספרים 19,249
קבצים הקשורים 96,940
Video 1,379
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.328 2!