$kurtejiyana Hunermendê gelêrî yê kurd Omer Cemlo$
Hunermendê gelêrî Omer Cemlo di sala 1922'an de li gundê Xezawiye ya bajarê #Efrîn#ê ji dayîk bûye. Ji biçûkaniya xwe ve bû aşiqê mûzîk û stranan. Di şevên zivistanê de rûnişkandinên dirêj derbas dikirin û tê de stranên gelêrî digotin.
Ji ber vê yekê zarokê biçûk ji kaniya afirîneriya gelêrî ya kurdî vexwaribû, lewma ji biçûkatiya xwe de fêrî lêdana tenbûrê bû û ji ber ku dengê wî xweş bû, diya wî Gulcîj wî fêrî bingehên stranbêjiyê kir. Dengê wî yê xemilandî û xweş di kûrahiya giyan de deng vedide û hestên estetîk li guhdarê ku di eslê xwe de bîranînek estetîk û ronî nîşan dide hişyar dike.
Hunermend Omer Cemlo jiyana xwe li gundê xwe Xezawiyê borand, nexwest ji wir dûr bimîne, li wir, di nav hembêza xwezaya rengîn de, hay ji hebûn û hunera xwe ya hunerî hebû, nemaze ku efsûna xwezayê gelek caran îlhamek e ji bo hunermendê rastîn. Bi rêya şevbuhêrkên mûzîkê û di dawetan de stranan ezber dikirin. Bi derketina alavên qeydê re, wî û stranbêjên mîna wî stranên xwe yên gelêrî tomar û belge dikirin, bi rêya vê yekê ancax karibûn stranên kevnar ji wendabûnê rizgar bikin.
Omer Cemlo bi stranbêjiya çîroka dirêj a destanî ku li tenbûrê dida, dihate nasîn. Gelek ji wan “Bê Mal, Delal, Zêno Zêneb” û strana Şêx Seîd gotine, lê di afirîneriya xwe de bi strana “Eyşa îbê” ku di stranê de bi hevahengiya xalên êş û rawestgehên ezabê re, navê xwe pê ve girê bide. Bi strana “Eyşa îbê” bi afirênerî û şewqeke taybet ji nû ve xwe dida der.
Hunermend Omer Cemlo, bi nermî, rêbaza xwe yê baş û bi zimanxweşiya xwe, bi ax û welatê xwe ve girêdayîbû, bi ola xwe ya êzdanî ve dihat naskirin. Di sala 1981'ê de koça xwe ya dawî dike.
Ew jî piştî dewlemendkirina pirtûkxaneya lîrîka kurdî bi sitranbêjiya resen û tekane dihate nasîn. Ew di wijdanê mirovan de zindî maye û bi layiqî di serê stranbêjiya gelêrî ya kurdî de hatiye rûnişkandin.
Çavkanî: Kurdîpêdiya, ji gotara Nîdak Yûsiv.
Wergera ji erebî: Aras Hiso[1]