Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,455
Wêne 105,717
Pirtûk PDF 19,161
Faylên peywendîdar 96,464
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê

Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê
$Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê$
Li gor dîroka ku tê zanîn Kurd ji dema Sumeriyan vir ve ye li ser axa xwe, li Kurdistanê niştecih in. Welatê wan bi gelemperî li bakur ji Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycana îroyîn, Çiyayê Gilîdaxê, Behra Wanê bigre li başûr heya Kendava Hurmuzê diçe. Li rojhilatê Gola Urmiyê, Çiyayê Zagrosê heya Çemê Ferat, Sêwazê, tê. Ji wir Meletî, Mereş û heya binxetê diçe. Ya rastî ev tenê wekî xaçekî wisa dikare were terîfkirin. Lê Kurdistan welatekî berfireh e, di vê nivîsê de armanca me ne destnîşankirina sînor û herêmên Kurdistanê ye. Tenê seba wekî dîmenekê were li ber çavan me qala van çend ciyan kirin. Ji bo nasîna Kurdistanê, Şerefname ya Şerefxanê Bedlisî (1543-1599?), Seyehetname ya Ewliya Çelebî (1611-1682), Qamûsu’l-A’lam ya Şemseddîn Samî (1850-1904)[3], Dîroka Kurd û Kurdistanê ya M. Emîn Zekî Beg (1880-1948) ji çavkaniyên kevn çend heb in, heke bê nihêrin dê agahiyên bi hûrgilî werin peydakirin. Her weha pirtûka wenda Tewarîxê Cedîdê Kurdistan ya M. Mehmûdê Bazidî (1799-1867)jî heke derkeve holê dê di warê zelalkirina dîroka Kurdistanê de gelekî kêrhatî bibe. Lê mixabin îro ji bilî kurtasiyeke wê tu tişt di destê me de tuneye.
Di van demên dawîn de wekî rojeva Kurd û Kurdistanê; xebat û lêkolînên li ser dîrok, wêje, çand û kelepora Kurd û Kurdistanê jî bi coş û tevger in. Herçendî pirê wan wekî kopyeyên hevdu bin jî di nav de gelek berhemên hêja jî tên dîtin. Bo mînak ji wan yek ew pirtûka bi navê Kurdistana Osmanî ye ku ji teref Koma Xebatên Kurdolojiyê ve hatiye amadekirin. Mijara pirtûkê agahiyên derbarê Kurdan, welatê wan Kurdistan, edet û hejmara wan yên di belge, pirtûk, ansîklopediyên bi zimanê Osmanî hatine nivîsîn de ye. Pirtûk hem bi zimanê belgeyan yê resen Osmanî transkirîbe kirine hem jî bi Kurdiya Kurmancî amade kirine. Bi rastî gava meriv pirtûkê dixwîne gelek agahiyên balkêş û hêja dibîne. Her weha cudahiya ast û çawaniya nêrîna Osmaniyan û nêrîna Tirkên îro bi awayekî zelal derdikeve holê.
Mijara vê nivîsê bi kurtasî cih û warên ku îro Kurd li ser dijîn in. Kurd li rojhilata navîn –herçendî ev binavkirin ne resen be jî ji ber aktueliya wê dê bê bikaranîn- ji miletên akincî yê herî kevn e. Îro bi tevî Îraniyan –wekî Beluc, Tat, Taliş, Gilêk, Peştu-, Ereb –wekî Aramî, Suryanî, Yaqubî, Asurî-, Tirk –wekî Tirkmen, Oxuz, Tatar- û gelek gel û xwedî olên hindikayî dijîn. Welatê Kurdistan, bi erdnîgarî, av û hewa xwe, dewlemendiyên binerd û sererd, bi ciyê xwe yê stratejîk û jeopolîtîk di bin çavdêriya hêzên herêm û cîhanê yên serdest de ye. Lê belê Kurd, tenê li ser erdê xwe yê ku îro bûye pênc paran najîn, lê ew li ser rûyê cîhanê belav bûne, dûr û nêzîk li gelek welatan bûne xwedî war û welat. Loma dema qala Kurdan tê kirin, hankêva ew pirsa –kîjan Kurd, Kurdên ku derê? Tê bîra mirov.
Bi rastî gava meriv di nav cîhana pirtûkan de digere rastî gelek agahî û angaştên balkêş tê. Bo mînak dema mirov pirtûkên civaknasê bi nav û deng Dr. Elî Şerîetî dixwîne di derheqê Kurdan de rastî agahiyên balkêş tê. Ji ber ku Şerîetî kesekî ji herêmê ye û perwerdeya xwe hem li welatê xwe û hem jî li Rojava hildaye xwedî asoyeke fireh û bîreke kûr e. Ji bo kesên bizanibin ka di derheqê Kurdan de çi dibêje hînbe, divê li pirûkên wî yên qala Dîroka Dîn û Şaristaniyan dike binihêre û her weha nemaze li pirtûka wî ya bi navê Medeniyet û Modernîzmê binihêre. Lê ji bo bibe xwedî agahiyên bê kêmasî divê li eslê wanê Farisî binihêre. Lewra weşanxaneya ku heqê weşana pirtûkên Elî Şerîetî hildaye, -li gel ku peyman daye ku dê tu tiştî jê kêm û yan lê zêde neke jî- ew mijarên qala Kurdan dikin hinek jê derxistine, neweşandine, hinek jî wekî neyê fêmkirin guherandine. Wek mînak peyva Kurd, mîna Kert, Girt, Girit nîşan dane.
Lê belê ji bo kesên nikarin van pirtûkan binihêrin emê ew beşa ku qala Kurdan dike li vir neqil bikin:
“Şaristaniyên pêşîn yên mezin di wê herêma navbera Ferat û Dîjleyê de derketine holê û mezin bûne. Dîrok destnîşan dike ku ev şaristaniyên pêşîn 5. 000 û 6. 000 salan beriya niha hebûne. Her weha emê jî wan şaristaniyên herî kevn yên wekî Misir, Filistîn û Îsraîlê binirxînin. Cihû wekî nijadeka koçber tên nasîn. Ji Hz. Îbrahîm vir de dest bi koçê dikin û tên li Filistînê bi cî dibin û xîmê şaristaniya Îsraîlê datînin. Ya ji van jî girîngtir şaristaniyên Aryayê ne. Qewmên Aryayî piştî koçê şaristaniyên Hind, Îran û Rojavayê damezirandin. Lê ewên akincî herdem li ciyê xwe dimînin nikarin şaristaniyê damezirînin. Dîrok derbarê wan qewmên hîcret kirine de agahiyên baş dide, lê derbarê wan qewmên ku di ciyê xwe de mane heman agahiyan nade. Şaristaniya Yewnan jî ew şaristanî ye ku Kurdên koç kirine damezirandine. Vê şaristaniyê piştî ku Kurd çûne Yewnanê dest pê kir. Ya ji hemûyan girîngtir û eşkeretir jî şaristaniya Amerîkayê ye. Ev şaristanî ji serî heya binî şaristaniyeka wisa ye ku yên ji rojava koçî parzemînê kirine damezirandine. Ji Ewrûpayê ew kesên herî nizm, ew çînên herî piçûk parzemînê kifş dikin û di dîrokê de şaristaniya herî nûjen û herî çalak dadimezirînin. Ji ber ku akincî rawestiyayî ye lawaz e. Rawestan, lawazî ye û ew nîşanên tevgerê -ku berevajî van in- qudret û hêz e. Ji ber ku muhacir bi tevger û çalak e, xwedî hêz û qudret e.”
“Pir balkêş e ku rojava tu car qala herêma di navbera Dicle û Feratê de (Benyne’n-Nehreyn) nake. Lewra gava qala vê yekê bike wê hingê ew hemû nazariyeya ku derxistiye dê ji nişkê ve bade here. Lê ji bo pêşveçûnê pêvajoyeka yekpare heye. Çawa ku me beriya vê jî got, çavkaniya şaristaniya Yewnan xwe dispêre Kurdan. Kurd navendeka navbera wan herdu çeman e. Mezopotamya navenda çand, şaristanî û felsefeya cîhanê ye. Ew ciyê ku zanistên riyazî pêşketine, ev herêma di navbera van herdu çeman de ye.”
Belê wekî ku tê xuyanê Şerîetî, di Medeniyet û Modernîzmê de pêşiyê qala girîngiya rojhilata navîn û gelên wê dike û paşê dibêje, gelên ku ji welatê xwe koç kirine û çûne welatekî din, bi piranî şaristaniyên nû û bi bandor ava kirine. Bo mînak jî Kurdên ji rojhilata navîn koç kirine, çûne şaristaniya Yewnan pêk anîne ku ev şaristanî bingeha çand û medeniyeta Ewrûpa tê hesabê û wisa tê nîşandan. Ya rastî ev baweriya di derheqê gelên ji welatên xwe koç dikin, ne tiştekî nû ye. Heta meriv dikare bibêje xwediyê vê angaştê dîroknasê bi nav û deng Îbn Xaldûn e. Îbn Xaldûn di pirtûka xwe Mûqeddîmeyê de qala vê yekê dike. Li ser mijara gelên koçer radiweste, derbarê awayê jiyan, çand û dîroka wan de agahiyên hêja dide. Li gor Îbn Xaldûn çavkaniya şaristaniyê koçer in û bajar jî ji çanda wan derketine holê. Di nav wan koçeran de navê Kurdan jî dibêje. Loma divê kesên ev mijar bala wan dikşîne, Mûqeddîmeyê bixwînin ku –ya rastî wekî ji navê wê jî tê fêmkirin, ew tenê destpêka pirtûkeka bi çend cildan e- derheqê vê yekê de bibine xwedî agahiyên resen û orijînal. Ji ber vê divê ev pirtûk bi baldarî were nirxandin.
Li gor ku mirov ji van agahiyan jî derdixe Kurd, li ciyê xwe nesekinîne, ji bilî welatê xwe çûne gelek deverên dûr û nêzîk. Li ser rûyê cîhanê li pir deveran hene. Heke meriv bi awayekî sethî bixwaze gelo li ser rûyê cîhanê wekî kom Kurd li kîjan welat û herêman dijîn hîn bibe, li gor hin lêkolînan ev şema derdikeve holê.
Warê Wan Hejmara Wan
Kurdên Kurdistana Bakur 11. 380. 000
Kurdên Kurdistana Başûr 4. 980. 000
Kurdên Kurdistana Rojhilat 6. 130. 000
Kurdên Xoresanê 2. 250. 000
Kurdên Kurdistana Sûrî 1. 270. 000
Kurdên Ermenistanê 600. 000
Kurdên Lubnanê 130. 000
Kurdên Misrê 20. 000
Kurdên Gurcistanê 341. 000
Kurdên Azerbeycanê 139. 000
Kurdên Qirgizîstanê 170. 000
Kurdên Qazakîstanê 273. 000
Kurdên Efxanîstanê 267. 000
Kurdên Pakîstanê 35. 000.
Bi rastî derheqê hejmara Kurdên cîhanê de gelek gengeşî hene. Ji ber gelek sedeman mirov nikare jimareke rast bi dest bixe. Piraniya van jimaran li gor hinek jimarên kevn yên berê hatine kirin, bi texmînî hatine hesabkirin. Bi taybetî jî ji bo Kurdên Bakur meriv bê dudilî dikare vê bibêje. Lewra bi hincetên polîtîk dewlet di hejmartinan de li gel ku gelek pirsan ji mirovan bipirse jî derheqê nijada wan de bi zanebûn tu agahiyan hilnade. Lê dîsa li gor texmînan nifûsê Kurdên Bakur di ser bîst milyonan re ye.
Li hêla din herçendî ev lîsteya cih û warên îro Kurd lê dijîn dirêj be jî kêm û bi kêmasî ye. Lewra êdî diyar e ku ji bilî Kurdên dîasporayê li hinek welatên din jî Kurd hene, li gund û bajarên kifş dijîn. Bo mînak li Îsraîlê hejmareke zêde Kurd hene û bi hezaran tên hesabê. Her weha Kurdên Hîndistan û Belûcîstanê jî di vê lîsteyê de cih negirtiye.[12]
Lê wekî di sernivîsê de jî bala we kişandiye emê qala Kurdên Sûdanê bikin. Li gor texmînan di dema Selaheddîn Eyyûbî de Kurd ji bo fethan di nav artêşa wî de çûne gelek deverên Efrîqayê. Kurdên Misrê, Cezayîr û Mexrîbê bi piranî di wê demê de çûne. Jixwe Îbn Xaldûn qala Kurdên Mexrîbê dike û dibêje navê du eşîrên wan ên mezin Lovîn û Taber e.[13] Lê belê em baş nizanin Kurdên Sûdanê gelo wê demê çûne an demeke din li wir bi cih bûne?
Ya rastî min heya niha nizanibû Kurd li Sûdanê wekî hindikahî dijîn. Lê min çendek beriya vê pirtûkeke ansîklopedik a ku mijara wê dîn, mezheb û partiyên hevdem yên li ser rûyê cîhanê ne ji bo serrastkirinê xwend. Pirtûk bi Erebî ji aliyê Meclîsa Navnetewî ya Xortên Îslamî ve hatiye amadekirin. Rêveberiya lijneya amadekariya wê jî Dr. Manî’ b. Hammad el-Cuhenî kiriye. Ji bo kesên derheqê dîn, mezheb, raman, îdeolojî û partiyên siyasî de agahiyên berfireh dixwazin pirtûkeke qenc e. Gava min pirtûk dixwend ez hatime beşa ku qala Partiya Îslamî Ya Kurdistan dike, di wê babetê de qala Kurdên Sûdanê dike. Ev beş weha ye:
“Kurdistan (axa Kurdan), di navbera Tirkiye, Îran, Iraq, Suriye û Yekîtiya Sovyet ya berê de belav bûye. Berfirehiya erdê wê nêzîkî nîv milyon km2 ye. Li vê herêmê nêzîk 40 milyon kesên ku piraniya wan mislimanên sunî ne dijîn. Li Pakîstan, Efxanîstan û Sûdanê jî Kurd wekî hindikayî dijîn.”
Dema min ev paragraf xwend bi rastî ji bo min pir balkêş hat û min got qey di dumahîka vê de dê agahiyên berfirehtir derheqê cih û war, jimar û çanda Kurdên Sûdanê de bide. Lê mixabin hêviya min pûç derket. Tenê gava qala rêveberên partiyê dike dîsa navê çend kesan dike û ji wan yek jî M. el-Kurdî yê ji Sûdanê ye.
Piştî vê min li gelek pirtûkan nihêrî, li ser înternêtê geştek kir, lê min tu agahî bi dest nexist. Gelo ev Kurdên Sûdanê kî ne? Li kîjan herêmê dijîn? Çi çax çûne wir? Hejmara wan çend e? Zimanê xwe parastine û yan na? Û hê gelek pirsên din.
Bi baweriya min niha kesên derheqê vê mijarê de xwedî agahiyên berfireh in hene. Lewra gelek Kurd ji bo bazirganî, xwendin û karên cur bi cur diçin Sûdanê û tên. Heke kesên di vê mijarê de xwedî agahî be, vê yekê ji raya giştî re ronî bikin dê karekî berkeftî bikin.
Wekî vê nivîsê min çend sal beriya vê derheqê Kurdên Efxanîstanê de jî nivîsîbû û ez derheqê wan de jî hêviya agahiyên berfireh im. Herçendî wê demê çend camêran gotin, em xwedî agahî ne û emê navê wan çavkaniyan bidin te jî hê deng û his ji wan derneketiye. Lêbelê ez hê dîsa li benda wan im. Lewra ev agahî ji bo min nû ne!
Murad Celalî
Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz
1- Şerefxanê Bedlisî, Şerefname, Weşanên Spîrêz, Duhok, 2006, Wer. Dr. M. S. Cuma, r. 40.
2- Ewliya Çelebî, Seyehetname, Weşanên Yapı Kredi, Stenbol, 2012, c. 4. Seyit Ali Kahraman-Yücel Dağlı.
3- Şemseddîn Samî, Qamûsu’l-A’lam, c. 5, r. 3840-3843.
4- M. Emîn Zekî Beg, Kurtiyek ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan, Hewlêr, 1999, Wer. Dr. M. S. Cuma, r. 16, 49.
5- Murad Celalî, “Adat û Rusû-matnameê Ekradiye û Çend Gotin”, Nûbihar. Jimar: 112, r. 50-54.
6- Koma Xebatên Kurdolojiyê, Kurdistana Osmanî, Weşanên bgst, Stenbol, 2011.
7- Alî Şerîatî, Medeniyetler Tarihi, Fecr Yay., Enqere c. 1, r. 78, c. 2. r. 140; Alî Şerîatî, İslam Bilim, Bilge Adam Yay., Wan, 2006, r. 701.
8- Alî Şerîatî, Medeniyet û Modernîzm, Bîrleşîk Yay., Stenbol r. 58, 59
9- Alî Şerîatî, Medeniyet û Modernîzm, Bîrleşîk Yay., Stenbol r. 64, 65.
10- Îbn Haldûn, Mûkaddîme, Wer. Halil Kendir, Yeni Şafak, Stenbol, 2004. c. 1, r. 159, 168.
11- Sidîq Hecî Welî Berwarî, Projeya Hevgirtina Zimanê Kurdî, Duhok, 2011, r. 101, 102; ji Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Kürtçe Dilbigisi, Mardin, 2012, r. 26.
12- M. Emîn Zekî Beg, Kurtiyek Ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan, Hewlêr, 1999, Wer. Dr. M. S. Cuma, r. 47, 49.
13- M. Emîn Zekî Beg, Kürtler ve Kürdistan, Stenbol, Weşanên Nûbihar, Wer. Heyet, 2011, r. 56.
14- Dr. Manî’ b. Hammad el-Cuhenî, Çağdaş İnançlar ve Düşünceler, Stenbol, Beka Yay., 2012, Çev. M. Beşir Eryarsoy, c. 1, r. 293.
15- B. d. b. , c. 1, r. 295.
[1]
تێبینی: کوردیپێدیا لە دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە دڵنیا نییە، هۆکاری بڵاوکردنەوەی بۆ ئەوەیە کە لە پاشەڕۆژدا راستی و دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە بسەلمێدرێت.
Ev babet 283 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rojevakurd.com/- 19-03-2023
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 29-06-2020 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Belgenameyî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Sûdana Başûr
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 283 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.17 KB 19-03-2023 Aras HisoA.H.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,455
Wêne 105,717
Pirtûk PDF 19,161
Faylên peywendîdar 96,464
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.484 çirke!