图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,828
图片 106,154
书籍 19,345
相关文件 97,366
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîroka Zehra Mihemedî, mamosteya ji ber hînkirina zimanê dayikê hat girtin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zehra Mihemedî

Zehra Mihemedî
$Çîroka Zehra Mihemedî, mamosteya ji ber hînkirina zimanê dayikê hat girtin$
Îstîxbarata Îranê Zahra ku niha 31 salî ye, cara yekem di gulana 2019’an de li bajarê Sine ku bi farisî bi navê Senendac tê naskirin, li parêzgeha Kurdistan a Îranê, desteser kiribû. Zehra û 2 mamosteyên hevalê xwe li mala wê xwarin dixwarin dema ku istixbarata Îranê ew binçav kirin.
Her du hevalên wê piştî şeş rojan ji lêpirsînê hatin berdan, lê Zehra 8 rojan di hucreya yekkesî de ma û di tîrmeha heman salê de careke din 9 hefteyan hat binçavkirin.
Tawanbariya li dijî wê “avakirina komeke li dijî aramî û ewlehiya rejîmê” bû û di sibata 2021’ê de ji aliyê dadgeha îstînafê ya Sineyê ve bi pênc sal zindan hat mehkûmkirin. Ew niha ji çileyê 2022’an ve di zindana Sine de girtî ye.
Zehra Mihemedî li bajarê Sine ji dayik bûye û mezin bûye û pênc xuşk û du birayên wê hene.
Lîsans û mastera xwe li zanîngeha Bîrcendê, li rojhilatê Îranê, zanîngeha Erdnîgariya Siyasî wergirtiye.
Zehrayê bi du hevalên xwe re bi armanca fêrkirina ziman û wêjeya kurdî navenda çandî û civakî ya “Nûjîn” ava kir, ji bo hînkirina zarokên kurd li bajarê Sine û gundên wê.
Zehra 10 sal ji jiyana xwe terxan kir ku bi dilxwazî, bê westan zimanê dayikê fêrî zarokan bike. Sine jî wek bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di dibistanên wê de tenê zimanê farisî heye, tevî ku piraniya nifûsa wê Kurd in.
Hêjayî gotinê ye ku madeya 15 a qanûna bingehîn a Komara Îslamî rê dide azadiya gelên Îranê di warê hînbûna ziman û çandên xwe de , lê hiqûqnas û çalakvanên siyasî yên vî welatî dibêjin ku ev yek di pratîkê de ne wisa ye.
hêjayî bibîrxistinê ye ku BBC di lîsteya xwe ya 100 jinên herî bibandor û îlham yên sala 2022’an de li seranserê cîhanê, navê mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî ku li Îranê ji ber hînkirina zimanê kurdî bi cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin, bicih kiriye.
Di Kanûna 2019’an de, şeş meh piştî girtina Zehra Mihemedî, ji ber rewşa wê ya tenduristiyê, bi kefaleta 700 milyon tûmenî, ku bi qasî 20 hezar dolarî ye, serbest hate berdan.
Xwişka Zehrayê Kanî Mihemedî ji BBC Erebî re ragihand ku îstixbarata Îranê ji xuşka wê xwest ku bi wê re hevkarî û kar bike, lê wê red kir.
Piştî şeş mehan Dadgeha Şoreşê tawanên destpêkê yên têkildarî têkiliya wê bi komên opozisyona Kurd re red kir, lê ev ne girîng e, ji ber ku hînkirina zimanê Kurdî sûcek têra derbaskirina salên jiyana wê li zindanan dike. Avakirina komîteyek û girûpek li dijî aramî û ewlekariya rejîmê,” tevî ku Zehra ji bilî Navenda Çanda Nûjîn ne girêdayî ti rêxistinekê ye.
Di Cotmeha 2020’an de Dadgeha Îstînafê ya Sinê ev ceza nirxand û ceza ji deh salan daxist pênc salan.
Sûcê rastî ku Zehra Mihemedî kiriye, li gorî vîdyoyek ku wê li ser rûpela xwe ya Instagramê belav kiriye, berî ku were zindankirin, “perwerdekirina zimanê dayikê, belavkirina çîkolata li kolanan bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Kurdî û alîkariya qurbaniyên lehiyê ye. li parêzgeha Loristanê ya Îranê.”
Zehrayê bertek nîşanî rayedaran da û bang kir ku delîlan nîşan bide ku wê ji bilî îmkana fêrbûna zarokên gelê xwe tiştekî din kiriye.
Zehra di dema girtina xwe de rastî muameleyên tund hat û ji wergirtina şîretên yasayî hat astengkirin dema ku ew derket pêşberî Dadgeha Înqilaba Îslamî di îlona 2019’an de. Ne parêzer û ne jî malbata wê ji mehkemeyê agahdar nebûne.
Xwişka wê ji BBC re dibêje: “Wexta ku dem hat xwe radestî cezayê girtîgehê bike di çileya îsal de, komek xwendekar, hevalên wê li Sine kom bûn û bi wê re çûn dadgehê da ku xatir ji wê bixwazin.”
Her wiha got, “Zehrayê piştî serbestberdana xwe ya demikî, ji bilî kurdî, ti hevpeyvînên çapemeniyê nekirin, ji ber ku her tim dixwest xwe bi zimanê dayikê îfade bike.”
Kanî Mihemedî herwiha anî ziman ku çalakiyên xuşka wê tenê bi hînkirina zimanê dayikê bo zarokan bûye û ti karekî siyasî nekiriye.
Amnesty International di daxwaznameya xwe ya ji bo serbestberdana Mihemedî de nivîsîbû ku Zehra “bi hevkarîkirina bi komên opozisyona Kurdî re û bi tawanên ewlekariya niştimanî hatiye tohmetbarkirin, ji ber çalakiyên wê yên aştiyane ya bihêzkirina endamên civaka Kurd li Îranê, bi rêya hînkirina zimanê Kurdî.”
Hêjayî gotinê ye ku li Îranê çendîn kêmarên etnîkî û olî hene, ji bilî faris û kurdan, belûç, ereb, azerî, tirkmen û hwd.
Tevî ku Îranê di sala 1989’an de Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye û madeya 15 a Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê “mafê bikaranîna zimanên ne farisî li Îranê” ji bo hînkirina wêje û çandê destnîşan dike. ji bo her zimanekî, lê hînkirina zimanê Kurdî û belavkirina mîrata wê ya dîrokî li Îranê rastî cezayên giran tê.
Ne veşartiye ku kurd li Tirkiye û Sûriyê di heman rewşê de dijîn, ji bilî herêmên di bin destê wan de li bakurê rojhilatê Sûriyê, ku van demên dawî di bin rêveberiya xweser a herêmê de bi fermî dest bi zimanê xwe kirine.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî dema ku behsa kêmarên etnîkî tê kirin, dozên nedadmendî û tundiya li girtiyan li Îranê ne tiştekî nû ye.
Dibe ku xwepêşandanên vê dawiyê yên ku piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî li welêt derketin, jî dirêjkirina êş û azarên kurdan ên demdirêj in.
Zehra ne tenê ye û dê nebe ya dawî jî, Îranê berê jî mamostayê kurd Ferzad Kemancar ê xelkê bajarê Kamranê bi tometa nivîsandina weşanên li ser mafên mirovan, hînkirina zimanê kurdî ji xwendekaran re bidar vekiribû.
Tevî mehkûmkirina van cezayên nedadmend ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û UNICEFê, Îran ne tenê dijberên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ên Kurd, lê li ser ziman û wêjeya Kurdî jî zext û zordariya xwe didomîne.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览848
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 19-03-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 04-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
城市: 萨南达季
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览848
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,828
图片 106,154
书籍 19,345
相关文件 97,366
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!