Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Bibliotheek
GEOGRAFI OM KURDISTAN
08-11-2018
زریان سەرچناری
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Het pad van de gele slippers
07-10-2018
زریان سەرچناری
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 517,363
Fotos 105,648
Boeken 19,143
Gerelateerde bestanden 96,356
Video 1,306
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
Şahîn Gever - Kemal Tûrgût
Kurdipedia garandeert het recht op openbare informatie voor elk Koerdisch individu!
Groep: Martelaren | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şahîn Gever

Şahîn Gever
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şahîn Gever
Nav paşnav: Kemal Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zelîha-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2018/ Qendîl
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şahîn il gundê Şîşemzîn ê Geverê, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mamxurî ya welatparêz ji dayik bû ku ev eşîra me li gelek herêmên Kurdistanê ye. Malbat û derdora hevrêyê me Şahîn bi pêngava gerîla ya dîrokî ya 1984'an partiya me PKK nas kir û bû dilxwazê partiya me. Vê malbata me ya welatparêz û derdora wê piştî ku partiya me PKK nas kir, li dora wê civiya, jê bawer kir ku wê doza azadiyê bimeşîne û di vê oxirê de ewladên xwe yên hêja feda kir. Hevrêyê me Şahîn jî li nava malbat û derdoreke bi vî rengî ya welatparêz mezin bû, di zarokatiya xwe de partiay me nas kir û pê ve hate girêdan. Hevrêyê me Şahîn hîn di zarokatiyê de komkujiyên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê me dît, rastiya dijmin hingî nas kir. Hevrêyê me Şahîn diyar kir ku we demê her ku tevlîbûn ji nava malbat û derdorê çêdibû xwedîderketina li hişmendî û têkoşîna azadiyê hîn xurtir dibû. Hevrêyê me Şahîn xwest bibe bersiv ji bûyerên diqewimîn, ji şehadetan, tevlîbûnan û bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, lewma biryara tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê da.
Hevrêyê me Şahîn ku di sala 1998’an de li herêma Bajêrganê tevlî nava refên gerîla bû, heta sala 2001’an li herêmên Bajêrganê û Şehîdan pratîk kir. Tevî ku pratîka destpêkê ya gerîlatiyê bû jî hevrê Şahîn bi kesayeta xwe ya şênber û kedkar, zû adapteyi jiyana gerîla û hevrêyên xwe bû û cihê xwe di nava xebatên pratîk de girt û ji aliyê hevrêyên xwe ve jî hate hezkirin. Heyecana wî ya li ser her detayên jiyana gerîla, rê dida hevrêyê me Şahîn ku jiyanê hîn xurttir hembêz bike û bi perspektîfek din bedewiyên jiyanê bibîne. Piştî pratîkên ku li herêmên Esendere û Şehîdan pêk anî, li Dibistana Navendî ya Partiyê dewreya perwerdeyê dît. Hevrêyê me Şahîn di pêvajoya perwerdehiyê de lêhûrbûnên kûr li ser kes û civakê pêş xistiye û analîza kesayetî bi awayekî kûr meşandiye. Hevrêyê me Şahîn got, “Koka civakî û ji ber vê yekê rastiyên dîrokê, di teşekirina şexs de xwedî roleke pir girîng in. Ji ber ku dîroka Kurdan nehatiye nivîsandin û beşa nivîskî jî li ser esasê berjewendiyên serdestan hatiye nivîsandin, analîzkirina ferdê Kurd û gihandina wî di asta tê xwestin û astên qebûlkirinê de gelek zehmet kiriye. Ji ber ku Rêbertiya Partiyê ev guhertin di şexsê xwe de pêşxist, bû xwedî encameke mezin. Asta serkeftinê ya tê xwestin li welatê me nehat bidestxistin ji ber ku mirov di asta ku tê xwestin de pêş neket, û ji bo ku bigihîje asta pêşkeftinê ya ku tê xwestin, hûrguliyên kûr pêşxist. Yek ji hevrêyên me ye ku li ser esasê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye amadekirin, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya me re, li dijî hewldanên tasfiyekirina partiya me bûye xwedî helwesteke xûrt. Hevrêyê me Şahîn bi van gotinan helwesta xwe ya di vê serdemê de anîbû ziman: “Bi hêza ku min ji Rêbertiyê girt, armanca min a sereke ew e ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve li ser esasê pêşxistin û nûkirina xwe bi îrade û biryardariyeke mezin di têkoşînê de bi rêxistin bikim. Ti tiştekî ku min ji vê têkoşînê paşde gav bide avêtin nîne. Li ser van prensîban, baweriya min bi tevahî heye ku ez ê her karê ku Partî deyne ber min, bi biryardariyeke mezin bi cih bînim. Ez li ser vê bingehê soz didim.” Hevrêyê me Şahîn ê ku di pêvajoya perwerdehiyê de lêhurbûnek kûr kiriye û bi hêza ku girtiye derbasî pratîkê bû, berê xwe da qada Qendîlê û demekê beşdarî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me Şahîn ku di sala 2003’an de derbasî qada Amedê bû, 7 sal in bi awayekî bênavber û serketî pratik meşandiye. Plansaziya gelek çalakiyên ku li vê herêmê pêk anîne kiriye û bi pêşengiya pratîka wan derbên giran li dagirkeran daye. Weke ku wî her tim anîbû ziman, li ser esasê pêwîstiyên têkoşînê yên derxistiye holê her tim xwe ji bo her karekî amade kiriye û li gorî gotin û pratîka xwe bûye yek ji mînakên herî bi nirx ên milîtaniya PKK’ê. Hevrêyê me Şahîn ku ji fermandarê tîmê heta fermandarê eyaletê hemû erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî, di hemû erkên xwe de jî şervanekî serkeftî ye. Li qada Amedê ku bi îradeyek mezin çûbû, bi ked, hewldan û fedekariyeke mezin, bê hesab beşdarî hemû erk û xebatên serdemê bû. Hevrêyê me Şahîn ê di sala 2011’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz beşdarî dewreya perwerdeyê bû. Di vê dewreya perwerdeyê de hem xwe û hem jî hevrêyên xwe bi ezmûnên ku ji pêvajoya pratîk girtiye, perwerde kiriye. Piştî perwerdehiyê derbasî qadên Metîna û Garê bûye û bi awayekî çalak tevlî xebatan bûye. Ji bo ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku destek ji dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze qirkirina Kurdan temam bike şer bike, derbasî Rojava bû. Di hişyarkirina gelê me yê Rojava de, di avakirina yekîneyên parastina cewherî de, di perwerdekirin û birêxistinkirina gelê me yê ji bo azadiya xwe têdikoşin de roleke mezin lîst. Hevrê Şahîn ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de roleke pêşeng lîst, ji bo têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ku ne tenê li ser gelê me di heman demê de ji bo tevahî cîhanê xeteriyek mezin e, kedek mezin da. Hevrêyê me Şahîn ku di rola dîrokî ya ciwanên Kurd de bi rengekî serketî wezîfeya xwe bi cih anî, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Şahîn ji bo pratîka sala 2016'an a li dijî DAÎŞ'ê binirxîne, pratîk û helwestên şaş binirxîne û dersan jê werbigire li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî dewreya perwerdeyê bû. Hevrêyê me Şahîn li ser lêhurbûna xwe yê perwerdehiyê ev tişt gotibû, “Ji bo têkoşîna li dijî pergala serdest ancax bi afirandina hişmendiya dîrokî pêkan e. Her wiha ji bo mirov bi watedar bijî û vê hişmendiyê bigihîne astek bilind di çerçoeveya paradigmaya modernîteya demokratîk de li ser zanistiya zayendî û têkoşîna wê lêhurbûnên min çêbûn. Hevrêyê me Şahîn ê ku îdeolojiya Apoyî ji kûr ve bi jiyanî kir û kesayeta xwe bi taybetmendiyên Apoyî ve girêda, ji bo bidestxistina kesayeta milîtan a Apoyî kedeke mezin da. Hevrêyê me Şahîn ji rastiya jina azad bawer kir, hewl da îdeolojiya rizgariya jinê fêm bike û her tim li ser paradîgmaya Rêbertiyê rawestiya. Hevrê Şahîn wekî endamekî fermandariyê bi enerjiya ku ji lêhurbûn û pratîka xwe di perwerdeyê de bidest xistiye berê xwe da herêma Qendîlê. Hevrêyê me Şahîn bi ked û fedekariyeke mezin beşdarî xebatên li vir bûye. Hevrêyê me Şahîn ku ji bo pêkanîna gerîlatiya serdema nû kedeke mezin da, ji bo lêhûrbûna xwe bike pratîkê û ji bo ku hevrêyên xwe jî bike tevgerê têkoşiya. Hevrêyê me Şahîn ku di êrîşa dijmin a 22’ê Adara 2018’an de şehîd bû, di jiyana xwe ya gerîla ya bênavber a 20 salan de ked, fedekarî û berhevbûneke bîrdozî mezin kiriye[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 274 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfarabic.com/- 27-03-2023
Gekoppelde items: 2
Datum & Gebeurtenisen
Martelaren
Groep: Martelaren
De dag van het martelaarschap: 22-03-2018
Cause of death: Terroristische daden
Geboorteland: Noord Koerdistan
Geboorteplaats: Cullemêrg
Geslacht: Man
Land - Regio (Martelaarschap): Noord Koerdistan
Mensen type: Militair
Military rank: Soldaat
Natie: Koerd
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئەڤین تەیفوور ) op 27-03-2023
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا ک ) op 28-03-2023
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا ک ) op: 28-03-2023
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 274 keer bekeken
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
21 STRALEN
13-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Bibliotheek
GEOGRAFI OM KURDISTAN
08-11-2018
زریان سەرچناری
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Het pad van de gele slippers
07-10-2018
زریان سەرچناری
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 517,363
Fotos 105,648
Boeken 19,143
Gerelateerde bestanden 96,356
Video 1,306
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.578 seconde(n)!