图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,217
图片 106,556
书籍 19,262
相关文件 97,035
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Romana Raperîna Baba Îshaq; çavkaniyeka ziman, edebiyat û dîroka kurdan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana Raperîna Baba Îshaq

Romana Raperîna Baba Îshaq
$Romana Raperîna Baba Îshaq; çavkaniyeka ziman, edebiyat û dîroka kurdan$
Murad Ciwan
Di van roj û hefteyên pêşiya me de ez dixwazim behsa hin pirtûkên kurdî bikim ku min ew van demen dawiyê xwendine û têra xwe bi dilê min bûne.

Yek ji wan pirtûkan romana Mehmet Oncu ya bi navê Raperîna Baba Îshaq e ku ji bal Weşanxaneya Sîtavê hatiye weşandin. Roman li ser serîhildana Babaiyan a bi rêberiya Baba Îshaq e ku di 1240’e de ji gundê Kefersûdê yê Semsatê /#Adiyeman# a niha / li hember desthilatdarên Selçûqiyên Romê (ku nuha Tirk jê re Selçukiyên Anadoluyê dibêjin) destpêkir, ber bi Meletiyeyê, Sêwasê û Amasyayê ve herikî, her ku çû berfireh bû; bi deh hezaran xelkên mirîd/derwêş, bawermend, belengaz û bêderfet ketin navê, bi her awayî bû serîhildaneka mezin a gelêrî. Li ser rê ji gund û bajaran bi hezaran Babaî însanên ji tebeqeyên cuda jî herikîn navê. Babaî, esas derwêşên Terîqeta Wefaiyeyê bûn ku ew di sedsala 11’ê de ji bal Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî hatibû damezirandin.

Baba Îshaq bi xwe xelîfeyê murşidê bi navûdeng Baba Îlyas bû, xaneqaya wî li nêzî Amasyayê bû. Baba Îshaq li Semsatê; Kefersûdê dijiya. Serîhildana ku ji Kefersûdê destpêkir û berê xwe da Amasyayê, dixwest di qonaxa dawîn de xwe bigihîne Baba Îlyas û bi rêveberiya wî li hember desthilatdarên Selçûqiyan biserkeve.

Gelek caran leşkerên orduyên Selçûqiyan pêrgiyî wan bûn lê wan her carê ew têkbirin û meşa xwe dewam kir. Li alî Meletyeyê serleşkerê/subaşı vî bajarî Mîr Alîşêrê Germiyanî ku ji Mîrekiya Kurdên Germiyanî (Kutaxya kiribûn paytext) bû (ew wê demê hê ser bi Qonyayê ve bûn) du caran derket pêşberî Raperîna Babaiyan ya ku weka lehiyê diherikî, her du caran jî têk çû. Di nav eskerên misilman ên Selçûqî de qenaeteka wiha belav bû ku Xwedê bi vê raperînê re ye û ew tevgereka pîroz e, ne mimkin e ku kes karibe wê bişkîne, kî derkeve pêşber, ê tûşî xezeba Xwedê bibe. Loma eskerên misilman ne razî bûn û nediwêrîn li gel wan şer bikin, heta wê dereceyê ku Selçûqî mecbûr man ji Qibrisê hin yekîneyên leşkeri yên siwar ên peregir ji Xiristiyanên Frank deynin cebheya pêşîn a eskerên xwe û bi vî awayî şer kirin.

Piştî wê û ji ber riya dûr a westîner a ber bi Amasyayê ve, coşa bilind a lehiyê daket. Cardin jî ber bi Amasyayê ve her meşiyan. Berpirsên Selçûqî, murşidê wan ê li Amasyayê; Baba Îlyas kuşt û laşê wî li aliye derva li ser deriyê Kela Amasyayê hilavîst da ew bibînin û hêviya xwe ya heyî wenda bikin. Gava mirîdan û serîhilderan dît ku Baba Îlyas hatiye kuştin, ew bêhêvî bûn û belav bûn.

Piraniya wan serîhilderan venegeriyan warên xwe yên berê, li derûdorên Amasyayê, Sêwasê û bajarên din cîwar bûn.

Romana Mehmet Oncu bi zimanekî sade, sivik û rewan behsa vê serîhildanê, di bingehê de jî behsa jiyana rêber û mirşidên serîhildanê, behsa riya tesewifî ya Ehlê Heq, belavbûna wê ya ber bi rojhilat ve ji alî Hewraman/Zagrosan û belavbûna wê ya ber bi rojava; Torosan ve heta Amasyayê dike. Behsa jiyan bîr û bawerî û rêbazên rêberên vê riyê, bi taybetî jî ya Baba Îshaq dike.

Oncu, Semsatê û derûdora wê weka cografyaya navenda vî şaxê Babaîtiyê teswîr dike. Devereka ku di navbera Eyubiyan û Selçûqiyan de ye. Berê bêtir Eyubî lê serdest bûne, lê di dema serîhildanê de, bi hatina Moxolîyan, tehdîd û zixta wan a ji alî rojhilatê ve û hin sedemên civakî û siyasî yên hundurîn û deverê, qelsbûna Eyubiyan û berfirehbûna Selçûqiyên Romê tê dîtin. Loma warên serîhildanê ketine bin zixt û zora Selçûqiyan û serîhildan li hemberî wan berpa bûye.

Mehmet Oncu, di romanê de gelek kele, gund, bajar û qesebeyên derûdora Semsatê û cih û warên Babaiyan destnîşan dike ku muhtemelen ew teswîrên cografî hemî rast in û bi pêwendiyên xwe şahidiya kurdîniya vê deverê, vê rêbaza tesewifî û vê serîhildanê dikin.

Raperîna Baba Îshaq roman e, veavakirineka li ser vê buyera tarîxî ya giring e, lê weka yekî ku ta dereceyekê agahî ji vê buyerê, Ji Terîqeta Wefaiyeyê, demezrênerê wê Ebu’l Wefayê Kurdî, ji Riya Heq hem li alî bakur û rojavayê Kurdistanê hem jî li alî rojhilatê wê; Hewramanê heye, min dît ku roman gelek bi rêkûpêkî bi sedaqeta li hember rastiya buyerên dîrokî hatiye hûnandin, ew qas ku kitêbên tarîxê ên Tirkan ên ku li ser vê buyerê hatine nivîsîn jî nekrîne xwe bigihînin vê nêzîkbûnê. Loma ew pir bi asanî dikare sparteyeka wek çîroka vê serîhildanê, bibe çavkaniyeka agahiyên di vî warî de.

Bi taybetî însanên me yên ku ji nêzîk de neketine nav xurdekariyên dîrokê û xwendina kitêbên dîrokî yên akademîk û lêkolînî ji bo wan giran tê, bi rehetî dikarin bi saya vê romana xwediya zimanê sade ya bi kurdiyeka sivik û rewan, agahiyên gelek hêja ên nêzîkî ristiya buyerê werbigirin. Bi taybetî ez wê ji bo ciwanên me; keç û xortan tawsiye dikim yên ku di kurdîya xwe de li asta destpêkê ne. Ew ê hem kurdiya xwe, hem jî zanînên li ser dîroka xwe pêşde bibin.
Raperîna Baba Îshaq dikare di korr û kombendên grûbên xwendinê yên edebiyata kurdî de bibe babet, bê xwendin û agahîyên ziman, edebiyat û tarîxê jê bên derxistin, asoya xwendevanên ciwan bê berfirehkirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,156
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com
挂钩项目: 17
小组: 文章
Publication date: 10-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 历史
城市: Adiyaman
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 13-04-2023
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on19-04-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):13-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,156
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.138 KB 13-04-2023 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,217
图片 106,556
书籍 19,262
相关文件 97,035
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!