图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,210
图片 106,556
书籍 19,262
相关文件 97,035
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jinên Êzidî yên mohra xwe li dîroka Kurdan xistin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jinên Êzidî

Jinên Êzidî
Çeteyên #DAÎŞ# 'ê dema ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî Şengalê kirin, yek ji qirkirina herî giran a dîroka nêz a mirovahiyê kirin. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Ya ku bi serê Êzidiyan ve hat weke 'Fermana 73'an' hate pênaskirin û bi taybetî ji ber hovîtiya li jinên Êzidî hate kirin qirkirin weke 'hovîtiya li jinên Êzidî' hate pênasekirin.
Jinên Êzidî bi taybetî bûn hedefa êrîşan, ji ber ku yên kevneşopî û çanda xwe gihandin vê serdemê ew in. Herî zêde wan li dijî ferman û asîmîlasyonê li ber xwe dan.
Di dîroka Êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda Kurd de rola wan girîng e.
Meyan Xatûn, Binevş Agal, Eznîva Reşîd, Cemîla Celîl çend ji wan e.
MEYAN XATÛN: Meyan Xatûn sala 1873'an li gundê Baedre yê Şêxanê ji dayik bû. Wê demê yek ji komkujiyên herî mezin ên sedsala dawî li Êzidiyan û Şengalê hatekirin. Qirkirina destpêkê ya sedsala 19'an di sala 1832'an de bi fermana prensê Soran Mîr Mûhammed (Mîrê Kor) hate kirin. Li Şengalê Mîr Elî Beg ê Yekemîn hate qetilkirin.
Meyan Xatûn jî hevsera Mîr Elî Beg ê Duyemîn bû. Di sala 1892'an de artêşa Osmanî ya bi fermandariya Omer Vehbî Paşa bi desteka hin eşîrên Kurd ên Misilman û Ereb careke din komkujiyê li Şengalê dike. Omer Vehbî Paşa mezintirîn fermana li Êzidiyan pêk anî û bi hezaran Êzidiyên ku qebûl nekirin derbasî Îslamiyetê bibin qetil kir, li #Şengal# ê bi zorê Îslamiyet ferz kir. Mîr Elî Beg ê Duyemîn û hevsera wî Meyan Xatûnê dişînin sirgûnê, eşya û berhemên pîroz ên Êzidiyan dişînin Mûsilê û deverên pîroz ên li Şengalê bi zorê dikin medrese.
Di encama zexta Xiristiyanên li nava Osmanî navber dan qirkirina li Şengalê û Omer Vehbî Paşa ji wezîfeya li herêmê hate dûrxistin û ew birin Stenbolê. Di dema fermanê de Meyan Xatûn bi wêrekî û kesayetiya xwe ya otorîter Êzidî di nava yekîtiyê de hişt. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, kurê wê Saîd tevî ku hîn biçûk bû demekê mîrtî kir. Di dema mîrtiya kurê xwe Saîd Elî Beg û neviyê xwe Mîr Tahsîn Beg (Di Çileya 2019'an de wefat kir) li pişt perdeyê timî lîdertî kir. Pêşengî kir ku Laleş ji nû ve bibe îbadetxaneya Êzidiyan û heta sala 1956'an dema wefat kir, di dîroka nêz a Êzidiyan de weke jineke girîng hate dîtin.
BEGÊ SAMUR: Begê Samur di nava eşîra Dina de di navbera salên 1894-1958'an de li gundê Mishacerk ê Pirsûsê û gundê Oglakçi yê Wêranşarê yên Rihayê ma. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re yek ji wan Êzidiyan bû ku dewleta Tirk nekarî wê bike Misilman û bi demê re di nava gel de veguherî efsaneyekê.
EZNÎVA REŞÎD: Di sala 1926'an de li gundê Elegez ê Ermenistanê ji dayik bû. Di sala 1955'an de li radyoya Erivanê bû pêşkêşvana destpêkê ya jin. Di nava 27 salan de dengê wê ji Ermenistanê gihaşt tevahiya Kurdistanê. Reşîd di sala 2000'î de jiyana xwe ji dest da.
CEMÎLA CELÎL: Cemîla Celîl sala 1940'î li Erivanê ji dayik bû. Yek ji zarokên Casimê Celîl e ku xizmeteke girîng ji wêje, dîrok û muzîka Kurdî re kiriye. Malbata wê ji Qersê sirgûnî Ermenistanê bûye. Xwişk û birayên Celîl hemûyan çand û wêjeya Kurdî tercîh kirin. Prof. Dr. Ordîxanê Celîl wêje, Prof. Dr. Celîlê Celîl dîrok û Cemîla Celîlê jî muzîk tercîh kiriye.
Di temenê xwe yê ciwantiyê de li radyoya Erivanê dest bi kar kir. Di 24 saliya xwe de 75 stranên gelêrî yên Kurdî veguherand notayê û pirtûka klamên Kurdî amade kir. Materyalên ku kom kir di nêzî 10 pirtûkan de weşand.
BINEVŞ AGAL (BÊRÎVAN): Navê wê ne tenê di dîroka berxwedanê ya Êzidiyan de wê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bê bîranîn. Sala 1966'an li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Sala 1984'an li Elmanyayê tevlî nava têkoşîna PKK'ê dibe. Sala 1985'an derbasî Sûriye û Rojava dibe. Sala 1988'an ji bo karên gel ên li Cizîrê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Di demeke kurt de li Cizîrê 'efsaneya Bêrîvan' deng vedide. Bandorê li her malê dike, li her jinan dike ku tevlî têkoşîn û berxwedanê bibe. Dewleta Tirk jî dide pey wê. Di 18'ê Çileya 1989'an de di şer de jiyana xwe ji dest dide. Li Cizîrê tê veşartin û tevî ku Êzidiye gora wê mîna tirbeyekê tê dîtin.
BEHIYE YASÎT (HACER): Piştî Binevş Agal jina duyemîn a Êzidî ye ku tevlî nava PKK'ê dibe. Di sala 1965'an de li navçeya Qûbînê ji dayik dibe. Di sala 1965'an de tevî malbata xwe tê Celle û li wir PKK'ê nas dike. Piştî salekê bi rengekî çalak tevlî şoreşgeriyê û refên gerîla dibe. Di 4'ê Kanûna 1989'an de tevî 11 hevalên xwe dema ku hewl didan ji çemê Dîcleyê derbas bibin kete kemîna hêzên artêşa Tirk. Cenazeyê Yasît û 11 gerîlayan li Cizîrê li gel gora Binevş Agal hatin veşartin.
ESMER DEMÎR: Piştî şehadeta Binevş Agal jineke din a Êzidî ji Elmanyayê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Esmer Demîr sala 1981'ê li gundê Dusayî yê Qûbînê ji dayik bû. Sala 1990'î li Elmanyayê tevlî nava refên PKK'ê bû û navê Xanê Sîpan li xwe kir. Demekê li nava PJAK'ê gerîlatî kir. Di sala 2008'an de li herêma Kalareşê di şerê dijî hêzên Îranê de tevî şeş hevlaên xwe şehîd bû. Xwarziya endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî bû.
ZEYNEP BOZKÛRT (BINEVŞ EDESSA): Zeynep Bozkûrt xwest bide ser şopa Binevş Agal û navê wê li xwe kir. Sala 1974'an li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bû. Piştî ku li Elmanyayê tevlî nava refên PKK'ê bû navê Binevş Edessa li xwe kir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya siyasî û îdeolojîk wergirt. Di têkoşîna xwe de piştre bû endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê, endama Meclîsa YJA Starê. Di 12-22'ê Kanûna 2011'an de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk de tevî 13 hevalên xwe şehîd bû.
Çavkanî:
- Jinên Kurd, Rohat Alakom, APEC, 1995
- Dîroka Êzidiyan, John S. Guest, Avesta, 2001.
- Ezîzeya Nemir a Kurdên Êzidî, Yaşar Batman, Weşanên Tevn, 2014
- Jin û civaka Êzidî, Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Sibata sala 2012'an
- Arşîva Newaya Jin, Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û ANF'ê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,158
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdishmobile.com/- 15-04-2023
挂钩项目: 20
小组: 文章
Publication date: 05-05-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,158
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1129 KB 15-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,210
图片 106,556
书籍 19,262
相关文件 97,035
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!