图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,658
图片 106,366
书籍 19,232
相关文件 96,828
Video 1,375
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hin encamên kedîkirinê û numûneyên sosretê / Peymana Sevrê û tevlîhevîya civata kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Sevrê û tevlîhevîya civata kurdî

Peymana Sevrê û tevlîhevîya civata kurdî
=KTML_Bold=Hin encamên kedîkirinê û numûneyên sosretê / Peymana Sevrê û tevlîhevîya civata kurdî=KTML_End=
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=

”Şerîf Paşa, dema domkirina Konferansa Parisê, ji alîyek ve bi temsîlkarên dewletên Ewrûpî ra peyivîye û doza gelê Kurd bi wan daye zanîn, di heqê doza gelê Kurd da ew serwext kirine; ji alîyekî dî ve jî bi temsîlkarê Ermenîyan Nobar Paşa ra peyivîye û sazkirina dewleteka xweser jibo gelê Kurd bi wî jî daye qebûlkirin û her duyan di heqê sazkirina dewleta Kurdistanê ya xweser da beyaneka tevayî îmza kirîye û daye konferansê. Bi wî awayî, ew xebata Şerîf Paşa ya diplomasî jî berdar bûye.” (Jîn, Cild I, r. 34, ji tîpên erebî bo latinî û tirkî û kurdîya xweser, M. Emîn Bozarslan)
Di dûwayîya konferansê da, di tarîxa 10-08-1920î da li derê Parisê di Koşka Sêvres da ”Peymana Sevrê” hatîye îmzakirin. Li gora wê peymanê, ji çemê Ferat heta sînorê Ermenistanê û Îranê Kurdistan hatîye naskirin û heqê kifşkirina pêşedema xwe bi xwe ji neteweyê Kurd ra hatîye qebûlkirin. Her weha hatîye qebûlkirin ku, eger gelê Kurd bixwaze dikare li ser axa xwe dewleta xwe ya xweser jî saz bike.(Z. Silopî, Doza Kurdistan, r. 56- 58)
Bi wê peymanê, di dîroka Kurdistanê da cara pêşîn heqê gelê Kurd di meydana navberneteweyî da hatîye naskirin û hem dewleta Osmanî, hem jî dewletên Ewrupî jibo naskirina heqê gelê Kurd îmza dane. Ji ber wê yekê, Peymana Sevrê di tarîxa neteweyê Kurd da belge û wesîqeyeka pir giring e, welew ew wesîqe di arşîvên dewletên îmzakirox da mabe jî û nehatibe pêkanîn jî.
Qet guman tune ku Peymana Sevrê li Kurdistanê di nava kîtleyên gelê Kurd da şayî û kêfxweşîyeka bêsînor afirandîye. Dr. Nurî Dêrsimî di vî babetî da weha nivîsîye:
”Ew roja ku dewletên hevgirtî di heqê sazkirina Kurdistaneka xweser da li Sevrê amade kiribûn, di nava tebeqên gelê Kurd ên fire da şayî û heyecaneka kûr afirandibû û ew neteweyê ku ji sedsalan virda di binê nîrê bîyanîyan da dinalîyan, rakiribû ser lingan.” (Dr. Nurî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim-Kurdistan Tarihinde Dersim- r. 171)
Lê mixabin rewşa civata ma ya wê demê, tevlîhevîyeke mezin jî nîşanê me dide. Ji alîyek ve ew nuqteya ku li jor me bi rîya pênûsa Zinnar Silopî raxist ser kaxid, ew kêfxweşîya kurdan jibo Peymana Sevrê û lihevhatina kurd û ermenan nîşan dide; lê ji alîyeke dî da jî nerehetî û protestoyên ji nava civata kurd û di TBMM da xwedêgiravî gelwekîlên kurdan bi nutqên xwe yên xulamîyê jibo sistema nû ya Ankarayê raxistine pêşîya me. Ez pêwist dibînim ku pêşî piçek behsa wan protestoyên ku ji hin herêmên Kurdistanê hatine kirin û paşê jî gengeşeyên li TBMM jî raxînim pêşberî we hêjayan.
Nerehetî û protestoyên hin derdorên kurdan tên merhaleyek ku hin ji wan Şerîf Paşa wek xaînek îlan dikin, ji ber ku wî bi ermenan ra peyman çêkirîye û dixwaze ji osmanîyan cîyê bibe. Di vî derbarî da hin telgrafên ku xwedêgiravî li ser navên serok eşîran hatine şandin, nawerokên wan ên wek hev nîşan didin ku ew ji alîyê rêvebirên dewletê ve hatine organîzekirin. Telgrafa ewil li ser navê hin eşîrên kurd di 1ê çirîya paşîn 1919an da ji Sêrtê hatîye şandin bo Wezareta Derve (Dahiliye Nazirligi). Di telgrafê da hewildana KTC (Kurdistan Tealî Cemîyetî) jibo ku dixwaze Kurdistanê ji Împaratorîya Osmanî cîye bike, hatîye gunehbarkirin û protestokirin. Yek ji vê telgrafê jî dîsa di 1ê çira paşîn 1919an da di rojnameya Îfhamê da hatîye weşandin. Heman telgrafan di rojnameyên cuda yên Stanbolê da di navbera rojên 1-6ê çirîya paşîn 1919an da hatine weşandin.
Bê guman van telgrafan, kêfa wezareta derve anîye û loma wezaretê di 10yê çirîya paşîn 1919an da spasîyên xwe jibo wan eşîrên kurdan bi telgrafên cîyê dane zanîn û bi cîanîne.
Van hewildan û telgrafên kurdan jibo ”Biratîya Kurd-Tirk”, li Stanbolê ji alîyê çapemenîyê ve dibe semedê heskirin û coşeka mezin ku ew hemî girêdayê dewletê bûne. Di 11yê çirîya paşîn 1919an da di rojnameya Îlerîyê da nivîsareka ”Ji kurdan ra spas” dertê û di rojên piştî wê da di gelek rojnameyan da nivîsarên spasdarîyê û heskirinê tên weşandin. Di 12yê çirîya paşîn da jî di rojnameya Îfhamê da bi îmzeya Ahmet Ferît Beg makaleyek tê çapkirin. Di wê nivîsarê da behsa Peymana Îdris-î Bidlîsî û Yavuz Sultan Selîm tê kirin ku di 1514an da çêbûye û di bin sernivîsara ”Sedeqata Kurdan” da tespîteka balkêş heye. Ew tespît weha ye:
”Tirk û kurdan çarsed sal berê ne bi îradeya şûr, dibe ku bi îradeya dil yekbûyîya du neteweyan bûne yek û çarsed sal paşê di derdora heman tac û text da jibo pêkvejîyanê ev wefa û sedeqata ku nîşan dane, jibo bextewarîya mustaqbela (serbixwe) me tirk-kurdan dibe mizgînîyeka bilind.”
Tê gotin ku wê demê di navbera Hukumeta Bab-î Alî û KTC da gengeşe li ser şola kurdî çêdibe û encameka baş an heyînî dernakeve meydanê. Loma piştî wan gengeşeyên neyînî di rojnameya Vakitê da nivîsareka balkêş derçûye ku ew rojname girêdayê hukumetê bûye. Nivîsara ku di 17yê çirîya paşîn 1919an da derçûye, binê xalek hatîye çixêzkirin ku ”behskirina serxwebûna Kurdistanê, ji alîkarîya ermenan ra dike û yên ku di van bawerîyan da ne, têkilîyên wan bi kurdan ra tunene. Eger weha bibûya, yên ku li Stanbolê rudinin û leqleqîyê dikin, ew dê biçûna Kurdistanê û gelê xwe yê nexwenda hişîyar bikirana û kultûra wan pêşta bibirana. Di van mercan da yên ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin, dijminê herî mezin ên kurdan in û wd.”
Di aynê rojê da di Kovara Jînê da jî nivîsareka di çarçoveya bersivdayînê da derçûye û rexne li hukumetê hatîye xistin. Di wê nivîsarê da hatîye balkişandin ku ”dema kurd çareserkirina mafên xwe xwestine ku wan şolan bi sedsalane hatine domandin û çareser nebûne, hukumet li dijê wan daxwazan rawestîyaye û wan daxwazan wek serhildan bi navkirîye ku ev şaş e, ne tesbîteka rast e û loma ew bêdengkirina van gilînameyan dixwazin û wd.”
Di wê çarçoveyê da gengeşe didomin. Mesela, di 2yê kanûna paşîn (an çileya paşîn) 1920an da li ser navê ”Maqulên (an pêşevayên) Kurdên Bidlîsê)” telgirafek jibo hukumeta Stanbolê tê rêkirin û tê da hatîye behskirin ku ”Hin kesên xwedî nîyeta xirab bi daxwaznameyek beyan kirine ku ew Kurdistaneka di bin parastina dewleteka bîyanî dixwazin, ev daxwazname ne rast e, em lanetê li wan tînin.”
Di 2yê kanûna paşîn 1920an da M. Kemal bi telgrafek spasîyên xwe jibo Serekê Eşîra Mutkî Hacî Musa Beg û Cemalettin Efendî yê li Hacîbektaşê rêkirîye, ku wan alîkarîya ”Mistoyê Kor” kiribûn û H. Mûsa Beg jî jibo ku Kurdên Balayê (Ankara) alîkarîya M. Kemal bikin, xebitîye û wd…
Di 5ê kanûna paşîn 1920an da jî li ser navên eşîrên kurd yên Dêrsimê û Erzincanê jî xwedêgiravî telgrafeke piştgirîya TBMM kirîye ku ew li Sêwasê di rojnameya Îrade-i Millîye da çap bûye ku ew rojname ji alîyê M. Kemal ve hatîye neşirkirin. Di telgrafê da hatîye nivîsîn ku kurd tu car naxwazin ji tirkan cîyê bibib û 1000 sal e ku biratîya kurd û tirkan dimeşe û ew li dijê veqetandinê û û wan dîtinan bi nefretê red dikin. Yên ku wê telgrafê şandine jî ev in: Reîsê Eşîra Abbasuşagiyê Seyît Alî, Reîsê Eşîra Keçilî Gazî Beko û ji Eşîra Keçîlî Yusuf, ji Eşîra Kureyşan (Korişli) Dursun, Reîsê Eşîra Hişanli Şêxê Bogasa Dêrsimê Alî, Reîsê Aşuran (Avşanli) Çeko Îsmaîl, Reîsê Eşîra Balabanê Paşo.
Di 6ê kanûna paşîn 1920an da Kazim Karabekir nivîsek rêdike Stanbolê û baldikşîne ser hewildanên kurdan û dîyar dike ku divê xebatên kurdan li Stanbolê werin qedexekirin û dema kurd û tirk ji hev cîyê bibin, ew dê kêrî ermenan were û wd.. (Celal Temel, 1918-1923 Mondros´tan Lozan´a Kürtler, İBV Vakfı Yayınları, s. 142-145, İstanbul 2017) [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,101
HashTag
来源
[1] Social Media | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 21-04-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 20-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,101
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,658
图片 106,366
书籍 19,232
相关文件 96,828
Video 1,375
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!