библиотека библиотека
Поиск

Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!


Параметры поиска





Расширенный поиск      Клавиатура


Поиск
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправлять
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Инструменты
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
Языки
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Мой счет
Вход
Членство !
Забыли пароль !
Поиск Отправлять Инструменты Языки Мой счет
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Вход
Членство !
Забыли пароль !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Нарочно
 Случайная деталь!
 Правила использования
 Архивариусы Курдипедии
 Ваше мнение
 Пользователь коллекций
 Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
 Помощь
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ГÖНДЕ МЕРХАСА
16-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
СОВЕТСКАЯ РОССИЯ, РЕСПУБЛИКИ ЗАКАВКАЗЬЯ И КУРДСКИЙ ВОПРОС В 20-е годы
19-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 517,430
Изображения 105,695
Книги pdf 19,158
Связанные файлы 96,439
видео 1,307
биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
АДЖИE ДЖИНДИ
биография
AМAРИКE СAРДАР
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
биография
Лазарев Михаил Семенович
Bihara Jin li Rojavayê Kurdistanê bihara gelê Rojhilata Navîn
Исторические фотографии – наше национальное достояние! Пожалуйста, не обесценивайте их своими логотипами, текстом и расцветками!
Категория: Статьи | Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Делиться
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bihara Jin li Rojavayê Kurdistanê,

Bihara Jin li Rojavayê Kurdistanê,
=KTML_Bold=Bihara Jin li Rojavayê Kurdistanê bihara gelê Rojhilata Navîn=KTML_End=
Hanîfa Yosêf

Her zivistanek bi xwe re li benda biharekê mayînê dihêle. Kêliyên zivistanê yên reş, , tarî, ewrên bi saw, ew berfa giran a ku dikev rastiyên cuda dide xwezayê. Ew bayê qerisî yê ku ji nav kurahiya berfê ya ku tê dihêle ku insan di nav cihekî girtî de bimîne, li cihekî germ bigere.
Her weha baran û şevên tarî yên ku di zivistanê de li xwezayê digere di civakê de ji hev qutbûyînekê çêdike, di hiziran de, di dilê insan de, cemidîbûyînekê çêdike. Dilê û mejiyê insan mîna wê sermayê dicemid e, her weha hest jî ji ber bi tenê bûnê, ji ber mayîna di hundir de dijwar dibin. Ji ber wê ev zivistan bi sertbûyîna xwe, bi hişkbûyîna xwe, bi dijwarbûyîna xwe, hêviyên insan li benda mayîna biharekê hiştinê çêdike.
Di insan de, li benda biharekê mayînê çêdike, di xwezayê de jî bi vî rengî ye. Mirov dikare bibêje ku: zivistan zuha ye, dijwar e, sar e, tûj e, hemû şînahiya daran diwerîne şînkaya erdê tevî hişk ku dibe, rûyê lat û zinaran bi cemed û berfê tê girtin, çiya tev bi cemeda xwe têne sergirtin çêdibe, lê ev yek nayê wê wateyê ku ev cemed, zuhabûn an jî em bêjin weşandina pelên daran dawîbûyîna şînkayê, ev nayê wê wateyê ku ebedî ye, wê zivistan wê hertim zivistan bimîne, nayê wateyê ku wê serma hertim bimîne, wê şevên tarî yên bi saw ku tirsê ava dikin û qêrîna dengê birûsk û ewran ên ku tirsê ava dikin ewana wê tim bimînin.
Ev bi xwe re li benda biharekê mîyînê çêdike, li gorî qanûnên dîyalektîkê jî kombûyînê ku di zivistanê de çêdibin, teqîna xwe di biharê de dikin, ji bo wê ew kombûn ango serhevdumayîn ku li ser erdê çêdibe dadikeve binê erdê, di xwe de avê vedhewîne. Ew kom kirina avê hêzê dide kokên giya, gulan, daran û bi derketina tîrêjên rojê re hemû cureyên nebatan , zindiyan derdikevin qada jiyanê. Dema ku rok tîna xwe li ava ku tijîbûye dide, li cemedê, ew guhertinên ku di dirêjahiya zivistanê de çêbûne, bi reng, deng û xweşikbûnan hemû derdikevin li ser rûyê erdê. Ew hestên cemidî jî , mêjiyên cemidî, awana jî bi xwe re bi derketina rojê re zindî dibin. Bi rastî piştî rewşekî zivistanê dema ku mirov li biharê dinêrê teqîna gupikên daran, rakirina giya serê xwe ji bin erdê, û bi daran ve kulîlkên renga reng gul vedibin, şînkayî şîn dibe, di zindîyan hemûyan de guhertin çêdibin, di hewanan de jî , di nebatan de jî, guhertinên mezin çêdibin heta di insan de jî guhertinên mezin çêdibin , weke ku di wê dema hatina cem hevdu di navbera zindiyan de, li benda wîladetekê nû dimînin, di wê mewesimê de, her weha ezman rûyê wî pir sayî dibe, stêrk rengê wê pir dibriqin dibin, rûk germahiya wê pir xweş dibe, ne di wê dereca ku timî bişewitîne de ye, ne di wê dereca ku tim bicemidîne deye.
Ew ya ku rengê biharê xweş dike, bîna biharê geş dike, dîmenê wê yên renga reng, dîmenên lihevhatî derdixîne holê. Bi hemî ziraviyên xwe, tenê dimînê ku yek bi sebir be, li benda derketina wê bedewiyê bimîne karibe ziraviyên wê bibîne û nasbike. Em dikarin bêjin bihar piştî zivistanekê dijwar rengê rûyê xwe derdixîne ser rûyê erdê.
Ji bo ku bihar mîna biharê bimîne, berhemên wê herdemî bin, pêwîst e di nava hawayekî sîstematîk de ber bi havîn û payîzê ve biçe, ne di bin zextekê de be, biharê bike havîn, havînê jî bikin zivistan, pêwîst e li gorî qanûnên gerdûnê, yên xwezayê bi awayekî rêk û pêk bihar bibe havîn, havîn bibe payîz û payîz jî bibe zivistan, ne mîna di roja me ya îro de bi zora teknolojiya teknîka heyî dihêle ku demsala biharê de zivistan were jiyan kirin, yan jî di havînê de bihar were jiyan kirin, yan jî di havînê de payîz were jiyan kirin, ev yek di encama pê lîstina xwezayê de rewşek bi vî rengî derdikeve holê. Ji bo wê tiştê ku girîng e pêwîst e bihar bihar bimîne, bihar bi hemû cureyên berhemên xwe derxîne holê û asarên xwe li ser rûyê erdê bihêle û bi rengekî xwezayî û peryodîk derbasî havînê bibe, ji bo ku feyda berhemên xwe di havînê de jî bide, havîn jî berhema xwe di payîzê de bide. Ji bo wê yekê wê demê em dikarin bêjin bihar dikare bibe bihara rastî.
Dema ku bihar di nav xwezaya xwe de, derbikeve, jiyan bike û bimîne, berhemên wê daîmî bimîne wê demê mirov dikare bêje bihar bi hemû wateyên xwe bihar e. Niha ji bo gelan jî bi wî rengî ye. Ji bo civakan jî bi wî rengî ye.
Civak bi xwezaya xwe biharê jiyan dike, hertim di nav biharê dene, çima? ji ber herikînek jiyanê heye, jiyan di nava herikînekê de ye, ev herikîna jiyanê, di nav çerxekê, pergalekê pir bi rêk û pêk didome çawa ku dema ku hêk çêdibe dibe cenîn piştre dibe zarok û cesed çêdibe rih dikeve tê de, ew benê navikê yê ku bi dayikê ve girêdayî ye, heta ji rehma dayika xwe derdikeve, ji bo afirandina jiyaneke nûh ew dayik xwe perçe dike, jiyaneke nûh tîne ser rûyê dinyayê, ew jiyana nû li benda himbêz kirina gelek bûyera ye, aliyê çand, nasneme, ziman, weke hebûn xweza, li benda wî/wê ye, her weha bi rengekî dayîmî ev jiyan di nava herikînê de ye. Mirov dikare bêje di hemû zindiyan de, di nebatan de, jiyan bi vî awayî bi berdewamî diherike di nav herikînê de ye. Çima? Ji ber ku ew zaroka ku dayika wê/wî xwe perçe dike tîne dunyayê li pey wê jiyan qutnabe, jiyanek diafire tê ser rûyê erdê, ama ew bedena dayikê jî bi anîna wî cenînî, wê zarokê, ew beden jî xwe nû dike, her weha bi rengekî dewrî ew dayik dayîmî tê nû kirin, amede dibe li benda çêkirina jiyanek nûh be.
Bi ketina kirasan ya serê mehê de, dayik li benda kamilbûnê wê ye, li benda çêkirina jiyanek nu dimîne bi rengekî mirov dikare bibêje ku jiyan berdewamî ye, dayîmî ye, ne tenê bi çêbûna cenîn û anîna dunyayê, jiyan bi çi berdewamî dibe ew kombûna çandî, civakî, nasnamayî, ziman, alî aborî de, di hemû aliyan de, yê ku ta ji dema homasapyanis de heta roja me ya îro bi awayekî berdewamî hatiye serhev de kom bûye kombûnek çêbûye, ew di kesayeta ew zarokê nuh hatiye dinyayê de komî ser hevdu dibe.
Ji wê derbasî yekî din dibe, bi rengê jiyanê ji ber ku berdewamî ye, dayîmî ye, mirov dikare bibêje ev jiyan jî weke biharê ye, ew bihara ku dipişkive di çavan de dibe ku tenê ew pişkivandin xuya dike, lê di ceherê xwe de dişbe wê kombûna ku bihar, havîn, payîz û zivistan di xwe de kom dike. Jiyana insan jî bi vî rengî ye. Belkî hatina zarokek şêrîn ser rûyê dinyayê bûharek pir xweşik e, bedew e, lê ne tenê ew cenîna, ew zaroka ku li ber çavê me xuya dike bedewbûn tenê ne ew e.
Di hundirê anîna duyayê ya wê zarokê de kombûna ji çanda neolotîk an jî ji dema homosapyans hetanî çêbûna wî/wê zarokê heye. Kombûneke çandî, nasneme, ziman berhemên ku jiyan pê hatiye berdewam kirin ta ji şoreşa çandinyê, şoreşa ziman, şoreşa dîtina agir mîna kombûnekê di kesayeta wî zarokî de kom dike û nûhbûnekê diafirîne.
Ji bo wê bedewbûn hemû li wê tê bar kirin. Ev heqîqet e, heqîqet bi xwe ye. Dema ku tu vê heqîqetê nebînî, heqîqet çi ye? Heqîqet civakbûne, civakbûyîna ya polîtîk exlaqî ye ev mîna serhevdumayînekê derdikeve holê. Rastiya insan jî ev e; her demê bi wê hêviyê ye ku dixwaze bi wê heqîqetê re jiyan bike. Lê hertim ji destpêka mirovahiyê de ku şaristaniya navendî hatiye çêkirin ji ber çanda şaristaniya navendî ya ku bi desthilatdariya mêr hatiye çêkirin vêya hertim weke ku ewrekî reş û tarî ku di zivistanê de derdikeve siya xwe li ser xeyalên mirovahiyê çêkiriye.
Ji bo wê yekê ji ber ku ev heqîqet civakbûyîn di kesayeta jinê de kom bûye, çêbûye, û terakuma wê hatiye heta roja me ya îro ji ber wê jî ev sîstema desthilatdariyê ya mêr jî ya ku bi şaristaniya navendî ji destpêka dîrokê destpê kiriye hertim bûye weke xewnên şeva, weke tirsekê, weke ewrekî tarî li ser rihê mirovahiyê bandor kiriye. Ji bo wê yekê bihar pir bi wate ye, ji bo wê jî di roja me ya îro de em dibêjin: bihara jin bihara gelan e. Çima em dibêjin bihara jin? Yan jî bihara gelan! Ji ber gel û jin pir dişibin hevdu, gel û jin mîna hevdu zilim dîtine, mîna hevdu hatine perçiqandin, mîna hevdu tune hatine hesibandin, mîna hevdu rastî hemû cureyên destavêtin, talan, kuştinê bûne. Ji bo wê di roja me ya îro de jin bi rastî di çanda Rojhilata Navîn de gihiştiye wê astê ku di bin zilma desthilatdariya mêrê çor de di bin pençeyên reş de hatiye veşartin û her roj bi çanda destavêtinê rû bi rû dimîne, her roj întîhar dike. Ya rast em dikarin bibêjin di şexsê jin de, li Rojhilata Navî jiyan întîhar dike. Jiyan her roj întîhar dike ev tê çi wateyê, ev tê wê wateyê ku ev jiyana heyî nayê jiyan kirin, yanî jiyana ku tê sepandin li ser jinê , li ser gelan nayê jiyan kirin ji ber wê întiharê ji bo xwe esas digre. Di rewşek bi vî rengî de, rewşekî ku rojane jiyan tê de întihar dike de, hêviyên jiyaneke nûh dipişkivin, derdikevin holê, ew hêvî jî çi ne? Şoreş e, bihar e, yanî şoreş bi xwe re biharê tîne. Di Kurdistanê de, ev sîh û heşt-neh sal şoreşa Kurdistanê li dar e.
Gelên Rojhilata Navîn ji şoreşa kurdistanê îlhamên mezin girtine, bi taybet jinên kurd, di şoreşa kurdistanê de, yanî di şoreşa jin a kurd de hêviyên pêşerojeke nûh hêviyên biharek nûh, hêviyên azadiyê afirandin. Bi rastî fikir û ramanên Rêber APO yê ku ji bo azadiyê herî zêde jin xwe lê girt û jinê di xwe de şoreş çêkir kêlî bi kêlî şoreş çêkir.
Ji roja yekemîn ku jinê berê xwe da şoreşê her roj di kesayeta xwe de şoreşek çêkir roja ku jinê gavên xwe avête nava vê şoreşê ev şoreşek bû, roja ku jinê dest pê kir di nava qada siyasetê de ku biaxive ev şoreşek bû, roja ku jin derket pêşiya civakê û axivî ev şoreşk bû, roja ku jinê rahişte çekê û şer kir ev şoreşek bû, roja ku jin milê xwe da milê zilam û tekoişîn da hemû kevneperstiyên ên zilamtiyê hemû nêzîkatiyê desthilatdar ên zilamtiyê jinê red kir, û pîvanên pejrandin-nepejirandinê di xwe de ava kir xwe berdaneke ebedî çêkir eva şoreşek pir mezin bû vê zanebûnê hişt ku ne berî şoreşê û piştî şoreşê lehze bi lehze şoreşê jiyan bike, kêlî bikêlî şoreş be. Ev yeka hem jina kurd kir, hem gelê kurd kir. Ji ber ku devera ku ketin lê mezin be, derketin jî mezin e.
Di civaka kurd e ketina mezin hêşt ku derketina mezin çêbibe. Di jina kurde jî perçiqandina mezin hişt ku derketineke mezin çêbibe. Ji bo wê em dibêjin ku gel û jin dişibin hevdu. Bihar ya jina ye, ya gela ye. Li Rojavayê Kurdistanê bi rastî tevî ku ewqasî ketin mezin e, derketin jî hîna mezintir e, eger tu di rastiyê de bêje di aliyê civakbûyînê de, li welatê Tirk, Faris ketina jin mezintir e. Ev e heqîqeteke, lê carna weha dibe ku qelişînek lazime ku lê bikeve ji bo ku li wir derketin çêbibe. Ji bo wê jinên kurd bi rastî dikarîbûn bibin ew qelişîna ku li civaka Tirk, Ereb û Farsan bixe, tiştên ku di jinên kurd e mane ji civaka xwezayî de heta roja îro hinek taybetmendiyên ku di jina kurd e mane hene, ji ber ku bi xwezaya civakî ya kurdistanê li gorî wê ji ber ku çiyayî ye, mîtîngerî bêtir li ser civaka kurdistanê hatiye meşandin û civaka kurd her dem azadiya xwe di çiyan de dîtiye, di gunda de dîtiye hertim ji sîstema desthilatdarî dûr maye , ji bo wê jin pergala merkezî zêde negirt. Girtibin jî berhemên kevin hîna pêre mane. Ji bo wê yekê jinên kurd bi xwezaya xwe, xisletê civaka xwezayî diparêz e. Dibe ku kelepûra fewdal , taybetmendiyên koletî, hetanî vê demê dawî yên birciwazî, modîrnîta kaptalîst li ser jina kurd bandora xwe çêkiribin, lê belê esalaleta wê wenda nebûye. Gotinek heye dibêje: tu kevir bavêje ser giya, giya diperçiq e, lê koka wê zindî dimîne. Jina kurd jinek wisa ye. Her çiqasî êrîşên civakî nasnemayî, çandî li ser jina kurd hatibe jî, lê belê koka wê maye, esalata xwe parastiye.
Li bendê bû ku weke ku çawa di hundirê giyan de, avê hêza di rehên giyan de di zivistanê de hilandibû, li benda biharê dimîne ji bo ku serî rake, jina kurd weha bû esaleta wê, xwezaya wê di rehan de mabû, mîna ku zivistaneke sar bi ser de hatibû, wisa cemidî mabû, şoreşa kurdistanê bû tîrêjên rojê lê da, û ew hêza wê ya ku cemîdîbû derxiste holê. Mîna ku bi çar çavan li benda tiştekî wisa bû, xwe li vê şoreşê girt. Dema ku piçek hêviyên azadiyê dîtin kesî nikarîbû wê zeft bike. Di asta eşqekê de xwe li wê şoreşê girt û tevlîbû. Ji bo wê jina kurd hem di tevlîbûna şoreşa kurdistanê de, hem jî di pêşxistina asta welatparêziyê de, hem jî di bejdarbûna tekoşînê de, xwe bi awayekî herî xurt xwe tevlî kir, xwe birêxistin kir, bû mîrateyek ji bo şoreşa rojavayê kurdistanê. Dema ku li Sûriyê, li welatên ereban behsa bihara erebî dihate kirin, bihara gelê kurd gihiştibû ber ve beridandinê. Dema ku li Sûriyê qewimî, gelê kurd jêre amede bû, jinên kurd jî amede bûn. Bi rastî beriya ku şoreş li Sûriyê dest pê bibe jinên kurd perwerde dîtibûn, civînên xwe çêdikirin, rêxistina wan hebû , kar dikirin, xebat dikirin, hatibûn girtin, hatibûn kuştin, tekoşînek hebû, mîrasek hebû, astekî zanebûnê hebû. Ji bo wê dema ku şoreşê li sûriyê dest pê kir jinên kurd dikarîbûn bi awayekî herî xurt, bi coşa xwe, bi kelecana xwe, bi cilên xwe, bi cil û bergen xwe yên netewî bi nasnemeya xwe, bi rêxistibûyîna xwe, bejdarî şoreşê bikin heta di pêşengitiya wê de cihê xwe bigrin. Ev xal hişt ku di nava şoreşê de cihekî mezin ji jinê re çêbibe. Jinê bi xwe cihê xwe di şoreşê de çêkir. Di pêşengitiya wê de çêkir. Di çalakiyan de, di mekanîzma qerarê de, di rêxistinê de û di pêkanînê de. Îro jî di pêkanîna demokratîk ya ku îro li Rojava pêk tê nimûna vê yekê ye. Destkeftiyên vê yekê ne. Ji bo wê em dibêjin bihara jinê û bihara gelan li rojava dikare bibe bihara gelê Rojhilata Navî tevahî. Ji ber ku di dîrokê de jî bi wî rengî bûye. Di demê medan de kurdan gelê herêmê ji zilma Duhakan azad kiriye. Di dema Selehdîn de kurdan bi xwere ji xaçperestan Rojhilata Navîn rizgar kiriye. Îro jî kurd wê gelê Rojhilata Navîn ji mîtîgeriya modernîteya kapîtalîst rizgar bikin. Lê ev yek wer wê hêsanî çênebe. Tekoşîna vê, wê pir dijwar be, wê pir giran be, wê bedelên wê pir mezin be, ji ber ku li hember zextê modernîteya kapîtalîst, li hember paşverûtiya olcitî, cinsiyetcitî, ilimcitî û netewcitî wê şerek were kirin. Guhertina vê zihniyetê pêwîst e di te de jî hişmendiya demokratîk wekhev a azad , pir rengî hebe.
Ev yek tunebe tu nikarî hişmendiya ilimcitî, dîncitî û cinsiyetcitî û qewmiyetcitî biguhere. Ji bo wê îro Rojavayê Kurdistanê bi rastî jî bi coşa xwe, bi heyecana xwe bi morala xwe, bi avahiya xwe ya rêxistinî , bi nêzîkatiyên xwe yê siyasî ji bo gelên herêmê bûye weke numûneyeke, modeleke û xwe pêşkêş dike. Ser vî esasî em dikarin bibêjin ku: bihara jin wê bibe bihara gelê Rojhilata Navîn tevahî. Ji ber ku hetanî niha tişên ku layîqî jinê tê dîtin çi ye? Va niha li Sûriyê qaşo şoreş heye, yên ku bi navê şoreşê dipeyvin kîne! Îslamên radîkal in û Layikên doxmatîk in. Ên ku behsa şoreşê dikin ev in, ên ku bi navê şoreşê diaxivin av in.
Gelo gava ku em pirs bikin ma nêzîkbûnên wana ji jinê re çawa ne? Nêzîkatiyên kesên Layîqên doxmatîk dibêjin çi? Behsa demokrasiya temsîlî ji bo jinê dikin ama jineke ji cewhera xwe derketiye bi zilam heye, behsa modela Ewrupa dikin, behsa azadiya sexte ya ku Ewrûpa pêşkêş dike dikin ku jin kiriye objeyeke cins a sêksê. Ê îslamiya radîkal çi dike! Ji boy xwe bedena jin, ruhê wê, mejiyê wê ji xwe re êsîr girtiye, bi hemû rengî li wê çanda destavêtinê li ser pêktîne, her roj jin tê îxtîsab kirin, ev yek jî mûbah e, şerîetê jî maf dayîyê. Her roj rastî destavêtinê tê. Nimûne hin şêxên îslamê fetwa didin. Dibêjin: her endamekî Nesra û Daîşê dikare pêncî jinên Sûrî li xwe mehr bike, nîkah el cîhad mesmûh dikin, jinek di şevekê de bi şeş zilaman re radizê, mûbah dikin. Dibêjin: evana leşgerên xwedê ne, va sewab e, ji bo wê bê mûhasebe wê here cinetê. Qetilamê li ser jinê çêdikin.
Ji bo ku endamên Nesra, Cehşê û Elqayîdê xerîza xwe ya cinsî têr bikin dibêjin: eger jina wî wefat bike, ew dikare hetanî duwanzdeh demjimêran pêre têkeve têkiliyê, bi dayika xwere, bi xwîşka xwere, heta bi qîza xwere fetwê bi vî rengî dane viya layîqî jin dibînin, lê belê ji bo xwe jî paçên reş lêdikin dema ji gotina wî derkeve jî zîna hesab dikin û ricim dikin, ev qetilam e, ev meczere ye li ser jinê. Li beramberî vê yekê çareseriyên ku datînin jî ne çareserî ye. Ew jî jinê di qetilamê re derbas dike. Ya minasib çi ye? XETA SIYEMÎN a N etewa Demokratîk e. Di wê de jin azad e, jin dikare ji hemû aliyan ve xwe bi xwe temsîl bike, xwe bi xwe bi rêve bibe.
Jin ayidê xwe ye, bedena wê, mejiyê wê, dilê wê yê wê ye. Bi vî rengî eger ku ji nava wê tarîtiya ku herdu nêzîkatiyên siyasî yên jin ser jinê têne ferz kirin ji bo derketina ji vê tarîtiyê ber bi ronahiyê ve, ji vê zivistanê ber bi biharê ve, bi sekneke azad û demokratîk-wekhev çêdibe. Vêga zanebûna vê yekê jin di xwe de çêkirin asta wê di xwe de çêkirin, nêrîna wê di xwe de çêkirin, kesayeta wê di xwe de çêkirin eve girîng e. Ev yek jî bi gihiştina asteke zanbeûnê ku karibe di asta gerdûnê de xwe temsîl bike, xwe îfade bike xwe bawer bike, îro di jin a kurd e ev çêbûye. Ji bo wê em di pêvajoya şoreşê de jî em dikarin bibêjin jina kurd dikare temsîla vê yekê bike. Eger îro şoreşa kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi serketiye, eger biryarên şaş nehatine girtin, eger herêmên me nebûne qada şer aram in, eger di hermêmên me de pergaleke demokratîk hatiye ava krin ev yek ji ber ku jin bejdarî şoreşê bûne û bi awakî zanebûn bejdarî şoreşê bûne, ji ber ku jin di mekanîzmeya qerarê de hebûn. Ji bo wê yekê qerarên şaş nehatine girtin, hebûna jin di mekanîzmeya qerarê de dihêlê ku qerarên rast werin derxistin. Ji bo wê ev dibe şewqek dibe ronahiyek çirûsek ji bo jinên Rojhilta Navîn û gelên Rojhilata Navîn. Ji ber wê bi her kesî re ketina nava dan û stendinê, bi her kesî re parvekirin, bi her kesî re fikrê xwe dana qebûl kirin dana naskirin, ev vêca li ser me dimînê. Ji bo wê em dibêjin: em di wê baweriyê de ne her çiqasî zor û zehmetiyên wê hebin jî bihara gel, bihara jin di Rojava de wê bibe bihara Rojhilata Navîn tevahî.
[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 1,585
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.pukmedia.com/- 24-04-2023
Связанные предметы: 69
Даты и события
Статьи
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Дата публикации: 10-03-2014 (10 Год)
Классификация контента: Статьи и интервью
Классификация контента: женщин
Страна - Регион: Западного Курдистана
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ئەڤین تەیفوور ) в 24-04-2023
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا ک ) на 27-04-2023
Эта статья была недавно обновлена ​​( سارا ک ) на: 26-04-2023
URL
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 1,585
Прикрепленные файлы - Version
Тип Version Редактирование имени
Фото файл 1.0.192 KB 24-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Статьи
ПРОВИНЦИЯ ДАХУК
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
биография
Демирташ Селахаттин
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Саратовский Курдистан
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
биография
Чатоев Халит Мурадович
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
биография
Пашаева Ламара Борисовна
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
биография
Георгий Мгоян
биография
Омархали Ханна Рзаевна
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Джангир ага Хатифов
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
Археологические места
Замок Срочик

Действительный
биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
23-11-2013
Хавре Баххаван
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
АДЖИE ДЖИНДИ
18-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
АДЖИE ДЖИНДИ
биография
AМAРИКE СAРДАР
27-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
AМAРИКE СAРДАР
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
08-01-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
биография
Лазарев Михаил Семенович
14-02-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Лазарев Михаил Семенович
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ГÖНДЕ МЕРХАСА
16-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
СОВЕТСКАЯ РОССИЯ, РЕСПУБЛИКИ ЗАКАВКАЗЬЯ И КУРДСКИЙ ВОПРОС В 20-е годы
19-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 517,430
Изображения 105,695
Книги pdf 19,158
Связанные файлы 96,439
видео 1,307
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Статьи
ПРОВИНЦИЯ ДАХУК
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
биография
Демирташ Селахаттин
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Саратовский Курдистан
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
биография
Чатоев Халит Мурадович
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
биография
Пашаева Ламара Борисовна
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
биография
Георгий Мгоян
биография
Омархали Ханна Рзаевна
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Джангир ага Хатифов
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
Археологические места
Замок Срочик

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.422 секунд!