图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dengbêj Îran Xanima Mucered û Dengbêjî Li Radyoya Ûrmîyeyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dengbêj Îran Xanima Mucered

Dengbêj Îran Xanima Mucered
=KTML_Bold=Dengbêj Îran Xanima Mucered û Dengbêjî Li Radyoya Ûrmîyeyê=KTML_End=
Dengbêjî çandeke kevnar e ku hemû hêmanên çanda kurdan di xwe de dihewîne. Tradîsyona çanda devkî ye. Êş û azarên miletekî, çîrokên evînî, qehremanî û mêraniyê, kêf û şadî, hezkirin û hwd. mijarên sereke yên dengbêjiyê ne. Ev mijarên curbicur bi awayekî hunerî û estetîk ji aliyê dengbêjan ve bi rengekî nû ve tên veguhestin. Yanî dengbêjek dikare mijara kilama xwe bi efsaneya miletê xwe, bi serboriyên xwe yan jî bi serboriyên derdora xwe bi awayekî rengîn estetîze bike. Dengbêj bi çanda devkî mezin bûne û şert û mercên civaka xwe, kelepor û kevneşopiya xwe baş dizanin û vê jî bi hafizayeke xurt dixemilînin. Hin dengbêj kilamên xwe bi enstruman, hin ji wan jî bêenstruman strane. Em bi rihetî dikarin bibêjin ku dengbêjek hem şair û muzîkjen hem jî edebiyatzanek e.
Kilamên dengbêjan bi her awayî, çi evînî çi qehremanî be rihekî neteweyî di nava gel de pêk tîne. Kurdek di kilamekê de dikare hestên xwe, bîr û baweriyên xwe, êşên xwe, erdnîgarîya xwe û tarîxa xwe bibîne û hîs bike. Ev jî hişmendiyeke neteweyî pêk tîne û tesîreke mezin li gel dike. Gelek dengbêj mal bi mal, gund bi gund geriyane û li dîwanan, kilam gotine. Em dikarin bibêjin ku ev dengbêjên dîwanan xwediyê kêm guhdêran bûne. Çimkî tenê bi malek yan jî bi gundekî sînorkirî mane. Digel vê hin dengbêj jî bi saya dezgehên ragihandinê yên wekî radyoyan gihiştin hemû bajarên derveyî welêt. Radyoya Ûrmiyê yek ji van radyoyan e ku di sala 1969an de li rojhilatê Kurdistanê di hundirê hefteyekê de bi tevahî saetek dest bi weşana Kurdî kiriye (Mahabad, 2022, Bernamegeh). Piştre di hundirê heftê de rojê du saet di Radyoyên Tehran û Kirmanşahê de weşana Kurdî dest pê kiriye. Gundiyek, bajarîyek di heman demê de bêyî ku hev nas bikin li heman radyoyê bi heman hestî guhdarî kirin. Ev hest di nava Kurdan de çi bi zanetî çi bi nezantî hestek û riheke hevpar û neteweyî pêk anî.
=KTML_Bold=Ji bilî Radyoya Ûrmîyê, Radyoya Êrîvanê di sala 1955an de di hefteyê de sê car êvaran=KTML_End=
15 deqe, paşê di demsala payîzê de nîv saet, piştî saleke din jî saetek dest bi weşana Kurdî kiriye. Radyoya Bexdayê jî di sala 1939an de rojê 15 deqîqe dest bi weşana Kurdî kiriye. Di sala 1954an de jî saetek weşana Kurdî kiriye (Elend, 2021: 82-90). Bi hezaran kilamên dengbêjan hatin arşîvkirin. Bi saya van radyoyan gelek dengbêj bi deng û kilamên xwe hatin naskirin. Bi taybetî jî dengbêjiya jinan zêdetir bal dikêşa. Rewş û atmosfera Rojhilata Navîn ji bo jineke ku pêşengiya çanda neteweyê xwe û hunera xwe bike zehmet bû, lê gelek jinên Kurd ên dengbêj dengê xwe û rengê çand û hunera xwe li hemû dinyayê belav kirin. Ji van dengbêjan çend kes ev in; Ezniva Reşîd, Sûsika Simo, Meyremxan, Eyşe Şan, Elmas Xan, Zadina Şakir, Nesrîn Şêrwan, Aslîka Qadir, Sîma Bîna, Xanim Baqirî, Gulbihar Amedî, Fatma Îsa, Dayika Cemalî, Fetane Walidî û hwd. (Yaş, 2020, Dilop). Yekem car li Rojhilatê Kurdistanê bi navê Îran Xanima Mucerred li Radyoya Ûrmîyeyê dengbêjeke jin bi awayekî fermî bi zaravayê kurmancî straye. Helbet beriya Îran Xanimê jî gelek jin di nava malbatan de, li gundan li dawetan û daxwazên derdora xwe gelek kilam strane. Li Xorasanê yekemîn car Nene Qemerûnî û piştî wê Banû Şerwanî dest bi kilamgotinê kirine. Li mintiqa Mukriyanê Menic Heyran di dawet û şahiyan de straye. Li mintiqa Sinê Fetane Welîdî straye. Li Kirmanşahê jî yekem car Qemer Benî Erdelan, Xanim Baqirî û Mestûre Esedî kilam gotine. Li Bakurê Kurdistanê weke yekem car Gula Fille tê zanîn lê dengê wê tuneye. Loma em dikarin bibêjin yekem car Meryemxan straye. Li Başûrê Kurdistanê jî yekem car Gulbihar û Fewziye Mihemmed ku her du xwişk bûn, strane. Di nav kilamên wan de nimûneyên evîndarî, hişyarî, gilî û gazin û bangên neteweyî hene (Oramar, 2016, Bernameya Awaz).
=KTML_Bold=1. Radyoya Ûrmîyeyê û Weşana Wê Ya Kurdî=KTML_End=
Mintiqeya Ûrmiyeyê xwediyê dîrokeke qedîm û kevnar e. Gelek bûyer û serboriyên dîrokî li vê mintiqeyê qewimine. Loma bajarê Ûrmîyeyê navendeke çand û hunerê ye. Di gelek berhemên kevin de behsa bajarê Ûrmiyeyê û rewşa xweserbûna wê hatiye kirin. Ji gelek medeniyetan re bûye wekî paytext. Her gav ev bajar û herêma wê ya kevnar û qedîm bûye hêlîna kelepora Kurdî. Ev herêm bûye navenda gelek dengbêj, heyranokbêj û hunermendên navdar (Oremar, 2016, Bername Awaz). Kilamên wan, deng û awazên wan bi awayekî gihiştiye heta derveyî welêt jî. Ev kilamên dengbêjan; çi evînî çi qehremanî be rihekî neteweyî di nava gel de pêk aniye. Ji ber ku kurdek di kilamekê de dikare hestên xwe, bîr û baweriyên xwe, êşên xwe, erdnîgariya xwe û tarîxa xwe bibîne û hîs bike. Ev jî tesîreke mezin li mirovan dike. Gelek dengbêj mal bi mal, gund bi gund geriyane û li dîwanan kilam gotine. Em dikarin bibêjin ku ev dengbêjên dîwanan xwediyê kêm guhdêran bûn. Çimkî tenê bi malek yan jî bi gundek sînorkirî mane. Digel vê jî hin dengbêj bi saya dezgehên ragihandinê yên wek radyoyan gihiştin hemû bajarên derveyî herêma Rojhilata Kurdistanê. Radyoya Ûrmiyeyê yek ji van radyoyan e ku di sala 1969an de li rojhilatê Kurdistanê di hundirê hefteyekê de bi tevahî yek saet dest bi weşana Kurdî dike. Heke kêm be jî jinên dengbêj (bêyî rewşeke fermî) li devera Ûrmîyeyê hebûn. Di radyoyê de cara ewil Îran Xanima Mucerred li ser daxwaza dengbêj Xalê Birê, Mistefa Elîzade û Hemîd Yûsûfî di sala 1971ê de weku temsîlkarên dengbêjên jin bi awayekî fermî li Radyoyê Ûrmîyeyê dest bi kilamgotinê dike. Ji bilî Îran Xanima Mucerred, Îbrahîm Newrozî (Dengbêj Xalê Birê), Hemîd Yûsûfî, Mistefa Elîzade jî dengbêjên bi nav û deng ên Radyoya Ûrmîyeyê bûn. Dengbêj Xalê Birê li radyoyê gelek kilam gotine. Wî bi xwe bo nêzî şeşsed kilaman beste çêkiriye. Hemîd Yûsifî û Mistefa Elîzade jî bi deng û awazên xwe gelek xizmet dane. Di Radyoya Ûrmîyeyê de gelek kilam hatin arşîvkirin. Piştre di hundirê hefteyê de rojê du saet li Radyoyên Tehran û Kirmanşahê dest bi weşana kurdî dike (Mahabad, 2022, Bernamegeh). Bi rehetî em dikarin bibêjin ku gundiyek, bajarîyek di heman demê de bêyî ku hev nas bikin li heman radyoyê bi heman hestî guhdarî dikir û hest û hişmendî di nava Kurdan de çi bi zanetî çi bi nezantî hestek û rihekî hevpar û neteweyî pêk anî.
=KTML_Bold=2. Îran Xanima Mucered û Cihê Wê di Radyoya Ûrmîyeyê de=KTML_End=
Îran Xanima Mucered di sala 1950-1951an de li rojhilatê Kurdistanê li gundê Înkesûya li herêma Biradostan ji dayik bûye ku ew der niha girêdayî bajarê Ûrmîyeyê ye. Navê dêya wê Perîşan bû. Navê bavê wê jî Ebdurrehman bû. Malbata Îran Xanimê malbateke feqîr, cotkar û karker bû. Ciwaniya wê di nav malên dewlemend û mezin de wek karker derbas dibe. (Oramar, 2016: Bername Awaz).
Îran Xanim hêj di ciwaniya xwe de dest bi kilamgotinê dike. Li dawet, şahî û şînan gelek kilam, stran û zêmar gotine. Bi ciwanekî re dizewice ku navê wî Seîd e û ew jî ji herêma
Ûrmiyeyê ye. Paşê ew û hevserê xwe Seîd diçin gundê Somanawa, li wir niştecih dibin. Du kur û qîzeke wan çêdibe. Îran Xanim dev ji kilamgotinê bernade û bi hevserê xwe Seîd re diçin dawet, şahî û malên mezinan stranan distrin. Hevserê wê Seîd gelek piştgirî dide wê. Îran Xanim di sala 1970-1971an de bi awayekî fermî di beşa Kurdî ya Radyoya Ûrmîyeyê de dest bi kilamgotinê dike. Li gorî gotina hin kesan jî Îran Xanim bi qîza xwe Gulistanê re diçû radyoyê û berî ku bibe êvar jî dihatin malê bo ku peyv û gotinên nexweş derbarê wan de neyên gotin û bihîstin. Çimkî di nava civateke eşîrî de bi tena serê xwe çûyîna radyoyê û kilamgotina jinekê wêrekîyek û xîreteke mezin dixwest. Di wê demê de Îran Xanimê wê rewşa hişk û tund a li hemberî jinan, bê tirs şikand û dengê wê li herêmê her ku diçû belavtir dibû. Tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî dengê wê bi taybetî jî li bajarê Hekarî, Wan û Agirîyê belav û naskirî bû. Îran Xanimê bi sedan kilam gotine. Tê gotin ku wê sih û yek sal dengbêjiya xwe domandiye. Hinek ji kilamên wê ev in: Arifo Lawo, Bajo Emrê min, Delal Ez Bi Heyran, Bavê Lalo, Delal Lo, Delalê Malê, Lê Meyrê, Bavê Edo, Bavê Filît (Axao), Wey Narînê, Lêlê Yeman (Domamê), Werî Lêlê (Zerîyê), Bavê Firhê û hwd. Her ku diçû hezkiriyên dengê Îran Xanimê li bakurê Kurdistanê zêdetir dibûn. Çûn û hatina Îran Xanimê ji bo kilamgotinê li Radyoya Ûrmîyeyê heta sala 1979î didome. Paşê bi Înqilaba Xumeynî ra kilamgotina Kurdî li radyoyê qedexe dibe, rewş zehmettir û xirabtir dibe, bi giştî ji bo hemû Kurdan û bi taybetî jî rê li ber xebat û hunera Kurdî tê girtin. Vê guherînê ji bo hunerhez û dengbêjan zordestîyeke mezin bi xwe ra anîbû.
Piştî demekê di sih saliya wê da hevserê wê Seîd hewiyê tîne ser Îran Xanimê û ev yek tesîreke mezin li Îran Xanimê dike û roj û demên pir dijwar derbas dike. Ew dev ji hevserê xwe û zarokên xwe berdide û diçe. Demekê li cem malbavanê xwe dimîne. Midetek şûnda bi Dadaş Nasirî re dizewice û li Tehranê bi cih dibe. Piştre ji Tehranê dîsa vedigere Ûrmîyeyê û dikanekê vedike, debara xwe bi vî şikilî diborîne. (Oremar, 2016: Bername Awaz).
Nîşe: Ev gotar ji du beşan pêk tê. Beşa duyem dê di hejmara Tebaxê de cî bigre.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,312
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/- 07-05-2023
挂钩项目: 54
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 09-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书: 文化
城市: Urumiya
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,312
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.111 KB 07-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!