Temamkirin di Kurmancîyê da: Alîyên Semantîk-Tîpolojîk, bi Perspektîfeka Herêmî
=KTML_Underline=Yaron MATRAS=KTML_End=
Wergêrana ji îngilîzîyê: Ümran Altınkılıç- Sinan Gültekin
Destpêk
Temamkirin di lîteratura tîpolojîk da bi gelemperî wekî cureyekî taybetî yê ristepevxistinê dihê dîtin ku di vê lîteraturê da lêkirinek (semantîk) argumenta pêveberekê (sîntaktîk) ye (bin. Noonan 1985). Mirov dikare ji perspektîfa lêkerên cihêreng li rewşeka bi vî rengî binêre. Wekî mînak Dixon 1995 lêkeran bi vî awayî dabeş dike; lêkerên sereke ku rê nadin argumenteka pêveberî, lêkerên sereke ku rê
didin argumenteka pêveberî lê ev ne şert e (wekî gotin, bihîstin) û lêkerên nesereke ku ji bo wan argumenta pêveberî şert e (wekî lêkerên modal karîn û vîyanê). Mirov dikare bi awayekî alternatîf li ser binyada agahîyan û astên têgihî hûr bibe ku di wan da têkilîyên navbera kara û bûyeran, û navbera axêver û qezîyeyan dihên damezrandin û bipêşxistin (“têkilîyên şiroveyî”, bin. Verspoor 2000, Givon 1980, 1990). Ji vê perskpektîfê ve temamkirin wekî amrazek ji amrazên curbicur dihê dîtin ku bi xêra wê nimandina qezîyeyî ya bûyeran dihê pevxistin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=488811&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Temamkirin di Kurmancîyê da: Alîyên Semantîk-Tîpolojîk, bi Perspektîfeka Herêmî=KTML_Link_External_End=