图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,454
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,390
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî
文章

Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî
文章

=KTML_Bold=Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî=KTML_End=
=KTML_Underline=Selahattîn ERDEM=KTML_End=
Di berbanga 6’ê Sibatê de bobelatek pêk hat. Bobelata erdhejê em matmayî hişt û piştî demekê em hatin ser hişê xwe û em dît ku çi hatiye serê me. Me dît ku herêma Çûkûrovayê ya ku herî zêde Kurd û Ereb lê dijîn, wêran bûye. Xisareke mezin gihiştiye 10 bajarên di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de û 4 bajarên di nav sînorên Sûriyeyê.
Êdî hêvî ji wan kesên di bin kavilan de mane, qut dibe. Şert û mercên zivistanê, rewş û berdêlê girantir dike. Heta niha bi deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Ji bajarok û gundan tu agahî nayê stendin. Eşkere ye ku hin gund û navçe ji holê rabûne. Mirov bala xwe bide tevgera nifûsê, wê hejmara rastîn qet neyê bidestxistin. Heke mirov qedexeyên faşîzma AKP-MHP’ê jî li vê zêde bikin, wê gelek rastî berevajî bibin.
Welat hilweşiyaye û wêran bûye. Dema mirov li ekranan dinihêrin û li hejmaran guhdar dikin jî tiştek naguhere. Lomeyên ji dûr ve nayê wateya tu tiştî. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Em jî bi êşa gelê xwe xemgî in. Tişta ku ji destê me tê, divê em bûeyerê fêm bikin. Gelek aliyan ev tişt kiribin, em ê jî hewl bidin bi hinek aliyan vî tiştî bikin.
Diyar e ji ber şertên hebûnê, xweza û erdê ku em li ser dijîn zindî ye û tê de enerjî hene û vediguherin. Enerjiya di binê erdê de kom dibe û diteqe û cihên tenik ên erdê dişikîne. Ev rewş li ser erdê dibe sedema lerzê û em jê re dibêjin erdhej. Tiştên ku nikaribin li ber lerizînê bisekinin, hildiweşin û dişikên. Bi vî awayî zirareke mezin didin mirovan û mirov jiyana xwe ji dest didin.
Ji ber vê yekê, tiştê ku li ser erdê ye, çawa û çiqasî bandorê li ser yên binê erdê dike? Dibe ku em hîn bi rastî nizanin. Lêbelê, asta zanistî ya heyî beşek girîng a tiştên ku di bin erdê de diqewimin dizane û dikare tevgera wê bişopîne. Bi kurtasî, meriv dikare kombûna enerjiyê ya di binê erdê de bibîne û îhtîmala teqîna wê binirxîne û hem jî dema wê texmîn bike. Bi gotineke din, em dizanin ku erdhej çima û çawa çêbû û sedema wê çi bû û em dikarin kêm û zêde texmînan bikin ku wê kîngê pêk were.
Di vî warî de ev pirsên girîng derdikevin holê: Ma kesên ku bi vî karî re mijûl dibin xeta erdhejê ya Hatay, Mereş, Meletiyê neşopandin? Gelo wan encam ranegihandin ji rayedarên pêwendîdar? Ragihandin, lê gelo berpirsyaran tedbîrên pêwîst negirtine û bi xemsarî tevgeriyane? Helbet kesên wek me vê nizanin. Lê belê zanyarên peywirdarên vî tiştî û rêveberiya ku raye di destê wan de heye, teqez bi vê rewşê dizanin.
Nexwe encamên wê zanînê li ku ne? Heke dhat zanîn ku wê erdhej çêbibe, wê demê çima tevdîrên pêwîst di wextê de nehatine stendin? Çima ji bo van tiştan civak nehat hişyarkirin? Çima milyar dolarên ku bi sedema “ji bo erdhejê” hatin berhevkirin, ji bo amadekariya erdhejê li herêma navborî nehat bikaranîn? Ev milyar li ku û di xizmeta kê de hatin bikaranîn?
Eşkere ye ku erdhej zindîbûn û tevgereke xwezayî çêdike û weke yek ji mexlûqên ku niha li ser rûyê erdê dijîn, mirov nikare pêşiya vî tiştî bigire. Lê ew dizanin erdhej wê li ku û çawa çêbibe û wê bibe sedema çi. Di wê rewşê de, ew dikare bi stendina tevdîrên pêwîst, xisara erdhejê kêm bike. Ew dikare li gorî bandorên erdhejê, pergala jiyanê li ser bingeheke zexm ava bike. Nexwe ji ber ku jiyan wisa nayê avakirin, ev xisar çêdibe û di vê rewşê de xweza û erdhej ne berpirsyar in. Berevajî vê, yên ku ev jiyan ava kirine, berpirsyar in. Bi gotineke din, pergalên netewe dewlet ên heyî ku awayê jiyanê jî diyar dikin, berpirsyar in. Hemû kesên li hemberî vê rewşê stûyê xwara kirine û jiyana xwe li gorî erdhejê ava nekirine, berpirsyar in.
Em bi qasî ku ji destê me tê em li encamên giran ên erdhejê dinêrin. Li tu derê jiyanek li gorî erdhejê nehatiye avakirin. Her tişt di rewşek xirab de ye. Kavilan betonan ên ku bi hinek çîmento hatine avakirin, ji her derê hilweşiyane. Îcar kî berpirsiyarê vî tiştî ye? Belê, dewlet û hikumet berpirsyar in. Bi rastî jî 20 sal in berpirsyariya vê encamê ya rêveberiya Tayyîp Erdogan di asteke diyarker de ye û sûcekî giran e. Lê yên ku bi vî rengî dijîn, yên ku di vê astê de jiyana xwe bi dewlet û desthilatdariyê ve girêdidin, ne xwedî berpirsyarî ne? Digel ku êş ew qas giran û teze be, helbet ji me re pir dijwar e ku em wan bi vî rengî îfade bikin. Lê dostê mirov rastiyê dibêje, zimanê rastiyan giran e, belkî dema em wisa bibêjin wê bêtir bandorê bike û rastî di dil û mejiyê me de cih bigire.
Dîsa dema li bûyeran temaşe dikin, herî zêde gotin û banga ku em dibihîzin ev e: “Dewlet li ku ye? Ka pereyên ku em dane wan? Çima nayên vê derê û alîkariya me? Dema mirov van tiştan dibihîze, agir bi dilê mirov dikeve. Çawa dibe ku ew qas xwe perwerde nekirine, çawa ji rastiyê dûr in? Lê belê dewlet û hikûmet li cihê ku divê lê bin û çi ji destê wan tê dikin. Bi rastî jî kesên ku wateyeke cuda didin dewletê hene. Dewlet bexş û pereyên ku ji alîgiran re hatiye dayîn dixwe, li cem dewletê tiştekî wisa tuneye ku ew biçe ba kesên xisar dîtine û alîkariya wan bike. Diyar e kesên wateyeke wisa didin dewletê, xelet difikirin. Yên ku ji dewletê hêvîya alîkarî û piştgirîyê dikin û yên ku dewletê wek “hêza jiyanê” dibînin tên xapandin. Tayyîp Erdogan got çi? Di nava salekê de em ê her derê bi TOKÎ’yan ji nû ve ava bikin! Ev karê dewletê ye. Bi gotineke din, ne ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ye. Ji bo hesabên milyar dolarên nû yên li ser kavilên erdhejê!
Weke ku gelek caran tê gotin, dewlet û desthilatdarî nahêle mirov bijî, berovajî wê ew bi mirinê mirovan dikuje û qezenc dike. Ji bo civakan hevgirtin û parvekirina civakî, wê dide jiyîn. Bi rastî jî dema ku mirov bang li dewletê dike, dihizire ku di rastiyê de bang li civatê dike. Lê belê pergala netewe dewletê ya heyî di hişmendiyê de xisareke wisa çêkiriye ku ferd û civakê xwe winda kirine û dibêjin qey dewlet in. Ji ber vê yekê berî her tiştî, pêdivî ye ku meriv vê astengiya hişmendiyê rast bike. Divê civak qedera xwe têxe destê xwe û divê hişmendî û rêxistineke ku ew ê civakê zindî bihêle ava bike. Wê demê hûn dikarin azad bibin û bijîn. Ger erdhejek çêbibe hûn ê ji vê erdhejê karibin xwe biparêzin û di demên asayî de hûn ê xwe ji zext û mêtingeriya wekî erdhejê biparêzin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku diyar e pereyê erdhejê xwariye, niha jî wê hewl dide ranta erdhejê bixwe. Wê bixwaze mexdûrên erdhejê îstîsmar bike. Ji bo erdhejê wê bibêjin ‘Karê Xwedê’ ye û vê rewşê ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariyê wê bi kar bîne. Ji niha ve ‘Rewşa Awarte’ îlan kir. Ji aliyekî ve dema ku tevahiya pêvajoya erdhejê dixe destê xwe, li ser vê bingehê pêşî li hevgirtin û parvekirina civakî digire, ji aliyê din ve jî bi rêyên taloqkirina hilbijartinê an jî bi xapandina di nava hikûmetê de wê bixwaze temenê hikumeta xwe dirêj bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku bi mexdûrên erdhejê re hevgirtinê çêbikin, li aliyê din jî bang li hemû hêzên çalakiyê kir ku heta êrîş li wan neyê kirin, çalakiyan nekin. Got, li ser vê bingehê em hewl bidin êşên gelê xwe sivik bikin. Ka em binêrin wê rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê çi bike? Ew çi bike jî, wekî ku di bin kavilan de maye ew ê encama giran a tiştên ku niha kiriye de bimîne. Her çiqas em êşên giran bijîn jî, bi hevgirtina civakî û parvekirinê re, wê me bide jiyîn![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览646
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 13-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 84%
84%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览646
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,454
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,390
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!