图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,116
图片 106,424
书籍 19,247
相关文件 96,905
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welatparêziya sedsala 21’an nayê têkbirin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Welatparêziya sedsala 21’an nayê têkbirin

Welatparêziya sedsala 21’an nayê têkbirin
=KTML_Bold=Welatparêziya sedsala 21’an nayê têkbirin=KTML_End=
=KTML_Underline=Şiyar KOÇGIRÎ=KTML_End=
Welatparêziya Kurdan ku di destpêka sedsalê de nekarî derkeve holê, geşbûna xwe ya dawîn bi PKK’ê re kir û ew geşbûn jî bê hempa bû. Welatparêziya Kurd bi PKK'ê re kete rêgeha xwe û dûre jî her ku çû, bû çemekî boştir.
Dema mirov li 40 salên borî dinêre, welatparêzî di nava PKK’ê de gihaştiye asta herî bedew, herî hêja û serbilind a mirovahiyê. Tevî ku bi pratîka xwe re bû destpêkek ji bo mirovahiyê, bi pêvajoyeke komkujiyê ya qirkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi polîtîkayên herî barbar re rû bi rû ma.
Dikare bê gotin ku di sedsala 20’an de tişta ku dewleta Tirk xistiye nava çarçoveyekê, hewldana têkbirina welatparêziya Kurdan e. Lê belê 40 salên dawîn pêvajoyeke wisa bû ku ev hewldan bi rêbazên herî birêxistinbûyî, herî hov, herî dermirovî yên şerê taybet hatine meşandin.
Derbeya 12'ê Îlonê di esasê xwe de ji bo ji nû ve dagirkirina Kurdistanê û tesfiyekirina welatparêziya Kurd bû ku bi PKK'ê re şîn bûbû. Destûra ku piştî derbeyê hate nivîsandin, rêveberiya leşkerî ya hatibû îlankirin, zagona rewşa awarte û hemû sazûmanên girêdayî wan, ji bo tunekirina welatparêziya Kurd in. Tevî saziyên dewletê yên hiqûqî yên wekî MÎT, JÎTEM, Kontrgrîlayê, komên çete yên mezin û biçûk ên wekî cerdevan û Hizbullahê ji bo wê hatine amadekirin. Armanca hemûyan ew e ku vê bingeha ku berxwedana azadiyê ya Kurdan lê tê geşkirin, ziwa bikin.
Lê welataprêziya Kurdan ku bi PKK’ê re geş bû, tevî hemû êrişên barbar jî nehate sekinandin. Tevî komkujiya Kurdan ku NATO û Ewropayê jî destek dayê, welatparêziya Kurdan mezin bû. Gav bi gav veguherî tevgereke azadiyê ya siyasî û civakî ku li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi deh milyonan kes tê de dihewin. Ne tenê ev, lê belê tevî Komploya Navneteweyî jî di şexsê rêber Abdullah Ocalan de karî xwe nû bike. Çawa ku komplo hate têkbirin, Rojava jî bi pêşketin û têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê re bala cîhanê kişand ser xwe û ji bo gelên herêmê bû hêvî.
Hemû hikumet, serokkomar, serokwezîr, serokwezîr, serfermandar, wezîr, yanî hemû rayedarên dewletê ku di nava 40 salên dawîn de li Tirkiyê bûn desthilatdar, ji bo tunekirina vê welatparêziya Kurdan hatin wezîfedarkirin. Bê hejmar wezîr, bi dehan serokwezîr, serokkomar û serfermandar di nava 40 salan de winda bûne, lê welatparêziya Kurdan mîna stêrkekê geşbûna xwe domand.
Di hemû waran de, bi taybet di warên siyasî, civakî, çandî, exlaqî, fikrî, leşkerî û dîplomatîk de xwe bi rêxistin kiriye û gav avêtine. Li gel qirkirina kolonyalîst, nokerî, xayintî, teslîmkar û sazûmaniyên dogmatîk jî derbas kirin û kete rêgehe rast û durist. Anku hêza xwe nîşan da ku dikare nexweşiyên di nava xwe de û astengiyên li pêş xwe jî dikare çareser bike. Alî û kesên neteweperest, hevkar, teslîmkar û xayîn teşhîr kirin, di heman demê de qelsiyên ku ji ber reel sosyalîzm û modernîteya kapîtalîst derketin holê jî derbas kirin û di şexsê tevgera azadiyê ya gelê Kurdistamê de kevneşopeke azadiyê afirand ku hêvî dida tevahiya cîhanê.
Welatparêziya Kurdan dûrî neteweperestiyê ye, çanda xwe dispêre serweriya mêran red dike, li ser bingeha hurmeta li çand û baweriyên cuda ye, bi cewhera xwe ya kollektîf û demokratîk li ser bingeheke gelekî xurt bi pêş ket û ew ew jî welatparêziya sedsala 21’an e.
- Ev welatparêzî ruxmî dewleta Tirk, NATO, DYA, YE û dewletên mêtinger ên li herêmê bi pêş ketiye.
- Ruxmî modernîteya kapîtalîst, olperestî, neteweperestî, zayendperestî û dewletperestiyê bi pêş ket.
- Berdêl gelekî mezin e lê qonaxa ku gihaştiyê bi heybet e.
Dema ku ev geşedan pêk dihatin, dewleta Tirk jî hemû derfet û têkiliyên xwe ji bo tunekirina vê welatparêziya Kurdan bi kar anîn. Bê hejmar nimûneyên hovitiyê nîşan dan, sûcên şer û sûcên li dermirovahî kirin, li ber çavên cîhanê hiqûq, siyaset, exlaq û ol binpê kirin.
Bi piştgiriya kevneperestiya cîhanê û herêmê li gund û bajaran, li deşt û çiyayan, li hundir û li derve şerekî mezin ê qirkirinê da meşandin. Bi hezaran gund şewitandin, bi deh hezaran mirov hatin zindanîkirin, kiryarên bêexlaqî û derî aqilan kirin û saziyên dewletê yên fermî û nefermî hovîtiyên mezin kirin ku ji bo mirovahiyê şerm in.
Her pêngaveke welatparêziya demokratîk û azadîparêz a bi pêşengiya PKK'ê, rastî êrişên hêzên fermî û ne fermî yên herêmî û cîhanî û bi taybet dewleta Tirk hatin.
Ev êrişkariya ku bi AKP-MHP'ê re derbasî qonaxeke nû bûye, ji ber sedemên dîrokî û yên heyî bi lezgînî dewam dike. Hem jî li ber çavên cîhanê û hem jî her roj...
Dewleta qirker a riziyayî nekarî Rêbertî û rêxistina wî teslîm bigire, li dijî gerîla bi ser neket, nekarî pêşî li pêşketina pêşketina şoreşa Rojava bigire û nekarî pêşî li pirsgirêka Kurd bigire ku bibe pirsgirêkeke cîhanê, li dijî welatparêziya Kurdan êrişeke çaralî pêk tîne. Ev yek pir bi hişmendî, bi birêxistinkirî li hemû qadên jiyanê tê meşandin. Hemû çavkaniyên Tirkiyê, hemû enerjiya wê, hemû potansiyela wê ji bo vê tê xerckirin.
Ev êrîşkariya ku wek li dijî PKK'ê tê pênasekirin, hewldana dawîn e û şensê xwe yê serkeftinê nîn e. Bi qasî çeqelekî pîr û birîndar bê taqet e. Ev kevneşopa qirêjî, xwînxwar û sûcdar, êdî wijdanê mirovahiyê birînadar dike, ne gelê me ne jî mirovahî tehamulî vê barbariyê nake.
- Bi îşkenceyê hewl didin kesên 80 salî dîl bigirin.
- Organîzekirina operasyonên lîncê yên li dijî welatparêzên Kurd bi hêzên paramîlîter.
- Dayikan ji pitikên wan vediqetînin û dixin zindanan, pêşî li tedawiya girtiyên nexweş digirin û wan qetil dikin.
- Hestiyên zarokên wan ên şehîd di kîsan de didin dê û bavan, şehîdgehan dirûxînin.
- Bi hovane êrişî xizmên windahiyan û Dayikên Şemiyê dikin.
- Siyasetmedar û parlamenteran bi girtin û qedexeyan bêzar dikin.
- Cezayê bi dehan salan didin muzîkjen û hunermendan.
- Melayên bi kurdî wezê didin, wek kafir îlan dikin û dixin girtîhegan.
- Kurdan saxesax di malên wan de dişewitînin.
- Ji ber egalên kesk û sor û zer îşkenceyê li jin û ciwanan dikin.
- Da ku gerîla tê de nemînin, jîngeh û daristanan tarûmar dikin.
- Ji bo birçîkirina gel herêmên çandiniyê tune dikin.
- Bi her cure zilmê hewl didin Kurdistanê bê Kurd bihêlin.
- Vê yekê bi malbata Barzanî ya hevkar re veguhêzin Başûr û bi bermahiyên DAIŞ'ê re bigihînin Rojava û hewl bidin ku demografiya xaka ji Efrînê heta Zaxoyê biguherînin.
- Sîxurkirin, dîlgirtin û sepandina hemû rêbazên şerê taybet ji bo ku gelê Kurd li dijî welatparêziya Kurdan şer bike.
Ev hemû bi carekê de dikarin bên diyarkirin. Û çi qas dişibe polîtîkayên hovane yên Hîtler ên ji bo tepisandina berxwedana li herêmên dagirkirî.
Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dizane li hember Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi ser neketiye û dê berdêla wê giran be. Hewl dide êşa wê bi gelê Kurd bide kişandin ku bi welatparêziya sedsala 21’an xwe bi çek û rext kiriye. Ji bo ku berxwedana gerîla biçewisînin û biperçiqînin, siyaseta dîlgirtinê ya ku li rêber Ocalan ferz kirine, li gelê Kurd jî ferz dikin. Ev hewldaneke pûç e. Ji niha û pê de bi van rêbazên hovane hewl bidin serî li welatparêziya Kurdan bidin tewandin jî li hember berxwedan xurt dê tiştekî bi dest ve neynin. Ji zêdekirina hişmendî û hewldana xweparastinê wêdetir bi kêr nayê, ji ber ku her rêbertî gelê xwe diafirîne. Mîna rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd jî dê careke din nîşanî dost û dijmin bide ku têk naçe. Dê qada xwe ya siyasî, çand, xweza, dîrok û pêşeroja xwe, bi taybetî jî Rêbertî û gerîlayên xwe xwedî bike û bi mezinkirina berxwedanê xwe bigihîne encamê. Gelê me ji vê bawer e. Gelên herêmê û mirovahî jî.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览702
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 03-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览702
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,116
图片 106,424
书籍 19,247
相关文件 96,905
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!