Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
İSKANA MECBURİ YA KURDAN
08-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hêmen Kurdaxî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Siwarên Rejiyê
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ez bişewitim
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Çêroka neynûkên şikestî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan Mihemed Emîn Feyzî (1862-1929)
07-02-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Faîq Bucak
07-02-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 509,398
Wêne 102,728
Pirtûk PDF 18,645
Faylên peywendîdar 92,138
Video 1,182
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Wela...
Jiyaname
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
Jiyaname
TAHIR TANINHA
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
Jin û mîrasa pergalên netewperest
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jin û mîrasa pergalên netewperest

Jin û mîrasa pergalên netewperest
=KTML_Bold=Jin û mîrasa pergalên netewperest=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar Xalid=KTML_End=

Li herêma Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû dide ku li gorî analîzvanên kar û barên Rojhilata Navîn, ev şer xwedî taybetmendiyên leşkerî û siyasî yên cuda ye. Di sedsala 21'emîn de wek şerê herî xwîndar tê hesibandin. Ji ber ku li geleke civakan û dewletan tevlîhevî afirand û veguherî avzêyek ji gelên bindest re. Êdî gel nikarin ji wê tevlîheviyê derkevin. Sedem jî, amûr û rêbazên ku dewlet ji bo xilasiya xwe bi kar tînin in. Ji ber ku ev amûr ji bo dîtina çareseriyên mayînde ji alozoyên hundirîn û mudexaleyên derve re ne atkîv in.
Dozên nakok û pirsgirêkên cuda yên ji dehan salan ve berdewam in, civak qels kir û bê hêz û çare hişt. Cureyên netew-dewletê li herêmê, pergalên zordest û siyasetên desthilatdaran xeyalên gelên resen têk birin. Êdî ev pergal bûne jêdera sereke ya afirandina pirsgirêkan, bi hiceta ku çareseriyan ji bo pirsgirêkn gel dibînin. Heta gihaşt astekê ku em dikarin jê re bêjin “îflasê”. Bi vê yekê ev pergal bi temamî rê li pêşiya hewldan û têkişîna hêzên ku hewl didin rola xwe di civakê de bilîzin, digirin.
Rojane li gelek dewletên herêmê û cîhanê krîzên siyasî, aborî, ewlehî, civakî û mirovî rû didin. Ji Sûriyê, Iraq û Lubnanê bigire heta bigihêje Efganistanê. Herî dawî jî aloziya Ukrayna û Rûsyayê derket. Bêguman, ev alozî encama siyasetên netew-dewletê ne ku vîna gelan kontrol dikin, maf û daxwazên wan ên rasteqîn ên jiyanê binpê dikin, bi rêya desteserkirina xêr û bêrên wan û nirxên civakî yên resen. Ev siyasetên şaş ku ji mêj ve tên meşandin, bi qalibên xwe yên dogmatîk û bingeha zihnî ya paşverû ya xwedî taybetmendiya desthilatdar, şûneke kûr di jiyana gelan de hişt. Para jinan ji vê yekê ya herî mezin bû. Êdî ji mêr e bû mîras ku kengî bixwaze wê kontrol bike beyî guh bide mafên wê yên xwezayî di jiyanê de.
Binpêkirinên li dijî jinan tên kirin, delîla vê yekê ye. Tu roj an hefte derbas nabe beyî ku em nebihêzin ku jinek li wir hatiye kuştin anjî sûcek ji aliyê bav, mêr, bira, kurmam an jî xizmekî ve hatiye kirin. Bêguman, ji sûcê kuştina jinan xirabtir tune ye. Rojek derbas nabe beyî ku em kuştina jinên ciwan bi destê bazirganên mirovan, nebihîzin. Ev rewşa trajîk gelek pirsan li dora xwe çêdike, gelo sedemên wê çi ne? Gunehê jinan çi ye ku ev sûc li dijî wan tên kirin? Rê û rêbazên avaker çi ne da ku jin ji van sûcan xilas bibin? Bi taybet di sedsala 21`emîn de ku serdema azadî û mafên mirovan e.
Di civaka me ya Rojhilata Navîn de, êdî li pêşiya jinan ji bilî jiyana di bin zulmê de tu vebijêrk nemaye. Tu jin bî, tê wateya ku li pêşiya te rêyeke dijwar û zehmet heye. Divê tu di rewşên herî zehmet re derbas bibî. Her tiştê di vê jiyanê de tund e, li ser jinan û beden û keda wê tê ferzkirin. Êdî jin bûye qurbana zihniyeta baviksalar ku giyan, beden û her tiştê wê kontrol dike.
Di hundirê xwe de em li hember dubarebûna van sûcan li dijî jinan, pir bi hêrs in. Lê hin caran bêçare dimînin. Ev sûcên xwedî kokên dîrokî, pêwîstiya wê bi analîzkirineke dirust, diyarkirin û nirxandina sedemên bingehîn ên vê tundiya bi zanabûn li dijî jinan tê kirin heye, jinên bê hêz, yên di malbatê de hatine pelçiqandin û çewisandin.
Roj bi roj asta tundiya li jinan bê hesab û bê reqîb zêde dibe. Bi taybet li dewletên Ereban mîna Misir, Urdun, Siûdî Erebistan, Iraq, Îran û Tirkiyê.
Beriya zêdetirî hefteyekê, Mudira beşa xurtkirina jinan a nivîsgeha Parêzgeha El-Necef a Iraqê Henen Seid Radî ji dezgehên çapemeniyê yên Iraqê re ragihand ku asta tundiya li dijî jinan li welêt bi awayekî berçav zêde bûye. Sedemên wê jî di serî pêşîn de, înternet, malperên medya mecazî, rewşa aborî, civakî, bêexlaqî, bêzarî û zextên derûnî, urf û adetên eşîratî yên ku rolek di zêdebûna vê diyardeyê de lîst.
Ji Iraqê ne dûr, desthilatên Misirê beriya zêdetirî hefteyekê mêrek girt ku hevjîna wî xwestiye jê veqete, hewl dida wê bikuje. Beriya wê jî, dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî behsa bûyera kuştina jina ciwan a ji misirî Neyra Eşref kir ku li pêşiya Zanîngeha El-Mensûra bi destê ciwanekî ku nexwest pê re bizewice hat qetilkirin. Li Urdunê jî li parêzgeha Elcûn a bakurê welêt bûyerek din a kuştinê ya hovane pêk hat. Bavekî 70 salî li du zarokên xwe yên keç heta mirinê da û ew kuştin. Her wiha li bajarê Îhsa yê Erebistana Siûdî jî 5 xwişk hatin kuştin û heta niha kujer nayê zanîn. Sûcên bê dawî jî mîna ku plankirî bin û bê rawestan li dijî jinan rû didin.
Li Îranê jî, jin rastî cureyeke din a sûcan hat. Li gorî agahiyên herî dawîn, desthilatên Îranê jinên ku ji ber civaka girtî ku nahêle ew bi awayekî asayî azad bijîn, tengavtir dike. Dê jinên ku serê xwe nagirin, bikaranîna metro li bajarê Meşhed ê bakur rojhlatê welêt bê qedexekirin.
Bêguman, ev sûn û bûyerên tundiyê yên me bi bîr xistine, tenê lutkeya çiyayê qeşayî ye. Ji ber ku mexdûrên wan binpêkirinan ji tirsa urf û adetên civakî ku mîna van sûcan dinixumînin, van sûcan eşkere nakin.
Sedem û kokên vê tundiyê, vedigere serdemeke kevin a dîrokê ku ji dewleta Sumeran dest pê dike. Di dewleta Sumeran de bi hatina mêr li ser desthilatê re, rola jinan bi rêjeyeke mezin qels bû. Ji wê demê ve û heta serdema modernîteya kapîtalîst ku jin kirin kole, jin rastî hovantirîn cureyên çewisandinê hat û di mal de bûn esîr û xizmetkarê mêr. Ji siyasetê hat dûrxisti û bû amûreke sekesê, mita û reklamên li ser televîzyon û mallperên enternetan. Heta hinek jinan wekî kêmaqil û kêmdîn hat dîtin û bi hestên xwe tevdigere. Mixabin bûyerên kuştina jinan bi awayekî ne normal rû didin. Hîna jî, gelek kes hincetan ji sûcdaran re dibînin. Bêguman, sûcên li dijî jinan, sedama wê qanûn in ku maf, ewlehî û mekanîzmeyên rêgirtina li pêşiya wan bûyeran ji aliyê dewlet û pergalên heyî ve, misoger nake.
Niha em di serdemekê de dijîn ku kuştina jinan ji aliyê mêr ve mafekî rewa dibîne. Gelek caran em gotinan mîna “qurbanî anku mexdûr keseke bi exlaq bû û li gorî pîvanên civakê tevdigeriya, lê çima hat kuştin?” Mîna ku dema jin ji derveyî pîvanên civakê derdikeve, kuştina wê rewa dibe.
Kesên li Sûriyê, Misir û Efganistanê yên van kiryar û binpêkirinan dişopînin, hêmaneke hevbeş di navbera wan de dibînin ku zihniyeta baviksalar e ya ku jinê tiştek nahesibîne û kuştin û heta hin caran şewitandina wê jî helal dike.
Divê em nêrîna ragihandinê ji jinan re jî ji bîr nekin ku mixabin girêdayî wê zihniyeta baviksalarî ya krêt e. Ragihand mîna ku tê zanîn, di avakirina têgihîştina li hemberî dozên jinan de raya giştî bi rêve dibe. Helwesta ragihandinê li hember jinan nehatiye guhertin lê belê alîgirê desthilatê ye û li dijî jinan sor dike. Bi taybet ên paşguhkirî. Her wiha rêxistinên ku bi armanca hişyarkirina civakê û sepandina têgehên nû li şûna yên bi saya ragihandin, rêzefîlm û fîlman hatine belavkirin, bi rola ku divê ji bo xizmeta civakê û dozên wê yên aloz pêk bîne, ranabe û çareser jî nake. Yan jî bi kêmanî bibe xaleke ronahiyê ku tariyê ji holê rake û bi ronîkirina hişmendiyê wêneyê rast bike û di dawiyê de jî tundiya li ser jinan a ku bûye mîna nexweşiyeke gerdûnî rawestîne.
Êdî di jiyanê de her tişt mîna şîdet, kuştin, dizî, îxlalkirin, destdirêjiya seksî, zewicandina zarokan ji bo kesan rewa bûye. Tenê derketina jinan bi tenê ji mal, yan jî dereng vegera malê, tiştekî neasayî tê dîtin an jî ne rewa mîna ku gunekî ku nayê efûkirin kiriye.
Ev hemû her tim ber bi vê rastiyê ve dibe ku ev tundiya ku îro li ser jinan tê meşandin, berhema zihniyeta netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn e ku fikrê desthilatdariya wê yê zordest li ser civakê xurt dike. Bi taybet jin ku vê xeteriyê li ser xwe nabîne. Ji ber wê şer tên afirandin, alozî kûrtir dibin û nakokî gurtir dibin, jinan rûbirûyî hemû sûcan dihêle ku li dijî wê tên kirin mîna tundiyê, bûyerên kuştinê ku di vê dawiyê de bi awayekî zêde belav bûye.
Mîna me ku bi bîr xistî, em di hundirê xwe de li hember sûcên ku rojane li dijî jinan tên kirin, ji ber vê yekê divê hemû jin li hember binpêkirina mafên xwe bêdeng nemînin, valahiya di navbera jin û mêr de di bikaranîna teknolojiya agahdarkirinê de, her wiha di girtina kar de kêm bike û li ser bingehên ku jinan diparêzin li şûna pelçiqandî û çewistandin di malbatê de dihêle, têkoşîneke rêxistinî û fikrî bimeşînin.
Ji bo çareserkirina dozeke bi vê girîngiyê doza jinan hewldaneke mezin tê xwestin. Ji ber ku jin ji bo bidestxistina cihê xwe yê guncaw, bi taybetî ji aliyê qanûnê ve û ji bo ku sûcdarên van karan darizînin, hîn rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan e. Divê were zanîn ku heta jin bi tevahî mafên xwe yên azadî û jiyanê negirin, ji bo civakê jiyanek azad û bi rûmet ne pêkan e.
Ev tê wê wateyê ku jiyana azad bi jina ku xwe birêxistin kiriye, karîbû rola xwe bilîze û bûye xwediyê îradeya li hemberî hemû binpêkirinên ku li ser tê meşandin, pêkan e. Divê bê tekezkirin ku jin ne bar e li ser civak û malbatê. Lê belê rola wan ya pêşeng di vê jiyanê de heye. Ji lew re divê rola jinan were xurtkirin da ku jinên rastî tundiyê tên, cesaret bigirin ku giliyên xwe bînin ziman û li hember rastiya tal a ku ew li dijî vîna xwe dijîn, serî hilde.
Ruxmî hewldanên gelek sazî û rêxistinên jinan, lê parastina jinan ji rewşa bûyîna mexdûrên şîdeta malbatî, bi kêmanî di dema niha de, hîna dûr e. Ji vir û pê ve, têkoşer û tevgerên jin ên ku di xebatên civakê de xwedî dîrokeke dirêj in, ji bo xwegihandina xwe û bidestxistina azadî û mafên xwe, bi rêbazên nû, li şûna kuştina jinan, rola jinê bilind bikin û li hember zihniyeta netew-dewletê tê bikoşin ku bandoreke neyînî li ser jinan, jiyana gelan bi giştî û jiyan û rola jinan bi taybetî kiriye.[1]
Ev babet 884 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 16-07-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 13-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 13-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 884 car hatiye dîtin

Rast
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
11-05-2022
Burhan Sönmez
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Jiyaname
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
18-01-2024
Burhan Sönmez
LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
Jiyaname
TAHIR TANINHA
03-02-2024
Burhan Sönmez
TAHIR TANINHA
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
10-02-2024
کاکۆ پیران
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Burhan Sönmez
Babetên nû
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
İSKANA MECBURİ YA KURDAN
08-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hêmen Kurdaxî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Siwarên Rejiyê
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ez bişewitim
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Çêroka neynûkên şikestî
07-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan Mihemed Emîn Feyzî (1862-1929)
07-02-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Faîq Bucak
07-02-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 509,398
Wêne 102,728
Pirtûk PDF 18,645
Faylên peywendîdar 92,138
Video 1,182

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.204 çirke!