图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,637
图片 106,316
书籍 19,217
相关文件 96,801
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Gelo çima heta niha DAIŞ bi dawî nebûye?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gelo çima heta niha DAIŞ bi dawî nebûye?

Gelo çima heta niha DAIŞ bi dawî nebûye?
=KTML_Bold=Gelo çima heta niha DAIŞ bi dawî nebûye?=KTML_End=

Lêkolînerên Karûbarên Komên Tundraw diyar kir ku berdewama nakokiyên navneteweyî li Sûriyê û hebûna AKP'ê li Tirkiyê sedemên sereke yên mayîna xeteriya DAIŞ'ê ye ya ku ev du sal in di aliyê erdîngariyê de li Baxozê bi bin ketiye.
Sibe salvegera sêyemîn a tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ye.
Di 23'yê Adara 2019'an de, QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bajarokê Baxozê yê rojhilatê bajarê Dêrazorê devera dawî di destê DAIŞ'ê de mabû hate rizgarkirin.
Ragihandina tunekirina DAIŞ'ê bi merasîmekê li zeviyê Omer ê petrolê yê dikeve bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk hat, fermandarên QSD'ê, berpirsên Koalîsyona Navneteweyî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û şêx û rûpiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.
Tevî ku du sal di ser ragihandina têkbirina baregeha dawî ya DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, lê xeteriya DAIŞ'ê li ser herêmê û cîhanê hîna heye. Ev yek dide nîşandan ku dibe careke din li welat çalak bibe, nemaze ku nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Sûriyê berdewam in.
=KTML_Bold='STRATEJIYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO TÊKBIRINA DAIŞ'Ê TUNE YE'=KTML_End=
Lêkolînerê Karûbarên Tevgerên Tunraw û Terora Navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA'yê re axivî û got: Tevî ku DAIŞ'ê li tevahî herêmên ku ji Tîrmeha 2014'an ve kontrol kiribûn, bi bin ket, lê bi fikirê xwe yekemîn û şaneyên wê yên veşartî yên çalakî duyemîn hîna heye.
Têkildarî xeteriya DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edîb ev nirxandin kir: Li ser mijara xeteriya DAIŞ'ê, di şerê li hemberî vê rêxistina tundraw hîna astengiyên mezin hene, DAIŞ bi fikir û şaniyên xwe hîna heye, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê, di heman demê de li gelek paytextên erebî û ewropî heye ku gefeke mezin li cîhanê dixwe.
DAIŞ'ê fikirên tundraw li pey xwe hişt, ji ber ku îdeolojiya wê di mejiyê jin û zarokan de hatiye çandin û çekdarên wê hîna li gelek dewletan, di serî de Sûriyê belav in. Li aliyekî din jî şaneyên wê û bi hezaran tundrawên girtî li gel QSD'ê û malbatên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Roj û Holê hene.
Der barê sedemên ku li pêşiya têkbirina DAIŞ'ê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriya û Iraqê dibin asteng Edîb wiha got: Gelek sedem hene ku hişt DAIŞ'ê heta niha bimîne, yek jê ew e ku civaka navneteweyî nêrîneke stratejîk a giştî li hemberî vê rêxistinê li ser erdê û fikirê wê danayîne.
=KTML_Bold='CÎHAN BI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê MIJUL E, LÊ TIRKIYÊ DESTEK DIDA WÊ'=KTML_End=
Edîb destnîşan kir ku di demekê de ku dewlet bi şerê li dijî DAIŞ'ê mijul e, hin dewlet hene ku destekê didin wê û fermandarên wê û ew jî dewleta Tirk e.
Munîr Edîb bi domdarî got: Hîna pirsgirêkeke rasteqîn heye, ew e ku projeyên cidî yên erebî an navneteweyî li hemberî terorê û rêxistinên tundraw tune ne, Kurdan roleke mezin li hemberî rêxistina DAIŞ'ê ya tundaw pêk anîn. Tevî ku ev rêxistin di aliyê cografî de ketiye, lê hîna heye û xeteriya wê li girtîgeh û kampan de mezin in.
Lêkolîner û Şîrovekarê Siyasî ya Platfoma Rojhilata Navîn li Londonê Ehmed Eta got: Tevî ku DAIŞ'ê di bargeha wê ya dawî li herêmê hate tunekirin, lê xeteriya wê hîna heye. DAIŞ'ê bi nav û rengên cûda û bi desteka Tirkiyê tev digere.
Eta ji ANHA'yê re axivî û got: Heger ev rêxistin di aliyê cografî de li dewleta Şam û Iraqê bi bin ketibe, lê di çarçoveya eniyên yekbûyî de heye ku bi tevgerên xwe yên çekdar ve tê naskirin û ji aliyê cîhazên îstîxbaratê ve têne tevgerkirin, ya sereke îstîxbarata Tirkiyê ye ku wê hîna wekî kaxezeke zextê bi kar tîne.
Ehmed Eta destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê QSD'ê dikin, berdewama çeteyên DAIŞ'ê ne, lê bi navê cûda ne û wiha dewam kir: Rêxistinên Suleyman Şah, Sultan Murad, Siqûr El-Şemal û Huras El-Dîn ev hemû ji sala 2014'an ve bi DAIŞ'ê re bûn.
Li gorî daxuyaniya dawî ya berpirsên girtîgehên QSD'ê ku dabû ANHA'yê, 19 hezar çeteyên DAIŞ'yê yên ji Sûriyê, Iraq û ji 55 dewletên biyanî di girtîgehên QSD'ê de ne.
Her wiha 19 hezar û 225 malbatên DAIŞ'î yên ji 53 dewletên erebî, Asya û dewletên rojavayî di kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.
Ji destpêka ragihandina têkbirina DAIŞ'ê, operasyonên QSD bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî şaneyên wê yên veşartî didomin, da ku nehêlin hêza xwe komî ser hev bikin û êrişî herêmê bikin.
Edîb diyar kir ku operasyonên ewlekariya yên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê têrê nake û wiha domand: QSD'ê ji aliyê hin dewletên cîran ve mîna Tirkiyê tê topbarankirin, ji ber wê nikare li hemberî vê rêxistina tundraw a ku ji zêdetirî dewletekê ne, bisekine û gelek dewlet desteka vê rêxistina tundraw dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe gelek zehmetiyan dikişîne, ev zehmetî girêdayî îfadekirina nasname, an xaka dagirkirî, anî jî êrişên ji aliyê Tirkiyê ve ne, ji ber wê bi tenê nikare li hemberî vê rêxistina tundaw bisekine, ji xwe tevî vê yekê şerê wê li ser erdê dike.
Edîb da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bide DAIŞ û wiha berdewam kir: Tirkiyê dixwaze destekê bide vê rêxistina tundraw û cihekî jê re peyda bike. Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û desteka herî mezin bide aliyên ku li hemberî vê rêxistina tundraw disekinin.
=KTML_Bold='CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RE NASEKINE`=KTML_End=
Ji sedemên sereke yên li hemberî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin asteng, Edîb destnîşan kir ku destekdayîna civaka navneteweyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye û wiha berdewam kir: Civaka navneteweyî li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku li şûna tevahî şerê terorê dike, nasekine. Astengiyên mezin li pêşiya kesên ku li hemberî terorê disekinin, hene nexasim dewleta Tirk a ku bi awayên cûda destekê didin rêxistina DAIŞ'ê û şerê aliyên ku li hemberî vê rêxistina tundraw disekinin, dike ku car caran êrişî Kurdan dike û herêmên wan dagir dikin.
Munîr Edîb îşaret pê kir ku gelek astengiyên din jî hene, divê siyaseteke were xêz kirin ku karibe vê rêxistina tundraw têk bibe û piştevaniya aliyên ku li hemberî vê rêxistinê disekinin, bê kirin.
Têkildarî rêbazên rakirina van astengiyan Edîb got, divê civaka navneteweyî piştevaniyeke rasteqîn bide gel da ku li hemberî vê rêxistinê bisekine û bi nasnameya xwe ya taybet xwe îfade bike û wiha domand: Mafê Kurdan heye ku biryara çarenûsa xwe bide û xwe û rêveberiya xwe îfade bikin, nemaze ku xalên hevpar di navbera wan û ereban de hene. Di heman demê de her du bi hev re hêmanên girîng li hemberî vê rêxistina tundraw bûn, da ku di şerê li dijî vê rêxistinê çalaktir bibin.
Li ser mijara awayên têkoşîna li dijî DAIŞ û tunekirina wê, Munîr Edîb bal kişand ser van xalan: Divê ev erk li gorî du beşan pêk were, ya yekemîn divê têkoşîneke ewlehî li ser esasê jihevxistina vê rêxistinê were kirin û têkoşîneke leşkerî li ser esasê bidestxistina agahiyên îstîxbaratê were kirin ku rêxistinê ji hev bixe, ya duyemîn jî divê têkoşîneke fikirî were kirin ku fikirên vê xistinê tune bikin. Têkoşîna fikirî gelek girîng e, nexasim ku fikirên wê banga tundî û nefretê dikin ku car caran jî xurt dibe. Têkoşîna fikirî gelek rengên wê hene û ya herî girîng e, dibe ku bi rêya çandê be, an jî bi rêya huner an jî guhertina hestan be ku tundrawiyê û fikirên ku banga nefretê dikin werin tunekirin û dibe ku bê rêya nûjenkirina fikirê olî be. Nexasim ku ew in ên ku tundraw îslam şaş fêm kirine û li gorî van şaştiyan kiryaran pêk tînin ku dûrî ola durist e, ji ber vê yekê ya herî girîng ew e ku fikirê olî an xîbata olî ya wan kesan werin nûkirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,077
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 22-03-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 军事
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,077
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 14-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,637
图片 106,316
书籍 19,217
相关文件 96,801
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!